Professional Documents
Culture Documents
Zilamekî xort çû ba milyonêrekî bi nav û deng û ji her cûreyên pirsan pirs ji wî kiribûn. Çaxê
gihîştin dawiya galgala xwe, xort jê re weha got: «Di gumana min de, di vê dinyayê de tiştek
nemaye ku dilê te dixwaze.»
Yê milyonêr di cih de bersîva wî da, got: «Xortê delal, tu rast dibêjî, lê bi rastî, ez ji her tiştî
hinekî din jî dixwazim!»
Zilamekî din heye, wî li ser xwe weha got: «Ez hîn bûme ku ez qîma xwe bi halê xwe bînim.
Ez hem bi zehfheyînê û hem bi neyînê dizanim. Dixwazî bila ez têr bim, dixwazî bila ez birçî
bim, dixwazî bila ez di firehiyê de bim, dixwazî bila ez di hewcedariyê de bim, ez di her rewşê û
di her tiştî de sira vê yekê hîn bûme. Ez dikarim her tiştî bi destê wî Xwedayê ku hêzê dide min,
bikim.» (Filîpî 4:11-13)
Yê ku mirov afirandin, Xwedê ye û bi rastî Xwedê mirov ne afirandin ku jiyana wan tije êş û
jan, tije zehmet û keder, tije tengahî û barên giran be. Xwedê her tiştê ku ji bo jiyana bextewar
lazim bû, dabû mirovên pêşî Adem û Hewayê. Lê wan guhê xwe neda gotinên wî û guneh kir, ji
Xwedê dûr ketin û ji baxçê Êdenê hatin avêtin. Ji hingê ve guneh û mirin, nexweşî û tengahî di
jiyana hemû mirovan de heye.
Lê belê Îsa Mesîh weha got: «Ez hatime, da ku jiyana wan hebe û jiyaneke bi firehî hebe... Ez
şivanê qenc im. Şivanê qenc ji bo miyan canê xwe dide. ... Ez şivanê qenc im. Ez ên xwe nas
dikim û yên min jî min nas dikin... Ez ji bo miyan canê xwe didim.» (Yûhenna 10:10.11.14.15)
1
Îsa Mesîh li ser jiyaneke nû, yanî li ser jiyana herheyî digot û wî eşkere kir, ku divê ew di ber
mirovan de bimire, da ku ev jiyana bi firehî bikeve destê wan.
Xwedê Îsa Mesîh şand, da ku ew vê jiyana rast nîşanî me bide û pêşkêşî me bike. Bi vî awayî
Xwedê hezkirina xwe nîşanî me kir.
Lê belê çima ewqas mirov mana vê jiyana bextewar fêm nakin?
Sedem ev e: Her mirov ji Xwedê dûr ketiye. Êdî ew Xwedê bi awayekî rast nas nakin û
guhê xwe nadin peyvên wî. Hin mirov li hember Xwedê radibin û hinên din jî elaqa xwe ji tiştên
ku Xwedê dibêje naynin.
Loma Xwedê li ser mirovan weha dibêje: «Hemûyan guneh kir û ji rûmeta Xwedê bêpar
man.» (Romayî 3:23)
Rast e, gelek mirov dixebitin ku bi dîndariyê û bi jiyaneke qenc nêzîkî Xwedê bibin. Lê belê ji
ber ku ew nikarin guneh ji dilê xwe derxin, mirov jiyana bi firehî nabînin.
Di Zebûra 14’an de Dawid weha dibêje:
«Ji ezmanan Xudan li zarokên Adem dinêre,
Da ku bibîne, ka kesekî fêmdar û li Xwedê digere heye?
Hemû ji rê derketin, hmû bi hev re bêkêr bûn.
Tu kesê ku qenciyê dike tune, yek tenê jî tune.» (Zebûr 14:2-3)
Ji xwe jiyaneke tije sûc û guneh tu caran nikare jiyaneke bi firehî be. Loma jiyana nû ji me re
lazim e.
2
Di cihekî din de nivîsandî ye: «Guneh ne tê de, Îsa Mesîh bi her awayî wek me hatiye
ceribandin.» (Îbranî 4:15)
Yanî, Îsa Mesîh wek hemûyan hat ceribandin, lê wî tu caran guneh nekir. Ew bi tevahî paqij û
bêkêmahî ye.
Loma kifş e ku Îsa Mesîh li ser xaçê ne ji ber sûc an gunehê xwe mir. Îsa Mesîh ji bo gunehên
me mir. Wek berxekî bêleke, ew ji dêla me ve cezayê gunehên me kişand. Îşaya pêxember li ser
vê yekê weha got:
«Me hemûyan wek miyan rê şaş kir,
Her yek ji me ket ser riya xwe;
Lê Xudan sûcê me hemûyan danî ser wî.» (Îşaya 53:6)
Xwedê ev gorî qebûl kir, loma piştî mirinê bi sê rojan Mesîh ji nav miriyan rabû û îro dijî û ji
hemû mirovan hez dike.
Divê mirov Îsa Mesîh xilaskarê xwe qebûl bikin û bixwazin ku ew bikeve jiyana we.
Baweriya ku Xwedê ji mirovan dixwaze, ev e. Kitêba Pîroz li ser vê yekê weha dibêje: «Emrê wî
ev e ku em baweriya xwe bi navê Kurê wî Îsa Mesîh bînin.» (Yûhenna I, 3:23)
Niha hûn dikarin di jiyana xwe de gavek herî girîng bavêjin û biryara xwe bidin ku hûn
dixwazin afûbûna gunehan û jiyana nû ya bi firehî bistînin.
3
4. Em niha bi kurtvebirîn careke din van gavên ber bi jiyana nû ve bînin bîra we:
4
• Baweriya xwe ya bi Îsa Mesîh veneşêre.
• Cesareta xwe winda neke! Îsa Mesîh her gav bi te re ye. Baweriya xwe bi Îsa û bi peyv û
sozên wî bîne. Xwedê te pîroz û bimbarek bike!
www.erf.de/mizgini