You are on page 1of 84

Şahînê Bekirê Soreklî

Hemû nivîsarên di
Mehnameyê de

Weşanên Taybet ên Kovara Mehname: 12


Sal 2002
Copyright © Şahînê Bekirê Soreklî & Kovara Mehname
(Mehname, hejmar 24)

Roja Mafên Mirovan

Şahîn Bekir Soreklî: shahinsorekli@hotmail.com

Roja duşemê, 10/12/2001, Roja Navneteweyî ya Mafên Mirovan bû. Di eynî rojê de Li Oslo
Xilata Nobil ya Aşyiyê ji bo Kofî Enan, sekretêrê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî û rêxistinê bi
xwe hat dayîn. Birêz Enan di axiftina xwe de gellek gotinên çak di derbarê mafên mirovan de
hanîn ser zimanî. Yek ji wan va bû: Ji vir û şûn ve navêt yeketiya xakê welatekî wek
mertaleke kirinên neheqiyên mezin li mafên mirovan bête bikarhanîn. Lê bi kêmasî
endamên gelê kurd baş dizanin ku va gotina birêz Enan ê bêyî encam bimîne. Ewên siyaseta
Rêxistina Neteweyên Yekgirtî û mîkanîzma birêvebirina wê baş fêhm dikin ê bizanibin ku
sekretêrê rêxistinê çiqa xwediyê ramanên nerxbilind be jî, ew bi xwe nikare ramanên xwe bi
şêweyeke rêk û pêk têxe pratîkê, çimkî hêza wî di nav rêxistinê de bi sînor e û karbidestiya
rêxistinê di rewşa îroyîn de di dest sê aliyan de ye:

1- Dewletên Yekgirtî yên Emerîka


2- Encûmena Asayişê, bi taybetî her 5 dewletên Endam
3- Kombûna Gelemper

Bi salan e ku pirsa mafên mirovan rojane di hemî formên mîdyayê de diyar dibe û di derbarê
wê de gellek kombûn û guftûgo cîh digirin, lê dawîdana tadeyên li mafên mirovan dibin hîn jî
wek pirseke dijwar û bi kêşeyan dagirtî dimîne. Rêxistina Neteweyên Yekgirtî xwe gellekî bi
vê pirsê ve mijûl dike, lê durûtiya wê û endamên wê li pêş çavan e. Gellek endamên vê
rêxistinê di dema ku peymanên xwe bi mafên mirovan ve girê didin îmze kirine de ew di
pratîkê de bendên di wan peymanan de bi cîh nakin. Wek nimûne, Tirkiye ta roja îroj rê nade
ku zimanê kurdî di xwendegehan de bête bikarhanîn. Zarokekî kurd maf niye ku di
xwendegehê de fêre zimanê diya xwe bibe... Em Tirkiyeyê bi mebest wek nimûneyekê didin
çimkî dewleta tirk xwe wek yeke demokrat û bi şaristanî dide zanîn, çimkî Waşington wê wek
dostekê bi nav dike û ji ber ku ew ji bo endamtiya di Yeketiya Ewropayî de berendam e. Heke
Tirkiye bikaribe bi şêweyeke ev qas aşkere, li pêş çavên rêxistina Neteweyên Yekgirtî, van
tadeyên bêhûde li mafên 15-20 milyon kurdên ku hemwelatiyên wê ne bike, wê demê gelo çi
hêvî dê hebe ji bo dawîdana tadeyên li mafên mirovan dibin, li welatên ku tê de demokrsî
xwebêj nîne? Gelo em ê çawa bikaribin giraniyê bidin gotinên birêz Enan yên wek, “Ji vir û
şûn ve navêt yeketiya xakê welatekî wek mertaleke kirinên neheqiyên mezin li mafên
mirovan bête bikarhanîn,” heke ew newêribe heta gelê kurd bi nav bike?

Gelo mafên mirovan çi ne? Her mirovek, zarok dibe, jin dibe, peya dibe, ji çi netewe, olê û
nijadê dibe, xwediyê / xwediya mafê jiyanê ye, jiyaneke bi keramet, bi azadî û li gor şert û
mercên layiqe mirovan. Lê mixabin pirraniya daniştvanên cîhana me bi şêwe û radeyên cuda
ji mafên mirovahiyê bêpar in. Bi milyonan mirov di cîhana me de her tî û birçi dimînin; li
gellek welatên cîhna me bi milyonan kesên belengaz ji hemî xizmetên tenduristî bêpar
dimînin; bi milyonan zarok ji mafê perwerdekirinê bêpar dimînin, bi milyonan jin hîn wek
dewêr têyên firotin û hîn bi ser de bi milyonan daniştvanên planêta me ji mafê azadiya
baweiyê û mafên neteweyî û çandî ne tenê bêpar dimînin, lê rastî neheqiyê û stemkariyê jî
têyên.

Mafên mirovan, wek me got, bi şêwe û radeyên cuda têyên brînkirin. Hin mirov neheqîkirina
li mafên mirovan tenê bi siyasetê ve, yan bi dewletên stemkar ve, girê didin û wisa bawer in
ku bi hatina demokrasiyê re tadeyên li mafên mirovan dibin ê nemînin. Di dema ku demokrasî
rewşa mafên mirovan baştir dike de, ew nikare bidestxistina mafên mirovahî bi şêweyeke rêk
û pêk misoger bike. Mafên mirovan xwe ne tenê bi siyasetê ve, lê her weha bi rewşa aborî,
civatî, tenduristî, perwerdeyî û gellek aliyên din ve peywendîgir dike. Her yek ji me dikare bi
şêweyeke mezin yan biçûk di derbarê baştirkirina rewşê de rolekê bileyize. Lê divêt neyêt
jibîrkirin ku pirsa mafên mirovan yeke gellekî dijwar û tevlihev e. Ji bo çareserkirina kêşeyên
xwe bi mafên mirovan ve peywendîgir dikin wêrekî, dilsozî û pêşveçûna hestên mirovahî
divêt, lê her weha perwerdekirina daniştvanên cîhana me di derbarê van pirsan de.

Koma Neteweyên Yekgirtî, li gel hin kiryarên erênî jî, di derbarê pêşvexistina mafên mirovan
de roleke weqa rêk û pêk neleyiztiye, çimkî gellek endamên wê di derbarê tadekirina li mafên
mirovan de bi şêwe û pîvanên cuda tawanbar in. Ta ku welatên li hemwelatiyên xwe
stemkariyê dikin di rêxistinê de endam bin û ji wan re rêz bête dayîn; ta ku gelên wek gelê
kurd ji biçûktirîn mafên çandî û neteweyî bêpar bin; û ta ku li cîhanê birçîtî û belengaziya
bêpîvan hebin ev rêxistina cîhanî û endamên wê jî her tawanbar dimînin.

Li gel ku cîhana me di gellek waran de pirr ber bi pêş çûye jî, gellek daniştvanên wê ji aliyê
ramyariya mirovahî de ew qas ber bi pêş neçûne. Pêşkeftina ramyarî li gor pîvanên mirovahî
digihê radeya bilind dema mirov mafê xwe baş dinase, lê di eynî demê de rêzê ji mafên yên
din re jî digire. Dema her mirov li mafê xwe xwedî derkeve û rê bide yên din ku ew jî li
mafên xwe xwedî derkevin û wan bi dest xin, wê demê mirov dikare gotina pêşkeftina
mirovahiyê bike. Li milê din, mirovê ku mafê xwe bi dest xe, lê di eynî demê de tadeyê li
mafên yên din bike, wê demê heye ku ew ne layiqe wê yekê be ku bibe xwediyê hemî mafên
mirovahî. Heke bicîhkirina şertekî wisa li ser mirovekî di cîh de be, divêt bicîhkirina eynî
prensîpê li ser desthelatdar û dewletan jî di cîh de be.

Yek ji amancên serek yên pêxember û olan pêşvexistina mafên mirovan bûye. Amanca serek
ya çakramanên felsefî û yên siyasî her weha pêşvexistin û baştirkirina mafên mirovan bûye, lê
mixabin ku di pratîkê de û di qonaxên cuda de olan, bawermendên bi teoriyên felsefî û
dewletên ku teorîne siyasî yên wek marksîzmê ji bo karbidestiyê kirinî hacet, wan jî ji aliyên
xwe de û bi rêyên cuda tadeyên mezin bi navê olê, ramana felsefî, yan teoriya siyasî li mafên
mirovan kirine. Bêguman dikare bête iddîakirin ku tawan ya karbidestan bûye, ne ya olê,
ramana felsefî, yan teoriya siyasî, lê encam her eynî encam dimîne.

Heye ku dem hatibe mirov û rêxistin û dewletên sedsala 21emîn xwe bi şêweyeke berfirehtir,
kûrtir û rasteqînetir bi pirsa mafên mirovan ve mijûl bikin, yan na, ew ê ji bidestxistina
amancên erênî bêtir kêm-zêde her wek ramaneke di nav rûpel û mîkrefon û wênekêşên
mîdyayê de bimîne.
(Mehname, hejmar 22)

Nijadperestî û Durûtî

Şahînê B. Soreklî: shahinsorekli@hotmail.com

Yek ji xusetên herî bed li nik mirovan nijadperestî (regezperestî) ye. Nijadpersetî kêm-zêde li
nik her mirovî, û her dem, hebûye, lê di nav hin civatan debêyî nav maye, yan di bin navên
cuda de di nav koman de hatiye nasîn. Li milê din, di pratîka jiyana civatî de komên mezin
her neheqî li yên biçûk kirine. Wek nimûne, heta wan mirovên ku di bunyeta xwe ya giyanî de
xwediyên wesfên cuda bûne ji endamên civata xwe neheqî dîtine, wek koran, kerran, seqetan;
heta kesên kin û qelew jî. Di zimanê me yê kurdî de, wek nimûne, gellek qerf û henekên bi
koran û kerran, û heta kesên ku rengê rûyê wan piçekî reşik e, hene. Di nav civatên erebî yên
li Sûriyeyê, Lubnanê û welatine din de ta îroj ji kesên rengreş re "ebid," yanê "kole", tête
gotin.

Gellek caran komeke ji mirovan tenê haydare nijadperestiyê dibe dema komeke din neheqiyê
li wê dike. Wek nimûne, mirovekî kurd heye ku keça xwe, yan xûşka xwe nede peyakî ji
Kongo; yan heye ku nepejirîne da ku 5000 çînî di bajarê wî de bi cîh bibin. Ew ê vê baweriya
xwe wek normal bibîne û heye ku tew navê niştimanperweriyê jî lê bike. Mirovekî cihû heye
ku zewaca di navbera keçeke cihû û ciwanekî necihû de qedexe bike û heye ku va baweriya
xwe wek daxwazeke ji xwedê, yan rêyeke parastinê, bi nav bike. Kesekî musilman heye ku
navê "kafir" li ewropiyekî, yan li kesekî bûdî bike û destê xwe jî nede wan; yan heye ku
zewaca keça xwe li yekî fille qedexe bike. Lê di eynî demê de, heye ku van mirovan tew xwe
wek nijadperest jî nehesibînin û heye ku egerên nepejirandina kesên din wek olî, yan çandî
bidin. Guman tê de nîne ku keçeke australî yan swêdî maf nîne ku bi cil û bergên xwe yên
normal li welatekî wek Erebistana Seûdî, Îranê, Afxanistanê û welatine îslamiye din di taxê de
bimeşe. Kirina tiştekî wisa dê wek kiryareke li dij erfên îslamî û îhanetkirina toreyên gelê wî
welatî bête binavkirin. Lê fermo em hin wêneyên li jor bervacê bikin: Ewropiyekî ku zewaca
keça xwe li gel afrîkayiyekî, cihûyekî yan musilmanekî qedexe bike dê wek nijadperest bête
binavkirin. Welatekî rojavayî heke rûnixamdina jinên ji welatên musilman hatinî li ser taxên
xwe qedexe bike, çimkî li dij erf û toreyên wê ne, dê wek nijadperest bête binavkirin.
Bajarekî, yan gundekî, welatekî rojavayî heke rê nede hatina penaxwazên biyanî dê her weha
bi nijadperestiyê bête tawanbarkirin. Xiristiyanekî ku musilmanekî wek "kafir" bi nav bike dê
wek dijimê ummeta îslamî bête binavkirin. Komên îslamî yên ji welatên biyanî hatinî li
bajarên rojavayî bi serbestî belavokên di derbarê ola xwe de belav dikin û vekirî ji
daniştvanên nemusilman hêvî dikin ku bibin musilman, lê li gellek welatên îslamî kiryareke ji
bo eynî amancê ji aliyê endamekî oleke din de dê bête istinkarkirin û kesê biyanî dê bête
girtin û cezakirin. Kiryara wî dê wek bizaveke rojaviye li dij îslamê bête binavkirin û dê wek
hacetekî tûjkirina hestê mirûdên rêhişk li dij rojava bête bikarhanîn.

Ji aliyekî din ve, dema endamên komeke ji mrirovan bi hejmara xwe zêde bin, yan hêz di dest
wan de be, ew neheqiya ku li yên dikin di bin navekî de vedişêrin; yanê kiryara xwe wek
erkekî neteweyî yan olî bi nav dikin, yan aliyê ku tade lê dibe wek ajan, veqetxwaz û li dij
berjewendiya giştî... didin zanîn. Koma hejmarkêm, yan bindest, li milê din, dikeve bin êş û
janeke bêhûde. Tiştên wisa dikarin li her şûnê û di her demê de cîh bigirin. Heta li welatekî
wek Australya jî nimûne gellek in. Di salên 60an û 70yan de, wek nimûne, gellek zarokên ji
paşerehên erebîaxifger bi rê ve etûrên xwe, xwarina xwe, çedikirin û li xwendegehine
herêmine rojavayê başûrê Sydney bi dirêjiya rojê birçî diman. Di wan salan de hejmara
zaroyên ji paşerehên anglo-saksonî li van herêman bilind bû û hinekan ji wan qerf û henekên
xwe bi xwarina şagirtên muhacir dikirin û carine tade jî li wan dikirin. Di rojên îroj de li eynî
xwendegehan wêne hatiye guhertin. Pirraniya şagirtan ji paşerehên erebîaxifger in. Yên di van
xwendegehan de neheqiyê dibînin îcar şagirtên ji paşerehên anglo-saksonî ne. Li hin şûnan
wisa hatiye ku hejmareke ji ciwanên ji paşerehên anglo-saksonî newêrin ji mal biçin der çimkî
aliyê din neheqiyê li wan dike û heta li wan jî dixe. Ez bi xwe hinan dinasim ku bi encama vê
yekê ji herêmê bar kirine. Va neheqî û nefreta çiqa li nik kesên temenmezin kêm be jî ew li
nik zarokan û qutabiyan zêdetir e. Hejmareke ji şagirtên ku endamên koma kêmjimar in
tadeyên mezin dibînin û van tadeyan roleke nerênî di tevahiya jiyana wan de dileyizin.

Ev li aliyekî, di nav civatên nedemokrat de komên bindest yên ku neheqiyê dibînin mafê wan
niye ku heta behsa neheqiya li wan dibe bikin. Li welatên ku îroj Kurdistan di nav wan de
hatiye parvekirin, wek nimûne, dema kurdek behsa neheqiya li wî û gelê wî dibe bike, heye
ku bête girtin û bi xiyanetê jî bête tawanbarkirin. Lê li welatekî wek Australya, li milê din,
neheqiyeke ku ji mirovekî nijadperest, yan ji komeke biçûk ji nijadperestan bête der, dikare
bête mezinkirin û heta wek daholeke propagandayê ji aliyê tundrêyên di nav komeke etnîk de
bête bikarhanîn. Çawa ku beşekî ji mîdyaya bi zimanê înglizî carine pêlên nijadperestiyê
bilind dike, wisa jî beşekî ji mîdyaya etnîk pêlên heyecanê û mezinkirina bûyeran bi rê dixe.
Bêyî guman nijadperestî kiryareke nemirovane ye, li dij çi komê dibe bila bibe; û li welatekî
wek Australya mafê kesekî, yan komekê, nîne ku neheqiyê li kesekî, yan komeke din, bike. Li
ser milê her hemwelatiyekî mirovhej û têgihîşt pêwistî ye ku li dij nijadperestiyê
nerazemendiya xwe diyar bike û dengê xwe bide bihîstin. Lê di eynî demê de, ne tiştekî ew
qas baş e ku mirov mişkekî wek fîlekî bi nav bike, yan mêşê bike gamêş. Fermo em vê
nimûneya li pêş bidin ber çavan:

Di sala 1991ê de, di rojên şerê kendavê de, bernameya 4 CORNERS ya Televizyona
netewiyeye australî, ABC, bi serpereştiya Andrew Olly yê ku di navberê de ji nav me koç kir,
li devera Bankstown, Sydney, bernameyeke xwe bi rê xist. Bêtir ji 100 kesan tê de beşdar
bûn. Her kes dizane ku li devera Bankstown û doraliyên wê hejmara kes û komên ji paşerehên
anglo-saksonî ne ya herî bilind e. Pirraniya daniştvanên herêmê, ji çi paşerehê dibin jî, bi
tolerans in û rêza wan ji hev û din re heye. Li hin beşên vê deverê hejmara kesên ji paşerehên
erebî digihê 50 ta 75 %. Lê hinan ji beşdarên ku di rastiyê de ji bo recîma îraqî piştgir bûn
wisa diyar dikirin ku mezintirîn tade li wan û tevahiya ereb û musilmanan dibine, ku kom û
kesên nijadperest bi şêweyeke berfireh wan û neteweya wan û ola wan îhanet dikine. Helbete
gazincên wisa pirr caran bi amancên siyasî ji aliyê çend kes û komikan de têyên birêxistin.
Wek kesekî ji aliyê ABC de hatî vexwandin, kesekî ku bi salan e li eynî herêmê dijî û xwe
wek australiyekî ji paşerehên kurdî dizane divabû ku ez bizava gotina rastiya li gor xwe
bikim. Min diyar kir ku min bi xwe çi neheqî û nijadperestî li herêmê nedîtiye... Roja din du
şagirtên min li xwendegehê hatin cem min û gotin, "Mamosta, tu li dij her tiştê me yî." Min
pirsî, heke çi tadeyên nijadî li xwendegehê yan li ser taxê li wan bûbin, yan çi tade li endamên
malbatên wan bûbin. Herduyan gotin, na. Min pirsî, heke wisa bêt, de çima wan di dema
beşdarbûna di bernameya televizyonî de behsa cîhgirtina kiryarên nijadperestiye mezin
dikirin. Yekê got ku dosteke diya wê jê re gotiye ku "australiyekî" gotinên kêm ji wê re kirine.
Rastiya rewşê ew e ku kesên ew wek "australî" bi nav dikin (yanê kesên anglo-saksonî) li
herêmê kêmasî ne. Li milê din, ne hemî australî anglo-soksonî ne. Di qanûna australî de
nijadperestiya aşkere li dij qanûnê ye. Dema mirov xwe wek hemwelatiyekî australî hest bike,
yan heta heke neke, lê haydare qanûnên vî welatî be, ne kesekî, ne komekê, ne jî heta
mamûrekî hukûmetê, maf heye ku tadeyên nijadî li wî / wê bike, yan wan îhanet bike. Mirov
dikare li gor qanûna welêt heta li serokwezîrê Australya jî gilî bike. Ne tiştekî baş e ku mirov
serê xwe li hember nijadperestiyê deyne, lê li milê din, dema mirov kiryareke biçûk ku heta bi
xwe nedîtiye, lê ji kesekî bihîstiye, weqa mezin bike û bi heyecan dahola cîhgirtina
nijadperestiyê û neheqiyê bike, ew jî li gel xwe amancên erênî nayne. Guman tê de nîne ku
beşekî ji mîdya û beşekî biçûk ji daniştvanên welêt heye ku neheqiyê li îslamê û li îslamiyan
dikin, lê kesên xwe wek amanc dibînin dikarin daxwaza beşdarbûna di van munaqeşeyan de
bixwazin û maf hene ku heta li kesên ji sînor derdikevin gilî bikin û wan derxin pêş dadgehê.
Nayêt înkarkirin ku neheqiya nijadî mirovî gellekî diêşîne û nayêt înkarkirin ku li Australya jî
hin kesên tolaz û nijadperest hene, lê mixabin ku va xusetê bed, wekî serokwezîr John
Howard hanî ser zimên xusetekî bêyî ol û bêyî reng e. Li gel ku rewşa li Australya ji vî alî de
ji gellek şûnên din baştir e jî, min di bernamene radyo de dengê kesên nijadperest li dij îslamê
û îslamiyan bihîstine, lê va dîmena li pêş jî li herêmeke Sydney cîh girt: Li wir elektrîg,
kehrebe, roja pêncşemê, 20/09/2001, ji bo demekê hat birrîn. Xelk ji mixaze û firoşgehan
derdiketin û diyar bû ku kesine temenmezin bi tirs bûn. Li ser taxê komeke ji 4 pîrên ku wek
anglo-saksonî xuya dikirnh dimeşiyan. Otomobîlek nêzike wan bû. Tê de du keçên sergirtî,
îslamî, hebûn. Ya şofêr otomîl rawestandin û gote pîran: Bombe, bombe! Pîr veciniqîn, yek ji
wan ber bi otomobîlê çû û got: Te got çi? Her du keç keniyan, destên xwe ji teqayan bi îşareta
V derhanîn û qîriyan: Bijî Bin Ladin, û otomobîl bi rê ket. Heke nijadperestiya, wekî ku ew
behsê dikin, hebûya bêguman wan dê nikaribpna wisa bikin. Li milê din, wêneyê dîsa bervacê
bikin: Em bibêjin 2 keçên cihû li welatekî îslamî wisa bikin û bi qîrin: Bijî Şaron!!! Gelo dê çi
bi serê wan bêt.

Belê, nijadperestî bêyî ol û bêyî reng e. Wek nimûne, doh Sirban neheqiyên mezin li
Arnawûtên Kosovo dikirin, mizgeftên wan hildiweşandin, ew diqewitandin... Îroj Arnawûtên
Kosovo eynî neheqiyan li Sirbiyên wî welatî dikine. Li gor raportine, ji dema hêzên NATO ji
bo parastina Arnawûtan ketinî Kosovo û vir de 126 kilîseyên Sirban hatine hilweşandin...

Divêt di vê gotarê de her weha bi kurtî behsa wan kes û koman bête kirin ku mirinê didin ber
çavan da ku xwe li welatekî rojavayî bigihînin behuşta xeyalî. Ew iddîaya reva ji ber
stemkariyê dikin, mafên mirovan û demokrasiyê di devên xwe de dikin benîşt, li ser hesabê
pereyên dayîreyên sosyal yên welatên mazûvan dijîn... Li dû ku piçekî vêsî dikin û di taxên
welatên rojavayî de derdikevin seyranê hew dibînin ku behuşta wan çaverê dikir li vir jî nîne.
Îcar didin dû behuşteke dine xeyalî û li welatê rojavayî yê mazûvan bêtir ber bi paş diherin û
zêdetir serhişk dibin, û heta piştgiriya komên bi serdariya nezan û nekes û "emîran" dikin,
pesna kesên wek Bin Ladin didin... Ev jî ji paşvemayîna ramyarî, ji neçartiyê û bêhêvîtiyê tê.
Tiştekî mathîştinê ye ku endamên kom û komikên bi van wesfan ne tenê behuşta xwe di
"qonaxên zêrîn" yên demên borîn de dibînin, lê heta di şêweya raberkirina rû û cil û nav û
leqebên xwe de jî ber bi sedan sal ber bi paş diçin; kom û kesên vegerxwaz in, ne guherxwaz.
Îcar xwe li welatên rojavayî jî wek kesên ku tade li wan dibin hest dikin. Mirov ji xwe dipirse,
de baş e, heke van welatên "kafiran û neheqan" ji bo we ne baş e, de çima hûn mafê
penaxwaziyê li welatekî musilman naxwazin? Hinek ji wan îcar dibêjin, "welatên îslamî yên
durist nînin;" eynî bersîva ku komonîstan her didan: "welatên sosyalîst yên durist nînin!"
Heke bi 1400 salan li dû îslamê hîn jî welatekî îslamîyî "durist" nîne, wê demê heye ku
bersîveke mentiqî va be: Welatekî îslamîyî ku van kom û komikan wek "durist" bi nav dikin ê
çi caran neyêt holê, çawa ku welatekî komonîstî "durist" ê çi caran neyêt holê. Bila em kesekî
hêrs nekin û bila em egerê wisa bidin: Heta heke hejmareke ji mirovan amade bin xwe teslîme
ramanên olekê yan teoriyekê bikin jî, hejmareke din dixwazin azad bijîn heta heke rêza hinan
ji wan ji wan ramanan re hebe jî. Heke ne wisa bûya de çima li dû ew qas pêxember û olan, li
dû ew qas teorî û ramanan hîn jî yek ji wan nikare xwe wek ya "durist" û ji aliyê hemî
mirovan ve wek di cîh de bide pejirandin. Ji ber ku nîne kom û komikine îcar wê bizavê dikin
ku ramanên xwe bi navê xwedê, pêxemberekî, feylesofekî, yan serokekî li ser kesên din feriz
bikin. Ev jî bi serê xwe îspata neduristbûn û neadilmendiya wan e. Ew ji bo serkeftina xwe li
qurbanekê, li egerekê, li sedemekê digerin. Rast e Emerîka hêzeke mezin e û gellek şaştiyên
hukûmeta wê jî hene, lê mirov dikare bi şêweyeke felsefî vê pirsê jî bipirse: Çima welatekî
îslamî ne di şûne Emerîka de ye? Mirov nikare Emerîka berpirsiyara hemî kêmasî û kêşeyên
cîhana îslamî û erebî bi nav bike. Bivêt, nevêt, dîrok, dewlet û danistvanên wan welatan bi
xwe jî berpirsiyarên wan kêmasî û kêşeyan in.

Gotar dikare dirêj bibe, lê em wê kurt bibirrin û ber dawîhanîna wê behsa durûtiya Dewletên
Yekgirtî yên Emerîka jî bikin. Rola Waşington di vejandina aliyê rêhişk ji îslamê de mezin e,
ji Îranê bigir ta Afxanistanê. Yên çek danî komên wek Taliban û kesên wek Usame Bin Ladin
kirinî qehreman Emerîka bi xwe ye çimkî DYE îslama tundrê wek baştirîn çekê li dij
Yeketiya Sovyêtî û komonîzmê didît. Îroj Waşington nema hewcedara wan e û dixwza koka
wan bibirre. Li milê din, piştgiriya Waşington ya bêyî sînor û bêyî şetrt û merc ji bo Israîl ew
di çavên gellek aliyên cîhana erebî û ya îslamî de kiriye mezintirîn neyar. Di dema ku
Waşington piştgiriya cihûyan wek erkekî mirovahî dizane de (bila bizanibe jî), piştgiriya
neteweyeke wek ya kurdî ku hejmara xwe bi dehan milyon e ji bo DYE ne ew qas balkêş e.
Dem û dewran hatiye guhertin, mirov li dij terorîzmê û rêhişkiyê ye û mirov wê bizavê dike
ku dîtina xwe li hember DYE jî bide guhertin, lê Emerîka îroj hêza mezin (super power) ya
tenê ye li cîhanê; divêt êdî dawiyê bide durûtiyê û di siyaseta xwe ya cîhanî de adilmend bêt,
yan na, neyartiya li hember wê dê bidome heta heke ew bikaribe îroj dawiya terorîstan wîne
jî. Terorîzm ji xizantiyê, belengaziyê, bindestbûnê, neheqiyê û bêhêvîmayînê dizê û ji ber ku
pirraniya daniştvanên cîhanê di nav van mercan de dimînin terorîzm ê wek marekî heftserî
bimîne ta ew dema ku tê de şert û mercên xwedîkirina marekî wisa nemînin.

