You are on page 1of 12

DUAKIRIN

Gelek caran mirov difikirin, dibêjin: «Duakirin an jî nimêj ew e ku mirov çend peyvan ezbere
hîn bibe û her roj çend caran eynî van peyvan bêje.»
Herweha gelek mirovên ku bi vî awayî dua dikin jî, qet mana wan peyvên ku ezbere dibêjin,
nizanin.
Lê bi rastî mana duakirina rastîn ew e ku mirov bi Xwedê re bipeyive: Mirov pesnê Xwedê bide,
şikir jê re bike û biperize wî. Mirov hewcedariya xwe, pirsgirêka xwe, tengahiya xwe, rewşa xwe ya
zor û zehmet û pêwistiya xwe ya rojane bibe ber Xwedê û alîkariyê ji wî bixwaze.

Îsa Mesîh hînî me kir ku em çawa dua bikin. Di Încîlê de weha dibêje:
Carekê Îsa li cihekî dua dikir û gava wî dua xwe xilas kir, yekî ji şagirtên wî jê re got: «Ya
Xudan, ka me hînî duakirinê bike, çawa ku Yûhenna şagirtên xwe hîn kirine.» Li ser vê yekê Îsa ji
şagirtên xwe re got:
«Hûn bi vî awayî dua bikin:
Bavê me yê li ezmanan,
Navê te pîroz be.
Bila padîşahiya te bê.
Daxwaza te wek li ezmên,
Bila li ser rûyê erdê jî bê cih.
Nanê me yê rojane roj bi roj bide me.
Û li deynên me bibihûre,
Wek ku em li deyndarên xwe bihûrtine.
Û me nebe ceribandinê,
Lê me ji Yê Xerab xilas bike.
Çimkî padîşahî, karîn û rûmet her û her ên te ne! Amîn.» (Metta 6:9-13)

Di Mizgîniya Îsa Mesîh de ya ku li gor Metta ye, di destpêka deriyê 6’an de, beriya vê duayê, Îsa
Mesîh li ser sê mijarên ku bi jiyan û baweriya me ve girêdayî ne, disekine: Rojî, dua û qencîkirin.
Divê mirov van mijaran xelet fêm neke. Em ne wusa bawer dikin ku Xwedê me ji ber kirinên
me qebûl dike. Di Kitêba Pîroz de nivîsî ye ku Xwedê me qebûl dike, çimkî Îsa Mesîh di ber me de
miriye. Di Încîlê de weha dibêje: «Xwedê em xilas kirin û ji bo pîroziyê gazî me kir; ne ji ber
kirinên me, lê li gor mebest û kerema xwe. Ev kerem bi destê Îsa Mesîh, ji beriya destpêka
deman ve ji me re hat dayîn.» (Tîmotêyos II, 1:9)
1
Îsa Mesîh di van ayetên Încîla Metta de hînî me dike ku dema em kirinên baweriyê bikin,
daxwaza me ne ew e ku mirov me bibînin û pesnê me bidin. Em naxebitin ku em xwe nîşanî
mirovan bidin û bêjin: «Em çi mirovên qenc û pîroz in!» Na, em dixebitin ku em bi spasdariyê
xizmetê ji Xwedayê xwe re bikin, ji ber ku wî em bi Îsa Mesîh qebûl kirine. Çaxê ku em dua bikin
jî, em ne li peyvên xwe ewle dibin, lê em li Xwedê ewle dibin, çimkî em dizanin ku ew deng û
gotinên me dibihîze.

Carna mirov difikirin: «Divê em peyvên rast çend caran dubare bikin û bi vê yekê emê Xwedê
razî bikin ku ew bersîva me bide.» Lê belê Xwedê ne ji ber ku em peyvên rast dibêjin, dengê me
dibihîze. Hinên din difikirin ku lazim e bi pircargotina daxwazên xwe, Xwedê hişyar bikin. Hingê
ewê duayên wan bibihîze. Ji xwe ev fikir jî xelet e.
Hin jî dibêjin: «Eger pêşî ez tiştekî qenc bikim, hingê divê Xwedê duaya min qebûl bike.» Lê
belê em nikarin bergîdana duayên xwe qezenc bikin; duakirin ne bazirganî ye. Gelo ma tiştek heye
ku ji Xwedê re lazim e ku em bidin wî? Na, Xwedê xwediyê her tiştî ye. Loma fikreke pûç e ku divê
mirov tiştekî qenc bike, da ku Xwedê duaya wî qebûl bike. Xwedê bersîva duayên me dide, çimkî
ew Xwedayê rast e û duayan dibihîze. Xwedê dixwaze ku em bi wî re bipeyivin; ew dixwaze ku em
nêzîkî wî bibin û dixwaze ku di nav wî û mirovan de têkilî hebe. Loma em piştrast in ku ewê dengê
me dibihîze û bersîvê dide me.
Îsa Mesîh dibêje: « «Bixwazin, wê ji we re bê dayîn; lê bigerin, hûnê bibînin; li derî bixin,
ewê ji we re vebe. Çimkî her kesê ku dixwaze, distîne û yê digere, dibîne û yê li derî dixe, jê re
vedibe.» (Metta 7:7-8)

