You are on page 1of 1

Birca Babîlê

(Destpêkirin11)

Piştî tofana Nuh, mirov ji zarokên Nuh dîsa li ser dinyayê zêde bûn.
Di wê demê de zimanê hemû mirovên dinyayê yek bû û peyivîna wan jî yek bû. Çaxê ku
wan ber bi Rojhilat ve koç kir, li herêma Şînarê deştek dîtin û li wir cîwar bûn.
Wan ji hev re got: «Werin, em ji xwe re bajarekî û birceke ku serê wê bigihîje ezmên ava
bikin, da ku em nav û dengê xwe derxin; nebe ku em li ser rûyê hemû erdê belav bibin. Werin,
em kelpîçan çêkin û em wan baş biqelînin.»
Wan kelpîç çêkirin, ew baş qelandin û dest bi avakirinê kirin (di şûna keviran de kelpîçên
wan û di şûna xercê de, zifta wan hebû).
Xwedê bi nêta wan dizanî û li wî bajarî û li wê birca ku mirovan çêdikirin, nêrî û got:
«Ew hemû yek nîjad in û zimanê wan hemûyan yek e. Wan dest bi vê yekê kiriye û êdî tu
tiştê ku bixwazin bikin ji wan re namîne zehmet. Werin, em dakevin jêr û zimanê wan
tevlihev bikin, da ku ew zimanê hev fêm nekin.»
Xwedê weha kir, zimanê mirovan tevlihev kir û wan zimanê hev fêm nekir. Devjeniyeke
dijwar ket nav wan û wan zû dev ji avakirina bajêr berda û li ba hev neman.

Bi wî awayî Xwedê mirov li ser rûyê hemû erdê belav kirin. Ji ber vê yekê ji bajêr re
‹Babîl› hat gotin, çimkî Xudan zimanê hemû mirovan li wir tevlihev kir û bû ‹bil bila› wan.

© 2007
www.erf.de/kurmanci
Hemû maf parastî ne

You might also like