Nuha em bizivirin ser Usame Bin Ladin. Li gor çapemeniya erebî, ew biçûktirîn 64 xûşk û
bran e û kurê tenê yê diya xwe ya seûdî ye. Bavê wî yek ji mezintirîn dewlemendên
Erebistana Seûdî bû û li dû mirina xwe, bi encama ketina firroka ew tê de, bi sedan milyon
dolar û gellek emlak li dû xwe hîştin. Malbata Bin Ladin bi eslê xwe yemenî ye. Usame di
sala 1954an de li bajarê Riyad, paytextê Erebistana Seûdî, ji day bûye, zarotiya xwe li bajarê
Medîneyê derbas kiriye. Dû re li bajarê Cedde bi cîh bûye û ji zanîngeha Ebdilezîz şehadeya
bilind di warê ekonomiyê û îdarekirnê bi dest xistiye. Dû re li Îngliztanê şehadeya hendeseyê
jî bi dest xistiye û li dû wê li Stenbolê demekê wek bazirgan maye. Di sala 1979an de, li dû ku
hêzên sovyêtî ketin Afxanistanê, çûye wir. Wê demê istixbaratên emerikî li dij hukûmeta
afxanî ya sosyalîst û hêzên sovyêtî piştgiriya îslamiyên rêhişk dikir û ew wek hêzeke
azadîxwaz û boke bi cîhanê dida nasîn. Li gor gellek aliyan, axifgerekî Taliban jî di nav de,
CIA ew rêkiriye wir. Li wir Usame pereyên xwe xistin xizmeta mucahidînan û ji afxaniyan re
rê, xwendegeh û navendên din çêkirin; alîkariya aborî da sêwiyan û malbatên wan (Rêxistinên
olî yên tundrê, îslamî dibin, cihû dibin, xiristiyan dibin, hemî vê metodê bi kar tînin. Bi
encama alîkirina belangazan û hewcedaran ew wan ji bo xwe dikin piştgir û hinek ji wan dû re
ciwanên wan komên belengaz û perîşan dikin mirûdên serhişk û di eynî demê de êzingên
amancên xwe. Va yeka îroj li Kurdistanê jî cîh digirêye). Bi taybetî li dû ku Usame Bin Ladin
bi teqîneke di garaca Navenda Bazirganiya Cîhanî de cîh girtî hat tawanbarkirin (Nûyork:
1993) hukûmeta emerikî ew xist destpêka lîsteya terorîstên tehlûke. Li dû ku balyozxaneyên
emerikî di sala 1998an de li paytextên Kînya û Tanzanya hatin teqandin Waşington xwîna wî
helal kir û serokê emerikî Bill Clinton rê da tevdêrên kujtina wî. Nuha ew wek berpirsiyarê
kiryarên nemirovane yên di 11ê îlonê de li DYE cîh girtinî hatiye binavkirin. Waşington
amade ye 50 milyon dolar bide kesê ku bidestxistina wî, zindî yan mirî, pêkan bike. Her weha
ji bo dawîdana wî tevdêrên birêxistina şerekî mezin li dij Afxanistanê û terorîzma cîhanî
dikêye.
Pirraniya cîhana îslamî, hinek ji wan bo berjewendiya xwe, hinên din ji ber tirsê û yên manî bi
şêweyeke durist, li dij îslma rêhişk û kesên wek Bin Ladin in. Lê beşekî mezin ji komên
îslamiye perîşan û belengaz manî, ewên ku wek cihûyan li benda kesekî ne ku wan ji
bêçaretiyê rizgar bike û ji wan re çirûskeke hêviyê vêxe, piştgiriya rêhişkiyê û rêhişkan dikin.
Van şêwe mirovan paşvemayîna xwe, bêçaretiya xwe û hestê kêmasiya xwe bi qîrîna "allahû
ekber / La îlahe îllellah, Muhemmed resûlûllah" dişon. Ji ber ku dewletên wan nikaribûne ji
wan re jiyaneke xweş misoger bikin ew hêviya xwe di qonaxên raberdû de dibînin, qonaxên
ku di jiyana îslamê de wek yên "zêrîn" têyên binavkirin. Lê realîteya cîhana mirovan baş
diyar dike ku "demên zêrîn" yên dewletekê, yan welatekî, bi qonaxeke dîrokî ve girêdayî ne û
nema dizivirin. Demên zêrîn ji çêkirin û afirandina mirovan in. Mirovên îroj li dû îslama
rêhişk jî wisa diyar nakin ku afirmend û çêkerên demên zêrîn bin.

Divêt bête gotin ku ola xiristiyanî jî di dîroka xwe de rastî pêlên wisa hatiye. Rêhişkên wê bi
sedsalan bizava ferizkirina serhişkiya, û carine nezantiya, xwe bi darê zorê kirine, her weha
hêzên xwe ji Ewropa rêkirine da ku xirîstiyanetiyê li endamên baweriyên din feriz bikin, lê li
dawiya dawiyê serdarên xiristiyanetiyê neçar mane ola xwe li gor dem û dewranê bidin
guhertin. Tenê şerûdetiya îslamiyên tundrê yên îroj ne ji stûrbûnê, lê ji bêçaretiyê tê.

(24/09/2001)
(Mehname, hejmar 22)

Dîmenên Mêlodramayî

Şahînê B. Soreklî: shahinsorekli@hotmail.com

Di nav nijada mirovan de gellekî bi pesindarî behsa mirovahiyê hatiye û tête kirin, lê mixabin
di cîhana me de rojek derbas nabe bêyî ku mirovahî car li dû carê neyêt îhanetkirin. Li dû
hatina ew qas pêxemberan, feylesofan û rêberên ji bo amancên mirovî xizmetkar jî,
mirovahiya me hîn jî bi seri nebûye.

Li Cezayir du mirovên ciwan dizewicine. Xizm û dostên wan di nav şahiyê de ne, jin û zaro û
peya li hev kom bûne. Çekdarine hêrîş dikin, 22 kesan dikujin û hinekên din brîn dikin. Tu
dibê qey ev têrê nake, ber biçin hinekan serjê dikin; û hîn bi ser de kirayara xwe bi navê
xwedê dikin, yan wisa tête gotin. Li Kurdistanê komeke ji rêhişkan hejmareke ji pêşmergeyan
dîl digirin. Ne tenê wan dikujin, lê bi qazmeyan û bi kêran giyanên wan beş-beş dikin. Dîsa bi
navê xwedê!

Komên wisa tirskar in, terorîst in. Amanca wan bi van kiryaran tirsandina xelkê ye. Ji bo
komên terorîst tirskarî çekê herî grîng e. Ew terorîstan, olperest dibin, faşîst dibbin, stalînîst
dibin û heta heke xwe wek welatparêz bidin zanîn jî, tirskariyê ji xwe re dikin çekê herî grîng.
Serdarên wan mirûd û nezan û bêçare û nekes û bêhişan di destên xwe de dikin maşe û wan
berdidin nav xelkê, bi amanca ku her kesî çavtirsonekî bikin û bi rêya tirsê xwe wek serdar
feriz bikin.

Lê ev şêweya nemirovî ne tenê li nik komên terorîst yên cîhana sêyem û ya 4em hey heye. Ew
dikare li her derê hebe, û li welatine ewropayî jî bi salan e heye; ew dikare di nav civateke
dewlemend û demokrat de jî bi şêweyên cudaşêwe bête bikarhanîn, eger çi dibin jî. Li
bajarekî swîsrî mirovekî 57 salîn hefteya borîn bi reşaşê û bombeyê 14 kes di parlemana
herêmî de kujtin û hinekên din brîn kirin, ber xwe jî bikuje.

Cîhana me ji aliyekî ve bi teknîkê û teknolociyê ew qas pêş ve çûye, lê di warê mirovahiyê de


hîn jî ji mirovê ku ber bi hezaran sal di nav dehl û daristanan de dijî ne pêşkeftîtir e. Tenê
cudatiyek di navbera mirovê îroj û yê ber 20 000 salan de heye. Yê berê ji bo xwarin û
mayîna xwe dikujt; yê îroj bi navê baweriyê, hêzê, olê, tolgirtinê û berjewendiyê dikuje.

Em van dîmenên diltezîne li şûn bihêlin û hin dîmenên mêlodramayî, ku bi encama bûyereke
dine diltezîne hatin holê, bidin ber çav. 18 roj bi ser bûyerên li Emerîka cîh girtinî ketin.
Mîdyaya cîhanî li benda hêrîşeke zûkat bû. Dezgehên navdar yên wek CNN û BBC û ABC û
FOX û nizanim çi rojnamevan û wênekêş û derhênerên xwe rêkirin Pakistanê, Uzbekistanê,
Tacîkistanê û hin stanên din, da ku amade bin û bi rêya satelîtan wêneyên şer bigihînin me
rêzdaran. Ji ber ku şer cîh negirt, ew li wan waran eware bûne û li hev şaş mane çima birêz
Bush li dû ew qas roj sozê xwe bi cîh nehanî!

Li dû bûyerên 11ê îlonê televizyonan bi dirêjiya du hefteyan rojê 999 caran wêneyên firrokên
li her du beşên Navenda Bazirhganiya Cîhanî diketin raber me kirin û li dû wan rûyê bi nûr yê
rêzdar Usame Bin Ladin gîhandin hindir malên me. Û li dû ew rûyê ku ronahî jê dipijiqe
serokê emerikî gef li dû gefê xwarin ku hêzên wî dê mala neyaran tar û mar bike. Û beşekî ji
emerikiyan daxwaza tolgirtinê zîz kirin di dema ku beşekî din ji tirsan bizdoyî bûn û nema
diwêribûn ji malên xwe derkevin; û di firoşgehên çekfiroş de maskên xazê yên ku ji şerên
cîhanî û dema şerê sar mabûn hemî hatin firotin. Heta li welatekî wek Australya be jî mask di
firoşgehan de naman û yên nû hatin weşandin.

Rojnamevan û wênekêşên CNNan û BBCyan yên ku bi encama cîhnegirtina şerê di cîh de li


warên dûr bêkar û bêamanc bûnî şaş man çi bikin. Hinek ji wan çûn nav konên koçer û
belengazên Pakistanê û welatine navenda Asyayê û ew wek penaberên ji Kabûlê direvine
raber kirin, li gel ku jiyana wan perîşanan her wisa bûye jî; û bû daweta dezgeh û rêxistinên
hukûmetî û nehukûmetî, û hemî bi hev re qîriyan ku ew ji bo alîkirina hewcedaran
hewcadarên bi sedan milyon dolar in, wekî ku di dema koçkirina Kurdan ya sal 1991 de bûyî,
dema ku bi milyonan hat berhevkirin û kes nedizane çi bi wan pereyan hat! Û kesekî ji
temaşevanan re diyar nekir gelo çima me hay ji milyonan belengaz û birçî û bêwarên Asyayê
û Afrîkayê û Emerîkaya başûr niye û tenê di derbarê komeke ji wan de ew qas haydar dibin
dema kirîzek cîh digire ku Emerîka tê de beşdar e!

Û li Pakistanê rojnamevanekî zîrek çend kesên nexwende yên di xwepêşandaneke li dij


Emerîka de dan ber kamêrayê, lê ber wêneyan bi rêya satelîtê bigihîne me ew fêr kirin ku
bibêjin “Usame good man.” Dû re yeko yeko ji wan pirsî: “Usame goodman?” Û belengazên
nexwende yeko yeko bersîv dan: “Usama goood maan!” Û komên rêhişk li Pakistanê kamiyon
rêkirin gundan û nav konan da ku bêkar û bêamancan bigihînin xwepêşandanên bajaran, û
dîsa alên emerikî hatin şewitandin, û dîsa Emerîka wek berpirsiyara hemî derd û kulên cîhana
îslamî hat binavkirin.

Li cîhana rojavayî ya bi zanistiyê mişt ew gotinên musilmanan yên wek “înna lîîllahî we înna
îleyhî rajiûn,” yan, “tewekkeltû elellah,” gotinên ku bi milyonan musilman rojê 33 caran
dubare û sêbare û dehbare dikin ji aliyê “şarezayên pispore“ rojavayî de wek îspatên daxwaza
canfîdakirinê hatin binavkirin. Û bi encama afirandina ev heyecana mezin çend kiryarên
nijadperestî li dij îslamiyên ku li welatên rojavayî rîh dirêj hîştine, yan jinên wan rûyên xwe
nixamtine, bûn, û iddîa hat kirin ku stemkariya recîma Hitler li cihûyan dikir li bajarên
rojavayî li musilaman û Ereban dibêye; û radyoyên etnîkî jî bizav kirin ku îspat bikin ew jî
dikarin heycanê di nav etnîkcivatan de bi rê xin.

Û George W. Bush li firrokeke bazirganî siwar bû û gote hemwelatiyan, “bifirrin da ku


ekonomî jî bi we re bifirre;” û di eynî rojê de hat ragîhandin ku ferman daye du ceneralan, bila
firrokên têyên revandin bixînin xarê; û hemwelatiyên wî dîsa li hev şaş bûn! Li Kabûlê
komeke ji ewên ku tu dibêjî qey li dû bi sedan sal ji gorên xwe derçûne li pêş balyozxaneya
emerikî ku ev bûn 12 sal nehatiye bikarhanîn xwe li ser text û tenekeyan çekirin, û agir berdan
xaniyê ku yek ji neh yan dehan bû ku li dû şerê navxoyî li ser xwe mabû, û kamêreyan ew
wêneyên ku mirovî dikenînin û digirînin 77 caran raber kirin, wêneyên xweçekirina wan
bedenên wek ji şanoyeke komîdî li ser erdê req û rût. Û her kesê ku ta nuha ji xwediyê xwe re
nedibû bû pisporekî siyasî û stratêcî; Û şarezayên Enqereyê bi serbilindî berên xwe dan
Emerîka û ragîhandin: “Bi salan e em ji ber terorîzmê diqîrine, bavo! Heke we guh dabûya me
ev bêtara dê nehatibûya serê we!” Û di mizgefteke bajorekekî de melleyê ji melleyê rojên
zarotiya xwe fêr bûyî li dû nimêja eynî got: Ellahumme ic’el hum we emwalehum we
emlakehum û ewladehum xenîmeten lil muslimîn, ya rebbel alemîn. Û yên di mizgeftê de bi
dengekî dilovanî gotin: Amîîîn! Û li Qudisa bi navê Orşelîmê rêberekî komeke ji cihûyên
rêhişk di nimêja roja şemê de, rojekê li dû melle, li pêş bawermendan ji xwedê ew tikaya kir
ku neteweya bijarte li ser erdê pîroz bi hêztir bike da ku bikaribe dawiya dijminên tirskar
wîne; û yên li dû wî bi dengekî hunerî gotin: Amîîîn! Û li Nûyorkê keşeyekî di nimêja roja
yekşemê de, rojekê li dû rêberê cihû û du rojan li dû melleyê musilman, di dêreke biçûk de
spasiya xwedê kir ku dêra di nav bînayetên mezine yên tar û mar bûnî de parast, û ji xwedê
ew daxwaza kir ku rêbera şaristaniya nûjen, Emerîkaya azadî û demokrasiyê, li dij tirskar û
neheq û neyarên mirovahiyê biparêze. Û beşdaran bi dengekî delal gotin: Amîîîn! Û me hew
dît ku birêz Bush di navbera dêran û mizgeftan û senagogan de diherêye û têye û pesna
ramanên her sê olên “asîmanî” didêye!

Û roj bû ya hevbexşandinê. Heta bi birêzên wek Seddam û Xamênî û Qeddafî be çend hêstir ji
bo qurabanên kiryarên ku wan jî wek kiryarên terorîst bi nav kirin rijandin; û Emerîka
Hindistan û Pskistana ku ji ber ceribandina bombeyên atomî ketibûn lîsteya reş bexşandin, her
weha Sûdana ku berê mazûvanê Bin Ladin bû; û koşka sipî hema çepelên Şaron badan da ku
rê bide kombûna Erefat û Pêrêz, û me wêneyên her du ixtiyarên mest û mandû, lê di eynî
demê de pingirî, 3-4 caran dîtin… û dîmenên mêlodramatîk di dezgehên dengî-wêneyî û
rojname û kovarên cîhana me de berdewam in.

Belê! Em mirovên vê dem û dewranê çakbext û bedewşans in! Satelît û kompiyûter û mûşek û
înternêt û telefonên destan û televizyonên 24 saetî û tevahiya teknolociya pêşkeftî ji bo me di
kar de ne; nifşan perwerde dikine û di eynî demê de li hev şaş dikine.

Ey xudayê hemuyan! Ma ne tu dikarî her tiştî bikî! De çima pêxemberan carê, hema ji bo
rojekê be jî, li erdê venagerînî? Bila bifermon, da ku bi çavên xwe van dîmenên mêlodramayî
bibînin û li gel hinan ji me bikenin û bigirîn; û da ku di CNN û BBC û dezgehên dine 24 saetî
de aşkere bikin ka çima amancên ku xwedê ew ji bo bicîhkirina wan rêkiribûn ser erdê hîn
nehatine bicîhkirin!

(29/09/2001)
(Mehname, hejmar 21)

DI DERBARÊ FILIMA TEXTEREŞ YA BI ZIMANÊ KURDÎ DE

Şahînê Bekirê Soreklî: shahinsorekli@hotmail.com

Wisa diyar e ku sal 2001 ê wek sala filimên kurdî li Australya di bîra me de bimîne. Ne tenê
televizyona SBS îsal filimine bi zimanê kurdî, yan di derbarê Kurdan de, raberkirin; ne tenê
filimine xwe bi Kurdan ve peywendîgir dikin ji aliyê hin kes û rêxistinan de hatin raberkirin,
wek filima Behuştî sûtaw ya ku di sînemeyeke Sydney de hat raberkirin; lê sînemeyên
Australya jî îsal filima katek bo Hespên Serxweş raberkirin û filima bi navê Textereş jî li
Australya ye.

Di vê kurtegortegotarê de dixwazim di derbarê filima derhênera îranî ya ciwan Semîre


Mexmelbaf, di derbarê filima Textereş de dîtina xwe diyar bikim.

Roja sêşemê, 28/08/2001, dezgeha belavkirina filimên sînemeyî, ŞARMIL FILMS


RELEASE, filima Textereş ji bo mîdyaya li Sydney raber kir. Mixabin ku tenê 4-5 kesên ji
mîdyaya australî di sînemeya biçûk de hebûn.

Semîre Mexmelbaf, li gel ku tenê 21 salîn e jî, wek derhênereke îranî di cîhana sînemeyê de
xwediya şûneke bi rûmet e. Filima wê ya nû Textereş ku sînaryoya wê ji aliyê bavê wê,
Muhsin Mexmelbaf yê navdar, de hatiye nivîsandin Xilata Cannes ya sal 2000 li gel filimeke
din par vekiribû. Rojnamene emerikî û ewropayî, her weha rojnamene australî, wek
rojnameya The Australian, pesna filimê dan û wek derhênereke ciwane jêhatî û zîrek behsa
Semîre Mexmelbaf kirin. Behmen Qubadî, Seîd Muhemmedî û Behnaz Jaferî rolgirên serk in.

Filim bi tevahî bi zimanê kurdî (soranî) ye û li herêmeke çiyayiye bêyî dar û ber, herêmeke
rojhilatê Kurdistanê, hatiye kişandin.

Filima Textereş wisa dest pê dike: 10 mamostayên bêkar, textên reş li ser piştên wan, di
rêyeke çiyayî de ne û li muşteriyan, li qutabiyan, digerine da ku wan fêrî xwendin û
nivîsandinê bikin. Hema di destpêkê de dengê helîkopteran wan neçare revê û xweveşartinê
dike. Dû re mamosta ji hev belav dibin. Filim dîmen û serpêhatiyên ku du mamostayên di
rêyên cuda, lê ji hev ne dûr, de dîbînin raber temaşevanan dike. Yek ji wan raste komeke ji
zarokan tê, zarokên ku wek zarokên di filima Katek bo Hespên Serexweş de, bar hilgirtine û ji
aliyê îraqî derbas aliyê îranî dikine. Mamosta bizava axiftina li gel zarokan dike, lê zaro
naxwazin li gel wî bidinbistînin çimkî wî nedinasin. Mamostayê din raste komeke mezin ji
pîremêran tê. Hemî bi cil û bergên kurdî ne û di nav çiyan de di rê de ne. Ew jî tûşî dijwariyê
tê çimkî kesek ji vê komê jî naxwaze li gel wî peywendiyê bigire, ne jî nan û avê bide wî. Bi
derbasbûna katê re her du kom jî cîh didin wan, lê ji dest her du mamostayan jî nayê der ku
bibin xwediyên rolên grîng.

Wek temaşevan mirov hêvî dike ku bûyereke dilşadiyê li pêş be, lê her ku kat bêtir derbas
dibe hêviya mirovî jî melûltir dibe. Di filimê de temaşevan tenê rûyê 4 jinan dibîne: Pîreke
gundiye ku wek bêhiş û nemêvanhej xuya dike, jineke ku derî û pencereyan digire da ku
mamosta nêzike mala wê nebe, keçeke ciwane ku bêrîvan e û jineke li gel koma pîremêran.
Tenê ya dawîn xwediya roleke grîng e. Ew jinebî ye û bavê wê yek ji kalên di rê de ye. Bavê
wê bi êş û jan di rê de ye çimkî nikare bimîze. Jin wek yeke rûtirş, gemarî, û nîvhov xuya
dike. Ew tenê xwe bi zaro ve mijûl dike û carine ji bavê xwe dipirse: Ma te mîzt? Bi rê ve
pîremêrek mara mamosta û vê jinê li hev dibirre, lê jin rê nade mamostayî ku heta axiftineke
dualî li gel wê bi rê xe, yan wê fêrî “ez ji te hej dikim” bike. Ber dawîhatina filimê eynî
pîremêr telaqa wan dibirre.

Serpêhatî her di nav çiyan de ye, her xwe têkiliye rêya zaroyan û ya koma pîremêran dike.
Wek çaverê tête kirin leşgerên li ser sînor bi wan dihesin û wek temaşevan mirov dengê
gulleyan dibihîse. Koma zarokan û ya pîremêran dîsa direvin û hinek ji wan têyên kujtin. Li
vir diyar dibe ku amanca pîremêran Helebçe ye, ku ew berê ji ber çekên kîmawî reviyabûne,
ku wan rêya warê xwe wenda kiriye. Di dawiya filimê de ew warê xwe dibînin, cîhekî req û
rût e, di nav mij de ye, li doraliyên wî têlên bi stirî. Dîsa jî ew bi rêyeke îslamî spasiya xwedê
dikin û erdê radimûsin. Wisa diyar e ku li gel trajêdiya rewşê û hemî bêtarên bi ser wan de
hatinî jî, va koma mirovan ne tenê ji xwedê razî ye, lê her weha jê bi hêvî ye.

Belê, wek min li jor diyar kir, filima Textereş gellek pesindarî bi dest xistiye, lê min bi xwe
filim wek filimeke gellekî baş nedît. Ya rast ez ji filimê gellekî aciz bûm û min meraq dikir ku
di nîvê wê de biçim der. Wek kurdekî australî ku bi salan e ji Kurdistanê dûr e min xwe wekî
ku hatibim îhanetkirin dît.

Wek temaşevan mirov di tevahiya filimê de tiştekî ku aliyekî rengîn ji jiyana Kurdan, ji çanda
wan û ji welatê wan raber bike nabîne. Heta axiftina di filimê de ne yeke bedew e,
peyivandineke bi sînor e û beşine ji axiftinê dubare û çarbare û dehbare dibin. Zimanê jina
xwedan rol qels e û danûstendina mirovan li gel hev hişk e.

Ev hemî li aliyekî, ji aliyên teknîkî de jî kêmasiyên filimê hene. Wek nimûne, kamêra li hinek
şûnan hejiyaye û bi encamê wêneyên livok dilerizin. Li şûnine din ji nişkan ve dîmenek wena
dibe û yeke nû dikeve şûna wê. Wergerandina bo zimanê înglizî jî ne yeke rêk û pêk e.

Filima Texterş ne ji bo temaşevanê adetî ye. Bi taybetî li welatên rojavayî, Australya di nav
de, li gor dîtina min, ew ê tenê ji aliyê hejmareke ji kesên ku xwe bi edebiyat û drama û pirsên
rewşenbîrî ve mijûl dikin ve wek filimeke layiqe dîtinê bête hesibandin.

Wekî min li jor diyar kir, filima Textereş di dema dîtinê de li xweşiya min nehat. Li dû dîtina
filimê ez bi rê ve û li mal di naveroka wê de fikirîm û ez gihîştim wê encamê ku filim bi
şêweyeke sîmbolîk, remzî, rewşa gelê kurd dide ber çavan. Ez li mal kûr-kûr di filimê de
fikirîm û min rojên xwendina beşê edebiyatê di zanîngehê de bi bîr hanîn. Wê demê filim bi
min ve hêjatir hat xuyakirin. Dû re min ji dostekî ji rojhilatê Kurdisnê re telefon kir. Birêz
Qadir Ebdîpûya got ku rast e, berhemên Muhsin Mexmelbaf wisa ne û têgihîştina wan ne
hêsan e; ew bi şêweyeke “remzî” dinivîsîne...

Heke dîtina min di cîh de be, wêneya ku rewşa gelê kurd di filimê de diyar dike yeke reş e.
Endamên vî gelî bi pirranî nexwende ne û rêyeke rêk û pêk li pêş wan nîne, ne jî amanceke bi
plan û nexşe. Wan serokekî ku wan têxe riya rast jî nîne; ew bêserok û bêyî zanyarî di rê de
ne. Bi encama tade û stemkariya li wan bûyî baweriya wan bi biyaniyan nîne. Zarok wek
kerên barhilgir têyên bikarhanîn, heye ku ew rewşa kambax ya ku bavên wan li dû xwe hîştiye
wek barekî giran hildigirine. Jin bêmaf û bêrol in, mirovên pîr gellekî êşiyane û ji aliyê
ramyarî de nîvgêj in, lê hev û din baş dinasin û li gel hev dilsoz in. Zarokek ji mamostayî re
dibêje, me tenê rolek heye: “Em qantirên rakirina baran in, barên ku hatine dizîn û ji aliyê
sînorekî derbas aliyê sînorekî din dibin.” Di vê dîmena reş de ciwan yan peyayên nepîr nînin.
Tenê momosta peyayên ciwan in, lê westayî û bêkar in. Pîremêrek nameyeke ji kurê wî hatî
dide mamostayî da ku jê re bixwîne. Mamosta dibêje, ew nhikare nameyê bixwîne çimkî ne bi
farisî, ne bi erebî, ne bi tirkî û ne jî bi kurdî ye. Pîremêr her dipirse, rewşa wî çawa ye,
pereyên wî hene, yan na, û: Ew ê kengê vegere? Mamosta nikare bersîvê bide, ji wî bi dûr
dikeve. Ev jî bi şêweyeke sîmbolîk, li gor min, wê xwebêjê dide ku hevûdinfêhmkirina di
navbera nifşê nû û yê kevin de hatiye birrîn, ku Kurdên li derve nema bi zimanê kurdên li
welêt manî diaxifin.

Bi dîtina min, di vê dîmena reştarî de hêvî di nav mij de wenda ye. Heta dema koma
pîremêran digihên amanca xwe û warê xwe dibînin jî, warê wan tar û mar bûye, warekî req û
rût e, cîhekî bêyî dar û av û xwarin e, bi têlên stirîyî hatiye dormedarkirin û di nav mij de
veşartî ye.

Dîtina nivîskarî berhemê çi be jî, ev ragîhandina sîmbolîk heye ku ta radeyekê di cîh de be.
Bêguman her temaşevan dikare li gor xwe sîmbolîzmê şîrove bike. Ew ê balkêş bûya heke
mirov bikaribûya di derbarê vê pirsê de li gel Semîre Mexmelbaf yan bavê wê birêz Muhsin
biaxifta û ez ê di derbarê vê yekê de têbikoşim.

Hêvîdar im ez di derbarê vê şîrovekirina sîmbolî de şaş bim, lê min çiqa hewl da jî, min
nikaribû wêneyeke sîmbolîke bi xwebêjên erênî ji naveroka filimê derînim.

Çawa be jî, û li gel hemî gotinên li jor jî, filim xwediya bedewî û çelengiyekê ye. Mirov neçar
dibe li hember wê bi rêz be. Filim hurçekî hovî li serê çiyan tîne bîra min. Çiqa mirov jê hej
neke jî, mirov nikare înkar bike ku li gel hovîtiya wî jî, ew lawirekî çeleng û bi hêz e, lawirekî
wisa ye ku mirovî neçar dike li hember wî bi rêz û hurmet be.

Tirsa min ji raberkirina filimên wek Katek bo Hespên Serxweş û Textereş tenê ew e ku
temaşevanên wan wêneyeke nedurist di derbarê gelê kurd de têxin nav hişên xwe. Xweziya di
van filiman de hema aliyekî rengîn yê folklora gelê kurd jî hebûye.

(Sydney, 29/08/2001)
(Mehname, hejmar 19)

REXNEGIRÎ Û REXNEGIRÎ

Şahînê Bekirê Soreklî: shahinsorekli@hotmail.com

Rexnegirî, bi taybetî rexnegiriya di cîh de û ji bo amancên dilsozane, gellekî bi sûd e, lê


pesindarî û rêzgirtina ji kiryarên baş re jî dikare bi sûd be. Mamosta, karmedên civatî û
pisporên nefsî baş dizanin ku pesindarî xwediya roleke mezin e li nik mirovan. Zarokek çiqa
dilşad dibe dema day û bav jê re dibêjin: Aferîn keça min, yan kurê min. Xwendekarek çiqa
kêfxweş dibe dema mamostayek ji bo kar û kiryareke çak karteke taybetî dide wî, yan wê.

Rexnegirî ji aliyê prensîpên demokrasî û moralî ve mafê mirovan e. Di nav civatên demokrat
û pêşkeftî de rexnegirtina li dewletê, berpirsiyan û serokan mafê her hemwelatî ye. Bêyî
guman di dem û dewrana îroj de hêvî tête kirin ku mirovê kurd jî xwediyê eynî mafan bêt û
bikaribe rexneyê li rêxistinên kurdî û serokên wan bigire.

Di nav 10 salên borîn de gellek kesan, koman û rêxistinan rexneyên tûj li serok û rêberên
PDK û YNK girtine. Gellek ji wan rexneyan di cîhê xwe de bûne, heye ku hindekên din ne di
cîhê xwe de bûne. Lê li gel ku ev demeke şerê navxoyî rawestiyaye û her du alî di
peywendiyên berdewam û têkiliyên dostane de berdewam in jî, hin kes û koman dest ji
rexneyên tûj û nefreta li hember wan û serokên wan bernedane. Hinek ji van kes û koman vê
yekê ji bo amancên siyasî dikin. Hinek ji wan heta di rojnameyên erebî de be jî her wê bizavê
dikin ku van rêxistinan û serokên wan riswa bikin. Hejmareke ji van mirovan di nav
rêxistinên çep yên nekurdî de dimînin û rêxistinên kurdî wek paşverû û neteweperest bi nav
dikin.