Xwedê dizane hewcedariyên me çi ne û ew dizane ka daxwazên me ji me re pêwist in, an na. Û


ji ber ku ew Bavê me yê ezmanî ye, ew bersîva duayên me dide.
Îsa Mesîh ev yek weha şîrove kir û got: « Kî ji we, gava ku kurê wî nên jê bixwaze, wê kevir
bide wî? An gava ku masî bixwaze, wê mar bide wî? Bi ser ku hûn xerab in jî, hûn dizanin
diyariyên qenc bidin zarokên xwe. Îcar Bavê we yê li ezmanan wê çiqas bêtir tiştên qenc bide
wan ên ku ji wî dixwazin!» (Metta 7:9-11)
Çaxê ku em dizanin tiştek divê çawa bê kirin, li xweşê me naçe ku yek bê, ji me re bêje: «Divê
ev tişt bi awayekî din bê kirin.»
Îsa Mesîh ji me re dibêje ku em li ser Xwedê çawa bawer bikin û çawa xizmetê jê re bikin. Ew
van tiştan dizane û hînî me dike ku ji bo çi û çawa em dua bikin. Eger em bifikirin ku em di van
tiştan de ji Mesîh çêtir dizanin, hingê em pozbilind in û em tiştekî nizanin.
Ma kî dikare ji Xwedê hê bêtir bizane ku divê mirov çawa dua bike? Eger em bixwazin li gor
dilê Xwedê dua bikin, divê em bibin zarokên ku ji Bavê xwe yê ezmanî hîn dibin.

2
Ew peyvên ku Îsa Mesîh di Încîlê de li ser duakirinê gotine, ne tenê ji bo dubarekirinê ne. Wek
ku peyvên me bin, em dikarin wan bi kar bînin, lê ne lazim e em her car eynî duayê bikin û roj bi roj
dubare bikin. Qenc e ku em ji bîr nekin Îsa Mesîh li ser vê dabaşê çi got. Wî got: «Çaxê ku hûn
dua dikin, wek pûtperestan gotinên pûç pircar nekin; ew guman dikin bi pircarkirina peyvan
wê bên bihîstin. Îcar hûn nebin wek wan, çimkî Bavê we hê berî ku hûn ji wî bixwazin bi
hewcedariya we dizane.» (Metta 6:7-8)

Îsa Mesîh ev dua got, da ku peyvên wî di duakirina me de, bibin rêberên fikrên me. Ew hînî me
dike ku di duakirinê de tiştên herî girîng çi ne. Ev dua kin û zelal e û dikare ji aliyê her kesî ve bê
fêmkirin. Îsa Mesîh bi xwe dersa duakirinê dide me. Gelo em guh bidin gotinên wî?

***

Beşê pêşî yê duaya ku Îsa Mesîh hînî me kiriye weha dibêje:


«Bavê me yê li ezmanan, navê te pîroz be.»

Duayên me bi navê Xwedê dest pê dikin, ji ber ku ew Xwedayê me ye, em li ber wî dua dikin û
em pesnê wî didin. Ew tenê hêjayî pesin û şikirdariya me ye.
Eger em bi tenê ji bo daxwaz û hewcedariyên xwe dua bikin, hingê em dibin wek pûtperestan.
Heçî ew in, ew gazî pûtên xwe dikin û wan bi kar tînin, ku jiyana xwe hêsanîtir û xweştir bikin. Lê
heçî em in, em pesnê navê wî didin û spasiya wî dikin, ji ber ku Xwedê Xwedayê me ye û em
afirînên wî ne. Xwedayê rastîn û karîndarê her tiştî ew e. Ew e yê ku dijî û jiyanê dide. Ew ji me hez
dike û wî em bijartin. Ev yek têrê dike ku em bêrawestin li ber wî dua bikin û rûmet û bilindahiyê
bidin wî.
Xwedê bi xwe, daye zanîn ku ew Bavê me yê ezmanî ye. Lê belê ev yek çawa çêdibe? Xwedê
Îsa Mesîh ê ku cewhera wî ya xas û esîl e, ji ba xwe şand vê dinyayê, da ku deynê me yê guneh bide
û jiyana me nû bike.
Çaxê ku Îsa Mesîh mirovan ji hevênê guneh xilas dike, ew mirov ji nû ve çêdibin û Ruhê Pîroz
tê dilê wan û wan ji guneh paqij dike. Bi vî awayî Xwedê ji wan re dibe Bavê ezmanî û ew dibin
zarokên Xwedê yên ruhanî, çimkî wan baweriya xwe bi Îsa Mesîh anî û wî ew guhertin. Peyva
Xwedê dibêje: «Yê ku pîroz dike û yên ku tên pîrozkirin hemû ji Yekî ne. Ji ber vê yekê Îsa
şerm nake ku ji wan re bêje bira.» (Îbranî 2: 11)

Di vê duayê de kifş dibe ku Xwedê dixwaze em li ser wî bi xwe bifikirin. Pêşî Îsa Mesîh li ser
Bavê me Xwedê dibêje. Em dibînin ku ew Bavê me ye. Niha jî em fêm dikin ku ew Bavê me yê
ezmanî ye.

