Professional Documents
Culture Documents
Serhatiya Axa Tîşendorf
Serhatiya Axa Tîşendorf
Di Gulana sala 1844an de li çolê şeveke sir û seqem hat. Ji xeynî ûrîna toriyekî, qet deng û
pêjin tune bû. Kerwanek di nav hejikên bi kelem û stirî û di girên seylakê re bi lez û bez diçû.
Çar zilam bûn: Serkerwan, du mirovên Ereb û li pey wan jî yekî Ewropayî. Li ser milê herdu
Ereban, du tifengên mezin hebûn, çimkî eşîrên Ereban di nav hev de şer û pevçûn dikirin.
Kerwan jî, ket sînorê wî cihê ku koçeran lê şer dikir, ji nişkê ve ew di bin gulebaranê de
man. Wan zilaman hema xwe ji ser hespan avêt jêr û tifengên xwe girtin dest xwe. Yê
Ewropayî jî, destê xwe avêt çifta xwe.
Zilaman xwe bi zikxirênkê di ser erdê re xişxişandin û çûn. Gurmînî û dengê teqîna
tifengan hat. Di dawiyê de newal û nihêl dîsa man di nav bêdengiyê de.
Bi lez ew bezîn ser heywanan û bi çargavî riya xwe domandin.
Yê Ewropayî Almanekî ji bajarê Leipsigê, Axa Tîşendorf bû. Ew 29 salî bû. Ma wî li çola
Sînayê çi dikir? Çima ew çûbû wî cihê talûke?
Dêr bi xwe di hundirê kelheke mezin de ye û li pişt dîwarên bilind qenc parastî ye. Di dema
Tîşendorf de, deriyê kelhê jî nebû. Ji xwe keşeyan ji diz û rêbiran hez nedikir û mêvan jî kêm
bûn. Lê belê wan Tîşendorf qebûl kir û ew di qirtalê de, yanî di selika mezin de hilkişandin
jor da ku di „deriyekî“ re yê ku di diwêr de bû, bikeve hindur.
Êdî ew gihîşt armanca xwe û bi destûra keşan, wî dikaribû li gor kêfa xwe lêkolînê bike.
Di dêrê de kitêbxaneyeke çar ode hebû, lê halê destnivîsar û kitêban pir xerab bû. Ma ew
rêwitiya dirêj û bi zehmet pûç bû?
1
Rojekê berî ku bixwazin vegerin, Tîşendorf di çopdankekê de 129 kaxezên kevin dîtin. Piştî
çend rojên din ewê bihatana şewitandin... Tîşendorf şaş ma, dît ku li ser van kaxezan
nivîsarên Tewrat, Zebûr û Kitêbên Pêxemberan
hene. Ew kaxez ji her tiştê ku wî berê dîtibû, gelek
kevintir bûn. Kitêbxanevan bi dengekî nerm û bi
fihêtkarî jê re got ku di du copdankên din de
kaxezên weha hebûn, lê mixabin êdî ew hatibûn
şewitandin.
Bi destûra keşan, Tîşendorf 43 kaxez bi xwe re
birin û vegeriya Almanyayê. Di sala 1846an de,
wî ew kaxez dan çapkirin, weşandin, lê wî ji tu
kesî re negot ew ji ku derê ne.
Bi destûra şahne wî ev kaxez birin odeya xwe û tevahiya şevê ji wan xwend. Dotira rojê wî
xwest ku wan bikire, lê çênedibû. Wî ji keşeyan hêvî kir ku destûrê bidin wî da ku van
kaxezan bi xwe re heta bi Qahîrê bibe, da ku li wir lêkolînê bike. Lê belê ev jî çênebû, ji ber
ku mezinê Dêrê beriya du rojan çûbû Qahîrê.
2
Tîşendorf xatir ji keşeyên Dêrê xwest û vegeriya Qahîrê. Wî li wir mezinê Dêra Katarînayê
dît û li ser daxwaza wî, ew kaxez zû anîn Qahîrê. Tîşendorf destûr stand ku heşt û heşt ji wan
kaxezan ji bo kopîkirinê bidin wî û bi alîkariya du Almanên din
wan di nav du mehan de tevahiya destnivîsarê, yanî 110.000 rêz,
bi dest kopî kirin.
Di sala 1975an de agir ket Dêra Katarînayê û piştre odeyeke veşartî hat dîtin; di vê odeyê
de careke din çend kaxezên eynî destnivîsarê xuya bûn.
Ev jî tiştekî balkêş e:
Ji bo kaxezên vê destnivîsarê, çermê 700 bizinan lazim bû! Yanî çêkirina vê destnivîsarê
gelek biha bû.
www.Kurdish-Bible.org