Komine din di bin navê îslamê de kiryar û propagandaya li dij rêxistinên kurdî dikin, yan
bizava sabotekirina amancên wan dikin. Wekî di dîroka Kurdan de diyar e, li gel ku Kurd bi
islamê re dilsoz bûne û ji nav Kurdan hejmareke ne biçûk ji zanyar û rêberên îslamî derketine
jî li nik wan rêhişkiya olî, tundrêbûna ayinî, nebûye. Ev serhişkiya olî ku di nav çend salên
borîn de, bi taybetî li başûrê Kurdistanê, seri hildaye ji derve de, yan bi amanca bandora ji
derve ketiye Kurdistanê. Li gor raportine ji aliyên cuda, destên Îranê, Tirkiyeyê, Erebistana
Seûdî û heta Usama bin Ladin jî di bizava birêxistina îslamiyeta rêhişk de hene. Ev fênomêna
nû li Kurdistanê yek ji mezintirîn tehlûke ye ji bo pêşeroja neteweyî ya kurdî. Heke rê li pêş
serhişkiya olî neyêt birrîn, yan neyêt misogerkirin ku li Kurdistanê ol û dewlet ji hev cuda
bimînin, Kurdistan dikare rojekê bibe wek Lubnana di nav şerê olî de, yan Afxanistana di nav
şevreşiya kevnedemê de.

Lê di nav Kurdan de refekî din ji rexnegirên dayimî heye ku bi pirranî ronakbîr û


niştimanperwerên dilsoz in. Rexnegiriya wan pirr caran di cîhê xwe de ye. Gellek ji wan ji
rêxistinên kurdî aciz in çimkê ew li zanyar û têgihîştên kurd xwedî derneketine. Her weha ji
serokên kurdan dilsar in çimkî di siyaseta xwe de pirr caran bêtevdêr û bêittîfaq in. Lê di nav
ev beşê ronakbîrên kurd de her weha kesine hene ku rewşa Kurd û Kurdistanê ji hemî aliyan
de fêhm nekirine. Ew li welatên dûr cîhwar in û wisa texmîn dikin ku Kurdistaneke yekgirtî û
srbixwe dikare îroj jî bête îlankirin, yan wisa bawer in ku demokrasiya li welatekî rojavayî
heye dikare li başûrê Kurdisatnê jî bi eynî şêweyê têkeve kar. Bêyî guman her mirovê ku di
derbarê rewşa Kurd û Kurdistanê, siyaseta herêma Rojhilata Navîn û realîteya peywendiyên
navneteweyî de xwedan zanistiyeke rêk û pêk bêt ê bizanibe ku hêviyên wisa di rewşa îroj de
ji bilî xewn û xeyalê ne tişt in. Kurdistaneke yekgirtî û serbixwe nikare îroj bête îlankirin, ne
jî demokrasiya li welatekî rojavayî heye dikare li Kurdistana îroj têkeve kar. Ji bo
bidestxistina amancên wisa tevdêr û xebat û amadekirineke dûr û dirêj divên. Li milê din,
heke em hemî asteng û dijwariyên li başûrkê Kurdistanê, her weha rastiya dîrokî, civatî û
siyasî têxin hesêb, û hîn bi ser de dek û dolabên dewletên neyartiya Kurdan dikin bidin ber
çav guman tê de namîne ku karê desthilatdariyê li başûrê Kurdistanê dê ne karekî hêsan bêt.
Li gel hemî asteng û dijwariyên li holê jî, di nav çend salên borîn de, bi taybetî di van demên
dawîn de, gellek gavên erênî li başûr hatin ranan. Ji aliyê demokrsiyê, perwerdekariyê,
ragîhandina giştî, cîhgirtina konferens û semînaran, kombûn û ahengên civatî, çêkirina riyan,
peywendiyên bazirganî, şênkirina waran û gellek aliyên de pêşveçûna heye ji gellek welatên
cîhana sêyem yên serbixwe baştir e. Wek nimûne, demokrasiya ku li deverên di bin îdareya
her du hukûmetên kurdî de ji bo helbijartinên belediyan hebû li welatên dirawsê nebûye.
Helbete kêmasî û şaştî jî pirr in, lê pêwîst e mirov aliyên baş jî bibîne û pesindariya wan bike.

Wek me di destpêka gotarê de diyar kir, rexnegiriya ji bo amancên dilsozane û giştî bi kelk e,
lê dem hatiye ku mirov piçekî raweste û bi çavekî nû rewşê bide ber çav. Heke niyeta mirovî
baş be, dê bêguman bibîne ku gellek aliyên erênî jî li başûrê Kurdistanê hene. Û heke wisa bêt
divêt mirov ji rêxistin û serokên rêveber re carekê “aferîn” jî bibêje, ne ku her dem agir bi ser
wan de bibarîne. Heke mirov li dû Kurdistaneke serbixwe be, gelo çima bizava
ziyangîhandina Kurdistaneke nîvserbixwe ku dikare ji bo amancên mezintir bibête pir?!

Mirovên wisa hene ku xwe di rojname û kovarên biyanî de wek nivîskar û rewşenbîrên kurd
didin nasîn; di nivîsarên hinan ji wan de serokên rêxistinên kurdî wek diz, nezan û heta faşîst
têyên wesifkirin. Mirov dikare heta li welatekî dûrî wek Australya jî nivîsarên wisa di
rojnameyên erebî de bibîne. Bi rastî jî mirov mat û seyr dimîne. Helbete ew azad in û wan
maf heye tiştê bixwazin binivîsînin. Lê mirov jî maf heye bipirse, gelo amancên van nivîsaran
çi bin? Gelo nivîskar dixwaze endamên civata erebî di derbarê Kurdan de haydar bike? Gelo
dixwaze ji xwendevanên ereb re diyar bike ku rêxistinên kurdî ji her alî ve paşverû û stemkar
in? Heke tew rast stemkar bin, mirov maf heye bipirse: Gelo Ereban li dij stemkariya recîma
îraqî piştgiriya gelê kurd kiribin? Heke na, gelo nivîskarên van gotaran hêvî hebe ku Ereb li
dij stemkariya rêxistinên kurdî piştgiriya gelê kurd bikin?! Nedizanim! Cîhana me yeke
balkêş e, lê wisa diyar e ku cîhana Kurdan balkêştir e!

(6/2001)

(Mehname, hejmar 18)


LI SER FILIMEKE KURDÎ

Şahînê Bekirê Soreklî: shahinsorekli@hotmail.com

Ez ê di vê kurtegotarê de di derbarê filima Behuştî Sûtaw (Behuşta Şewitî) de, ku di heyva


2yem ya sal 2001 de du şevan li ser hev hat raberkirin, çend gotinan diyar bikim. Ev yekem
filima bi tevahî kurdî ye ku di sînemeyeke Sydney de tête raberkirin. Ber çend salan filimeke
bi navê Sefera ber bi Behuştê di sînemeyeke Sydney de hatibû raberkirin ku di derbarê
malbeteke kurd de bû ya ku ji bakurê Kurdistanê bi şêweyeke neqanûnî bizava çûna welatekî
ewropayî dikir her weha di sînemeyeke Sydney de hatibû raberkirin; û ber çend hefteyan
filimeke din jî di derbarê Kurdan de di sînemeyeke Sydney de hat raberkirin, lê van her du
filiman ne filimên bi zimanê kurdî bûn. Bêyî guman ji bo me hemiyan serbilindiyek bû ku em
bikaribin filima behuştî Sûtaw bi hezaran kîlometir ji welêt dûr li bajarekî wek Sydeney di
sînemeyê de bibînin. Ji lewre karê ku Komeley Komelgey Kurdî le Sydney ji bo kirêkirina
sînemeyê û raberkirina filimê kiribû cîhê pesindanê ye.

Li gel îmkanên ku em dizanin li Kurdistanê û ji bo Kurdan bi sînor in jî, filima Behuştî sûtaw
bi naverok û teknîka dengî-wêneyî filimeke serkeftî ye û bi şêweyeke rêk û pêk hatiye çêkirin.
Filim bi mûzîka kurdiye gelêrî û dîmenên çiya û zozanên Kurdistanê hatiye xemilandin û bi
kalîteyeke baş, bi deng û wêne, hatiye tomatkirin. Ji bîr neçe, dema em filimê bidin hember
filimên ku li welatine herêma Rojhelata Navîn hatine çêkirin, welatine ku ev bûn bêtir ji 50
salan serbixwe ne, filima Behuştî Sûtaw bi naverok û teknîka xwe ji gellek filimên li van
welatan hatinî çêkirin baştir e. Helbete ne tiştekî realîst e ku em filimê bidin hember hindek
filimên ku pereyên mîzaniyeta weletekî biçûk li çêkirina wan tête xerckirin. Ji bo me Kurdan
yek ji grîngtirîn tişt ew e ku filim bi zimanê me ye, çanda me tê de diyar dibe û trajêdiya gelê
me tê de bi şêweyeke aşkere tête raberkirin. Ji lewre karê derhênerê filimê Araz Reşîd û hemî
kesên di filimê de rol girtine, yan ji bo amadekirina wê kar û xebat kirine, karekî pîroz e û
divêt mirov nerxekî bilind bide berhema wan.

Wek temaşevan min di naveroka filimê de van ramanan dîtin:

1) Kurdistan behuşt e, lê bi encama hêrîşên dijminên serdest, nezantiya di nav Kurdan de û


nebûna yekgitineke rêk û pêk ew behuşta bûye behuşteke şewitî, lê li gel wê jî heta heke piçek
azadî bi dest keve jî Kurdistan dikare xwe wek behuşt vejîne û hêviyê têxe dilên xelkê xwe.

2) Di çavên neyarên serdest û stemkar de Kurd Kurd e, heta heke caş be, yan li gel hukûmetê
kar bike jî. Wekî li dawiyê diyar dibe, hêzên dewletê ne tenê xelkê bêtawan didin ber
gulleyan, ne tenê melleyê bi hatina wan re azanê dixwêne, lê her weha derwêşê ku li gund
peyayê istixbaratên îraqî bû.

3) Îroj li Kurdistanê bi kêmasî 3 beşên ji xelkê hene:

a) beşekî xweperest ku dixwaze xwe, berjewendia xwe û erf û toreyên kevnar biparêze;
b) Nifşekî nû ji ronakbîr û xwendekaran ku dixwaze dawiyê bide erf û toreyên kevanar, rê û
rêçikên klasîk yên şer û bindestbûna jinan;
c) Pirraniya xelkê ku dilpak in, lê di eynî demê de nezan û tênegihîşt in, yanê wek bi înglizî
tête gotin, “naîv” in.
Di nav beşê xweperest de du alî hene: aliyek niştimanperwer e, guhertinê dipejirîne û amade
ye siyasetê û olê ji hev veqetîne. Aliyê din kevneperest e, ezo ye û amade ye heta li gel dijmin
alîkar be da ku hêza di dest de wenda neke.

Bokeyê filimê Dr. Hîwa di filimê de nûnertiya ronakbîrên bi ramanên nûjen dike. Evîna di
navbera wî û Perî de bi rê dikeve dibête hacetekî raberkirina hejmareke ji toreyên civatî yên
Kurdan, bi taybetî ewên xwe eleqedare pirsa namûsê, zewacê û azadiya jinê dikin. Mirazê
wan jî, wek yên Mem û Zînê, Siyamend û Xecê û bi hezaran evîndarên Kurdistanê bi dest
nakeve; evîna wan dibe trajêdiyeke bi serê xwe.

Dr. Hîwa niştimanperwer e, ji gel û welatê xwe hej dike, dixwaze bêyî şert û merc xizmeta
wan bike, lê li dij erf û toreyên eşîrtiyê û terîqeta olan e, li dij şer e û gelên welatên dirawsê
(cînar) wek dijmin nabîne. Ew pênûsê ji dabençeyê bi hêztir dibîne û diyar dike ku Kurd bi
çekan nikarin bi ser kevin. Bi gotineke din, hêviya wî jî, wek hêviya hejmareke ne biçûk ji
ronakbîrên Kurdan yên îroj, ew e ku Kurd di warê zanyariyê de ber bi pêş biçin, xwe ji erf û
toreyên bêsûd azad bikin da ku bikaribin jiyaneke baştir ji bo xwe misoger bikin. Bêyî guman
ev ramaneke bi nerx e, lê Dr. Hîwa, wek gellek ciwanên Kurdan yên ji bajaran diçin gundan,
yan li derve tûşî ramanên nû têyên, bi şêweyeke naîv li erf û toreyan û hêza wan dinihêre. Bi
dîtina min, erf û tore ne encama nezantiyê, lê encama çandeke gelêrî û realîteyeke dîrokî ne
ku bi di proseyeke bi hezaran sal domandî de xwe gîhandine vê qonaxê ye. Mirov nedikare
biçe Kurdistanê û bibêje xelkê, van erf û adetên ku hûn pê bawer in ji bilî nezantiyê ne tişt in.
Wek nimûne, pirsa şeref û namûsê ji bo gellek mirovan ji jiyanê bi xwe nerxtir e. Malbat û
eşîr hene ku ji bo xatirê jinekê heft peyayên xwe dane kujtine, mal û mulkên xwe li dû hîştine.
Mirov nikare ji bajarekî wek Sydeny, Berlînê, London yan parîsê biçe Kurdistanê û li gor
pîvanên li van welatan daxwaz mafên jinan bike. Heta heke yek ji me sed ji sedî bi wekheviya
jin û mêr bawer bike jî, dê nikaribe li Kurdistanê ji xwûşka xwe re, wek nimûne, bibêje ku
bila biçe li çayxaneyê li gel ciwanan danişe, yan cilên ew dixwaze li xwe ke, çimkî heke wisa
bike, ew ê xwe di çavên civatê de biçûk bike û dê ji aliyê beşê mezin ji civatê ve neyêt
pejirandin.

Erf û toreyên civatan bi encama rewşa ew tê de têyên holê û dema hatin holê rakirina wan zû
bi zû dê ne hêsan be. Heke mirov bala xwe bide rewşa îroj li Kurdistanê, baş diyar dibe ku
hejmareke mezin ji xelkê car din ber bi olperestiyê diçine. Li gor min, yek ji egerên vê yekê
istinkarkirina siyaseta hindek rêxitinên kurdî bi xwe ye, ne tenê ji aliyê siyasî de, lê her wha ji
aliyê civatî de. Çûna ber bi olperestiyê her weha xwepêşandaneke li dij ew guhertinên di çend
salên borîn de cîh girtine ye ku bi encama hatina televizyonê û derketina derve li Kurdistanê
bi cîh bûn, bi taybetî guhetinên xwe bi jinan ve eleqedar dikin. Em ji bîr nekin ku gellek
endamên civatê li gor hêviya ku civat ji wan dike gavên xwe radinin. Di filimê de jî ev yeka
baş diyar dibe dema şêx dibêje Dr. Hîwa, heke ew rêya xwe biguhere ew û malbata xwe dê di
çavên civatê de bibin amancên qerf û henekan.

Nivîskarê serpêhatiyê û derhênerê filimê dixwzine bi rêya rola bokeyê filimlê Dr. Hîwa ku
navê wî di soranî de xwebêja “hêviyê” dide, ji temaşevanan re bidin zanîn ku rêya şêx û
derwêş tê de şaş e û wek Kurd me guhertinên di derbarê erf û toreyên nerênî û ramanên ne di
cîh de divên. Bêyî guman hêviya wan ew e ku bi rêya filimê hemwelatiyên xwe perwerde
bikin, lê zor grîng e ku mirov di vî warî de zor miqayit be, çimkî biçûkdîtina aliyên ku
baweriya xwe bi hindek erf û toreyan tînin, heta heke hinedke ji van aliyan kevneperest bin jî,
dikare pêlên nefretê jî di nav civatekê de bi rê xe, wekî ku li welatên wek Îranê, Pakistanê,
Bengladeşê, Misrê, Cezayirê û gellek şûnên din bûye. Li başûrê Kurdisanê dewletên dorhêlê
ku naxwazin tecrûbeya kurdî li wir bi ser keve, ew jî dikarin van aliyên xweperest li dij
hukûmetên kurdî bi kar wînin, û tînin jî. Ji lewre divêt mirov haydar be û wê bizavê bike ku ji
bo guhertina çivakî, peydakirina toleransê û dawîdana erf û toreyên bi ziyan, yan baweriyên
şaş, bernemeyên ji bo xwendegehan, zanîngehan û dezgehên ragîhandinê amade bike. Dema
qanûn, asayiş, aramî û îmkanên guftûgoyeke azad hebin, erf û toreyên bi ziyan jî dikarin bi
encama gihîştina nifşên zanyar bêyên guhertin. Di civateke wek ya kurdî de guhertin divêt
gav bi gav be, yan na şerekî navxoyî dikare îcar ji ber egerên civatî û olî dest pê bike, wekî ku
di dîroka hindek welatan de qewimiye.

Min bi xwe filima Behuştî Sûtaw wek filimeke bi nerx dît, û ew di çavên min de hîn bi nerxtir
jî hat çimkî min hay ji îmkanên bi sînor û hemî dijwariyên li holê heye. Di filimê de çend şaştî
û kêmasî hene ku dikaribûn li gel îmkanên bi sînor jî bihatana çareserkirin. Wek nimûne,
gotina brayê ciwanê ku li Sulêmaniyê brîn bûbû ku ew ê vegere Sulêmaniyê ne mentiqî ye,
çimkî leşger û istixbaratên îraqî li dû wî ne. Teqîna bombeya binzemîn di bin lingên Dr. Hîwa
de û qîrîna dîwaneyê gund dikaribûn bi şêweyeke bêtir dramatîk bihatana raberkirin. Gotinên
Dr. Hîwa ku “çima Kurd û Ereb, Kurd û Kurd, Ereb û Ereb hev dikujin,” yan çima Îraq û Îran
şerê hev dikin, ta radeyekê gotineke kesekî bêtecrûbe ye (naîv), çimkî eger bi rastî ne tenê
şirketên neftê ne... Egerên dîrokî, siyasî û neteweyî hene. Lê em car din wînin bîra xwe ku
filima kurdî hîn di gavên destpêkê de ye. Heke em vê yekê û realîteya me li jor diyar kiribû
bipejirînin, wê demê mirov dikare derhenêr, rolgir, wênekêş û hemî kesên di afirandina filimê
de beşdar ji kûraniya dil pîroz bike. Em hêvî bikin ku aştî û asayis rê bidin gelê me da ku ji
cîhanê re îspat bike ku Kurd jî, dema fersend hebêt, dikarin bi gavên mezin û beza ber pêş
biçin.

(2/2001)
(Mehname, hejmar 18)

WÊNEYÊN REŞ-SPÎ

Şahînê B. Soreklî: shahinsorekli@hotmail.com

Wê rojê min li gel jineke australî diaxift. Min jê pirsî ka çend zaroyên wê hebûn. Wê got ku 4
zaroyên wê hene. Mezinê wan 28 salîn e û biçûka wan 17 salîn e. Dû re me dest pêkir di
derbarê kêşeyên ciwanan de biaxifin. Wê got, keçeke wê di nexweşxaneyê de ye; ber du şevan
ew neçar maye otomobîla nexweşan bixwaze da ku wê rakin nexweşxaneya nexweşiyên
hişmendî.

Keç li Keneda bûye û li wir tûşî kêşeyan hatibûye; dest pê kiribûye li ser taxan xelkê aciz
bike, yan bêyî amanc û mebest di kolanan de bizivire. Li Keneda demekê di nexweşxaneyê de
maye û dû re li Australya vegerandine. Li dû vegera ji Keneda bi demekê dîsa bêmentiq û har
bûye û day neçar may alîkariya dezgeh û karmendên tenduristiya hişmendî bixwaze.

Min pirsî, "gelo egerên vê nexweşiyê çi bin?" Wê da zanîn ku keça wê li Keneda heroîn bi kar
haniye. Ne ku bi şêweyeke berdewamî û zêde, lê bi kar haniye. Hin pisporên nexweşiyên
hişmendî jî di wê baweriyê de ne ku kişandina heroînê encamên wisa li gel hejmareke ji
mirovan tîne holê. Lê li gel wê jî ew bi xwe sed ji sedî di derbarê meseleyê de ne têgihîşt e.
Min got wê, "bi rastî jî ev pirseke dilxemgîniyê ye; hêvîdar im rewşa keça te zû baştir bibe."
Wê got, "mirov çi bike! Di jiyanê de tiştên wisa dibin û divêt mirov wan bipejirîne." Got ku
ew doh çûye serilêdana keça xwe. Keça wê gotiye, "Tu li vir çi dikî? Rabe ji vir biçe. Ez
dizanim, çi bête serê min jî te xem niye."

Jinik ji min re dibêje, "Bawer bike ku ez dayeke baş bûm." Min jî di dilê xwe de got, "ji ber
ku te baş nedinasim, nikarim bizanibim heke tu rast dayeke baş bûyî, yan na." Lê helbete min
negot. Di dem û dewrana îroyîn de, û li bajarên ku tê de jiyan ew qas tevlo-mevlo bûye de,
başbûn û nebaşbûna dayan jî ji mirovekî bo mirovekî din ferq dike. Min bi xwe keç û law
dîtine ku ji day û bavên xwe bi nefret in çimkî wan haydariyeke mezin dane kar û meslekên
xweye û kêm dem li gel zaroyên xwe derbas kirine, li gel ku li gor wan, wan ev yeka ji bo
xatirê jiyan û pêşeroja zaroyên xwe kirine. Min her weha keç û law dîtine ku ji day û bavan bi
nefret in çimkî ew bêkar in û her li mal dimînin li şûna ku biçin kar.

Li welatên Rojhilata navîn peywendiya di navbera dayan û zaroyan de ne yeke ew qas


tevlihev û kompleks e. Hem day û hem zaro baş di derbarê rolên xwe de haydar in. Erf û tore
jî hîn rola xwe dileyizin, li gel ku li bajarên wê herêmê jî rewş sal li dû salê têye guhertin e. Li
bajarên mezin yên cîhana rojavayî, Australya di nav de, li milê din, peywendiyên di navbera
dayan û zaroyan de zêde kompleks in. Bêguman day li ku be jî ji zaroyên xwe hej dike, lê
rewşa aborî, civatî, perwerdeyî, her weha şûna mirov lê cîhwar bandorên mezin li
peywendiyên malbatî dikin. Zêdebûna azadiyê û kêmbûna erf û toreyan jî rola xwe dileyizin.

Dixwazim nuha ew daya australî bidim hember dayeke kurdî. Wek tesaduf nameyeke ji welêt
hatî min agahdar dike ku li bajarokê me lawek “dîn” bûye. Haydar bin: Li welatekî wek
Australya em behsa kêşeyên hişmendî dikin, lê li Kurdistanê mirovekî ku xwediyê eynî
kêşeyan be wek “dîn” yan “bodle” tête binavkirin, lê ev meseleyeke din e. Name diyar dike
ku daya lawî bi şev û roj digirî. Ew bi encama derdê lawê xwe nexweş ketiye û rewşa wê ne çi
rewş e. Malbat jî belengaz e û pere nînin ku lawî rakin bajarên mezin ji bo dîtina pispor û
şarezayên nexweşiyên hişmendî. Tenê dikarin ji şêxekî tika bikin ku bête serilêdana ciwanê
"dîn" bûyî, bi ser de ayetekê bixwîne, yan niviştekê jê re binivîsîne.

Heke em rewşa daya australî û daya kurdî bidin hember hev baş diyar dibe ku çawa jiyan ji bo
daya kurd dijwartir e. Dijwartir e çimkî fersend û xizmetên ku li welatekî wek Australya ji bo
xelkê misoger in li welatê ku daya kurd lê dimîne bi dest nakevin. Pereyên bêkariyê nayên
dayîn, mirovên xizan nikarin kar bi dest xin, pijîşk bêyî pere li rûyê kesekî nanihêrin, û her
weha. Diyên kurd û yên hemî civatên ji xizmetên civatî, tenduristî û perwerdeyî bêpar bi
pirranî di jiyana xwe de tûşî dijwariyên mezin têyên û pirr diêşên. Ji ber ku jiyana wan ne
hêsan e gellek day bi temenê 40 salîn pîr dibin û bi temenê 50 yan 60 salîn dimirin. Li welatên
ku tê de rewşa jiyanê baştir e, li milê din, temenê jinan bi pirranî 83 salan derbas dike.

Dema mirov ev cudabûna mezin di navbera civatên li paş manî û welatên rojavayî de dide
hember hev mirov wisa bawer dike ku endamên civatên rojavayî dê spasdar bin ku ji bo wan
ew qas fersend û xizmet hene. Lê gelo wisa be?! Hejmareke mezin ji wan her bi gazinc in, ji
rewşê ne razî ne. Kiryarên cerîmetê, dizî û zexelî di zêdebûnê de ne; hevberdana jin û mêran li
hin şûnan 30 % derbas kiriye û hejmara zaroyên ji mal direvin gihîştiye hezaran. Li welatên
cîhana 3yem û 4em mirov hesretê piçek azadî ye. Li welatine rojavayî, li milê din, azadî ew
qas zêde bûye ku xwebêja xwe wenda kiriye û bênex bûye. Wek nimûne, zaro û ciwan bûne
wek çêleka pîroz e, hema-hema çi bikin jî rê ji wan re vekirî ye; mirovekî nekes dikare tufe
rûyê serokwelatê xwe ke, wî rezîl û riswa bike; şagirtek dikare gotina ew dixwaze ji
mamostayê xwe re bike; kesek dikare gemara ew bixwaze li ser rûpelan çap bike û belav bike;
peya dikare li gel peyayî bizewice, jin li gel jinê; yê bixwaze dikare di taxên bajarine de, heta
li navendine fermî jî, derziyên heroînê li xwe xe… Hejmareke ji ciwanan da ku keyfa xwe
wînin cîh ziyanê digihînin cîhên giştî, wek trênan, otobûsan, telefonan, dîwaran û şûnên din.
Lê kesine ji welatên dîktator reviyanî jî dema digihên bajarên rojavayî nerxê buha yê azadiyê
ji bîr dikin. Lê ew pirsa jî çîrokeke din e. Matiryalîzm, li milê din, moralê, wûjdanê û hestên
mirovahî di gellek cîhan de brîn dike. Heta bi asyişê be nema êdî bi şêweyeke rêk û pêk
misoger e. Di beşine bajarên mezin yên welatên rojavayî de mirov nema diwêre bi şev di tax û
kolanên wan deveran re bimeşe. Tiştê balkêş ew e ku dema mirov di dezgeheke fermî ya
dewletên rojavayî de bixebite pirr caran divêt mirov behsa nimûneyên li jor hatinî diyarkirin
neke, yan wan wek nerênî bi nav neke, çimkî heke bike dikare wek kesekî “paşvemayî” yan
“xweperest” bête binavkirin! Hele em tew behsa nexweşiyên bajarên rojavayî nekin û mîrata
“STRESS” li şûnê bihêlin.

Helbet daniştvanên welatên belengaz û paşvemayî jî ji rewşa xwe razî nînin. Bajarên welatên
rojavayî di çavên wan de wek behuştê têyên xuyakirin. Wisa jî hejmara penaxwazên ku ji
welatên asyayî û afrîkayî bizava xwegîhandina welatên rojavayî dikin li gel hemî dijwariyan jî
her zêde dibe. Bêguman bi encama vê yekê jî dîsa day diêşên û di navbera hêvîtî û bêhêvîtiyê
de bi dilên tiji hesret ber bi mirinê diçin. Zaroyên wan jî xwe digihînin azadiya di nav
“STRESS” de. Hinekên din di kampên penaxwazan de neçar dibin ku şoreşgêriyê bikin, îcar li
hember “kapîtalîzma bêbext ku mafê mayînê nade,” û çendekên mafê penaxwaziyê êdî bi dest
xistine û pereyan ji kapîtalîzmê digirine tew li dij serilêdana Bill Clinton, serokê par yê DYE,
derdikevin xwepêşandanê û amade ne bi polîs re pev jî biçin. Bijî Azadî! Bila bêtir neyêt
gotin, yan na azadî dê li dij nivîskarê ku roj bi roj ber bi rastê ve diçêye jî bête bikarhanîn.

Gelo wêneyên li jor hatinî raber kirin ji realîteya cîhana me bin? Yan gelo berhemeke nivîskî
bin ku bi rengên reş-spî hatiye çîxizkirin?