3
Mana van peyvan çi ye? Berî her tiştî em dibînin ku Xwedê di ser me re ye û ji me pir bilindtir e.
Di Kitêba Pîroz de dibêje: «Devê xwe bi lez veneke û ji bo gotina peyvan bila dilê te li ber
Xwedê ne lezgîn be. Çimkî Xwedê li ezmanan e û tu li ser rûyê erdê yî. Ji bo vê yekê bila
peyvên te hindik bin.» (Peyvbêj 5:2).
Xwedê li ezmên e, ji bo vê yekê divê em di duakirinê de baldar bin. Ka çawa serbestiya zarokan
heye ku nêzîkî bavê xwe bibin, em jî dikarin nêzîkî Xwedê bibin. Lê divê em vê yekê ji bîr nekin:
Xwedê Bavê me yê ezmanî ye. Loma divê em qenc bifikirin ku em çi dixwazin, da ku em tiştên
pelepûçî nexwazin.

Madem ku Xwedê li ezmên e, hingê ew di ser pirsgirêkên me re ye û di ser her tiştên ku em


dixwazin re ye. Xwedê hukumdarê dinyayê ye, ji ber vê yekê em li ber wî dua dikin. Bi tenê ew
dikare hewcedariyên me pêk bîne. Hewcedarî û pirsgirêkên me bi qasî ku em nikarin çareser bikin
mezin in. Dijminên me bi qasî ku em nikarin bindest bikin mezin û gelek in. Lê belê Xwedê li
ezmên e; ew tiştên ku em nikarin ji bo xwe bikin, ew dikare ji bo me bike. Madem ku em li ber
Xwedayê ku li ezmên e dua dikin, divê em bînin bîra xwe ku ew kî ye.

Di Încîlê de dibêje: «Her tişt ji wî ye, bi wî ye û ji bo wî ye. Bila rûmet her û her ji wî re be.
Amîn.» (Romayî 11:36) Ji lewre Xwedê dixwaze ku mirov karên wî yên hêzdar bibînin û bizanin
ku ew kî ye. Xwedê ji mirovan hez dike û dixwaze ku mirov ji wî hez bikin, wî nas bikin û dilê xwe
ji wî re vekin. Erê, emê duayên şikirdariyê pêşkêşî wî bikin û bi wan, navê Xwedê bilind bikin. Ew
hêja ye ku hemû mirov ji wî re spas bikin û pesnê wî bidin.

Ji ber ku em di dinyayeke tije guneh û tarî de dijîn, bi rastî carna em nizanin ku em hewcedarê çi
ne, an jî em nizanin ku divê em çi bixwazin. Di peyva Xwedê de dibêje: «Em nizanin ka divê em
çawa dua bikin; lê belê Ruhê Pîroz bi nalînên ku nayên îfadekirin ji bo me mehderê dike.»
(Romayî 8:26)
Erê, di duakirinê de hewcedariya me bi alîkariya Ruhê Xwedê heye. Divê em hîn bibin ku em ji
bo çi dua bikin. Divê Xwedê ji peyva xwe, yanî ji Kitêba Pîroz nîşanî me bide ku daxwaza wî çi ye.
Di peyva Xwedê de dibêje: «Cesareta me ya li ber Xwedê ev e: Çaxê em tiştekî li gor daxwaza
wî bixwazin, ew guhê xwe dide me. Û eger em bizanin ku em her çi bixwazin ew guh dide me,
hingê em dizanin tiştên ku me jê xwestine, me standine.» (Yûhenna I, 5:14) Ji lewre bi taybetî
hewcedariya me bi ronahîkirina Ruhê Pîroz heye.

***

4
Di vê duayê de beşê diduyan dibêje: «Bila padîşahiya te bê.»

Xwedê padîşahê e. Hemû yên ku ji wî re bûne zarok, xizmetkarên padîşahiya wî ne. Hemû yên
ku bûne zarokên Xwedê, padîşahtiya wî li ser xwe qebûl kirine. Ew razî û dilgeş in ku bibin
xizmetkarên padîşahekî weha. Ji lewre ew dixwazin mizgîniya vê padîşahiyê li her dera dinyayê
belav bikin.
Dema ku em dua dikin, dibêjin «Bila padîşahiya te bê», hingê em eşkere dikin ku em dixwazin
Xwedê bibe padîşahê me û rêberiya me bike. Em dixwazin ku Xwedê ji me re bêje ku her roj ew çi
dixwaze ku em bikin. Em dixwazin ku plana wî bibe plana me û daxwaza wî bibe daxwaza me.
Herweha em eşkere dikin ku em dihêlin ew hukumdariyê li ser jiyana me bike. Desthilatiya
padîşah heye ku biryarê bide ku xizmetkarên wî li ku derê bijîn û çi xizmetê bikin. Di vê duayê de
em ji Xwedê dixwazin ku ew riya me bibijêre û roj bi roj ji peyva xwe, yanî ji Kitêba Pîroz,
daxwaza xwe nîşanî me bide. Em jê hêvî dikin ku kerema xwe li me bike, da ku em bikarin wê riya
ku wî ji bo me bijartiye, qebûl bikin. Belkî ji bo me ne hêsanî ye ku em li ser wê riyê herin, lê
padîşahê me wê alîkariya me bike û me biparêze. Xwedê dibêje: «Netirse, çimkî ez bi te re me.»
(Îşaya 41:10)