(Mehname, hejmar 17)


BÎRHANÎNA RAPERÎN Û BIÇOLKETINA 1991ê LI BAŞÛRÊ
KURDISTANÊ

Şahînê Bekirê Soreklî: shahinsorekli@hotmail.com

Gotara li jêr di kombûneke di derbarê 10em salvegera serhildana 1991ê (li başûrê
Kurdistanê) û encamên wê de di kombûneke ji aliyê Nawendî Roşinbîrî Kurd le Australya de
hatî birêxistin hat pêşkêşkirin - Sydney: 22/4/2001 -

Di jiyana neteweyan de fersendên dîrokî hene ku mirov dikare wek fersendên zêrîn bi nav
bike. Heke di nav neteweyekê de rêxistinên jîrek yan komên zanyar, yan serokên jêhatî hebin
ku bikaribin ew fersenda zêrîn ji bo berjewendiya gelemper ya neteweya xwe bi kar wînin, wê
demê ew netewe dikare bi gavên mezin ber bi pêş biçêt. Li milê din, heke ew fersenda zêrîn
nehête bikarhanîn ew netewe dikare yan di cîhê xwe de bimîne, yan tûşî ziyaneke mezin bêt.
Wek nimûne heke Giuseppe Garibaldî di navbera salên 1848 û 1860 de ji bo yekkirina Îtalya
tênekoşiya û li dij hêzên otrîşî, yên frensî, piştgirên serdariya papayî û kiraltiyên biçûk yên
herêmê bi ser neketibûya heye ku Îtalyaya em îroj we welatekî yekgirtî û pêşkeftî dinasin li
holê nebûya. Li milê din, li deverên wek Emerîkaya latînî, yan welatên di bin karbidestiya
Ereban de, li gel hebûna ew qas fersendên dîrokî jî fersendên zêrîn bi şêweyeke rêk û pêk
nehatine bikarhanîn. Encam ji bo gelên welatên her du deverên navhatî îroj baş diyar e.

Wekî em dizanin, gelê kurd yek ji gelên Empiratûriya Osmanî bû. Di sedsala 19emîn de
ramana netewetiyê zor kêm dihat nasîn, lê li dû şerê cîhanî yê yekem û jihevbelavbûna
Emperatoriya Osmanî, ji 1918an û şûn ve, fersendeke zêrîn ji bo gelên di bin karbidestiya
osmanî de hat holê. Ev yekem fersenda zêrîn bû di sedsala 20emîn de ji bo neteweya kurdî ku
bibête xwediyê dewleteke serbixwe. Fersenda 2yemîn di salên şerê cîhanî yê 2yem û 2-3 salên
li dû şer bû. Ji 1940 ta 1947 fersendeke din ji bo Kurdan hebû ku bibin xwediyên dewleteke
serbixwe, yan nîvserbixwe. Wekî diyar e Komara kurdî ya bi navê Komara Mehebadê di wê
demê de hat damezirandin, lê mixabin Kurdan nikaribûn ya xwe bi ser xin. Fersenda 3yem di
dema şoreşa kurdî ya li başûrê Kurdistanê de bû ku di navbera 1958an û 1975an de bi
seroketiya Mustefa Barzanî domand. Fersenda 4em di sala 1991ê de, li dû şerê kendavê bû.

Wekî em dibînin, di sedsala 20mîn de bi kêmasî 4 fersendên zêrîn ji bo damezirandina


dewleteke kurdiye serbixwe hebûn, lê her 4 fersend jî bi şêweyên rêk û pêk nehatin
bikarhanîn. Helbete gellek sedemên dervayî jî hene ku mirov dikare bi nav bike. Kêşeya kurdî
yek ji aloztirîn kêşeyên cîhanê ye. Heke Kurd bindestên dewletekê bûna, yan li devereke
ewropayî bûna guman niye ku ew ê nuha xwediyên dewleteke serbixwe bûna, lê ji ber ku ew
di navbera 4 dewletên îslamî de beşbeş in û bi xwe musilman in serxwebûn, li gel ew qas
fîdakarî û têkoşîneke bi mêrxasî ku bêtir ji sedsalekê domandiye her bi dest neketiye. Mirov
dikare egerên din jî bi nav bike, wek siyaseta welatên rojavayî û Yeketiya Sovyêtî. Lê
mebesta vê axiftinê ne lênerîn û şîrovekirina egerên dervayî ye. Li milê din, gellek egerên
hindirîn yên bindestbûna Kurdan hene. Mixabin, ez ê nikaribim li vir yeko yeko behsa wan
bikim, lê ji bo min grîngtirîn egera ku xwe bi Kurdan ve girê dide ew e ku gelê kurd ta ber
çend salan gelekî bi pirranî gundî bûye, gelekî bi pirranî nexwende bûye û ji zanyariya
dîplomasî dûr maye. Bi encama vê yekê nikaribûye xwe wek neteweyekê bi şêweyeke rêk û
pêk bi hev gihîne, neyartî û nakokiya di navbera wan de ji bo sedemên corbecor domandiye.

Li dû pêşgotina li jor, ez ê vegerim raperîna adara 1991ê. Wekî em dizanin, li dû dagirtina


Kuwêtê ji aliyê hêzên îraqî de nefreteke cîhanî li dij karbidestiya Bexdadê hat holê. Hukûmeta
emerikî ya bi seroketiya George Buş yek ji mezintirîn kampanyayên siyasî û dîplomasî li dij
recîma Seddam Husên bi rê xist û ji dest hat der hêzeke navneteweyî, heke bi nav be jî, ji bo
rizgerkirina Kuwêtê bi hev gihîne ku hêzên welatine erebî jî di nav de bûn. Di rojên dawîn
yên şer de tevahiya cîhanê bi rêya televizyonê dîtin ku çawa endamên hêzên îraqî potînên
leşgerên emerikî radimûsine. Karbidestiya îraqî bêhêvî û bêmoral mabû û çaverê dihat kirin
ku recîma Seddam Husên ha îroj, ha sibe, têk biçe. Heke têye bîra we, dihat gotin ku Seddam
Husên li welatekî digeriya da ku li gel malbata xwe lê bibe penaber. Lê hukûmeta Buş, li
bervaciya gellek texmînan, hêrîşa li dij hêzên komarî yên Îraqê rawestand. Çend egerên vê
yekê hebûn:

1) Nebûna berdêlekê. Hêzên muxalefeta îraqî ji hev belav bûn û çi misogerî nebû ku ew ê
bikaribin di hukûmeteke îraqî de bibin yek.

2) Îraq bi milyaran dolar deyndara Rûsistanê, welatên rojavayî û yên din bû. Ew ditirsiyan ku
hukûmeteke nû deynên recîma Seddam Husên nede.

3) Ji ber ku recîma li Bexdadê bi tevahî teslîm bûbû, hukûmeta emerikî hêvî dikir ku tevahiya
mesrefê şerê kendavê û ziyana bi encama dagirtina Kuwêtê hatî holê ji recîma îraqî bi dest xe.

4) Erebistana Seûdî, Tirkiye û welatine din di wê tirsê de bûn ku Îraq têkeve bin karbidetiya
şîî û bibête berdevka recîma îslamî li Îranê. Wan, Dewletên Yekgirtî yên Emerîka, Îngliztanê
û welatine din baştir dîtin ku Seddam Husênekî li hember wan bêhêz li holê bimîne da ku
balansa herêmê, bi taybetî li hember Îranê, neyêt guhertin.

Lê serokê emerikî George Buş, bi amanca ku rexnegiriya ji aliyê emerîkiyan û alîne din de
pûç bike, ku di derbarê hîştina Seddam Husên li ser karbidestiyê de ne razî bûn, ragîhand ku
karê têkbirina desthelatdariya Seddam Husên yê gelê Îraqê bi xwe ye, ne yê hêzên welatê wî.
Bi encama vê gotinê û rewşa recîma îraqî tê de gelê kurd li bakur û şîiyiyên îraqî li başûr dest
bi raperîneke li dij karbidestiya li Bexdadê kirin.

Li başûrê Kurdistanê gelê kurd bi mêrxasî rabû ser lingan. Stemkariya bi dehan sal li dij wan
domandî, bikarhanîna bombeyên napalm û kîmawî li dij wan, kujtin û koçkirandana bi
sedhezaran û bizava jinavbirina gelê kurd li başûrê Kurdistanê ji bîra wan neçûbû. Di dilên
wan de agirê azadiyê gurr bûbû û wan li pêş çavên xwe çirûskên hêviya azadiyê û serxwebûnê
didîtin. Rewş ew qas ji bo Kurdan baş dihat xuyakirin ku heta noker û caşên ji bo recîmê di
kar de vegeriyan Kurdistanê. Mirov bi hezaran li hev kom dibûn, xwepêşandanan cîh digirtin,
dîlan û helperkan başûrê Kurdistanê dihejand, pêşmerge li bajar û bajarokan vegeriyabûn û
Kurdistan ketibû nav xewneke rengîn. Lê wekî her dem ev raperîna Kurdan jî yeke bêyî
tevdêr û xweamadekirin bû. Dema tank û helîkopterên hêzên îraqî gihîştin Kurdistanê hêzeke
ku bikaribe li hember wan ber xwe bide û bi ser keve li holê nebû, çekên di dest pêşmergeyan
de têre berxwedana li dij çekên nûjen yên hêzên îraqî nedikirin. Lê li vir tiştekî wisa cîh girt
ku fersenda dîrokî ji bo Kurdan ne ku kir zêrîn, lê kir almasîn. Zêdetir ji milyonek, hinek
dibêjin dora du milyon, Kurd bi zaro, jin, peya, ciwan û ixtiyarên xwe ve derketin ser çiyan û
bi çolê ketin. Bêyî guman berê jî di dîroka Kurdan de dîmenên wisa, heta heke ne bi vê
mezintiyê be jî, cîh girtibûn, lê îcar nefreta cîhanî li hember Seddam Husên û televizyonê rola
xwe leyiztin. Kamêreyên televizyonê wêneyên trajêdiya gelekî bi roj û şevan li hemî aliyên
cîhanê belav kirin û xistin mala her malbata ku televizyona xwe hebû. Rojnameyan, kovaran û
dezgehên radyo bi rojan behsa Kurdan kirin, bi hezaran gotar, hevpeyvîn û axiftin hatin
belavkirin, bi sedan xwepêşandan û konsêrên piştgiriya Kurdan li gellek welatan cîh girtin,
kesên ku di jiyana xwe de peyva “kurd” nebihîstibûn û nedizanibûn Kurd kî ne yan li ku dijîn
li ser taxan digiriyan, alîkarî ji bo Kurdên li ser çiyan û di nav newalan de mirin ji bo jiyanê
dabûn ber çavan dihat berhevkirin, pirs dihatin kirin ku çawa gelekî ku hejmara xwe bêtir ji
30 milyonan e bêyî dewleteke serbixwe ye û her weha. Bi gotineke din, bi encama raperînê û
van Kurdên ku her tiştê xwe li paş hîştibûn û di nav berf û ba û baranê de berên xwe dabûn
çiyan ûş bi çolê ketibûn tevahiya cîhanê Kurd û Kurdistan dîtin û trajêdiya kurdî hest kirin.
Emerîka û welatên hevalbend neçar man di bin zexta gelêrî ya navneteweyî de, bi taybetî li
bajarên ewropayî, emerikî, australî û kenedî xwarinê û alîkariyê bigihînin Kurdên li ser çiyan,
Tirkiyeyê neçar bikin ku cîh bide hejmareke ji wan û beşekî mezin ji başûrê Kurdistanê wek
herêmeke li dij firrokên îraqî parastî bi nav bikin.

Di ev germahiya rewşê de, di dema ku hêzên navneteweyî, rêxistinên dewletî û ne dewletî yên
welatên rojavayî, heta komeke ji 75 pijîşk û nêrsên ji hêza australî, li başûrê Kurdistanê bûn,
heke Kurdan tevdêr û plan hebûna, heke li nik wan zanyariya dîplomasiya cîhanî hebûya,
heke ew hevgirtî bûna, heke koordînasiyoneke rêk û pêk cîh girtibûya û endamên gelê kurd li
hemî beşên Kurdistanê rabûbûna ser lingan, guman niye ku Kurdan dê bikaribûna dewleteke
serbixwe li başûr îlan bikin û ev dewlet ê ta nuha wek rastiyeke li holê, wek defakto, ji aliyê
civata navneteweyî de hatibûya pejiarndin û heta parastin jî. Lê ji ber ku Kurd ji bo van şert
mercan ne amade bûn û ji ber ku welatên Kurdistanê parvedikin, cîhana erebî û dostên wan di
nav cîhana îslamî de li dij dewleteke kurdiye serbixwe bûn ev fersenda almasîn jî ji dest çû.
Helbete welatên ku Îraq deyndarê wan e beşbeşbûna Îraqê nedixwaztin, lê heke kurd di warê
dîplomasî û siyaseta dewletî de jîr bûna, hevgirtî û bi hêz bûna dê bikaribûna çareyekê ji bo
van dewletan jî bibînin. Ji ber ku li nik Kurdan van îmkanan nebûn, hinekan ji wan tenê bi
hestên atifî û li gor pîvanên ji realîteya rewşê dûr daxwaza îlankirina serxwebûnê dikirin. Di
nav van rojên germ û balkêş de serokên rêxistinên kurdî, li milê din (helbete bi encama
bêhêzbûnê û nebûna îmkanên li jor hatinî diyarkirin), li Bexdadê ketin dorê û yeko yeko rûyê
Seddam Husên maç kirin. Her kurdê ku li derve bi rojan xew nedîtibû, bi hefteyan ji bo
zêdekirina piştgiriya ji bo Kurdan têkoşiyabû; her dostê gelê kurd ku bi heyecan daxwaza
parastina Kurdan dikir, her siyasetmedar û serokê li welatekî biyanî bi dizî yan aşkere li
îmkana damezirandina dewleteke kurdî dinihêrî di şûna xwe de cemidî û dilsar bû. Baş têye
bîra min ku bi dîtina wê dîmena ramûsandina şermezariyê re ez di şûna xwe de hişk bûm, min
ji ber xwe ve şerm kir û dû re çûm di odeya xwe de, ji zaroyên xwe veşartî, giriyam. Li dû
beşdarbûna di dehan hevpeyvînên li gel radyo û televizyonê de ku mirov tê de Seddam Husên
wek neyar û kujerê Kurdan diyar kiribû, li dû nivîsandina ew qas gotar li dij recîma wî, li dû
axiftina di ew qas kombûn de ji bo birêxistina lobîyeke piştgiriya pirsa kurdî mirov ê bi çi
rûyî û li gor çi mentiqê êdî xwe li pêş mîkrefonekê bidîta, yan daxwaza piştgiriya dewleteke
kurdî bikira!

Li gel ew şermezariya mezin jî, dîsan hêvî hebû. Dema kurd di helbijartinan de beşdar bûn û
parlemana kurdî li Hewlêr dest bi kar kir li gellek aliyên cîhanê Kurd wek milltekî şaristanî
hatin binavkirin, mîdyaya welatên demokrat pesna wan dan û dostên gelê kurd careke din bi
dizî û aşkere behsa pêkaniya damezirandina dewleteke ji bo Kurdan kirin. Lê îcar jî ew
nakokiya di navbera her du rêxistinên kurdî yên serke de, ku bi dehan sal e dikele, careke din
dest pê kir û şerê navxoyî bi rê ket. Kurd car din li pêş çavên cîhanê wek gelekî çiyayî, gelekî
şerûde, gelekî mirîdşêwe û nezan hat xuyakirin. Tawanbarên birêxistin û domandina nakokiyê
û şer ne tenê serok û serdarên rêxistinan bûn, lê her kesê ku piştgiriya şer dikir û agirê
nakokiyê geş dikir, eger û sedem çi dibin jî. Di vî şerî de mafdar û nemafdar nebûn. Her aliyê
di şer de beşdar û her kes û koma piştgiriya şer dikir tawanbar bû çimkî berjewendiya gelê
kurd ji bo xatirê berjewendiya hizbî dihat pelixandin, çimkî ev şer û ev nakokiya dibûn egera
beşbeşkirina gelê kurd, yan beşekî ji wî, çimkî şerxwazan hêvî dikirin ku her kesî ji bo xwe
bikin yar û li dij aliyê din bikin neyar. Tew hinekan ji wan carine bêyî şermezarî bi îsrar ji
mirovî daxwaz dikirin ku layengiriya xwe aşkere bike û di derbarê şerê di navbera her du
aliyan de serbixwe û bêlayen nemîne. Îroj serdarên PDK û YNK bi xwe jî êdî dizanin ku bi
necama şer û nakokiyê çiqa ziyan gihîşt gelê kurd û rêxistinên wan bi xwe jî, baş dizanin ku
şer û nakokiya di nav rêxistinên kurdî de li berjewendiya dewletên xêrnexwaz e û çak dizanin
ku tenê bi yekgirtinê amancên mezin dikarin bi dest kevin. Ev jî encameke erênî ye. Ji bo her
kurdê dilsoz berbihevhatina her du aliyan mizgîneke xêrê ye. Hêviya min mezin e ku her du
alî jî ji şaştiyên salên par fêrî derseke mezin bûbin û nema careke din li hember hev û din
çekan hilgirin.

Li gel hemî şaştiyên hatinî holê jî, li gel hemî tecrûbeyên diltezîne jî, bi dîtina min ji bo her
kurdê têgihîşt, ji bo her kurdê niştimanperwer û ji bo her kurdê mirovhej piştgirî û
xwedîderketina li başûrê Kurdistanê erk e. Çiqa me rexne di derbarê siyaseta Yeketiyê û
Partiy de hebin jî navêt em rewşa li başûrê Kurdistanê sabote bikin. Pêşkeftina li başûrê
Kurdistanê cîh bigire ji bo tevahiya neteweya kurdî serkeftin e. Têkçûna tecrûbeya li başûr, li
milê din, dê bibête yek ji mezintirîn karîsatên bi ser neteweya kurdî de hatinî. Têkçûna
karbidestiya kurdî li başûr ê ne tenê bibête destpêka qonaxeke reş û tarî ji bo daniştvanên
başûrê Kurdistanê, lê dê têkoşîna neteweyî ya kurdî bi dehan sal ber bi paş biavêje. Ne tiştekî
baş e ku em tenê behsa kêmasiyên her du rêxistinan bikin. YNK û PDK di van salên dawîn
de, bi taybetî li dû rawestandina şerê navxoyî, gavên mezin avêtine, hem di warê pêşvexistina
herêmî de, hem di warê pewendîgirêdana navneteweyî û dîplomasî de. Bila em baş bizanibin
ku neyarên Kurdan her hêvî dikin ku Kurd li şax, di nav çiyan de, şer bikin, heta li dij hêzên
wan jî. Ew naxwazin Kurdan di parlemanan de bibînin, naxwazin radyo û televizyonên wan
hebin, naxwazin ew kêşeyên xwe bi guftûgo çareser bikin. Ew ê her tiştê ji dest wan tê bikin
ku Kurdan li dij hev û din têxin nav şer. Eger kurdek di rewşa îroj de, eger çi dibin jî,
têkbirina karbidestiya kurdî ya li başûrê Kurdistanê ji bo xwe bike amanc, yan bizava
ziyangîhandina ji bo rewşa li başûr bike, ew ê, çiqa ne bi şêweyeke rasterast be jî, piştgiriya
amanc û daxwazên neyarên Kurdan bike.

Di nav Kurdan de hinek kes hene ku ji PDK û YNK wê yekê dipên ku di rewşa îroyîn de
başûrê Kurdistanê bikin wek welatekî ewropayî. Heke mirov realîteya Kurdan û welatê wan
bide ber çav dê baş tê bigihê ku li gel hemî dijwarî û astengên li holê jî rewşa li herêmên di
bin karbidestiya kurdî de ji ya li gellek welatên serbixwe li Rojhelata Navîn û welatên wek
Afxanistanê û hinekên afrîkayî baştir e. Li milê din, li gel hemî kêmasiyan jî, demokrasiya li
başûrê Kurdistanê heye li welatên herêmê niye. Ji aliyekî din ve, gavên di derbarê
pêşvexistina mîdyayê, perwerdekirinê û şênkirinê de hatinî avêtin gavên mezin in. Helbete me
hêviyên mezin hene û me mafê rexnegiriyê heye, lê divêt em çi caran realîteya Kurd û
Kurdistanê û ya herêmî ji bîr nekin û divêt ji bîra me neçe ku başûrê Kurdistanê di ev
tecrûbeya xwe ya dîrokî de hewcedarî bi neyartiya me nîne. Hewcedariya wê bi alîkariya me,
bi evîna me û bi piştgiriya me heye. Hîn jî başûrê Kurdistanê ji bo neteweya kurdî hêviyeke
mezin e. Ji bo vê hêviyê em hemî deyndarên her kes û koma di raperîna 1991ê de beşdar bûnî
ne, spasdarên her mirovê ji bo Kurd û Kurdistanê jiyana xwe pêşkêş kiriye ne.

Bila zanyarî, hevgirtin û azadî şûna nezantiyê, neyartiyê û bindestiyê bigirin. Bi hêviya rojên
baştir ji bo Kurd û Kurdistanê.

(Mehname, hejmar 16)

HELEBÇE LI DÛ 13 SALAN
Şahînê Bekirê Soreklî: shahinsorekli@hotmail.com

Li Kurdistanê û her şûna ku Kurd lê hene ev bûn çend roj bi şêweyeke diltezîne bêtara
Helebçe têye bîrhanîn û istinkarkirine. Wekî diyar e di şeva 16 li ser 17ê adara 1988an de bi
encama bikarhanîna xazên jehrî û kîmawî li Helebçe dora 5000 kesên bêtawan, jin û zaro di
nav de, jiyana xwe wenda kirin. Ber tevkujtina Helebçe cîh bigire jî bi hezaran Kurd li şûnên
din bi encama kampanyaya Enfal bi şêweyên cuda hatin girtin, wendakirin û kujtin, wek
wendabûna 8000 barzaniyan, koçkirandana bi hezaran Kurdên feylî û jehirberdana bi ser
deverine li Badînan û şûnin din. Nayêt veşartin ku dîroka gelê kurd bi bêtarên diltezîne dagirtî
ye, ji Helebçe bigir ta Dêrsimê; ji Dêrsim bigir ta Kela Dimdimê; ji Mehebadê û Agirî bigir ta
Kerkûkê. Ji koçkirina salên 20an û 30an bigir ta encamên raperîna 91ê û her weha.

Wekî em dizanin dem û dewran tête guhertin; roj, meh, sal û çerxên demê her di rêya xwe
diçin û li benda kes û civat û neteweyan namînin. Di salvegera Helebçe ya îsal de ez ê çi
helbestan pêşkêş nekim, ne jî felekê bi xiyanetê tawanbar bikim. Li şûna girî û şînê û hevokên
bi pevên rengîn hatinî xemilandin, ez ê bipirsin, "Gelo mirina 5000 Kurdan çi xwebêj hebû?"

Helbete mirina wan trajêdiyeke mirovahî bû, helbete mirina wan bû egera birêketina çemên
janê di nav dil û hişên xwediyên wan de, helbete ji bo neteweya kurdî bûyereke bi xem bû ku
dê neyêt jibîrkirin. Lê pirs ne ew e. Pirs ev e: Gelo neteweya kurdî bi encama cîhgirtina
bûyerê fêrî dersekê bû?

Da ku neteweyek ji bûyereke dîrokî fêrî dersekê bibêt, divêt ew bûyer bi şêweyeke durist bête
zelalkirin; divêt cîhgirtina wê bêtarê, eger û encamên wê bi şêweyeke rasteqîne têkevin nav
rûpelên Dîrokê. Divêt bête aşkerekirin, çima Helebçe û ne bajarekî din? Gelo ber karbidestên
Bexdadê biryara bikarhanîna çekên kîmawî bigirin çi li Helebçe û doraliyên wê cîh girtibû,
hêzên çi dewletan û çi rêxistinan li wir bûn? Ta ku van pirsan bi şêweyeke rêk û pêk neyên
bersîvkirin girtina ibretên rêk û pêk jî dê ne pêkan bêt. Li gor dîtina min, dîroka gelê kurd bi
şêweyeke rêk û pêk, bi şêweyeke sed ji sedî durist, bi şêweyeke bi tevahî rasteqîne nayêt
nivîsandine. Lê li gel wê jî ez bawer im ku gellek ronakbîrên Kurdan yên îroj û hejmareke ji
rêxistinên kurdî qe nebe dersek ji bêtarên bi serê gelê kurd de hatinî ta radeyekê girtine, lê
tenê ta radeyekê! Ew jî ew e ku berdewamkirina şer li Kurdistanê di nav şert û mercên îroj de
ne li berjewendiya Kurd û Kurdistanê ye, çimkî bedewamkirina şer ji bo xatirê şer xwebêja
wêrankirina Kurdistanê dide, xwebêja koçkirina Kurdan û valabûna welatê wan dide, xwebêja
jihevketina şêweke jiyana civatî û gelêrî dide.

Di hevpeyvîneke li gel Sefwet Reşîd Sidqî de, sekretêtê beşê Sulêmaniyê yê Rêxistina Mafên
Mirovên Kurdistanê, min ji wî jî pirsî heke Kurd ji bêtara Helebçe fêrî dersekê bûbûn. Bersîva
wî jî ew bû ku “mixabin, na, Kurdan bi şêweyeke ilmî, bi şêweyeke zanyarî, di derheqê hemî
aliyên xwe bi wê bêtarê ve girêdidin, derseke rêk û pêk negirtine, lê divêt bête gotin ku her du
partiyên serek, PDK û YNK, wê bizavê dikine ku car din kiryareke wisa li başûrê Kurdistanê
cîh negire, û heye ku ji ber wê ye ew di rêya xwe ya siyasî ya li gel hukûmeta îraqî de miqayit
in...” (Kesên bixwzibin guhdare hevpeyvîna li gel birêz Sefwet Reşîd Sidqî bikin, bila bi
kerema xwe seri li www.sbs.com.au xin û ji beşê RADIO li "kurdish" bigerin; YAN ji
www.kurdishmedia.com -deng û bas- guh bidin hevpeyvînê).

***

Cîhana me ketiye nav çerxeke nû. Pêşkeftin û serkeftina neteweyan nema bi qehramantiyê û
boketiyê tête pîvan, lê bi bi zanistiyê, bi pêşevçûna teknolocî, ramyarî û aborî. Xwendia
helbestên qenc di derbarê Helebçe de tiştekî baş e, lorandina sirûd û meqaman di şûna xwe de
ye, lê di ev çerxa dîrokî de Kurdan hewcedarî bi gavên nûjen heye.

Li bajarên welatên rojavayî hinek pîr û kalên nexweş daweyên dadmendî li şirket û dezgehan
vedikine, bi iddîaya ku di dema ciwantiya wan de li şûnên kar hevalên wan cigare
dikişandine. Ji xwe re têxe pîvanê. Pîrek bi sedan hezar dolar bi dest dixe çimkî ber 20, 30 yan
40 salî di şûna karê wê de du kesan, yan sê kesan cigare dikişandine. Li aliyê din, bi ser
tevahiya bajarekî de xazên kîmawî têyên berdan, bi hezaran kes dimirin û bi hezaran tûşî
ziyanên giyanî û nefsî têyên, bêyî ku yek dolar jî bi encama ziyana li wan bûyî bête dayîn.

Di nav çend salên borîn de li Emerîka û welatine ewropayî daweyên dadmendî li dij bi dehan
şirket û dezgeh hatin birêxistin û bi milyaran dolar ji wan hat xwaztin û girtin jî. Çima? Çimkî
van dezgeh û şirketan peywendî li gel karbidestiya nazî ya bi seroketiya Hitler re hebûn. Bi
hezaran cihûyên di salên 30an û 40an de tûşî ziyanê hatinî, yan bav û dayên wan bûnî qurban,
û kesên ji aliyê naziyan de bi darê zorê ketinî ber kar dawe li van şirketan vekirin û gellek ji
wan di amancên xwe de bi ser ketin. Ne tenê şirket û dezgehan, lê her weha hukûmeta almanî
jî, neçar man bi milyaran dolar wek berdêla ziyanê û janê bidin.

Da ku kurd bikaribin li gor dem û dewranê ber bi pêş biçin divêt ew jî li gor pîvanên çerxê
gavan ranin. Di rewşa îroj de kurd ne xwediyên van îmkanan in û tenê dikarin di kombûn û
xwepêşandanan de dilên xwe honik bikin û hestên xwe rihet bikin; yan heye ku çend mirov bi
rêya damezirandina komîtiyekê, yan bi rêya amadekirina konferensekê, daxwazeke wisa
bikin. Li gel ku sûdeke bi sînor ji kiryarên wisa heye jî, çaverê nayêt kirin ku ew şirketan û
dewletan neçar bikin da ku bi milyonan dolar ji bo peywendiyên xwe yên li gel karbidestiya
hukûmeta çekên kîmawî bi ser xelkê Helebçe de berdanî bidin. Ji bo encameke wisa
bikarhanîna dezgehên parêzgeriyê yên pispor divêt, birêxistina proseyên dadmendî divêt.
Mixabin ji bo bikarhanîna van dezgehan û birêxistina van proseyan jî pere divên, ne ku hezar
û deh hezar dolar, lê bi milyonan dolar, çimkî dezgehên van proseyan bi rê dixin gellek pere
dixwazin û van proseyan bi salan didomînin. Ji lewre ji bo amadekirin û birêxistina proseyên
bi vê nolê xweamadekirin û hevgirtin û xebateke dijware dûr û dirêj divêt. Xebateke wisa
divêt ji aliyê rêxistinên hevgirtî de bi rêkeve. Rêxistinên hevgirtî divêt kesên şareza û têgihîst
bi kar wînin û gelê kurd jî divêt ne tenê bi axiftin û atîfeyê bête pêrgîna xebateke wisa, lê bi
dayîna pereyan. Tenê wê demê hêvî dikare hebe ku lêkolîneke rêk û pêk cîh bigire, ku îspatên
bi dokûment bigihên dadgehên navneteweyî, ku piştgiryeke dîplomatî ji welatine bête
bidestxistin, ku pêkaniya wergirtina berdêleke aborî ji bo Helebçe û qurbanên wê bête holê.