Gava em dibêjin «Bila padîşahiya te bê», em dixwazin ku gelek mirovên din jî padîşahê me û
Xilaskarê me qebûl bikin. Xwedê bi xwe mirovan tîne padîşahiya xwe, lê ew me bi kar tîne ku em ji
bo padîşahê xwe şahidiyê bikin û hezkirina Xwedê nîşanî wan bidin. Di vê dinyayê de gelek mirov
hene ku di ruh de birîndar û hewceyê hezkirin û cesaretê ne. Xwedê dixwaze ku em alîkariya wan
bikin û mizgîniya hezkirina Xwedê bidin wan jî. Çimkî roj wê bê ku Padîşahiya Xwedê wê li ber
çavên hemû mirovan eşkere bibe. Hingê yên ku Îsa Mesîh û hezkirina wî qebûl kirine, wê bikevin
vê Padîşahiya ezmanî û her gav li ba Xwedê di şahî û silametê de bin.

***

Em di duaya ku Îsa Mesîh hînî me kiriye de weha jî dibêjin:


«Daxwaza te wek li ezmên,
Bila li ser rûyê erdê jî bê cih. »

Bi van peyvan em dua dikin ku daxwaza Xwedê li ser tevahiya rûyê erdê bê kirin. Li ezmanan
daxwaza Xwedê ji aliyê milyaketan ve bê kêmahî tê kirin. Lê eger mirov bixwazin di aştiyê de bin,
pêkanîna daxwaza Xwedê li ser dinyayê jî ewqas girîng e.

5
Çima rewşa dinyayê ji ya ezmên cihê ye? Ji ber ku mirov li pêkanîna daxwaza xwe bi xwe
digerin û xema daxwaza Xwedê naxwin. Eger em li gor mînaka Îsa Mesîh dua bikin, em dixwazin
ku ne daxwaza me, lê daxwaza Xwedê bê kirin.
Mana duakirinê ne ev e ku em bi gotinên şîrîn ji Xwedê hêvî bikin ku ew li gor daxwaza me
bike. Na, em dev ji daxwaz û xwestinên xwe berdidin û bala xwe bidin daxwaza Xwedê. Em
nabêjin: Eger riyeke din tunebe û eger mecbûr be, emê daxwaza Xwedê qebûl bikin. Na, em
dibêjin: Dilê me veke, ku em daxwaza te bi şahî û bi dilxwazî qebûl bikin, çimkî em dizanin ku
daxwaza te her gav qenc e.

Emê ji çi hîn bibin ku daxwaza wî çi ye? Bi tenê Kitêba Pîroz dikare vê yekê ji me re bêje. Loma
em dixwazin bibin mirovên ku ji Peyva Xwedê hîn bibin.
Eger em bixwazin ku daxwaza Xwedê li ser rûyê erdê bê cih, hingê emê bixwazin ku di jiyana
me de jî pêk bê.

Ev tiştên ku heta niha em li ser peyivîne, ji bo Xwedê mijarên herî girîng in, yanî rûmeta navê
wî, hatina padîşahiya wî û pêkanîna daxwaza wî. Gelo ew ji bo te jî mijarên girîng in? Çaxê tu bi
duayê bêyî ber Xwedê, tiştên ku tu jê bixwazî, çi ne? Xwedê emir li me dike ku em van tiştan
bixwazin.
Herweha em dikarin ji sozên ku Xwedê dane, piştrast bin. Ne badîhewa ye ku em li ber Xwedê ji
bo van tiştan dua bikin. Xwedê emir dike û dixwaze ku em ji bo wan tiştên ku wî soz dane, dua
bikin. Gelo çima em ji bo tiştekî din wextê xwe winda bikin?

***

Di vê duayê de em niha bala xwe bidin halê mirov. Gotina pêşî ev e:


«Nanê me yê rojane roj bi roj bide me.»