Bêyî guman e ku hem Îraq û hem Îran berpirsiyarên cîhgirtina bêtara Helebçe ne, çimkî di wê
demê de şerek di navbera van her du dewletan de hebû û yek ji egerên bikarhanîna çekê
kîmawî hebûna hêzên îranî li wan herêman bû. Heke karbidestên Îranê rast bi encama
cîhgirtina vê trajêdiyê xemgîn û poşman in, de gelo çima pirsa Helebçe ranakin pêş dezgrhên
rêxistina Neteweyên Yekgirtî, çima alîkariya aborî ji bo proseyeke dadmendî nadin? Van
pirsan divêt aşkere ji hukûmeta îranê bêyên kirin.

Kurd divêt di derbarê dîroka xwe de kûrtir lê bikolin, hûrtir lê binihêrin, ne ku ew jî wek
dewletên propagandîst bûyerên dîrokî xar bikin, yan tenê bi şêweyeke atifî li wan bûyeran
bibihêrin. Van gotinan bi hêsanî têyên gotin, lê mixabin bicîhkirina wan ne hêsan e. Ji bo
neteweyeke ku pirraniya xwe nexwende ye, ku endamên wê bi pirranî nedizanin bi zimanê
xwe bixwînin; ji bo Kurdên ku bi dehsalan di bin karbidestiya dewletên nedemokrat de mane;
ku hîn rojnameyeke rojane bo wan nîne, rojnameyeke ku ji aliyê pirraniya daniştvanên hemî
beşên Kurdistanê de bête xwendin, gihîştina amancên mezin ê dijwar bimîne. Li gel rastiya
diltezîne û îmaknên bi sînor jî, pêşkeftineke bi sînor di nav Kurdan de heye û çirûska hêviyê
bi tevahî ne wenda ye. Em hêvî bikin ku endamên neteweya kurdî bikaribin di ev çerxa
dîrokiye nû de bi gavên mezintir ber bi zanyariyê, ber bi fêrbûnê û ber bi hevgirtinê biçin. Em
hêvî bikin ku mirina cangorên Helebçe û hemî bêtarên bi ser Kurdan de hatinî; brînbûn û
seqetbûna bi hezaran, bêkelk nemîne. Em hêvî bikin ku sûdeke neteweyî, qe nebe di pêşerojê
de, ji xwîn û hêstirên wan rijandinî li Kurdistanê bi dest keve.

(17/03/2001)

(Mehname, hejmar 16)

ERMENÎ Û KURD
Şahînê Bekirê Soreklî: shahinsorekli@hotmail.com

Ber çend rojan mamûr, firoşkar û karmendên ermenî li Lubnanê di girêvekê de beşdar bûn û ji
bo nîvrojekê karê xwe eware kirin. Çima? Bi ev kiryara xwe wan nerazemendiya xwe diyar
kirin ku çima serokwezîrê Lubnanê wezîrekî 2yem ji nav civata ermenî naxe nav hukûmetê.
Rêxistinên ermenî cîhgirtina girêvê xwaztibûn û ji partiyên lubnanî piştgirî hêvî kiribûn.

Sîboh Hofnaniyan yê ermenî, ku berê di hukûmeta lubnanî de wezîrê Ciwanan û werzişê ye, ji
çapemeniyê re da zanîn ku girêva Ermeniyan ne li dij hukûmetê ye, lê ji bo diyarkirina
xemgîniya civata ermenî ye ku çima wan li şûna wezîrekî du wezîr di hukûmeta lubnanî de
nînin.

Hêjayî gotinê ye ku ji salan û vir de ye li Lubnanê civateke kurdî heye. Piranniya wan bi salên
dûr û dirêj ji hemwelatiya lubnanî bêpar mane û rastî dijwariyên mezin hatine. Ji bo wan ne
radyo, ne rojname û ne jî xwendegeh hatine damezirandin û wisa jî endamên nifşê nû ji
Kurdan bi pirranî bi zimanê kurdî nedizanin.

Ev li aliyekî, li aliyê din, di nav çend mehên borîn de seneta emerikî û parlemana frensî li gel
hemî bizavên dewleta tirk jî, neheqî û stemkariya di sala 1915 de li Ermeniyan bûnî wek
jenosîd (qetliyam) binav kirin. Li milê din, ji bo gelekî ku hejmara xwe ji 30 milyonan zêdetir
e û di sedsala 20emîn de ew qas neheqî lê bûye, çI welatên cîhanê biryareke bi vê nolê
negirtine.

Mebest li vir ne ew e ku Ermenî ne layiqî piştgirtin û alîkariya navneteweyî ne, lê ew e ku


mirov ji xwe bipirse, gelo çima Kurdan nikaribûne qezencên wisa bi dest xin.

Bi dîtina min du bersîv ji bo vê pirsê hene, yeke bi Kurdan ve girêdayî û yeke bi cîhanê ve
girêdayî. Kurdên li derve, bi taybetî di nîvê yekem yê sedsala 20mîn de, nikaribûne xwe bi
şêweyeke rêk û pêk organîze bikin. Heta di nîvê 2yem yê sedsala borîn de jî ji dest Kurdên li
derve nehat der ku xwe li gor realîteya cîhanî û bi şêweyeke zanyariye dîplomasî organîze
bikin. Rêxistinên Kurdan yên li derve hebûn jî bi pirranî xwe wek siyasî û marksîst, yan
"şoreşgêr," îlan kiribûn. Hejmara wan li derve, her weha tecrûbeyên wan, bi sînor bûn,
peywendiya wan li gel endamên civata mezin hema-hema nebû; zanyariya dîplomasî û
îmkanên leyiztina rolên rêk û pêk di nav civatên rojavayî de her weha li nik wan nebûn. Tenê
li vir yan li wir hindek çalakiyên bi kelk yan balkêş cîh digirtin ku kesên nekurd eleqedar
dikirin, lê ne çalakiyên wisa ku bikaribin guhertinên mezin di derbarê tevahiya gelê kurd de
wînin holê û çareyên tevahî û berdewam ji kêşeya gelê kurd re bibînin. Rêxistinên Kurdan, li
gel ku xwe wek temsîldarên Kurdan bi nav dikirin jî, di çavên cîhanê de wisa nedihatin dîtin,
ne jî rêxistinên wan xwediyên bernameyeke hevbeş bûn. Ermenî li milê din, wek endamên
neteweyeke xisristiyan, li ku be jî di kilîseyên xwe de gihîştine hev e, li deverekê kom bûne û
zaroyên xwe rêkirine xwendegehên ermenî ye. Heta li welatên Rojhelata navîn be jî, kilîse û
xwendegehênm wan, rêxistinên wan yên çandî û klûbên wan kar û xebata xwe domandine. Lê
ji bo Kurdên ku musilman in li Rojhelata Navîn van mafan nehatine dayîn û li derve jî ji dest
Kurdan nehatiye der ku navendên çandiye ku bikaribin tevahiya Kurdan di nav xwe de ji
siyasteta partiyan dûr bi yek kin bi rêxin. Ne jî civatên Kurdan dikaribûne xwe li yek dever
bigihînin hev, xwendegehên xwe vekin û di helbijartinên welatê ew lê de bibin xwediyên
roleke wek ya Ermeniyan.
Ji aliyê din ve, Ermenî xwediyên dewleteke serbixwe ne. Çawa be jî dewleta wan dikare ji
gellek aliyan de alîkariya Ermeniyan bike û Ermeniyên li derve jî dikarin alîkariya wê bikin.
Kurdan dewletên serbixwe nînin. Di dema ku tenê Tirkiye wek welat carine li dij amancên
Ermeniyan dengê xwe radike, li dij Kurdan çar dewletên herêmê û bi dehan dostên wan hene.
Ziyana siyasî û aborî ku dikare ji piştgiriya neteweya kurdî bêt ji piştgiriya gelê ermenî nayêt.

Bi kurtî, divêt Kurdên li derve ji Ermeniyan fêrî dersan bibin, graniyeke mezin bidin xebata
çandî û li her welatê ew lê li gor rewşa wî welatî kar û xebata xwe bikin, wek civateke
yekgirtiye ne di bin bandora fermanên partiyên siyasî de. Divêt Kurdên li derve, bi taybetî
endamên nifşê nû, xwe têkiliye siyaseta wî welatî bikin, di kar û xebat û perwerdekariyê de
ceddî bin, di rêxistinan de cîh bigirin û wek hemwelatiyên wî welatî rola xwe bileyizin, da ku
bikaribin di eynî demê de sûdekê bigihînin civata kurdî ya li wî welatî û tevahiya Kurdan. Wê
demê ew ê bikaribin hem sûdê bigihînin xwe û zaroyên xwe, hem jî tevahiya neteweya kurdî.
Ta ku mirovên wisa bi hejmarên layiq xwe negihînin holê pêşveçûna rewşa Kurdên li derve
dê bi sînor bimîne. Çawa be jî di van salên dawîn de gavine erênî hatine avêtin. Em hêvî bikin
ku Kurdên li derve bikaribin di salên li pêş de îmkanên mirovî û maddî bi dest xin da ku
bikaribin nasnameya xwe biparêzin û sûdeke mezintir bigihînin neteweya kurd.

(2/2001)

(Mehname, hejmar 15)

KURDÊN SÛRIYEYÊ Û DAXWAZÊN WAN


Şahînê B. Soreklî: shahinsorekli@hotmail.com

Li dû ku Beşar el Esed wek serokkomarê Sûriyeyê hat helbijartin hindek guhertinên bingehîn
di warên siyasî, bazirganî û siyaseta hindirî û dervayî de cîh girtin. Bi encama vê guhertinê
Kurdên Sûriyeyê jî dest pê kirin bi şêweyeke vekirî û zîz xwedî li mafên xwe derkevin û
bizava birêxistina guftûgoyeke bi sûd li gel hukûmetê bikin.

Rojnameya El Heyat ya erebiye londonî di hejmara 3/2/2001 de gotareke di derbarê Kurdên


Sûriye de weşand, tê de diyar dike ku Kurdan jî gavên ber bi cîhgirtina di guftûgoya neteweyî
ya sûrî de ranane. Li gor gotarê, Kurdên Sûriyeyê bi pirraniya xwe diyar dikine ku "daxwazên
wan kurdî ne, ne kurdistanî; ku ew bi çi rêxistinên kurdî yên li dervayê Sûriyeyê ve ne
girêdayî ne; ku ew dixwazin erf û tore, ziman û xusûsiyatên xwe di nav çarçeveya
hemwelatiya sûrî de biparêzin."

Di van demên dawîn de Komeleya Bedirxan ya Çandî li Qamîşlê kombûnek bi dar xistiye ku
tê de 300 kes beşdar bûne. Ji beşdaran hindekan gazinc kirine ku di derbarê Kurdan de çi
guhertin hîn nînin, hindekên din behsa hebûna nêşanên erênî kirine. Ji aliyekî din ve,
Hevgirtina Demokratî ya Kurdî li Sûriyeyê beyannameyek belav kiriye ku tê de ji hukûmeta
sûrî guhertinan hêvî dike û wê daxwazê dike ku ji bo hemî hemwelatiyan wekhevî û rêzgirtina
ji qanûnê re hebe, ku kurd wek hemwelatî mafên xwe bigirin. Selah Bedreddîn, serokê
Yekitiyê, ji aliyê xwe de nameyeke vekirî ji serokkomar Beşar el Esed re rêkiriye û di nameya
xwe de vê pirsê dipirse: Ma gelo guhertineke ber bi Demokrasiyê dikare li Sûriyeyê cîh
bigire, bêyî ku rewşa di derbarê Kurdan de bête çareserkirin? Birêz Bedreddîn behsa hebûna
2,5 [milyon - Mehname] Kurd li Sûriyeyê kiriye, ku ji wan 150 000 ji hemwelatiyê û mafên
pê ve girêdayî bêpar in.

Ev hemî li aliyekî, Tevgera Neteweyî ya Demokrat bi seroketiya Merwan Zirkî, wê jî xwe


livandiye û dixwaze kongreya damezirandina xwe bi rê xe. Li gor Zirkî, divêt berjewendiya
neteweyî ya gelemper (mebest sûrî ye) ber her tiştî be û divêt mafên Kurdan li gor rewşa sûrî
hêdî-hêdî bêyên dayîn. Cîhê gotinê ye ku gellek aliyêîn kurdî ji mêj ve ye Zirkiyê ku tête
gotin ji şamê ye wek berdevkê dewletê bi nav dikin.

Gotar diyar dike ku Ebdil Hemîd Derwêş, serokê Partiya Demokrate Pêşverû li Sûriyeyê, ber
hemiyan di gotareke di kombûneke li şamê de hatî xwendin behsa Kurdan kiriye, ku çawa
wan roleke mezin di dîroka welêt de leyiztine, lê ji mafên xwe bêpar mane.

Rêxistinên di gotarê de hatinî binavkirin ne yên tenê ne. Rêxistinên Kurdên Sûriyeyê yên din
jî di derbarê vê pirsê de ne bêdeng in.

Wekî ji vê gotarê diyar dibe, kêşeya Kurdên Sûriyeyê jî pirrbûna rêxistin û berpirsiyaran e.
Hebûna partiyan li hemî welatên cîhanê helbet tiştekî normal e, lê guman tê de niye, heke
Kurdên Sûriyeyê bi yek deng û di bin navekî de di ev qonaxa grîng de daxwaza mafên xwe
kiribûna, graniya wan dê bêtir bûye. Li gel ku hindek nêşanên pêşveçûna di derbarê yekgirtinê
de hene jî, Kurdên Sûriyeyê nikarine xwe bi şêweyeke grantir li holê feriz bikin çimkî ji hev
belav in û hejmara malxeyan ji hewcedariyê zêdetir e. Ji bo wan eniyeke yekgirtî divêt da ku
bikaribe roleke mezntir di siyaseta welêt de bileyize û mafên Kurdên Sûriyeyê di pratîkê de bi
dest xe.
(Mehname, hejmar 15)

DI NAVBERA DU NEHEQIYAN DE

Şahînê Bekirê Soreklî: shahinsorekli@hotmail.com


Nuha gotareke Şahînê Bekirê Soreklî di derbarê encamên dadkirina du lîbiyan de li Hollende.
Ramanên di gotarê de şexsî ne û peywendî li gel bernameyê û dezgeha SBS nînin.

Wekî diyar e beşekî neteweperestên ereb û musilmanên tundrê li hember Dewletên Yekgirtî
yên Emerîka û welatine ewropayî bi nefret in. Ew cîhana rojavî bi pirranî ji bo xwe wek
mezintirîn neyar dibînin. Gellek egerên ev nefreta veşartî, nîvveşartî, yan aşkere hene. Hindek
ji wan egeran evên li jêr in:

1- Egerên dîrokî ku xwe têkiliye bûyerên bi sedan sal berê cîh girtinî dikin, bi taybetî hêrîşên
hêzên ewropayî yên di sedsala 13emîn de ji bo girtina qudsê, hêrîşên ku bi serkeftina hêzên
îslamî bi seroketiya Selaheddînê Eyûbî bi dawî hatin, û dagirkirina welatine erebî di sedsalên
19an û 20an de.
2- Damezirandina Israîl û piştgiriya emerikî ya berdewam ji bo wê.
3- Egerên çandî û olî û tirsa ku erf û toreyên nûjen, ku bi pirranî ji Emerîka û Ewropa têyên,
bibin sedema têkçûna erf û toreyên wan. Jê bêtir gellek musilman û Ereb, bi encama hêvotina
rêhişkan, wisa bawer in ku welatên xiristiyanî ji bo têkbirina ola wan têdikoşine.
4- Pêşkeftina demokrasiyê û lîberalîzmê li cîhana rojava û tehlûkeya vê yekê ji bo karbidestên
dîktator û olperestên rêhişk.
5- Pêşkeftina ekonomî, teknolocî û hêza leşgerî li welatên rojavayî û paşevemayîna pirraniya
cîhana îslamî û erebî.
6- Ezotiya welatên rojavayî û şirketên wan.
Ji dema damezirandina Israîl di sala 1947an û vir de cîhana îslamî û erebî bi pirranî Îngliztan
wek berpirsiyara jidaybûna wê dîtin û dewleta cihû wek nazika li ber dilê Emerîka bi nav
kirin. Bêyî guman ev dîtina wan ta radeyeke bilind di cîh de ye. Emerîka ji bo xatirê Israîl tûşî
ziyaneke gellekî mezin tê, lê dîsa jî nikare li dij Israîl çi biryaran bigire. Gellek egerên vê yekê
hene, lê hersêyên herî grîng bi dîtina min ev in:
1) Cihû li DYE gellekî bi hêz in; di dezgehên aborî, bazirganî, teknîkî, çandî, hunerî, mîdyayî
û pîşesazî de xwediyên rolên mezin in.
2) Cîhana rojavayî li hember tadeyên li cihûyan bûnî xwediyên hestên tawanê ne. Cihû
tadeyên ji sedsalan û vir de li wan bûnî, bi taybetî yên di dema karbidestiya nazî de, bi
şêweyeke berdewam bi bîra cîhanê tînin.
3) Di salên borîn de hebûna Israîl li devera Rojhelata Navîn ji bo egerên stratêcî û siyasî ji bo
DYE û welatine ewropayî grîng bû, lê bi encama pêşkeftina teknolocî û guhertinên şert û
mercên bazirganî ev egera nema êdî ew qas grîng e.

Ji ber ku Emerîka welatekî gellekî bi hêz e û ji ber ku bi encama bihêzbûna wê hejmareke ji


hukûmetên welatine erebî û îslamî neçar in ji bo parastina berjewendiyên xwe li gel Emerîka
dost bimînin, welatine, yan komine, erebî û îslamî, ku nikarin li dij hêza emerikî şer bikin, di
nav sîh salên borîn de dest bi kiryarên ku di rojên îroj de wek ?terorîst? têyên binavkirin,
kirin. Di kiryarên wisa de pirraniya yên dibin qurban ne leşger, lê kesên medenî û bêtawan in.
Hêrîşên li dij amancên medenî carine dibin sedema cîhgirtina neheqiyên mezin. Wek nimûne,
di dema şerê lubnanî yê navxoyî de hejmareke ji emerikiyan û ewropiyan li Lubnanê ji aliyê
rêxistinine rêhişk de hatin revandin. Hindek ji wan bi salan wenda man û tûşî tadeyên giyanî û
nefsî hatin. Pirraniya van kesan mamosta, rojnamevan û ronakbîr bûn ku sempatiya wan li gel
gelê ereb hebû. Lê li pêş çavên rêhişkan ew ?emerikî? yan ?ewropayî? bûn û vê yekê bi serê
xwe her tişt helal dikir. Serdarên rêhişk ferman didan û mirîdên wan bêyî pirs ferman bi cîh
dikirin.

Di destpêkê de bi pirranî rêxistinên filistînî yên çep kiryarên ?terorîst? dikirin, lê di van salên
dawîn de yên kiryarên wisa bi rê dixin bi pirranî rêxistinên olpereste tundrê ne ku alîkariyeke
bi dizî ji welatine digirin. Di dema ku kiryarên wisa ji aliyê cîhana rojavayî de wek ?terorîst?
têyên binavkirin de, beşekî mezin ji cîhana erebî û îslamî wan wek kiryarên şorêşgêrî û
adilmend bi nav dikin.

Nimûneyeke ji van kiryaran bûyera bi navê Lockerbie ye ku di sala 1988an de cîh girt û tê de
270 kesên bêtawan hatin kujtin, di nav wan de gellek jin û zaro. Bêyî guman ji yên hatinî
kujtin gellek kes ne li gel siyaseta emerikî bûn û gellekên din heye ku tew tiştek ji siyasetê jî
fêhm nedikirin. Van kesan xwedan bav û day û xûşk û bra û malbat bûn. Tawana wan tenê ew
bû ku ew di balafireke emerikî de bûn. Tew hejmareke ji yên hatinî kujtin di malên xwe de, li
gundekî skotlendî di xew de bûn, dema balafir li jor teqiya û li gel agir û hesin û laşan bi ser
wan de ket xarê.

Wekî diyar e, li dû lêkolînên dûr û dirêj DYE du hemwelatiyên lîbî wek berpirsiyarên teqînê
bi nav kirin. Di bin giraniya bandora emerikî û înglizî de rêxistina Neteweyên Yekgirtî
ablokeyek danî ser Lîbya çimkî serokê lîbî Muemmer Qeddafî nepejirand her du
hemwelatiyên lîbî ji bo dadkirinê rêbike DYE. Yek ji bergumanan endamê istixbaratên lîbî bû
û yê din berpirsiyarekî şûnbilind di şirketa balafirên lîbî de. Ber du salan Lîbya neçar ma wan
bide dest, li dû ku biryar hat girtin ew ê li Hollende ji aliyê 3 dadmendên skotlendî de bêyên
dadkirin. Dadkirina Ebdul-basit Elî Muhemmed el Megrahî yê 49 salîn û El Emîn Xelîfe
Fehîme yê 44 salîn dora 2 salan domand û bêtir ji 120 milyon dolar lê çû. Di vê demê de bi
sedan kes derketin pêş dadmendan û îfadeya xwe dan, ji pisporan bigir ta kurdekî ji rojhelat
ku nuha li Swêd dimîne. Ber deh rojan dadmendan biryar girtin ku El Megrahî, ji istixbaratên
lîbî, tawanbar e û Fehîm e bêtawan e. Ji bo El Megrahî girtina jiyanî hat dayîn, bi şertê ku bi
kêmasî 20 salan girtî bimîne, heke Lîbya daxwaz ihtîrazê neke. Fehîme vegriya Terablus.

Li dû girtina biryarê axifgerên lîbî li derve ragîhandin ku hukûmeta wan biryar pejirandiye, jê
razî ye, û hêvîdar e ev meseleya li vir bi dawî bêt û abloke rabe. Emerîka û Îngliztan, herweha
xwediyên yên bi encama ketina balafirê mirinî, li milê din, wê daxwazê dikine ku Lîbya xwe
bi şêweyeke fermî berpirsiyar bide zanîn û berdêla aborî bide xwediyên qurbanan. Li gor wan
ablokeya li ser Lîbya divêt bimîne ta ku ew van her du şertan bi cîh tîne. Li dû vê daxwazê
Lîbyaya ku berê bixêrhatin li biryara dadgehê kir û ew wek serkeftin bi nav kir dest pê kir
nerazemendiya xwe diyar bike. Birêz Qeddafî bi îsrar domand ku hukûmeta lîbî hay ji kiryara
teqandina balafira PAN AM niye.

Li vir mirov dikare pirsekê bipirse: Heke El Megrahî tawanbar be, ma gelo endamekî
istixbaratên welatekî wek Lîbya bikaribûya bêyî fermaneke ji aliyên bilind kiryareke wisa
têxista tevdêrê? Ev pirsa bêyî guman proseya dadkirina kujerên Dr. şerefkendî, sekretêrê
PDK-Î, û hevalên wî li Berlînê û encamên pê ve girêdayî tîne bîra mirovî.

Li dû biryara dadgehê bi çend rojan serokê lîbî îcar da zanîn ku ew ê roja duşemê, 5/2/2001,
îspatine pêşkêş bike ku çi gumanan di derbarê bêtawanbûna Lîbya û El Megrahî de nahêlin.
Birêz Qeddafî got, li dû diyarkirina îspatan li pêş dadmendên skotlendî 3 rê dimînin: karên
xwe li şûn bihêlin, şaştiyên xwe bipejirînin û lêborînê bixwazin, yan jî xwe bikujin.

Birêz Qeddafî di axiftina xwe ya roja duşemê de çi îspat nedan cîhanê, ne jî di axiftina wî de
tiştekî ku berê nehatibe gotin hebû. Gotinên wî, li gel hindek aliyên mentiqî jî, ji kilîşe û
gotinên adetî yên serokên welatên Rojhelata Navîn, û yên wek wan, pê ve ne tiştek bû.

Wisa diyar e ku Lîbya jî wek pirraniya dewletên herêmê bi du zimanan diaxife. Zimanekî
dîplomasî ji bo derve û zimanekî propagandayê û tûjkirina hestên mirîdan; li gel tektîkên bi
amanca xapandina raya giştî ya cîhanî, wek bi rêxistina xwepêşandanan ku her kes dizane
bêyî razemendiya dewletê nikarin cîh bigirin.

Bêyî guman DYE û welatine rojavayî di derheqê gellek kiryarên li dij welatên cîhana sêyem û
4em de berpirsiyar in. Lê xwebêja vê ne ew e ku gelên emerikî û tevahiya welatên rojavayî
tawanbar in û divêt bêyên cezakirin. Helwest û kiryarên rêhişkan, ji ku dibin bila bibin, ne li
berjewendiya cîhana me ne. Dema komên rêhişk navên olan û neteweyan ji bo tûjikrina
hestên nefretê û neyartiya gelan û nijadan bi kar wînin cudabûneke mezin di navbera wan û
naziyan de namîne. Armanc her yeke: Dijmintî, şer û bêtar.

Welatên ereb û îslamî divêt bizava fêhmkirina sîstêma emerikî bikin da ku ew jî bikaribin li
hember cihûyan rolekê bileyizin, yan di peywendiyên bazirganî de sûdê bigihînin xelkê xwe.
Heke ew ji welatekî rojavayî ne razî bin, wan maf heye qanûnên navneteweyî bi kar wînin,
yan hêza aborî û bazirganî. Heke tiştên wisa ji dest wan neyên der, di radeya yekem de yên
tawanbar ew bi xwe ne. Kujtina medeniyan, teqandina balafiran û xaniyan li şûna ku sûdê
bigihînin wan ê ji bo armancên dûr bêtir ziyanê bigihînin wan bi xwe. Di navbera du
neheqiyan de bi pirranî yên bêtawan dibin qurban. Di cîhana îroj de ?imperyalîzm? nema
xwebêja ber pênceh salan dide. Da ku mirov rewşa cîhana îroj ji bo berjewendiya xwe bi kar
wîne divêt mirov wê fêhm bike. Dijmintiya li hember Emerîka bi serê xwe nikare realîteyê
bide guhertin.

Hukûmetên welatên wek Îraqê, Îranê, Lîbya, Tirkiyeyê û yên wek wan biryarên dadgehên
ewropayî napejirînin, yan ji bo birayrên wan hukûmetên wan rexne dikin, lê çawa be jî
dadgehên rojavayî ji yên van welatan gellekî bêtir serbixwe ne. Serokên welatên rojavayî,
wekî gellek caran îspat bûye, nikarin dadmendan û dadgehan ji bo xwe û armancên xwe bi kar
wînin.

(9-2-2001)

(Mehname, hejmar 15)

Bila Newroz ji 31ê Adarê mafê Penabertiyê Bixwaze

Şahînê Bekirê Soreklî: shahinsorekli@hotmail.com


Gelo komployeke navneteweyî bêt?! 21ê adarê ji bo Kurdên îroj cejna neteweyî ye. Lê ji ber
ku mîdî û faris kurmam û dotmamên hev bûn, Kurdên îroj jî neçar man newrozê bi wan re
parvekin. Yanê newroz ji aliyê Kurdan û Farisan de dihat pîrozkirin. Li welatên ku Kurd lê
dimînin di nîvê 2yem yê sedsala 20emîn de dewletan bi her awayî hewl dan ku 21ê adarê ji
newrozê bi dûr xin. 21ê adarê bû Roja Darê, Roja Dayan, Roja Biharê,... û ber kurtedemekê
Komara Tirkiyeyê tew 21ê adarê û tevahiya newrozê li ser Tirkmanên navenda Asyayê tapî
kir û ji bo Tirkiyaya îroj kir cejneke neteweyî.

Helbete dewletên ku di nav xwe de Kurdistanê parvedikin bi mebest xwedîderketina li 21ê


adarê dikin. Lê gelo em ê nuha çi bikin ku li Australya jî roja 21ê adarê wek HARMONY
DAY hatiye bi nav kirin. HARMONY DAY ku pirraniya daniştvanên Australya hay jê nîne
wek rojeke ku xwe eleqedare çandpirriya li Australya dike hatiye binavkirin. Di danzanîneke
ji aliyê dayîreya kar û barên muhacirtiyê de hatî belavkirin tête ragîhandin ku "Harmony Day,
which is celebrated on 21 March each year, represents a day for people from all cultural
backgrounds to reflect on Australia as a cultural diverse nation. It coincides with the
International Day for the Elimination of Racial Discrimination."

Wek li jor tête raberkirin, 21ê adarê her weha Roja Navneteweyî ya ji bo Dawîdana
Nijadperestiyê ye.

Ma gelo ji bilî 21ê adarê çi rojên din neman ku bibin Roja hevpejirandinê li Australya û roja ji
bo dawîdana nijadperestiyê li Cîhanê, keko? Gelo ew jî dixwazine li neworza Kurdan xwedî
derkevin, yan gelo newêrin bi şêweyeke aşkere pirştgiriya Kurdan bikin û bi navên wek
"hevpejirandinê" û "dawîdana nijadperestiyê" piştgiriyeke veşartî ji bo Kurdan diyar dikine?
Gelo bijartina 21ê adarê bêyî mebest bêt, yan gelo komployeke navneteweyî bêt? Gelo em
van rojan istinkar bikin, yan pîroz bikin? Gelo em 21ê adarê her wek Newroza Kurdan pîroz
bikin, lê wek Roja Hevpejirandinê, yan tew wek Roja ji bo Dawîdana Nijadperestiyê? Heye
ku baştir bêt em herduyên dawîn jî têxin nav newroza xwe. Gotina we çi ye? Yan hîn baştir:
Bila Kurd newroza xwe ji 21ê adarê koçe 31ê adarê bikin, bila ji 31ê adarê mafê penabertiyê
ji bo newrozê bixwazin, bavo! Hele em bibînin ew ê dû re çi bibe!

(23/2/2001)

(Mehname, hejmar 14)

"JI SEGÊ TE YÊ DILSOZ MAKSÎ LI GEL RAMÛSANAN"

Şahînê Bekirê Soreklî: shahinsorekli@hotmail.com


Şoreşa pîşesazî di nav du-sê sed salên borîn de guhertinên mezin xistin nav erf û toreyên
mirovan. Bi mezinbûna bajaran re mirov neçar man gellek erf û rêyên jiyana gundîtiyê bidin
guhertin. Bihevbawerî, şerm, rêzgirtin, mêvanhejî û alîkariya li gel hev û din her ku çû kêmtir
bûn. Ezotiya mirovan, li milê din, bi derbasbûna demê re zêdetir bû. Di sedsalên çûnî de
"şaristanî" û "bajarvanî" xwebêjeke erênî hebûn. Di zimanên cîhana îroyîn de peyva
"şaristanî" hîn jî xwebêjeke taybetî heye, xwebêjeke ku bervaciya hovitiyê û nezantiyê dide.
Lê gelo daniştina li bajaran di dem û dewrana îroj de rast hîn wê xwebêjê dide? Bi gotineke
din, gelo jiyana di bajaran de rast dikare bi serê xwe wek pîvana pêşkeftinê û şaristaniya
mirovahî bête hesibandin?

Dema mirov behsa pêşkeftinê dike, zor grîng e ku mirov pêşkeftina maddî û ya xusetên
mirovahî ji hev veqetîne. Rast e, li bajarên mezin pêşkeftineke maddîye mezin heye. Yanê
mirov dikare li bajaran, bi taybetî li bajarên wek Sydney, Nûyork, Berlîn, London, Parîs,
Stockholm û yên wek wan, gellek pêşkeftinên maddî bibîne, wek hebûna hejmarên bilind ji
otomobîlan, xaniyên bilind, mixazeyên mezin, sînamayan, xwaringehan; şûnên bo
bidestxistina zanistiyê, wek xwendegehan, pirtûkxaneyan; her weha navendên lênerîna
tenduristiya mirovan; bikarhanîna înternetê, televizyonê, radyo; bidestxistina rojname û
kovaran û her weha. Lê di wê demê de ku li bajaran teknolojî bi gavên mezin ber bi pêş
diçêye de, mirov nikare eynî pêşkeftinê di warê ramanên mirovahî de bibîne. Bi gotineke din,
li gel ku ew qas pêşkeftina di warê maddî û teknolojî de hatiye bidestxistin jî, kesên wisa hîn
di nav civatên bajarî de hene ku dikarin pîrekê yan kalekî ji bo piçek pere bikujin; mirovên
wisa hene ku ji dest wan tê mala biyanekî li gel kesên tê de bişewitînin û hestên tawanbariyê
li nik xwe hest nekin. Bi pêşkeftina teknolojiyê û zêdebûna tiştên ku dikarin bi pereyan bêyên
kirîn re rêza pirraniya mirovan ji maddeyê re zêdetir û ji ramanên mirovahî re kêmtir dibêye.

Jiyana li bajêr bi serê xwe nema pîvana pêşkeftinê ye. Rast e li bajran fersendên pêşkeftinê
hene, lê di eynî demê de jiyana li bajarên mezin dikare ne tenê bibête egera cîhgirtina
trajêdiyên kûr di nav malbatan de, lê her weha bibête egera afirandina nexweşiyên civakiye bi
tehlûke.

Bajar di mirovî de xusetên ezotiyê kûrtir dike. Wek nimûne, zor kêm e ku gundiyek diya xwe,
xûşka xwe, yan law û keça xwe ji mala xwe biqewitîne, lê li bajaran kiryarên wisa ne tenê roj
li dû rojê di zêdebûnê de ne, lê her weha êdî wek kiryarên normal têyên hesibandine. Di
jiyana gundîtiyê de zor kêm bû ku bav û dayên 2-3 zaroyan hev û din berdin, lê di jiyana
bajarvanî de hejmara jin û mêrên hev berdidin, li gel ku bi salan di malekê de jiyane û
xwediyên ciwanên berbext in jî, sal bi sal bilindtir dibêye.

Jihevbelavbûna eşîrê, êlê û malbatê û kêmbûna hevnasîna rêk û pêk pirraniya mirovên bajarî
ji erkê berpirsiyartiya civatî bi dûr xistin. Bi gotineke din, mirovekî gundî, heta heke kesekî
bêbext û bêberpirsiyartî bûya jî, dê ew bizava kiribûya ku xwe ji kiryarên bed dûr bihîşta
çimkî ew bi malbatê ve û malbat jî bi êlê ve û êl jî bi eşîrê ve girêdayî bûn. Wî dê zû bi zû
newêribûya xwe bike golika xirab çimkî "golikek navê naxirekê xirab dike." Lê li bajêr
hevgirêdana mirovî bi endamên din yên civatê re ne ew hevgirêdana rêk û pêk e. Heye ku
mirovine, ne hemî, ji endamên nêzik yên malbatekê piçekî ji hev û din şerm bikin, lê xema
wan ji endamên din yên civatê niye. Bêyî guman peywendiyên civatî yên daniştvanên bajarekî
heye ku kêm-zêde ji yên bajarekî din cihêreng bin, lê bi şêweyeke gelemper cihêrengiya
peywendiyên civatî di navbera daniştvanên bajarên mezin û yên gundan de zû-dereng dibin
eynî cihêrengî. Guhertinên siyasî û ekonomî jî dikarin di vî warî de roleke mezin bileyizin,
çimkî bi encama guhertinên li gel xwe tînin rêzgirtina ji erf û toreyên di nav civatekê de
dikare kêmtir bibe û ev yeka heye ku dibête egera afirandina sinçî û normên cudaşêwe, wekî
ku di nav 15-20 salên borîn de li Kurdistanê diyar bû.

Yek ji tehlûkeyên herî mezin di jiyana bajarî de kêmbûna rêzgirtinê û pêbaweriyê ye. Wek
nimûne, rêzgirtina ji mirovên temenmezin re her ku diçe kêmtir dibêye û heta tade li wan
dibine. Hejmareke mezin ji pîr û kalên bajarî êdî ji mirovan bêtir baweriya xwe bi seg û
pisikên xwe tînin, her weha bêtir haydarî jî didin wan çimkî ew wan li gel xwe ji mirovan
bêtir wefadar dibînin. Ber kurtedemekê Jeff Kennett, serokwezîrê par yê wîlayeta australî
Vîktorya, di merasîmên belavkirina pirtûkeka xwe ya çîrokên di derbarê segan de got, "ji bo
hejmareke mezin ji xelkê seg roleke mezin di jiyana wan de dileyizin." Bi hezaran pîr û kalên
bajarî bi pirranî li gel seg û pisikên xwe diaxifin çimkî zaro û xizmên wan nema kat ji bo wan
hene. Heke ne bi saya seg û pisikên wan be heye ku hejmareke ji wan bi encama tenêmayînê
dîn bibin yan bimirin. Ev rastiyeke ku mirov roj bi roj li ser taxên bajarên mezin di çav xwe re
dike.

Wê rojê min guh li bernameyeke radyoyeke almanî bû ku behsa otêlên lawirên malbatî
(heywanên mirov li mal dihêle) dikir. Li gor yê diaxiftî, otêlên ji bo lawiran li bajarên mezin
di zêdebûnê de ne. Di dema ku gellek kes segên xwe êdî bi xwe re dibin tatîlê de, ji bo wan
kesên ku ji bo du, sê yan çar hefteyan diçin welatekî din tenêhîştina segan, pisikan, teyran,
heta mişk û maran jî carine, kêşeyeke mezin tîne holê. Li gor wî, di otêleke lawiran de, bawer
dikim li devera Düsseldorf, cîhên corbecor ji bo segan hene. Şeva otêlê bi 40 ta 80 markên
almanî ye, li gor kalîteyê. Heke segê te li ber dilê te giran be tu dikarî mesaca rojane, lênerîna
psîkolojî û hewzê avê jî jê re bixwazî. Heke te xwazt, ew ê pirça wî/ wê jî roj bi roj şampo
bikin û wî/ wê bi destmalên germ û nerm zewa bikin. Segê te dikare ji te re her sê-çar rojan
carê wêneyeke xwe jî rêbike, wêneyeke ku dikare wek karteke postayî bête amadekirin. Wek
nimûne, xwediyê segekî dikare wêneya segê xwe li gel vê kurtenivîsara li ser kartekê di dema
tatîla xwe de bi dest xe:

"Xwedî û hevalê min yê hêja! Otêla min zor baş e, ez kêf dikime û demeke xweş derbas
dikime. Min çend hevalên nû jî hene. Hêvîdar im tu jî wek min di kêfê de bî. - Ji segê te yê
dilsoz Maksî li gel ramûsanan -

Belê, em hêvî bikin ku segên gundan haydare deng û behsên wisa nebin çimkî heye ku bêyên
xapandin û berên xwe bidin bajaran. Jiyana wan li gundan çiqa djwar be jî, ew di kalîte û
çakiya xwe de gellekî ji ya segên bajarî bi nerxtir e, li gor min. De xwedê me hemiyan, û
segan bi xwe jî, biparêze heke tew rojekê segên gundî dest ji warên xwe berdin û li bajaran
mafê penabertiyê bixwazin!!!

(11/2000)

(Mehname, hejmar 13)

SILAV LI MAHMÛT BAKSÎ


Şahînê Bekirê Soreklî: shahinsroekli@hotmail.com

Jiyan xewneke kurt e. Mahmût Baksî jî dest bi koça bêveger kir û konê xwe ji cîhana me bar
kir. Min Mehmûd wek mirovekî şên, zimanxweş û rûkenok nas kir. Bi daniştina li gel wî re
mirov dikete nav rewşeke bi keyf û zewq. Kurdiya wî dewlemend, axiftina wî tiji qulwerk û
metelok, û suhbeta wî bi henekan dagirtî bû. Dema ew bêxem bûya keyfa wî ji vexwarinê û
cigarekêşanê re dihat. şexsiyata wî balkêş û pirralî bû; ew geh ceddî, geh jî ji ceddêyetê dûr
bû. Wî kurd û rêxistinên Kurdan baş dinasîn û ew bizava dikir ku wan li dij xwe neke neyar,
lê heke baweriya xwe bi hevalekî bihata carine bi tûjî rexneyên hindekan ji wan jî dikirin.

Mehmûd mirovekî zîrek bû û ne tenê civaka kurdî, lê ya swêdî jî baş fêhm kiribû. Ew her
weha nivîskar û rojnamevanekî jîr bû. Wî ji bo doza gelê xwe, lê carine her weha li gor ku
rewşê dixwezt, yan ji bo berjewendiya xwe, dinivîsand. Carine Mehmûd dikaribû piçekî tiştan
mezin jî bike, yan ji bo xwepesindanê gotinên xwe rengîn bike, lê ev jî ta radeyekê ji wê yekê
tê ku civata kurdî, heta çapemeniya rojavayî jî, kesan neçare bikarhanîna vê metodê dikin.

Li gel hemî rexneyên ku li Mahmût Baksî dihatin kirin jî, hem yên ji demên par û hem jî yên
ji van çend salên dawîn, min bi xwe xusetê wî baş fêhm dikir. Wek gotineke Înglizan dibêje,
"take a person as he is." Bi kurdî dikare bête gotin, "hevalê xwe li gor şexsiyata wî bipejirîne."
Ew nexweşiya kambax bandoreke mezin li nefsiyeta Baksî kir û guherand. Bêyî guman rewşa
wî ya şexsî, civatî, realîteya siyasî û aborî jî rolên xwe di guhertina şexsiyeta wî de leyiztin.

Mahmût Baksî ji zimanê gelê xwe û ji çanda kurdî gellekî hej dikir. Bi kêmasî min ew wisa
nas dikir. Divêt bibêjim ku me di jiyana xwe de tenê çend caran hev û din dîtibû. Ew li
Australya jî carê ji bo çend rojan bûbû mêvanê min û ez li Stockholm carê bûbûm mêvanê wî,
û çend carên din me bi telefonê li gel hev û din axiftibû. Ez wî wek Mehmûdê salên 80yan û
despêka 90an bi bîr tînim. Di van salên dawîn de me hev û din nedîtibû. Ez wî wek ew Kurdê
simbêlmezin û dengqebe bi bîr tînim, wek Mehmûdê şên, henekhej û rûkenok; wek ew
nivîskarê ku qerf û henekên xwe bi kesan û serokan û rêxistinan û dewletan dikirin. Ez wî her
weha wek Mehmûdê ku di dema vexwarinê de dibû dengnbêjekî baş jî bi bîr tînim. Ez ê wî
wisa jî di nav hişên xwe de zindî bihêlim.

Ji xwedî û malbata wî re serfiraziyê dixwazim. Bila cîhê wî behuşt bêt.

Şahînê Bekirê Soreklî

(Mehname, hejmar 13)

Zimanê Kurdî

Şahînê Bekirê Soreklî: shahinsorekli@hotmail.com


Zimanê kurdî yek ji kevintirîn zimanên cîhanê ye. Ew beşekî ji çemelên zimanên îranî ye,
wek farsî, û ev çemel beşekî ji dara zimanên îndo-ewropî ye.

Heke Kurdan dewlet hebûya, zimanê kurdî dê îroj zimanekî dewlementir bûya û dê bi vî
zimanî hejmareke mezintir ji berhemên cudaşêwe hebûya. Li gel ku Kurdan dewlet nebûye û
li gel ku stemkariyeke bêyî hempa li ser zimanê wan hebûye jî, zimanê kurdî ne tenê wek
zimanekî zindî, lê her weha wek zimanekî bi folklora devokî zor dewlemend maye. Li gel
hemî kêmasiyên li holê jî zimanê kurdî di warê berhemên nivîskî de jî, bi taybetî di nîvê 2yem
yê vê sedsalê de, gavên beza avêtine.

Li gor pisporan, îroj di cîhana me de dora 6000 ziman hene. Ji wan dora 3000 di tehlûkeya
mirinê de ne. Hindek ziman hene ku tenê ji aliyê du-sê kesan de îroj têyên axiftin. Hemî
zanyar û şareza di wê baweriyê de ne ku her ziman divêt ji mirinê bête parastin. Hindek ziman
ew qas di tehlûkeya mirinê de ne ku zanyarên zanistiya zimanan ji Koma Neteweyên Yekgirtê
tika dikine, bila alîkariya aborî bide da ku van zimanan, ber çend axifgerên wan dimirin, li ser
teypan bêyên dagirtin.

Wekî tête zanîn Kurdistan di nav 4 welatan de beş-beş bûye. Cîhê dax û mixabê ye ku
karbidestên van welata stemkariyeke mezin li dij zimanê kurdî domandine. Wan ne tenê
fêrkirina vî zimanî di xwendegehan de qedexe kirine, lê her weha ev ziman wek zimanekî
serbixwe nepejirandine, henek û galte û qerfên xwe pê kirine. Çar heyvan ber destpêkirina
hezarsaleke nû, dewleta tirk hîn jî zimanê kurdî wek ziman napejirîne û bi tektîkên ji
şaristaniyê, mentiqê û pîvanên mirovahiyê dûr şerê vî zimanî dike. Wek nimûne dewleta tirk û
mîdyaya wê wek îraqiyên farsî-axifgr behsa Kurdên başûr dikin.

Zimanê milletekî di eynî demê de zimanekî mirovahiyê ye. Heke Kurd li zimanê xwe xwedî
dernekevin, fêr xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî nebin, ev ziman îroj nebe, sibe, sibe
nebe, dusibe dê bimire. Dema zimanê kurdî bimire Kurd û Kurdistan jî xwebêja xwe wenda
dikin, çimkî ne Kurd û ne jî gelên din yên li Rojhelata Navîn nema nijadên serbixwe ne. Ew
kesên gotina xwîna erebî, ya tirkî ya farisî, yan xwîna kurdî dikin hay ji rastiya zanyarî nînin.
Erebên îroj nema yek nijad in çimkî di nav wan de kesên çermreş, çermsipî û kesên porzer
hene. Di nav Tirkên îroj de kesên ji paşerehên nijadî yên corbicor hene, ji nijadên tirkmanî
yên navenda Asya ta nijadên ewropayî. Di nav çend salên borîn de van nijadên ji paşerehên
cawaz li gel hev zewicîne. Bi gotineke din, mirov nema dikare wek nijad behsa milletekî
Rojhelata Navîn bike çimkî di nav sedsalên borîn de li devera Rojhelata Navîn gellek
tevlihevî çêbûye, ji impiratûriyên Romanan û Yewnaniyan bigir ta hêrîşên Mongolan, ji
hatina xaçperestên ewropayî bigir ta karbidestiya dewletên îslamî. Tenê ziman û erf û toreyên
van gelan wan ji hev cihê dikin, lê li milê din, erf û toreyên gelên Rojhelata Navîn bi encama
yek ol û tevjiyana bi sedsalan zor nêzike hev û din bûn. Jê bêtir, erf û toreyên tevahiya cîhanê
sal li dû salê ji hev nêzik dibine. Ciwanên cîhana îroj di erfên xwe de ji nifşên ber xwe bêtir
nêzikî hev û din in û nifşên pêşerojê dê hîn bêtir ji hev û din nêziktir bin. Ji lewre, zimanê
kurdî ji bo Kurdan hebûna wan bi xwe ye, çimkî kurdî nebêt Kurd jî nînin, heta heke xwe wek
Kurd bi nav bike jî.

Ji ber vê yekê ye ku dewleta tirk û yên din şerê zimanê kurdî her kirine û hîn dikin jî.

Bi hêviya ku Kurd zimanê xwe pêşvetir bibin, bi hêviya ku zarokên Kurdan bikaribin di
pêşerojeke nêzik de di xwendegehên Rojhelata Navîn de fêr xwendin û nivîsandina zimanê
xwe yê zikmakî bibin, û bi hêviya ku hukûmet û rêxistinên Kurdan, her weha şareza û
zanyarên wan, nerxekî bilindtir bidin zimanê kurdî. Lê erkê herî mezin li ser milên Kurdan bi
xwe ye. Heke ew rast ji Kurd û Kurdistanê hej dikin divêt ber her tiştî li zimanê xwe xwedî
derkevin û misoger bikin ku ev ziman ê zindî bimîne: ne tenê ji bo îroj û sibe, lê ji bo
hezarsalan; divêt ew piştgiriya her kes û tiştê xwe bi zimanê kurdî ve eleqedar dike bikin û
pêwîst e gav bêyên ranan da ku zimanê kurdî bi ber leheya zimanên herêmî û navneteweyî
nekeve.

(8/1999)

(Mehname, hejmar 12)

TIRSA JI GUHERTINÊ Û BIKARHANÎNA ZORA LI DIJ WÊ

Şahînî Bekirê Soreklî: shahinsorekli@hotmail.com


Tiştekî adetî ye ku di nav civatên mirovan de her dem kes û komên li dij guhertinê hebûne. Li
hindek waran yên li dij guhertinê bi şêweyên mentiqî û demokratî dijitiya xwe li hember
guhertinên civakî diyar dikin, lê li cîhine din aliyên li dij guhertinê di bizava rêbirîna li
guhertinên civakî de zor û tirskariyê, terorê, bi kar tînin. Carine komên guherxwaz jî ji bo
bicîhkirina armancên xwe eynî metodan bi kar tînin.

Gelê kurd bi sedsalan di nav şax û çiyayên xwe de, di gund û zozanên xwe de, erf û toreyên
xwe yên baş û nebaş parastin çimkî danûstendina li gel cîhana mezin gellekî bi sînor bû, lê di
nav 20-25 salên borîn de rewşa li Kurdistanê hat guhertin. Derçûna bi milyonan kurd ji welêt,
berfirhbûna bandora weşanên mîdyaya dengî-wêneyî û cîhgirtina guhertinên siyasî û îdyolojî
hindek ji egerên cîhgirtina vê guhertinê bûn. Bi derketina ji gundan û zêdebûna peywendiyên
li gel cîhana mezin re dilsoziya li gel hejmareke ji erf û toreyên kevin li nik hejmareke ji
endamên civatê sist bû. Bêyî guman guhertinên di peywendiyên ekonomî de jî roleke grîng
lîzt. Di demên kevin de mirov ne tenê bi encama hevgirêdana eşîrtî li gund û zozanên xwe
diman, lê her weha ji ber wê yekê ku aboriya her endamî bi wê tevjiyînê ve girêdayî bû.
Jiyana li bajaran sîstêma kevin di gellek cîhan de şikand.

Di her civatê de, lê bi taybetî di nav civatên Rojhelat Navîn de, di dema guhertinên civatî de
aliyê dijwarî û neheqiya herî mezin dibîne her aliyê jinan bûye, çimkî peya mafê guhertinê bi
qasî ku ji bo xwe didin ji bo jinê nadin. Nimûneyeke biçûk: gellek peyayên rojhelatnavîn ji bo
xwe tiştekî adetî dibînin ku biçin li nik berber porê xwe bibirrin, lê eynî kiryarê ji bo jinê wek
tawanekê dibînin.

Dema guhertinên civakî li welatekî zû bi zû cîh digirin hejmareke ji hemwelatiyan wê


guhertinê wek tehlûkeyekê dibînin û jê ditirsin. Carine komên olperest yan toreperest di
tûjkirina hestên dijayetiyê de roleke mezin dilîzin. Li welatên ku tê de normên demokratî kêm
in yên li dij guhertinê dest pê dikin bi darê zorê û tirskariyê rê li guhertinan bibirrin. Heke
welatekî neyarên xwe jî hebin, wan neyaran wê bizavê dikin ku ji rewşê sûdê bigirin.

Di van demên dawîn de kiryarên bi teror yên li dij guhertinê li başûrê Kurdistanê zêde bûn.
Wek nimûne, di 23/10/2000 de saloneke birrîna porê jinan li Hewlêr hat teqandin, du kes brîn
bûn û ziyaneke aborî hat holê. Ev bûyera yek ji xelekên zincîreke bikarhanîna zora li dij
guhertinên li başûr cîh digirine ye. Tiştekî balkêş e ku ihtîmal mezin e kes û komên van
metodên tirskar bi kar tînin wêrekiyê ji wê yekê digirin ku ev herêma kurdî di bin
desthelatdariya Kurdan bi xwe de ye. Mirov neçar dibe ji xwe bipirse, heke ev herêma di bin
karbidestiya recîma îraqî de bûya gelo van kes û koman di xwe de eynî wêrekî bidîtina? Gelo
wan biwêribûna firoşgeh û navendan bidin teqandin?

Rêbirrîna li guhertinê xwexapandin e. Kurd nema dikarin xwe di nav çiya û gundên xwe de ji
cîhanê biparêzin. Rêbirrîn li guhertinê dê nema li Kurdistanê hêsan bêt. Televizonê, heke bi
başî bêt yan bi xirabî bêt, cîhana me kiriye bajarekî biçûk. Li aliyê din, jiyana Kurdên li derve
jî dest pê kiriye bandora xwe li tevahiya civata kurdî bike. Bêyî guman mirov maf heye di
derbarê guhertinên civakî de xwedan bawerî bêt, û mirov maf heye li dij guhertinê jî dengê
xwe rake, çimkî guhertin ji bo xatirê guhertinê ne her dem tiştekî baş e, lê navêt mirov ji bo
ferizkirina bîr û baweriya xwe kiryarên nemirovane bi kar wîne, navêt mirov ji bo xatirê
daxwaza xwe welatê xwe wêran bike û xwînê birijîne. Bêyî guman destên veşartî jî li paş van
şêwe kiryaran hene, çimkî van destan her wê bizavê dikin ku bi hemî şêweyan bêaramiyê li
başûrê Kurdistanê zîz bikin. Hejmareke bilind ji xelkê me, mixabin, xwe bi kûranî bi van
pirsan ve mijûl nakin. Ev hemî li aliyekî, li aliyê din gellek mirovên armancpak, lê xeşîm, di
nav Kurdan de hene ku ji aliyekî ve demokrasiya rojavayî ji karbidestiya kurdî dipên, lê di
eynî demê de cîhgirtina guhetinên mezin hêvî dikin. Nayêt bîra wan ku başûrê Kurdistanê, em
bixwazin-nexwazin, beşekî ji Rojhelata Navîn e. Di dema ku welatine vê herêmê yên ji
dehsalan û vir de ser bixwe ne nikaribûne hemî kêşeyên xwe yên civakî çareser bikin de van
kesan wê yekê ji karbidestiya başûr hêvî dikin ku hemî kêşeyên civakî di nav roj û şevekê de
çareser bikin. Başûrê Kurdistanê di nav şert û mercên dijwar re derbas dibêye. Li gel wan
dijwariyan û li gel neyartiya di navbera her du rêxistinên deverê yên mezin de gavên mezin di
gellek waran de hatine avêtine. Divêt mirov her tiştî di çavên xwe de reş neke. Helbete me
maf heye ji karbidestiya kurdî gavên mezintir bipên, lê pêwîst e ku em di van daxwazan de
realîst bin û neheqiyan jî li karbidestiya kurdî nekin. Heke cîhgirtina guhertinên erênî
daxwaza bi kêmasî beşekî ji Kurdan be divêt ew li gel karbidestiya kurdî, ne li dij wê, di
tevdêrên perwerdekirin û amadekirina civatê de beşdar bibin. Tevdêrên wisa divêt li
Kurdistanê, ne li derve, bêyên çêkirin û birêxistin çimkî wêneya ku mirov li dervayê
Kurdistanê di xeyalên xwe de dibîne heye ku li Kurdistanê bi xwe dîmeneke din raber bike.
Lê tiştê herî grîng ji bo kesên guherxwaz û yên guhernexwaz ew e ku metodên tirskariyê
(terorê) bi kar nehînin, çimkî tirsandin û kujtina xelkê, û teqandina şûnan, welêt dikin dojeh û
ev e daxwaza neyarên neteweya me.

(11/2000)

(Mehname, hejmar 11)

Kêşeya Erebî-Israîlî, Cîhad, Kurd û Pirsine Din

Şahînê Bekirê Soreklî : shahinsoreklit@hotmail.com


Yekşema borîn dema ez di taxeke navenda bajarê Sydney de di rê de bûm ez rastî
xwepêşandanekê hatim ku tê de bi sedan kes beşdar bûbûn. Xwepêşandan wek yên Hizbûllah
û Hemas bû ku li bajarên lubnanî yan filistînî cîh digirin û di eynî demê de welatên wek
Afxanistanê dihanîn bîra mirovî. Hemî durişmên xwepêşandanê olî û erebî bûn, wek "Ellahû
ekber; La îlahe îllellah, Muhemmed resûlellah; biddem, birrûh nefdîke ya..." Di destên
xwepêşanderan de alên filistînî, yeke tirkî û alên reş yên bi "la îlahe îllellah, Muhemmed
resûlullah" hebûn." Ji rûyên beşdaran hêrs û girr dibariyan, te digot ew di hêrîşeke ber
sedsalan ya li dij "kafiran" de beşdar in. Kesên di taxê de matmayî li wan seyr dikirin,
hindekan serên xwe dihejandin û hindekên din ji hev dipirsîn gelo armanca xwepêşandanê çi
bû. Xwepêşander hemî peya bûn, di nav wan de jin nebûn. Ji ber ku qîrîn û nivîs hemî bi erebî
bûn hejmara herî bilind ji xelkê li bajêr di derbarê xwepêşandanê de ne aghadar bûn û ji rûyên
wan xuya bû ku ew ji cîhgirtina vê şêwe xwepêşandana di rojeke yekşemê de cîh digirtî ne
razî bûn.

Bêyî guman mafê her kes û komê heye ku li welatekî wek Australya di xwepêşandanan de
beşdar bibin, lê mirov dikare ji xwe bipirse, gelo armanca xwepêşandanê bidestxistina
piştgiriyê û sempatiyê bû yan tenê nêşandana hêrs û girra di dilên xwepêşanderan de? Baş
diyar bû ku xwepêşandan kopiyeke ji xwepêşandanên Hemas û Hizbûllah bû û ne li gor rewş
û pîvanên welatekî wek Australya bû. Gelo tiştekî wisa ji bo berjewendiya tevger û mafên
filistîniyan ta çi radeyê bi kelk yan ziyan bû? Bila bersîva pirsê ji aliyê nivîskêr de neyêt
dayîn.

Em xwepêşandanê li cîh bihêlin û xwe piçekî kûrtir têkiliye bûyerên dawîn yên li Filistînê û
Israîl cîh girtinî bikin. Ev dora du hefteyan e ku zarok û ciwanên filistînî di taxên Qudis,
bajarên Rojavayê Urdun û Xezze de keviran diavêjine leşgerên israîlîye. Li gor hindekan ev
kiryara wan qehremantiyeke mezin e, li gor hindekên din nêşana bikarhanîna zorê ye û li gor
alîne din berhema nezantiyê ye. Bêyî guman beşdarbûna di van fealiyatan de di eynî demê de
nêşana nerazemendiya ji siyaseta dewleta Israîl e. Egerên nixamtî jî helbete dê hebin, wekî
bikarhanîna wan ji bo îlankirina dewleta filistînî.