Eger çavên me ne li hewcedariya me, lê li Xwedê bin, em dikarin hewcedariyên xwe ji Xwedê
bixwazin û jê hêvî bikin ku ew bide me.
Di vê duayê de her sê daxwazên pêşî bi Xwedê ve têkildar in û her sê daxwazên din bi me ve
têkildar in. Lê dîsa jî, dema ku em ji bo hewcedariyên xwe dua dikin, em ji bo mezinahiya wî jî dua
dikin. Çimkî peyva Xwedê dibêje: «Hûn her çi bikin, her tiştî ji bo rûmeta Xwedê bikin.»
(Korîntî I, 10:31)
Her roj hewcedariya me bi hin tişt heye, ji lewre em nanê rojane dixwazin. Di dawiya vî deriyê
Încîlê de Îsa ji me re dibêje: «Ji bo sibe xeman nexwin.» (Metta 6:34)

6
Em bi baweriyê dijîn, ne bi xemxwarinê. Eger Xudanê me îro li me binêre, wê sibe jî li me
binêre. Ev nayê wê manê ku em ji bo karê xwe yê sibe planekê çênekin. Ji xwe emê bifikirin ka em
sibe çi bikin, lê divê em xeman nexwin ka sibe Xwedê wê hewcedariya me bide an na. Em ji bo
hewcedariyên xwe yên îro dua dikin. Dema ku em ji bo hewcedariyên xwe yên bedenî dua dikin,
em piştrastiya xwe ya ku Xwedê wê hewcedariya me bide, eşkere dikin.
Di nav van hewcedariyan de, xwarin û vexwarin û cil hene. Perên ku ji me tên xwestin, dîtina
xebatekê û herweha hin perên me hebin ku em bikarin bidin wan ên ku hewcedar in jî di nav wan
tiştan de ne. Erê, peyva Xwedê dibêje: «Bila mirov bi destê xwe tiştê qenc bike û bixebite, da ku
tiştekî wî hebe ku bide yê hewcedar.» (Efesî 4:28).

Di rewşa herî zehmet de jî Îsa Mesîh ewledariyê dide me ku Xwedê wê hewcedariyên me pêk
bîne. Mirovê bêbawerî nizane ku ev yek çawa çêdibe. Ew tenê vê dizane, difikire: «Ka kî wê
alîkariya min bike?» û dibeze ba viyê ha û wiyê ha. Yên ku baweriya xwe bi Îsa Mesîh tînin, pêşî
dibezin ba Xwedê; piştre, eger Xwedê berê wan bide hinên din, ew diçin ba wan. Çimkî Xwedê ji
bo wan ên ku xwe dispêrin wî, gelek riyan bi kar tîne, lê hemû jî riyên rast û li gor qanûna wî ne.

Ew kesê ku baweriya xwe bi Îsa Mesîh tîne, divê ji bo mal û milkê vê dinyayê xeman nexwe. Li
ser vê yekê Îsa weha dibêje: «Pûtperest li van hemû tiştan digerin. Lê Bavê we yê li ezmanan
dizane ku hûn hewcedarê van hemû tiştan in. Lê hûn berî her tiştî li Padîşahiya Xwedê û li
rastiya wî bigerin û ev hemû tişt jî wê ji we re bên dayîn.» (Metta 6:32-33)
Çima Îsa Mesîh dibêje ku em ji bo nanê rojane bixwazin? Çimkî ew naxwaze ku em çavbirçî
bin. Ew dixwaze ku em têr bin, qinyatker bin. Tu hemû dinyayê bidî mirovekî çavbirçî, ew dîsa têr
nabe.
Erê, dema ku em li Xwedê ewle dibin, em wan kar û Xebatên ku wî dane me, dikin. Xwedê kar
dide me û vî karî bereket dike. Ev jî riyek e ku ew hewcedariyên me yên rojane peyda bike. Ev nayê
wê manê ku em vê yekê biceribînin ku heta ji me bê, em dewlemend bibin. Em çiqas bi dest bixin,
bila em bi dest bixin, lê eger Xwedê karê me bereket neke, ew kar me têr nake. Peyva Xwedê
dibêje: «Xizanbûna bi tirsa Xwedê ji xezîna mezin a bi xemxwarinê çêtir e.» (Gotinên Silêman
15:16)
Ev yeka ku em ji bo nanê rojane dua dikin, nayê wê manê ku Xwedê wê yekî ji ezmên bişîne û
ewê di sêniyê de xwarinê bide me. Na, lê ewê karekî rast û durust ji me re peyda bike. Belkî şert û
mercên wî karî wê ji bo me ne hêsanî bin, lê Xwedê wê nanê ruhanî jî ji me re peyda bike, da ku di
cihê zehmet de ruhê me hêzdar bike.

***

7
Gotina diduyan a li ser halê me ev e:
«Û li deynên me bibihûre,
Wek ku em li deyndarên xwe bihûrtine.»

Mana deyn li vir guneh e. Yanî Îsa Mesîh hînî şagirtan kir ku bêjin: «Li gunehên me bibihûre,
çimkî em jî li hemû deyndarên xwe dibihûrin.» (Lûqa 11:4)

Di jiyana ruhanî de hewcedariya me ya herî mezin çareserkirina pirsgirêka guneh e. Di Încîlê de


şagirtê Îsa Mesîh Yûhenna dibêje: «Eger em bêjin: ‹Gunehê me tune›, em xwe dixapînin û rastî
bi me re tune.» (Yûhenna I, 1:8)
Hin guneh hene ku divê bawermend her dem bixebitin ku ji wan xilas bibin. Her dem gunehekî
me heye ku divê bê afûkirin. Ka çawa em ji bo nanê rojane dua dikin, divê wusa em hay ji xwe
hebin û dua bikin da ku em ji bîr nekin ku em hewceyê bexşandinê ne.