Bi encama van bûyerên çend rojên borîn ji zarok û ciwanên filistînî dora 100 mirî û bêtir ji
1000 brîndar hene. Mîdyaya cîhanî li gel ku behsa kujtina wan dike jî mirina 6 leşgerên israîlî
haydariyeke mezintir bi dest dixe û pêlên tirsê li cîhanê diafirîne ku şerekî mezin dikare dest
pê bike. Di dema ku dezgehên ragîhandinê û televizyonê wêneyên bi qîr û qar, avêtina
keviran, şewitandina alan û heykelan raber dikin de, ji aliyê israîlî axifgerên bi zmanên înglizî
û yên din baş dizanin û siyaseta her welatî fêhm dikin bi aramî û li gor mentalîteya xelkê
welatên rojavayî behsa aştiyê û aramiyê dikin û bi xasûkî dibêjin, "ha fermo li van seyr bikin;
de Israîl dikare çawa li gel van kesan xwe bigihîne aştiyê?!" Bêyî guman her mirovê serbixwe
û di warê kêşeyê de agahdar heye ku Israîl tawanbar bike çimkî çareserkirina pirsgirêkê di wê
yekê de ye ku Israîl herêmên di 67an de bi dest xistinî li Ereban vegerîne. Lê israîlî di warê
mîdyaya cîhanî de zîrek in û kesên wan hem li Israîl bi xwe û hem jî li welatên din hene ku
dizanin çawa biaxifin, çawa siyaseta herêmî û cîhanî ji bo xwe bi kar wînin. Ji lewre tektîk û
rêyên wan, bi kêmasî li welatên ewropayî û li Emerîka ji qîrînê û avêtina keviran zêdetir
piştgiriya danistvanên van welatan bi dest dixin. Li welatên erebî û li hindek welatên îslamî
xwepêşandan cîh digirin, alên Israîl û carine yên Dewletên Yekbûyî yên Emerîka têyên
şewitandin û daxwaza cîhadê tête kirin. Heye ku li hindek paytextan balyozxaneyên emerikî jî
bêyên hêrîşkirin yan çend hemwelatiyên emerikî bêyên kujtin jî. Van şêwe fealiyetan li van
welatan tiştekî katî û normal in û ji bilî tûjkirina hestên atifî, bi kêmasî ta nuha, çi encam
nedane. Recîmên wek ya îraqî bi her awayî wê bizavê dikin ku van bêyeran ji bo
berjewendiya xwe bi kar wînin. Lê ev hemî di rastiyê de li berjewendiya Israîl in. Israîl di vî
warî de xwediya xibreteke bi zanistî ye û ew baştir dibîne ku recîmeke wek ya îraqî piştgiriya
filistîniyan bike çimkî va yeka dibête egera bidestxistina piştgiriyeke moralî ji beşên din yên
cîhanê, bo Israîl. Heta bizavên li dij emerîkiyan jî li berjewendiya Israîl in. Kujtina 6
deryavanên emerikî heye ku li nik hindek ereb û îslamiyan hestê xwepîrozkirinê biafirîne lê
ziyana jê bêt pirr mezintir e çimkî piçek sempatiya li Emerîka ji bo filistîniyan heye jî dê bi
encama vê yekê têk biçêt.

Heke em encamên şerên 1947an, 67an û 73an bidin ber çav ihtîmal mezin e ku bi encama van
bûyerên dawîn jî yên tûşî ziyanê bibin ê filistînî û ereb bin. Filistînî, ereb û cîhana îslamî di
tevdêr û kiryarên xwe de bi encama hestên atifî gavan radinin lê karbidest û siyasetmedarên
israîlî li gor lênerîn, lêkolîn û tevdêrên rêk û pêk gavan radinin. Ji bo wan mesele ne tenê atifî
ye lê meseleya mayîn û nemanê ye. Li milê din, ew ne tenê li Israîl bi şêweyeke leşgerî bi hêz
in lê li D.Y.E. ta radeyeke bilind hevsarê siyasî û aborî di dest cihûyan de ye, cihûyên ku
Israîl ji bo xwe wek welaê yekem dizanin. Ew zarok û ciwanên filistînî yên hatinî kujtin bi
dirêjiya katê re dê tenê wek janeke kûr di dilên day û bavên xwe de bimînin û li nik
filistîniyên niştimanperwer bibin dilopeke bênav di nav peyva "şehîdan" de.

Baş e, gelo peywendiya Kurdan li gel van fealiyatên dawîn çi be? Hejmara herî mezin ji
Kurdan, wekî pirraniya cîhanê, wek temaşevan li rewşê seyr dikin lê heye ku ji ber hestên olî
û bandora propagandaya bi salan piştgirên filistîniyan bin. Bi şêweyeke fermî hema-hema
hemî rêxistinên kurdî piştgiriya filistîniyan dikin. Hefteya borîn PDK "bi navê parlemanê",
YNK "bi navê hukûmetê" û PKK bi navê "tevahiya gelê kurd" piştgiriya xwe ji bo filistîniyan
diyar kirin. Di nav rewşenbîrên kurd yên serbixwe de ramanên cuda hene di derbarê vê pirsê
de: Ji bo hejmareke ji rewşenbîran kêşeya di navbera filistîniyan û Israîliyan de ya her du
aliyan e û ew ji bo berjewendiya neteweyî baş nabînin ku kurd xwe têkiliye vê pirsê bikin. Bi
dîtina wan, hejmareke mezin ji filistîniyan neteweperest in û heta piştgiriya Seddam Husên
dikin. Li gor wan, heke filistînî xwe ji bo pirsa kurdî neêşînin, kurd jî navêt ji bo xatirê wan
ziyanê bigihînin berjewendiya xwe. Beşekî din ji rewşanbîrên kurd bi şêweyeke pasîv
piştgiriya filistîniyan dike, yanê sempatiya wan li gel filistîniyan e lê bi şêweyeke aktîv xwe
têkiliye vê pirsê nakin. Divêt bête gotin ku ji bo pirraniya rêxistinên kurdî çi rêyên ji bilî
diyarkirina piştgiriya ji bo xeta filistînî li holê nînin.

Di nav Kurdan de du aliyên din jî hene: aliyê milîtanên çep û aliyê tundrêyên olperest. Her du
alî jî piştgirên filistîniyan in, aliyê çep ji bo helwestên îdyolojî û yê din ji bo helwestên olî.
Aliyê çep, li gel ku piştgiriya mafên filistîniyan dike jî tevahiya cihûyan ji bo xwe wek neyar
nabîne. Di nav aliyê olperest de, li milê din, hindek kes hene ku ne tenê tevahiya cihûyan wek
neyar dizanin lê piştgiriya îlankirina "cîhada" li dij Israîl dikin. Tehlûkeya mezin xwe têkiliye
"cîhadê" dike, çimkî ev helwest bi xwe re kêşeyeke mezin diafirîne, hestên mirovên ji olên
cuda li dij hev tûj dike, rêhişkiyê di nav komên mirovan de firehtir dike û aştiya cîhanî dixe
tehlûkeyê. Wek nimûne, heke aliyên tundrê yên îslamî, xiristiyanî, yahûdî, bûdî, hîndosî û
olên din daxwaza "cîhadê" yan "şerê pîroz" bikin ne tenê kerahiyeta di nav mirovan de dê
kûrtir bibe lê jiyana me hemiyan dikare bête bandorkirin. Bêyî guman di ev dem û dewrana
îroyîn de sedem çi dibin jî îlankirina şer bi navê xwedê, olekê yan pêxemberekî ne ramaneke
pîroz, ne jî yeke mentiqî ye. Çiqa mirov dewletekê neheq yan stemkar bibîne jî bêyî guman di
nav wê neteweyê de mirov ê hebin ku ne li gel wê neheqiyê û stemkariyê ne. Wisa jî
tawanbarkirina tevahiya neteweyekê yan endamên olekê ne ramaneke di cîh de ye, ne jî
binavkirina şerekî li dij tevahiya komeke din tiştekî mirovahî ye. Mirov dikare li vir behsa
bindestbûna dora 35 milyon kurd jî bike û bipirse, ma gelo çima cîhana îslamî tiştekî li dij
stemkariya li wan dibe nake, lê bila pirs li vir bimîne.
Kêşeya erebî-israîlî nema yeke olî ye. Helbete hindek kes, bi encama pirsa Qudis, dixwazin
wê bikin yeke olî, lê di dema ku serokên Ereban û Yasir Erefat bi xwe jî amade ne li gel Israîl
danişin, gelo kesên ku ne Ereb in çi maf hebin daxwaza cîhada îslamî bikin?! Hem di nav
filistîniyan de, hem jî di nav isrsraîliyan de gellek kes û kom hene ku daxwaza aştiyê û
tevjiyanê dikin lê yên aştiyê naxwazin olperestên rêhişk yên her du aliyan in. Bi gotineke din,
ne ku kêşe olî ya, olperestiya tundrê daxwaza kûrtirkirina kêşeyê dikêye. Bêyî guman yên
bizava vemirandina çirûskên hêviya ku aştî bête holê û gelên deverê êdî ji vê pirsgirêkê û
bandorên wê azad bibin her du aliyên rêhişk in ku bi navê olê xelkê didin kujtin û agirê
nefretê geştir dikin. Her du alî di vê bizava xwe de digihên hev. Van her du aliyan ne tenê
aştîxwazên wek Enwer Sadat û Îşaq Rabîn Kujtin lê bizava kujtina aştiyê bi xwe dikine.
Serkeftina wan bêyî guman ne li berjewendiya çi aliyan e, ne jî li berjewendiya cîhanê ye.

Heke bi encama van bûyerên dawîn dewleteke filistînî bête îlankirin çawa be jî ew ê ji bo
filistîniyan baş bêt lê tirsa li holê ew e ku bi encama dek û dolabên rêhişkan, hestên atifî,
nezantiya mirûdan, bizavên oportunîstan, bihêzbûn û zîrektiya israîliyan careke din ziyaneke
mezin bigihê xelkê filistînî. Yên ziyana herî mezin bibînin ê aştîxwazên her du aliyan bin.

Li dawiya dawiyê heye ku mirov bikaribe vê pirsê jî têxe nav xeyala xwe: Gelo helbijartinên
emerikî û rêhişkên israîlî yên wek şaron ku berê ceneralekî navdar bû û li dij bizava aştiyê ya
serokê emerikî Klînton e peywendî li gel van bûyerên dawîn nebin?!! Heye ku li dû 30-40
salên din bersîva pirseke wisa diyar bibêt.

(13/10/2000)

(Mehname, hejmar 11)

Gelo Brakujî ye lê Xapandina Hejaran e?

Şahînê B. Soreklî: shahinsorekli@hotmail.com


Bêyî guman mirina mirovan di şer de yek ji mezintirîn trajêdiyên mirovahî ye. Va trajêdiya li
nik kesan, civatan û gelan her ku şer nêziktir dibe ew qa jî kûrtir û bi jantir dibe. Ji lewre
dema ciwanên kurd di şerê navxoyî de dimirin ew yên çi alî dibin jî bila bibin, dêmagociya
siyasî li aliyekî, ew her Kurd in û mirina wan ji ziyanê bêtir tiştekî nagihîne neteweya kurd.
Mirina van ciwanên bêtawan ne ku cîh digirêye çimkî ew wek kesan li dij hev û din şer dikine
lê ji ber ku rêxistinên ew tê de çekdar li gel hev şer dikine. Van ciwanan heye ku hev û din
nas nekin jî. Loma, û bi encama egerên ku dê li bini bêyên diyarkirin, kujtina wan nema
dikare wek "brakujî" bête binavkirin.

Ji çend mehan û vir de ye, dema mirov guh û çavên xwe dide Medya tv, Televizyona em
bibêjin "ser bi PKK ve," mirov diçe dunyayeke din. Wisa diyar e ku carine Medya tv li gor
xwe rewşê dixe deng û wêneyan, yanê gellek caran ne ku nûçeyan belav dike lê wan li gor
daxwazê diafirîne. Wek nimûne, behsa xwepêşandaneke duhinî cîh girtî dike lê wêneyên
xwepêşandaneke ber du salan cîh girtî raber dike; hevpeyvînê bi kesekî re raber dike lê bi xwe
dibêje ka wî kesî çi gotiye; ji "temaşevanan" re bi dirêjiya hefteyan "bi îspat" diyar dike ku du
rêxistinên din ê şerê hev bikin û hevpeyvînan li gel "komîteyên aştîyê" çîdike lê rêxistina wan
bi xwe dikeve şer, bi filankesî re hevpeyvîneke telefonî çêdike û rê dide wî li gor keyf û
xeyala xwe gotinên dixwaze wîne ser zimanî lê diyar nake ka filankes ji çi rêxistinê ye,... û
her weha û her weha û her weha.

Mîdyaya Yeketiya Niştimanî ya Kurdistan (YNK) li milê din, her weha mirovî dibe cîhaneke
din. Her tiştê ku Yeketiyê bi salan partiya Demokrat ya Kurdistan (PDK) pê gunehbar dikir
îroj ji YNK bi xwe re "helal" dike. "Şexsiyatine" ku Yeketiyê duh ne pêr ew wekî "nekes"
binav dikirin îroj ji aliyê mîdyaya wê de wek kesên bi rûmet têyên binavkirin û cîh ji bo wan
tê dayîn, da ku du çûkan bikine armanca kevirekî, yanê li ser zimanê wan hem PKK û hem jî
PDK "rûreş" dike. Di mîdyaya YNK de rêxistin her aştîxwaz e û aliyê din şerxwaz e; yên din
hacetên di dest recîman de ne lê ew bi xwe her serbixwe ye,... û her weha û her weha û her
weha. Ya di navberê de nuha hebkî bêhna xwe fireh kiriye û vêsî dikêye PDK ye. Tew
"Dayikên Aştiyê" jî çûn serilêdana Parlemana li Hewlêr. De ji vê çêtir?!

Belê, teknîk zor ber bi pêş çûye û heta bi rêxistinên me be jî jê kelk wergirtine. YNK û PKK
teknîka "FIND AND REPLACE" bi kar tînine, yanê wekî bikarhanîna "bibîn û biguher" di
kompiyûter de. YNK wekî ku ji mîdyaya xwe re gotibe, "PDK" bibîn û "PKK" têxe şûna wê û
PKK wekî ku ji mîdyaya xwe re gotibe, "PDK" bibîn û "YNK" têxe şûnê. Roj ya PDK ye. Ew
ê ji xwe re demekê di nav aramiyê de bimîne.

Dema KurdSat dest bi weşanên xwe kir, min hevpeyvîneke telefonî li gel berpirsiyarekî wê li
Sulêmaniyê bi rê xist. Min pirsî, "gelo hûn ê jî wek dezgehine Rojhelata Navîn bi deng û
wêneya "serok" dest bi bûletenên xwe bikin, lê gelo me hêvî hebe ku em ji KurdSat tiştekî nû
bipên?" Camêrî soz da ku KurdSat ê televizyoneke objektîv bêt, ew ê dengê hemî Kurdan bêt
(wek yên din her gotine).

Medya tv û KurdSat beşdarbûna min di dadgeheke australî de tînin bîra min. Ber çend salan
dagehê ji min daxwaz kiribû ku wek sondxwar beşdare proseyeke dadmendî bibim. Di dema
dadkirinê de, dema me sondxwaran guh dida parêzgerê aliyê A, me dikaribû sond bixwara ku
A bêtawan e û yê tawanbar B ye, lê dema me guh dida parêzgerê B, me dikaribû îcar sond
bixwara ku na welleh yê tawanbar ne B, lê A ye. Bi gotineke din, ragîhandina di Medya tv de
bi 180 radeyan ji ya di KurdSat de cuda ye û ya di KurdSat de bi tevahî li bervacêya
ragîhandina Medya tv ye. Rastî di nabvera herduyan de wenda ye û tenê mirûdek yan robotek
ê bikaribe bibêje ya vî alî sed ji sedî rast e û ya wî alî sed ji sedî derew e.
Duhinî min guh da Radyoya YNK, Dengî Gelî Kurdistan (Maşellah hemî dengê gelê
Kurdistan in). Ez bi dora 39 salan ber bi paş çûm û Radyoya "Sewtil Ereb" ya Misrê hat bîra
min (yên ji nifşên min baş dizanin "Sewtil Ereb" - "Dengê Ereban" - çi bû). Li dû ku di sala
1961an de Sûriye bi encama înqîlabeke leşgerî ji Misir veqetiya û Komara Erebî ya Yekgirtî
têk çû li Misir propagandayeke agirîn li dij recîma sûrî dest pê kir. Mirûdên Nasir bi dizî guh
didan Ehmed Seîd yê navdar ku ji "Sewtil Ereb" bang li "gel" dikir: "Vêrê dengê gel e, vêrê
dengê neteweya erebî ye, vêrê dengê rastiyê ye, dengê..." Ehmed Seîd dikaribû bi çar gotinan
bi hezaran ereb derxe ser taxan... Rojekê xwendekarekî nasirî li lîseya Benî Hemdan ya li
bajarê Helebê bi lez ber bi min hat, li gel ku em neyarên hev bûn jî (di dema Nasir de Kurdên
Sûriyê gellekî hatin êşandin) û bi heyecan got, "şeva çûyî dîsan şer li taxa Kellasê di navbera
"gel" (yanê piştgirên Nasir) û leşgerên veqetxwazan (yanê recîma sûrî) de derket û dora 20
kesan hatin kujtin... Ji ber ku ez û wî bi xwe li Heleb diman û tew mala wî li taxa Kellasê bi
xwe bû jî, min bi ken jê pirsî heke wî bi xwe bi kêmasî dengê tifingan bihîstibe. Wî bi hêrs
gote min, "qey min guh li radyoya 'Sewtil Ereb' bû û min bi guhên xwe ji Ehmed Seîd bihîst."
Bi gotineke din, mirûdê nasirî ji xwe bawer nedikir lê bi gotina Ehmed Seîdê ku ji Qahîreyê
iddîaya cîhgirtina şerekî di taxa wî de dikir bawer bû. De îcar li mirûdên her du aliyên kurdî jî
wisa hatiye û ewên di navbera her du aliyan de jî peyva "brakujî" di devên xwe de kirine
benîşt e.

Ber çend salan ez li gel berpirsiyarekî rojnameyeke australiye navdar beşdare kombûnekê
bûm. Min gilî û gazincên xwe ji wî û rojnameya wî kirin ku çima di derheqê Kurdan de
nanivîsînin. Camêrî Kurd baş dinasîn. Keniya û bersîva xwe wisa da: "Şahîn, me nûçe divên,
bûyerên nû û balkêş divên. Li nik Kurdan tenê her 25 salan yan 50 salan carê bûyereke nûye
balkêş cîh digire. Di navbera wan salan de eynî tişt xwe dubare û dehbare dikin, yan jî di nav
çiyayên wan de her eynî teqereq e. Dema tiştekî nû di derbarê Kurdan de cîh girt min agahdar
bike." Ewên di nav 30-40 salên borîn de xwe bi belavok û beyanname û mîdyaya kurdî ve
mijûl kirine dê bizanibin ku di nav me Kurdan de her çend salan carê peyveke taybetî dibe
mode. Ji bo çend salan "şoreş" bûbû çeresa me. Dû re hatin dem û dewranên peyvên wek
"caş," "devrimcî," "marksîst-lenînîst," "ajan," "gel," "mêrkuj," "brakujî," "rewşenbîr," "aştî" û
yên din.

Gelo "brakujî" ji ku hatiye? Dema li gundekî Kurdan kurê Elê Welê kevirek diavêt berxê mala
Mistê Cimo û digot, "hey min eyarê te di xwediyên te kişando" û ji bedbextiyê jina Mistê
Cimo dibihîst û mêrê xwe agahdar dikir, peyayên mala Elê Welê û yên mala Mistê Cimo bi
encama vê yekê radibûn hev û şerekî bi misas û ço û kevir û xenceran xwe dixist rê. Ji ber ku
malbata Elê Welê û ya Mistê Cimo meriyên hev bûn, xizmên hev bûn, gundîne yan rîhsipîne
diketin navbera wan û digotin: "Eyb e ji we re lo! Hûn dixwzin ji bo xatirê gotineke ji cahilekî
dest bi şerekî brakujiyê bikin?" Mirov dikare di derbarê şerê di navbera du pismaman, du
malbatan, du gundan û heta du eşîran de behsa şerê "brakujiyê" bike, lê peyv nema ji bo şerê
di navbera hêzên partiyên me de di cîh de ye. Helbete peyv li hesabê rêxistinan tê û ew bi xwe
jî nuha wê bi kar tînin, yanê aliyê din wek "brakuj" bi nav dikin, lê dem hatiye ku em êdî
teknîka "bibîn û biguher" bi kar wînin û "şerê xapandina hejaran" (ez bi mebest "xapandina
gel" bi kar naynim, çimkî bikarhanîna "gel" jî yek ji wan peyvên modeyî bû) têxin şûna "şerê
brakujiyê." Çima ev guhertin? Ji ber ku hindek ji rêxistinên me nuha wek nîvdewlet in,
xwedan hêz û televizyon û rojname û kovar û nizanim çi ne. Hema 2-3 firrok bi dest wan
kevin, ew ê hema-hema bibin wek dewlet. Şerê di navbera wan de nema li ser berxa hatî
kevirkirin e, lê li ser bidestxistina hêzê û kontrolê ye, li ser bi milyonan pere ye, gellek eger û
armancên veşartî yên şerî hene... Loma, ne çar gundî, ne şeş kevnesiyasetmedarên kurd yên li
Ewropa di teqawîtê de, ne "rewşenbîr" û ne jî şeyxên me yên li paytextan rîhsipî bûnî dikarin
van şerên bi şaştî wek "şerê brakujiyê" têyên binavkirin rawstînin. Bila em tew li vir behsa
îdyolociya siyasî nekin û wê venejînin. Wisa diyar e ku ew mode piçekî bêhêz bûye... Tu
Kurdên bizava navberiyê dikine li aliyekî deyne. Emerîkaya xopan, Brîtanyaya mezin û
dostine biyaniye navdar ji salan û vir de ye nikarine heta du rêxistinên me yên li başûr
bigihînin hev. De mirov ê çawa çaverê bike ku kevnesiyasetmedar, rewşenbîr û rîhsipiyên
Kurdan tew PKK jî li gel wan di broşekê de bidin hêvankirin?!!

Ta roja ku neteweyek nikaribe motoreke durist peyda bike, motoreke ku ew bi xwe wê li gor
barê li holê çêbike û di otomobîleke netweyîye hevgirtî de bi cîh bike, van şêwe kêşeyan jî dê
bidomin. Bi gotineke din, di rewşa îroj de zor kêm in di nav Kurdan de ewên ku rast dikarin
wêneya mezin, wêneya durist û realîst bibînin. Çendekên dikarin wê wêneyê bibînin jî
bêxwedî dimînin çimkî dermanê wan li hesabê rêxistinan nayê. Rêxistin ji mirovî tenê beşekî
wî naxwaze, tevahiya wî, bi hiş û can û giyan dixwaze; ji wî hêvî dike ku dermanekî li gor
daxwaza rêxistinê, ne li gor nexweşiya li holê, biafirîne, yan tew bi tevahî bibe mirûd.
Mirovekî nexweş heke gotina pijîşk negire û dermanê li gor nexweşiya xwe nepejirîne helbete
dê her nexweş bimîne, û ji ber ku nexweş e rewşa wî dê bandoreke nerênî bigihîne tevahiya
malbatê ta roja ku ew yan ji nexweşiyê azad dibe yan dimire. Dermanê pêwîst tiştekî wisa ye
ku ji bo aliyê şaş bête aşkerekirin ew şaş e û aliyê şaş divêt vê yekê bipejirîne û şaştiya xwe
rawestîne, yan na, bi dek û dolaban û gotin û lehfan şaştî ji holê ranabe. Heke peyva "brakujî"
di devan de bibe fatîhe jî ew ê nikaribe şerê navxoyî rawestîne çimkî ji bo rawestandina wî
rakirina egerên agirê şerî car li dû carê vêdixin pêwîst e. Heke van egeran bi tevahî ji holê
ranebin pînekirina kêşeyê dê tenê ji bo kurtekatekê şer berbend bike. Heke şer îroj raweste jî
dê sibe, dusibe, saleke din, yan deh salên din dîsan û dîsan dest pê bike. Wek nimûne, di
kêşeya di navbera PKK û her du rêxistinên başûr de (ku ev bûn çend sal berdewam e) aliyek
dibêje (Berpirsiyarekî di hevpeyvîneke telefonî de eynî wisa gotibû): "Ma Kurdistan mulkê
bavê wan e ku bibên tu kanî yan nikanî werî vir..." Aliyê din wisa dibêje (Bi salane tête
gotin): "Bila biçin li aliyê xwe şer bikin." Dema mirov realîteya li holê, rewşa erdnigariya
Kurdistanê, siyaseta cîhanê û ya herêmê, û berjewendiya rêxistinên başûr bide ber çav
rastiyek wek çirayê li ber çavan e, lê dema mirov hestên atifiye klasîk, gotinên wek "em hemî
Kurd in û Kurdistan ya hemî Kurdan e" û berjewedndiya PKK bide ber çav rastiyeke din îcar
wek çirayê li ber çavan e. Ev li aliyekî, li aliyê din, wek hat diyarkirin pirsên pereyan,
bidestxistina hêz û kontrolê, tiliyên dewletên dirawsê û gellek tiştên din yên di bin palasê de
nixamtî rola xwe dileyizin. Bi encama vê yekê û ji ber ku em ne endamên welatekî serbixwe
ne, ne xwediyên mîdyayeke objektîv in, ne gelekî bi pirranî xwende ne, ne xwediyên
zimanekî standard in û demokrasiya rast nedinasin; û ji ber ku di nav me de hejmara mirûdan
bilind e û kesên dikarin bi "Ehmed Seîdan" bêyên xapandin zehf in rewşa kambax ê ji bo
demekê, yan tew ji bo qonaxeke dîrokî, bidome.

Kêşe diyar e û ji salan û virde bûye egera vêxistina şerên navxoyî di navbera PKK li aliyekî û
PDK yan YNK li aliyê din (Ji bîr neçêt ku dema PDK û YNK li gel hev di hukûmetê de bûn
dîsa şer cîh girtibû). Heke kurd rast dixwazin vê kêşeyê çareser bikin û ji holê rakin divêt
biryara xwe bigirin: Yan rewşa îroj ji bo hebûna çekdar ya PKK li başûr ne alîgir e û divêt
PKK hebûna çekdar bi şêweyeke durist bi dawî wîne; yan jî Kurdistan ya hemiyan e û
rêxistinên başûr maf niye dêrî li PKK bigirin; PKK maf heye li ku be jî li gor daxwaza
seroketiya xwe têbikoşe. Kêşe ev e, nexweşiya li holê ev e û egera nexweşiyê bi du şêweyan
têye teşxêskirine. Grîngtirîn tişt nuha ev e: Gelo ji her du baweriyên li jor kîjan di realîteya
îroj de durist e. Ev yeka zor grîng e çimkî bijartina teşxîskirina şaş dikare bibête xwarina
demanê şaş. Xwarina dermanê şaş jî dikare bibe egera ziyaneke gellekî mezin ji bo bedena
neteweyî. Dawîdana kêşeyê dikare tenê bi bijartina teşxêskirina durist û xwarina dermanê li
gor wê cîh bigire heke Kurd rast dixwazin rê li şerê navxoyî yê bi PKK ve eleqedar li başûr
rawestînin. Her tiştekî din ji kilîşe, dêmagocî û xapandina xelkê pê ve ne tişt e.
Peyvên li jor ketinî rêzan wê xwebêjê nadin ku her tiştên rêxistinên me bed û xirab in. Helbete
ew li gor xwe ji bo gelê xwe têkoşiyane û gellek aliyên wan yên baş hene. Dezgehên
televizyonê yên hatinî binavkirin jî xwediyên gellek aliyên qenc û erênî ne, lê hêvî ew e ku
xwe ji mentalîteya propagandîst û metodên zengarîn azad bikn. Gotineke di zimanê erebî de
dibêje: "kesên li hember xwe wek ker mehesibînin," yanê dîdar û guhdarên xwe îhanet mekin
û wisa texmîn mekin ku hûn ê her yekî ji wan bi hêsanî bixapînin. Ji bo armancên dûr van
tektîkan ji bo we bi xwe jî ne çak in. Helbete benê dezgehên ragîhandinê di dest serokên
rêxistinan de ye û divêt berpirsiyarên van rêxistinan mîdyayê nekin hacetên xapandina xelkê.
Bêyî guman karmendên mîdyaya wan jî, bi kêmasî yên hişyar di nav wan de, bi vê metodê
gellekî têyên êşandin. Metodê propagandaya xapandinê dikare ji bo demekê beşekî ji xelkê
bixapîne û heta mêjiyên wan jî bişo, lê nikare heta-heta serkeftî bimîne. Propagandaya
Yeketiya Sovêtî ya par bidin ber çav, ya welatên wek Çînê, ya naziyên Almanya, ya
Emerîkaya salên 50yan, ya Albanya... Heke sed salan jî biajo rastî dê rojekê serê xwe hilde û
her tişt ê aşkare bibe. Mebest bi nivîsandina van şêwe gotaran ne acizkirina çi rêxistinan e, ne
jî neyartiya li gel wan e. Mebest afirandina çirûskeke ji hêviyê ye ku rojekê aramî were
Kurdistanê, zimanxweşî û hevkarî Kurdan bigihînin hev... Em di destpêka hezarsaleke nû de
ne. Bila êdî dawiya siyaseta nedurist û siyaseta xapandina nisfşan bi dawî bêt. Ber em
kiryarên mezin ji neyaran hêvî bikin, bila em bi xwe mafên hev û din bipejirînin û di destpêkê
de aştiya navxoyî misoger bikin.