Pêşî em sûcên xwe yên li hember Xwedê tînin bîra xwe. Em dizanin ku Xwedê em bi Îsa Mesîh
gazî rastdariyê kirine. Mana vê ev e ku li gunehên me hat bihûrtin û em li ber Xwedê rastdar hatine
hesabkirin. Lê dîsa jî Yûhenna vê yekê ji me re dibêje: «Eger em gunehên xwe eşkere bikin, ew
dilsoz û rastîparêz e ku li gunehên me bibihûre û me ji her neheqiyê paqij bike.» (Yûhenna I,
1:9) Divê em vê yekê qebûl bikin ku hê jî carna em li hember daxwaza Xwedê sûc dikin û divê em
van sûc û gunehên xwe li ber wî eşkere bikin.
Herweha rast e ku em gelek caran daxwaza Xwedê pêk naynin. Loma em eşkere dikin ku em ji
bo van tiştan berpirsyar in. Heqê me tune ku em di vê yekê de kesekî din sûcdar bikin.
Hêviya me ya ku em hatine bexşandin, bi tenê Îsa Mesîh e û em piştrast in ku wî em li ber
Xwedê dane qebûlkirin. Di Încîlê de weha dibêje: «Loma em bi cesaret nêzîkî textê keremê
bibin, da ku rehm li me bibe û ji bo dema ku em hewcedarê alîkariyê bin, em keremê
bibînin.» (Îbranî 4:16)
Di vê duayê de em bi taybetî weha dibêjin: Wek ku em li wan ên ku li hember me sûcdar in
dibihûrin, tu jî wusa li sûcên me bibihûre. Yanî em dibêjin: Ya Xwedayê me, ka em li hember wan
mirovên din çawa dikin, tu jî li hember me wusa bike.
Ev tê vê manê jî: Eger em sûcên mirovên din nebexşînin, hingê em ji Xwedê re dibêjin: Tu jî
sûcên me nebexşîne.
Ev tam rast e. Peyva Xwedê dibêje: «Eger hûn li sûcên mirovan nebihûrin, Bavê we jî li
sûcên we nabihûre.» (Metta 6:15)

***

8
Di vê duayê de Îsa li ser ceribandinê jî dibêje û hînî me dike ku em dua bikin, bêjin:
«Me nebe ceribandinê,
Lê me ji Yê Xerab xilas bike.
Çimkî padîşahî, karîn û rûmet her û her ên te ne! Amîn.»

Dabaşa vî beşê duayê ev e ku hewcedariya me heye ku em ji guneh bên parastin. Me di daxwaza


xwe ya beriya vê de xwestibû ku gunehên me bên bexşandin. Eger em bi durustî gunehên xwe
eşkere bikin, emê bixwazin ku em careke din nekevin guneh.
Hevoka pêşî belkî ji me re ecêb tê. Ma bi rastî Xwedê me dixe bin şertên ku em guneh bikin?
Na. Lê divê ku em bizanin ku di dema niha de dinya di bin hêza yê Xerab de ye, yanî di bin hêza
Îblîs de ye. Di vê dinyayê de em bi kû ve herin, eger me hay ji xwe nebe, em dikarin bikevin guneh.
Xwedê berê me bide ku derê, li wê derê ceribandin û guneh jî heye.
Ya diduyan: Di dilê me de ji bo gunehkirinê her tişt amade ye. Eger em hişyar nemînin, bêyî ku
em ji tiştekî li derveyî xwe bên ceribandin, em dikarin bikevin nav guneh. Bi rastî, ji bo ku em ji
xwezayiya guneh a ku di hundirê me de ye xilas bibin, ji bilî padîşahiya Xwedê cihekî din tune ku
em herinê. Em mirov, em gunehkar in û em di dinyayeke gunehkar de dijîn.
Dema ku em vê duayê dikin, ji berî her tiştî em eşkere dibêjin ku eger Xwedê me neparêze,
hingê em nikarin xwe biparêzin û em dikarin bikevin nav guneh. Em dizanin ku mirov zû dikare
dev ji riya Xwedê berde û bikeve ser riya guneh. Wek ku Dawid pêxember got, em jî bi wî re
dibêjin: «Va ye, gava ez ji dayik bûm, di hevênê min de guneh hebû û hê di malzaroka diya
xwe de, ez bi guneh bûm.» (Zebûr 51:7)
Ji ber ku em gunehkar ji dayik bûne, em eşkere dibêjin: Dijminê me yê ku di hundirê me de ye,
wê heta bi mirinê bi me re be. Dijmin dixebite ku me bixe nav guneh. Ji ber vê yekê em bi
nefsbiçûkî dua dikin ku Xwedê nehêle em bikevin bin wan şertên giran ên ku ji bo ceribandina
baweriya me ne.
Ma bi rastî Xwedê me dixe bin wan şertên ku em nekarin ji bin wan derkevin? Na, çimkî di
peyva Xwedê de weha dibêje: «Xwedê dilsoz e û destûrê nade ku hûn ji karîna xwe zêdetir bên
ceribandin.» (Korîntî I, 10:13)

Lê belê carna em xwe tiştek hesab dikin û peyvên mezin dibêjin. Çaxê ku dem nêzîk bûbû ku Îsa
Mesîh wê ji bo me bihata xaçkirin, wî ji şagirtê xwe Petrûs re got: «Cihê ku ez diçimê, niha tu
nikarî li pey min bêyî, lê paşê tê li pey min bêyî.» Petrûs jê re got: «Ya Xudan, çima ez niha
nikarim li pey te bêm? Ezê ji bo te canê xwe bidim.» Petrûs ji xwe piştrast bû, loma got ku ew ji
bo mirinê amade ye. Gelo Petrûs di vê yekê de durust bû an quretî dikir? Em bihêlin bila Îsa Mesîh

9
bersîva vê yekê bide. Wî jê re got: «Ma tê ji bo min canê xwe bidî? Bi rastî, bi rastî ez ji te re
dibêjim, hê dîk bang nedayî, tê sê caran min înkar bikî.» (Yûhenna 13:36-38)
Yanî Petrûs dida pêş û digot ku ew ji hemû şagirtên din bêtir ji Mesîh hez dike. Lê Îsa gunehê wî
dît. Piştre çi çêbû? Xwedê destûr da ku ew bê ceribandin û bi vî awayî Petrûs jî dikaribû vê yekê
bibîne. Karên Xwedê yên veşartî ji bo me sir in û fêmkirina wan pir zor e. Xwedê hişt ku Petrûs
bikeve wê rewşa ku ew sê caran Îsa Mesîh înkar bike û piştre jî alîkariya Petrûs kir ku tobe bike û
wek berê li pey Îsa Mesîh here.

Wek ku Xwedê bi dilê me dizane, tu kes ji me ewqas bi dilê xwe nizane. Tiştê ku hat serê Petrûs,
alîkariya me dike ku em fêm bikin ku ceribandin çi ye. Mana peyva ceribandinê ya bingehîn bi vê
yekê ve girêdayî ye: Tiştek bi êgir tê ceribandin. Yên ku di xebata çêkirina hesin de dixebitin, vê
yekê dizanin: Hesin di êgir de tê germkirin û helandin, da ku ew paqij bibe.
Xwedê jî eynî tiştî di jiyana me de dike. Di ceribandinê de, em dikarin tiştên ku di dilê me de ne
bibînin, ka paqij in, an na. Îblîs dixwaze êgir bi kar bîne ku me helak bike, lê Xwedê êgir bi kar tîne
ku me paqij bike. Talûke ev e ku di agirê ceribandinê de em guhê xwe bidin Îblîs û li hember
Xwedê sûc bikin. Ji lewre em weha dua dikin: «Me nebe ceribandinê», yanî destûrê nede ku em
bên ceribandin.

***

Di vê duayê de herweha em dua dikin ku Xwedê «me ji yê Xerab xilas bike.»

Ji xwe Yê Xerab Îblîs e û em dizanin ku hemû xerabî ji wî derdikevin. Em berî niha li ser
xerabiya ku di dilê me de ye peyivîn, lê çiqas xerabî li hawirdora me jî heye!
Îblîs dixwaze wek ku her kesê din dike, em jî weha bifikirin û bikin. Dixwaze tiştên ku her kesê
din li wan digere, em jî li wan bigerin. Dixwaze ku em bifikirin «Ev dinya her tişt e û piştî wê tiştekî
din tune» û dixwaze ku em li gor vê fikirînê bijîn. Lê belê em nikarin wusa bijîn, çimkî em bûne
hemwelatiyên Padîşahiya Ezmanan. Wek ku Dawid pêxember dibêje, em jî bi wî re bêjin:
«Ez li ser vê dinyayê mêvan im;
emrên xwe ji min veneşêre.» (Zebûr 119:19)
Em di vê dinyayê de mêvan û biyanî ne, tenê em di vê dinyayê re derbas dibin. Çimkî Xwedê
em ji bo xwe û ji bo padîşahiya xwe afirandine.
Ev yek qet ne bi dilê Îblîs e û ji lewre her dem di nav zarokên Xwedê û Îblîs û xerabiya vê
dinyayê de şerekî ruhanî heye. Di Încîlê de li ser vê yekê weha dibêje:

10
«Ji bo ku hûn bikarin li hember hîleyên Îblîs rawestin, hemû çekên Xwedê li xwe bikin.
Çimkî cenga me ne li hember xwîn û goşt e, lê belê li hember serweriyan, li hember
desthilatiyan, li hember hukumdarên gerdûnê yên vê taristaniyê, li hember ordiyên ruhî yên
xerabiyê yên li cihên ezmanî ye. Ji ber vê yekê hemû çekên Xwedê bistînin, da ku hûn bikarin
di roja xerab de li ber xwe bidin û piştî ku we her tişt kir, li cihê xwe rawestin. Îcar, pişta xwe
bi rastiyê bipêçin û zirxê rastdariyê li xwe bikin û lingên xwe ji bo Mizgîniya aştiyê bi
amadebûnê pêlav bikin û li cihê xwe bisekinin. Bi ser hemûyan de, mertalê baweriyê yê ku
hûn pê bikarin hemû tîrên agirî yên Yê Xerab bitemirînin, bigirin destê xwe. Û rahêjin
kumzirxê xilasiyê û şûrê Ruh ê ku peyva Xwedê ye. Bi her dua û lavakirinê, herdem bi Ruh
dua bikin. Ji bo vê yekê hişyar bimînin û ji bo hemû pîrozan herdem bi berdewamî lava
bikin.» (Efesî 6:11-18)
Em dizanin ku Îsa Mesîh bi mirina xwe qeweta Îblîs şkand û di dawiyê de Xwedê wê Îblîs helak
bike, bavêje agirê dojehê. Lê heta hingê divê em bi qeweta Xwedê bi Îblîs û alîkarên wî re bi çekên
ruhanî şer bikin. Çekên me ne ji vê dinyayê ne, lê belê ew rastî û rastdarî, Mizgîniya aştiya Xwedê,
bawerî, Peyva Xwedê û dua ne. Tiştekî din ji bo vê cengê ji me re ne lazim e. Zarokên Xwedê
nikarin bi derewan, bi hîleyan, bi kuştinê an bi xerabiyên din cengê bikin, çimkî Xwedê paqij û
pîroz e û Padîşahiya Xwedê bi vî awayî nayê.

Ji ber ku em pir li benda hatina Padîşahiya Xwedê ne, em ji Xwedê hêvî dikin ku qeweta Îblîs di
hundirê me de kêm bibe û nemîne. Em li hêviya hatina Îsa Mesîh in, çimkî ewê me qebûl bike
Padîşahiya Ezmên.

Di vê duayê de me li ser Xwedê gelek tiştên girîng dîtin:

Ya pêşî: Xwedê Bavê me ye – bi saya Îsa Mesîh heqê me heye ku em bibin zarokên wî
Ya diduyan: Xwedê pîroz e – em bi jiyaneke pîroz diperizin wî û navê wî pîroz dikin
Ya sisiyan: Xwedê padîşah e – em desthilatiya wî qebûl dikin û li hêviya padîşahiya wî ne
Ya çaran: Xwedê Xudan e – em daxwaza wî bi şahî qebûl dikin û li gor emrên wî dikin
Ya pêncan: Xwedê jiyanê dide – tiştê ku ji bo jiyana me lazim e, em ji destê wî distînin
Ya şeşan: Xwedê xilaskar e – ew bi saya Îsa Mesîh gunehên me afû dike
Ya heftan: Xwedê rêber û parêzger e – ew di ceribandinê de rêberiya me dike û me ji Îblîs
diparêze

11
Me li ser duakirina rast jî gelek tiştên girîng dîtin:
- Wek ku zarok bi şahî tên ba bavê xwe, em jî weha tên ber Xwedê
- Em bi tirsa Xwedê dua dikin, çimkî em dixwazin navê Xwedê bilind bikin
- Em wek xulamên dilsoz daxwaza Xwedê ji dil û bi şahî qebûl dikin
- Em bi hêvî dua dikin û bi sebir li benda hatina Padîşahiya Xwedê dimînin
- Em bi ruhê tobekirinê dua dikin, çimkî afûbûn ji me re lazim e
- Em bi nefsbiçûkî dua dikin çimkî em dizanin ku her gav û bi taybetî di ceribandinê
de qeweta Xwedê ji me re lazim e
- Em bi cesaretê dua dikin, çimkî em dizanin ku padîşahî ya Xwedê ye
- Em bi şahî dua dikin, çimkî em dizanin ku qewet û rûmet yên Xwedê ne.

Niha ji kerema xwe careke din guhê xwe bidin gotinên vê duaya ku Îsa Mesîh hînî me kiriye:

«Hûn bi vî awayî dua bikin:


Bavê me yê li ezmanan,
Navê te pîroz be.
Bila padîşahiya te bê.
Daxwaza te wek li ezmên,
Bila li ser rûyê erdê jî bê cih.
Nanê me yê rojane roj bi roj bide me.
Û li deynên me bibihûre,
Wek ku em li deyndarên xwe bihûrtine.
Û me nebe ceribandinê,
Lê me ji Yê Xerab xilas bike.
Çimkî padîşahî, karîn û rûmet her û her ên te ne! Amîn.»

Ji bo ku ev dua girîng di dilê me de cih bigire, bila Xwedê bibe alîkarê me. Amîn.

12

You might also like