Li dû hemî gotinên li jor, ez ê careke din xwe têxim nav ava kûr. Wek nivîskar û
rojnamevanekî ku bi salan e xwe têkiliye pirs û siyaseta kurdî dike ez dikarim li gor dîtina
xwe rewşa di derbarê şerê dawîn yê di navbera hêzên YNK û PKK de wisa analîz bikim:

Şerê di navbera her du aliyan de ne şerekî di navbera 4-5 pêşmergeyên Yeketiyê û 4-5
gerîlayên PKK de ye ku bi "tesaduf" cîh girtiye da ku mirov behsa "brakujiyê" bike û bizava
zûrawestandina wî şerî bike. Ji hefteyan û vir de ye ku her du alî xwe û raya giştî ya kurdî ji
bo vî şerî amade dikine. Propagandaya di mîdyaya her du aliyan de, ew kombûn û komîteyên
aştiyê yên li Ewropa û ragîhandinên di Medya tv de..., hemî bi vî şerî ve elqedar bûn.

Di salên borîn de YNK cîh dabû berpirsiyar û gerîlayên PKK. Helbete Yeketiyê ev kara ji bo
erkekî neteweyî bi cîh dikir, lê divêt neyê ji bîrkirin ku di eynî katê de her du rêxistinan hev û
din li dij PDK bi kar dihanîn. YNK her weha hebûna çekdarên PKK wek karteke ji bo
pêşeroja peywendiyên li gel Tirkiyeyê bi kar dihanî. Li dû destpêkirina dadkirina birêz Ocalan
li Imraliyê û encamên pê ve girêdayî YNK kar û ziyana dikare ji cîhdana bo PKK bêt xist
mêzînê û dît ku ji bo Yeketiyê bi xwe ziyana ji mayîna wan ya çekdar ê ji qezencê bêtir be.
Ne tiştekî veşartî ye ku YNK ji mêj ve ye wê daxwazê ji Tirkiyeyê dikêye ku eynî maf û
hevkariya dide PDK bide wê jî. Berpirsiyarên tirk di dema serilêdana birêz Talabanî de (berê
jî) aşkere kirin ku şertê wan yê yekem dawîdana hebûna çekdar ya PKK li herêmên Yeketiyê
ye. YNK bi gellek şêweyan daxwaz ji seroketiya PKK kir ku bi şêweyeke aştiyane çekdarên
xwe ji herêmên di bin desthelatdariya wê de derînin lê PKK wisa nekir. YNK îsrara xwe
domand. Texmîn tête kirin ku her du aliyan jî xwe di derbarê vê yekê de gîhandin
berpirsiyarên îranî. Wisa diyar e ku YNK dikaribû ya xwe li nik Komara Îslamî bi ser xe, bi
kêmasî di detpêka şer de (karbidestên îranî bi armanca ku ziyanê bigihînin her du aliyan û ji
bo berjewendiyên din dikarin biryarên xwe bi demê re biguherin). Û wisa jî Yeketiyê înzar da
PKK ku yan bi aştî biçête der, yan jî ew ê neçar bibe wan bi darê zorê derîne. Li dawiya
dawiyê şer cîh girt...

Her kes dizane ku hewcedariya YNK bi pereyan heye çimkî berpirsiyara herêmekê ye ku
dikare wek dewleteke biçûk bête hesibandin. Ew neçare peywendiyên xwe li gel welatên cînar
baş bihêle, hem ji bo egerên aborî, hem ji bo yên siyasî û hem jî da ku li hember PDK wek
otorîteyeke bi hêz bimîne. YNK nikare hebûna PKK ya çekdar hilgire, ne jî rewşa jiyosiysî ji
bo vê yekê munasib e. Li pêş PKK çi rê hene? PKK daye zanîn ku biryara serokê wê ya di
derbarê aştiya di "komara demokrat" de yeke bêyî veger e. Ew nikare gerîlayên çekdar
vegerîne Tirkiyeyê. PDK, li milê din, dersa xwe girt û heke "mucizeyek" cîh negire dê hebûna
PKK ya çekdar, ta ji dest tê, nepejirîne (Ne diyar e heke gerîlayên xwe li deverine di bin
desthelatdariya PDK de bi cîh kiribûn hîn li wan şûnan bin. Di nav çend hefteyên borîn de
mîdyaya her du aliyan behsa çi livbaziyên li dij hev û din nekirine). Sûriye nedikare vekirî rê
bide gerîlayên çekdar. Sûriye û Îran rê didin hebûna PKK ya siyasî..., nixamtî yan nîvvekirî,
lê nikarin rê bidin mayîna bi hezaran yan heta bi sedan gerîlayên çekdar li ser sînorê Tirkiyê.
Ji bo PKK tenê du rê dimînin: Yan bi darê zorê hebûna xwe ya çekdar li beşine başûr bihêle,
yan jî biçe aliyê di bin desthelatdariya recîma îraqî de. Bexdad dikare PKK hem li dij Kurdên
başûr û hem jî wek karteke danûstendina li gel hukûmeta tirk bi kar wîne. Bêyî guman hêviya
her Kurdekî dilpak ê ew be ku PKK xwe nexe nav dehfa recîma îraqî.

Heke sînaryoya li jor di cîh de be pirsgirêk dikare çawa bête çareserkirin? Wekî ez dibînim
tenê rêyeke mentiqî heye ku dikare rê li rijandina xwîna ciwanên bêtawan, hevrikiya di
navbera Kurdan de û planên neyarên Kurdan bigire. PKK divêt vekirî bide zanîn ku ew ê
hebûna xwe ya çekdar li başûr bi dawî wîne, ku ew ê dest ji propaganda û kiryarên li dij YNK
û PDK berde... Her du rêxistinên başûr ji aliyên xwe ve divêt bi her awayî giraniyê bidin ser
Tirkiyeyê ku efweke giştî ji bo hemî berpirsiyar û gerîlayên PKK derxe. Her du rêxistin
dikarin têkiliyên li gel Waşington û Yeketiya Ewropayî jî ji bo vê armancê bi kar wînin. Heke
Tirkiye tiştekî wisa neke, wê demê her du rêxistinên başûr divêt mafê mayînê û xebata siyasî
bidin endamên PKK. Hem PKK û hem rêxistinên basûr divêt rêzê ji erf û toreyên mêvantî û
mazûvantiyê re bigirin. Bi gotineke din, endamên PKK divêt di karê xwe de riya endamên
Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê bigirin, bi aramî û aştî karê xwe yê siyasî bikin.
Encameke wisa dikare bibe destpêka qonaxeke nû ji bo tevgera kurdî û dikare rewşa li başûr
ber bi aramiyê biajo, bi kêmasî ji aliyên ku xwe bi Kurdan ve eleqedar dikin.

Wek kurdekî ku bi cîhgirtina şerê navxoyî diêşe min nivîsandina gotara li jor wek erk li ser
xwe dît, li gel ku dizanim nivîsarên wisa dikarin ji nivîskarî re serêşiyê jî wînin holê. Heke
dîtina min, teşxîskirina min, di cîh de neyêt dîtin divêt kes û komên xwe wek dilpak û kurdhej
dizanin ji her du teşxîskirinên li jor diyar bûnî yekê bibijêrin û daxwaza bikarhanîna dermanê
durist bikin. Heke egerên afirandina kêşeyan û cîhgirtina şerên navxoyî neyên dîtin û dermanê
durist ji bo wan neyêt bikarhanîn, bi hêlehopa atifî, propagandaya xapandinê û bikarhanîna
peyvên wek "dawiyê bidin brakujiyê" şerên navxoyî dê her wek şîrpenceyê di nav hestiyên
neteweya kurdî de bimînin.

(1/10/2000)

(Mehname, hejmar 10)

Ji bo Aştiyê Pêşniyaziyek

Şahînê Bekirê Soreklî

Bi encama şert û mercên dawiya şerê kendavê li başûrê Kurdistanê rewşeke taybetî û
fersendeke dîrokî ji bo Kurdan hat holê. Heke Kurdan bizanibûna, û bikaribûna, wê fersendê
bi kar wînin ne dûr e ku îroj Kurdan jî di 27emîn yaritiyên olimipyadê de alek hebûna.
Mixabin, wekî ji dîroka wan ya bi xwîn, şaştî, stemkarî û janê dagirtî diyar e, îcar jî ji dest
wan nehat der ku xwe bigihînin şûneke bi rêz di nav neteweyên cîhanê de.

Min dil niye di vê gotarê de bi şêweyeke berfireh behsa wan egeran bikim, ka çima
fersendeke dîrokî car din ji destên Kurdan çû (Min di gotara "Neteweya Kurd li Pêş Deriyê
Hezarsaleke nû" de behsa wan kiribû) lê ez ê hema aşkere û vekirî behsa egerên herî grîng
bikim:

1) Nakokiya di navbera Yeketiya Niştimanî ya Kurdistan (YNK) û Partiya Demokrat ya


Kurdistan (PDK) de.

2) Rola Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) li başûr.

3) Nebûna hêzeke dînamîk ji kesên zanyar, têgihîşt û hevgirtî di nav Kurdan de.

Ev çend sal in di nav weşanên Kurdan de gellekî behsa rola "rewşenbîran" tête kirin. Tiştê
balkêş ew e ku, li gel nivîsarên di derbarê vê pirsê de hatinî weşandin jî, bi şêweyeke rêk û
pêk hîn jî ne diyar e gelo "rewşenbîr" kî ye. Ji aliyekî din ve, gellek pirsên di derbarê rola
rewşenbîran de bêpersîv mane: Gelo her kesê rewşenbîr di derbarê siyasetê de pêzan e?! Gelo
rewşenbîr divêt serbixwe be yan bi rêxistinan ve girêdayî be? Gelo rewşenbîr fermanê ji
rêxistinên siyasî digire, yan gelo rêxistinên siyasî pêşniyaziyan ji rewşenbîran digirtin? Û
gellek pirsên din... Ev hemî li aliyekî, li milê din, divêt em ji xwe bipirsin, heke "rewşenbîr" ji
rêxistinên siyasî bi gazinc bêt, gelo bikaribe dîtina xwe di nav xelkê te belav bike? Gelo
mîdyaya bi pirranî di dest rêxistinên siyasî de rê bide belavkirina ramanên rewşenbîrên
serbixwe? Gelo çend rewşenbîrên serbixwe xwediyên wan fersend, pêkanî û wêrekiyê bin ku
bi şêweyeke durist û vekirî rastiya rewşa li holê ragihînin? Û gelo bi kêmasî 50% ji Kurdên
hemî beşên Kurdistanê bikaribin dîtina rewşenbîran bibînin, bixwênin û fêhm bikin?

Di nav deh salên borîn de parleman û kongere û enstîtût û bi dehan rêxistin û komîteyên
Kurdan hatin holê, bi sedan kombûnan cîh girtin û bi hezaran car behsa aştiyê û yeketiyê hat
kirin. Helbete hemî têkoşîn û xebata bûyî ne bêyî sûd bû lê rewşa îroj li Kurdistanê baş diyar
dike ku "yeketiya Kurdan" û aştiya di nav her sê rêxistinên bi hêzên leşgerî de hîn bi cîh
nebûne û tehlûkeya li holê mezin e ku piçek çirûska hêviyê ya li başûrê Kurdistanê vêketî
mayî jî bi encama ezotî û şaşitiyên van her sê rêxistinan vemire. Gellek Kurd behsa yeketiyê
dikin, bêyî ku bi şêweyeke rêk û pêk haydare rewşa ciyosiyasî ya Kurdistanê bin û bêyî ku
tevahiya rastiya di derbarê partiyên Kurdan de bizanibin. Li milê din, hejmareke mezin ji
Kurdan tenê di bin bandora propaganda û peyvên rengîn yên rêxistinên xwe de mane. Di
rewşeke ku tê de mîdyayeke serbixwe, objektîv û hevbeş ji bo endamên neteweyekê nebe,
mirov nikare ji gellekî ku bi pirranî nexwende ye hêvî bike ku di derbarê siyasetê de bi
şêweyeke rêk û pêk haydar û têgihîşt be. Heke ew mirovê serbixwe û têgihîşt hebe û li rewşa
îroj li başûrê Kurdistanê seyr bike, ew ê bêguman bizanibe ku YNK, PDK û PKK her sê jî di
derbarê rewşa li holê de berpirsiyar in. Heye ku tawana yekê ji wan kêmtir yan zêdetir be, lê
dîsan jî tawanbar e. Heke van rêxistinan bi rastî ji bo berjewendiya neteweya kurd di kar de
ne, heke rast armanca wan aştî û hevkarî ye, heke ew dixwazin hêviya Kurd ji başûrê
Kurdistanê dikin zindî bimîne çareserkirina kêşeyên li holê dê ne ew qas dijwar be, bi şertê ku
ew berjewendiya gelê kurd bidin ser berjewendiya rêxistinên xwe.
Gellek kesên dilpak di nav deh salên borîn de têkoşiyane ku van rêxistinan ber bi hev wînin lê
pirsgirêkên di navbera PKK û YNK de nuha li holê diyar dikin ku rewş ne ber bi pêş, lê ber bi
paş çûye.

Li gel ku tecrûbeya salan mirovî dilsar û bêhêvî dike jî, ez ji bo xwe wek erk dibînim û di xwe
de wê wêrekiyê hest dikim ku li vir pêşniyaziyeke din di derbarê çareserkirina kêşeyên li
başûrê Kurdistanê de pêşkêş bikim:

1) Bila PKK di cîh de dawiyê bide hebûna çekdar li başûr.

2) Bila ji bo berpirsiyar û gerîlayên PKK yên dixwazin li başûr bimînin eynî maf û erk
hebin wekî ku ji bo berpirsiyar û endamên Hizbî Demokratî Kurdistanî Îran li başûr
hene.

3) Bila PDK û YNK cîhgirtina helbijartineke nû bipejirînin û xwe ji bo vê helbijartinê


di nav 3 mehan de amade bikin, helbijartineke ku divêt bi serpereştiya lênerên biyanî û
encûmeneke kurdiye serbixwe cîh bigirin.

4) Bila partiya, yan koalisyona, di helbijartinan de pirraniya dengan bi dest dixe


hukûmetê ji bo 3 salan bi rê ve bibe û bila partiya din wek muxalefet di kar de be,
wekî di sîstêma welatine rojavayî yên demokrat de.

5) Bila partiya hatî helbijartin wezîran bi nav bike, siyaseta hukûmetê bi rê ve bibe, lê
bila berpirsiyartiya hemî dezgehên aborî, mîdyayî û weşanên giştî, her weha dayîreyên
giştî yên din, di dest bûrokratiyeke serbixwe û bêlayan de be.

6) Bila hêzên PDK û YNK bibin yek hêz û seroketiya vê hêzê têkeve dest serhêzên
sebixwe û bêlayan.

7) Bila li dû 3 salan dîsan helbijartin cîh bigire û bila di vê helbijartinê de partiya li ser
karbidestiyê û ya di muxalefetê de xwediyên eynî mafan bin, wekî li welatên rojavayî
yên demokrat.

8) Bila encûmeneke serbixwe û bêlayan karê hukûmetê binçav bike û di navbera


partiya desthelatdar û muxalefetê de bibe dadmend, dema çi kêşe hatin holê.

9) Ji bo ku van şert û mercên li jor bikaribin bi rêkevin divêt propagandaya hevrikiyê


bêyî şert û merc bi tevahî raweste; û divêt ji bo pirsiyarên xwe bi helbijartinan ve
girêdidin ne paşeroj (salên berê) lê pêşeroj (salên ku dê bêyên) bibin armanc.

Ev pêşniyaziya li jor nimûneyeke ku dikare rewşa li başûrê Kurdistanê bigihîne qonaxeke nû,
qonaxeke ku dikare bi xwe re sûdeke mezin wîne, ne tenê di derbarê aştiyê,
şaristaniyê û demokrasiyê de, lê her weha ji bo bi cîhkirina armancên mezintir ji bo
tevahiya neteweya kurdî. Bi cîhkirina van şert û mercan ne dijwar e lê bi şertê ku li
nik berpirsiyarên rêxistinên hatinî binavkirin dilpakî, hêza bexşandinê, tolerans û
amadebûna fîdakariya ji bo xatirê pêşeroja giştî ya neteweya kurdî hebêt. Partiya ji
şertên wisa bireve divêt aşkere ji aliyê Kurdên serbixwe de bête rexnekirin.

Heke PDK û YNK nikaribin van şertên li jor bi cîh bikin, ji ber egerên jiyosiyasî, yan
rênedana hukûmetên li gel wan "alîkar" yan "dost," wê demê bila "defaktoya" li holê, yanê
hebûna hukûmetên li Hewlêr û Sulêmaniyê bidome lê bila encûmeneke kurdiye serbixwe di
navbera wan de bibe dadmend, û bila her du rêxistin dest ji hevrikiyê berdin, sînorên di nav
xwe de vekin û gorên hev û din nema careke din bikolin. Bila aştî û hevkarî bête Kurdistan û
bila gelê kurd, bi kêmasî Kurdên başûr, ji va şeva reşe dirêj azad bibin. Bila PKK jî nema çi
caran çekdarên xwe li başûr bi cîh bike, bi kêmasî ne di nav şert û mercên îroyîn de.

(21/9/2000)

(Mehname, hejmar 10)

HELEB: "Ummuddunya"

Shahînê Bekirê Soreklî: shahinsorekli@hotmail.com


Ji mêj ve ye riya min bi ser bajarê Helebê neketiye. Di salên destpêka ciwantiya xwe de ez li
wir diçûm xwendegehê û min gellek rojên xweş li wir derbas kirin. Wê demê Heleb bajarekî
paqiş û xweş bû, yan wisa bi min ve dixewinî. Mezinên me digotin, Heleb diya cîhanê ye.

Li dû salên dûr û drêj li derve fersend ket dest ku ez biçim merhebayekê li vî bajarê kevnar
bidim. Di nav sîh salan de bajar ji hev kişiyaye û mezin bûye. Ew kolanên bajêr yên wek Taxa
Quwetlî ji derve de wek xwe mane. Di rojên berê de van taxan paqiş û kîbar bûn, çirayên
curbecur tê de dibiriqîn û mirov hişmekar dikir di wan re bimeşe. Îroj tu dibêjî qey pîr û kal
bûne. Rûyên wan qermiçî ne, ronahiya wan melûl bûye û gemara wan bêtir bûye. Hindek ji
helebiyên kevin bi keser dibêjin, "gundiyan Heleb fetisandin." Hindekên din dibêjin,
"helebiyên dewlemend çûn şamê, Bêrûtê, Ewropa û Emerîkayê û xelkê bajarokên çolê û
gundiyan Heleb pîs û pas kirin." Hindekên din dibêjin, "hukûmet çê-çê li Helebê nanihere."
Gotin û baweriyên bi hawayên cuda di derheqê Helebê de didomînin, lê li gel hemî kêmasiyan
jî Heleb ji bo gellek kesan hên wek "diya cîhanê" dimîne, Heleb ji bo wan "ummuddunya" ye.

Erê, hindek beşên Helebê ber bi paş çûne, lê di eynî demê de mirov pêşveçûnê jî di çav xwe re
dike. Li rojava û bakurê bajêr qonax û taxên nû çêdibine, rêyên Helebê digihînin şamê, li
rojava, û sînorê Îraqê, li rojhelat, fireh bûne û balafirên ji derve de têyên dest pê kirine li
balafirgeha Helebê dakevin. Dukan û mixazeyên bajêr tiji ne, tiştê tu bixwazî heye. Xwarin û
vexwarin bêdawî ne û zatî xwarina Helebê bi nav û deng e. Ji bo kesên xwedan pere otêlên
pêncstêrk û cîhên keyfê jî pirr in. Tenê di heyvên havînê de av kêm dibe û belengazên bajêr
dikevin nav rewşeke aloz.

Heleb, wek gellek bajarên kevnar yên Rohilata Navîn, bajarekî wisa ye ku tê de sedsalên ji
dem û dewranên cuda li gel hev dimînin. Bi gotineke din, di hindek beşên bajêr de mirov xwe
di dawiya sedsala 20emîn de dibîne, lê di beşine din de mirov dibêje qey dem berî bi sedan sal
rawestiyaye. Di wan taxên dorhaliyê Medînê de, wek mînak, mirov dikeve cîhaneke din,
cîhaneke sedsala 12emîn, heye ku hên zûtir. Bi înglizî ji bajarekî wek Heleb re "city of
contradictions" tête gotin. Li aliyekî jinên ku xwe bi cawê reş ji ser û bin ve nixamtinî, li aliyê
din jinên bi nûjentirîn kincên ji modeyên Parîsê. Li aliyekî erebaneyên ku ji aliyê keran ve
têyên kişandin, li aliyê din buhatirîn otomobîlên ji modêlên herî dawîn. Ji aliyekî ve otobûsên
ku navê "hop-hop" li wan hatiye kirin, otobûsên ku temenê wan heye ku pênceh sal be, ji aliyê
din ve nûjentirîn otobûsên ku di 5 saetan de mirov ji Heleb digihînin şamê. Dema tu ji Kelaya
Helebê dadikevî navenda bajêr tu rastî xwaringehine wisa têyî ku laşên dewêr li pêş wan bi
dar de ne. Tu xwe di bajarekî Rojhelata Navîn yê kevnar de hest dikî. Ber tu têkevî Bab il
Ferec tu rastî otêla El Emîr têyî. Va otêla te di nav deqeyekê de dike atmosfêreke ewropayî, bi
qehweya xwe ya esperesso, bi xwarin û vexwarina xwe û heta bi tuwalêtên xwe.

Wek gellek bajarên Rohilata Navîn gelşên herî mezin li vir jî yên gemara bayî û kêmbûna avê
ne. Bi hezaran otomobîl di bajêr de bi şev û roj di rê de ne. Hejmareke ji taksiyan ji modêlên
ber pênceh salan in, dûmana reş ji wan tê der. Di hindek taxên bajêr de mirov bi dijwarî
nefesa xwe dikare bikişîne. Ji ber ku di bajêr de tramba û trênên metroyê nîn in, hemî neqliyat
bi rêya otomobîlan e. Ev jî dibe sedema gemarîkirina bayê bajêr. Di gellek çayxaneyên bajêr
de, bi taybetî eger zivistan be, dûyê cixareyan gelşeke mezin e. Ji deh mirovan neh li van
waran cixareyê dikişînin û gellek ji wan yekê bi yekê vêdixin. Gemara li ser taxan û li pêş
xaniyan hindek caran bi rojan li şûna xwe dimîne.

Ava Helebê bi boriyan ji çemê Ferêt tê. Ji ber ku bajar mezin bûye û ava Ferêt kêm bûye, di
çend salên borîn de av li bajêr kêm dibe. Ne tenê dar û baxçeyên bajêr nedikarin wek berê
bêyên avdan, lê havînê av bi saetan tête birrîn. Ji ber sedemên wisa mirov dikare tê bigihê,
çima av dikare di pêşerojê de bibe egera şerê di nav welatên Rojhelata Navîn de.

Xelkê Helebê bi pirranî ji Kurdan hej dikin, bi taybetî daniştvanên kevin. Hurmet û rêza wan
ji Kurdan re heye; ew û Kurdan dostên hev in. Yek ji egeran ew e ku nasdariya wan û Kurdan
pirr kevine û vedigere pêş rojên Selahiddîn. Ev wê xwebêjê nade ku yên ji Kurdan nefretê
dikin nînin, lê bawer dikim hejmara wan ê kêm be. Kasêtên bi kurdî hema-hema di hemî
dukanên kasêtfiroş de têyên dîtin. Helibiyekî kal dibêje, "Kurd ji mêj ve ye li Helb in û roleke
mezin di avakirin û pêşvexistina wê de lîztine." Li Helebê beşekî bi navê "Bustan Kul Ab"
heye ku wek "Bustan Kilêb" tête ser zimanê Helebiyên îroj. Kalê Helebî dibêje, kalikê wî ji
wî re gotiye, ku ber gellek salan Kurdan ew cîha şên kirine û navê "Gul Av" lê kirine. Ji ber
ku di zimanê erebî de tîpên G û V tunen, ew dû re wek "Kul Ab" hatiye nivîsandin û hên îroj
jî wisa tête nivîsandin. Bi gotina Kurdine Sûriyê, îroj li Helebê dora 250 000 Kurd dijîn. Li vir
Kurdên herêmên Çiyayê Kurmênc(Efrîn), Kobanî(Eyn il Ereb) û Cizîrê digihên hev. Beşekî
ne biçûk ji Kurdên Cizîrê xwediyên dukanan in, yan bazirgan in, yan xanî li vir kirîne û
zivistanê li Helebê dimînin. Yên ji Kobanî di warê pîşesaziyê, dukandariyê û karkirinê de
mijûl in. Xelkê herêma Efrînê wek mamûr, pijîşk, garson, şofêrên taksiyan û paqijker di kar
de ne. Hejmareke ji zaroyên vê herêmê li ser taxan boyaxçiyên qonderan in. Wek min dît û
bihîst, Kurdên Kobaniyê û Cizîrê ji vê yekê gellekî aciz in. Ew dibêjin, "Kurdên Efrînê yan
boyaxçî ne, yan gerson in û wan navê Kurdan xirab kiriye." Dema mirov hewl dide ji wan re
şîrove bike, ku kar şerm niye, ku yên van karan dikin ji neçartiyê dikin, ku di nav Kurdên
Efrînê de bi hezran tixtor û muhends û zana jî hene, van gotinan binê guhên gellek kesên ji
Cizîrê û Kobaniyê xuh nadin. Bi taybetî Kurdên herêma Kobaniyê di vî warî de gellekî
serhişk in. Yek ji wan wisa dibêje: "Lo ez ji birçîna bimirim jî, ez qunderên kesekî bûyax
nakim, ne jî dibim gerson. Ez ê keviran ji sibê heta êvarê bidim ser pişta xwe, ez ê li gund
nanê cêh bixwim û nêm li Heleb nabim bûyaxçî û gerson." Kurdên Efrînê ji aliyê xwe de
gotinên wisa wek paşverû bi nav dikin. Hindekên din dibêjin, "pirraniya zaroyên qondereyan
boyax dikin û jinên mal û xaniyên xelkê paqiş dikin ne Efrînî ne. Pirraniya wan ji aliyê
Mêrdînê hatine û îroj xwe wek Efrînî didin nasîn." Tiştên wisa li aliyekî, Heleb bûye pireke di
navbera Kurdên her sê beşên kurdî yên Sûriyê de. Helebê Kurdên herêmên Cizîrê, Kobaniyê û
Efrînê ber bi hev hanîne, di navbera wan de danûstendin, hevkarî û dostayetî zêde kirine.

Dema mirov bi salan li derve dijî, mirov gellek xusûsiyetên Kurdan ji bîr dike û hindek ji me
dest pê dikin tiştan li gor rewşa li derve şîrove bikin, yan pirsine ji realîteya Kurdî cudatir ber
bi çav wînin, lê dema mirov li dû salan vedigere welêt, mirov dibîne çiqa ferq di navbera
ramanên bi nivîs li derve têyên diyarkirin û realîteya Kurdan de heye. Ez li dû vê vegera li
welêt gihîştim wê baweriyê ku çiqa endamên gelekî xwe ji alîne de bidin guhertin jî, tiştine
hene ku guhetina wan ya bingehîn di serên pirraniya xelkê de gellekî dijwar dimîne.

Em di dawiya gotarê de car din li Helebê vegerin. Li gel hemî kêmasiyên li holê jî va bajara
hên xwediyê şexsiyeteke taybnetî ye, bajarekî balkêş e ku tê de demên kevnar û yên nû rastî
hev têyên, ku tê de erf û adetên gelan li nav hev dikevin, ku tê de Ereb, Kurd, Ermenî û yên
din bi hev re dijîn, ku tê de milyonêr û belengaz cîran in, ku tê de ramanên curbecur, toreyên
ji sedsalên cuda û zanyarên bi ramanên ji hev cihê di keştiyekê de, di nav pêlên rojên jiyana
xwe de, ber bi aso diçin.

Li dû nîvê şevekê hreviewekî ji Cizîrê, hreviewekî ku me ber dora bîst û du salan salek li
Berlîna Rojava li gel hev derbas kiribû, em di otomobîla xwe de dibirin malê. Di Taxa Baron
de, ku demekê taxeke navdar bû li Helebê, me li pêş xwe, di nav tûtetûta otomobîlan de, kerek
û du sîpe dîtin. Bi doçika kerê de tenekeyek bi benekî hatibû girêdan. Teneke dikir teqereq û
heywana kerê ta ku jê dihat direviya. Herdu sîpeyan jî dabûn şopa wê. xêzana hreviewê min
ya almanî keniya û got.: Ma li ku Mêrsêdes û ker li dû nîvê şevê di eynî taxê de ber bi pêş
diçin?!

Çiqa dilê min bi kerê û sîpeyan şewitî, lê min şerm kir bibêjim hreviewê xwe, "ji bona xwedê,
otomobîlê rawestîne, da ku em hewl bidin vî tenekeyî ji doçika kerê vekin." Ez bi xêzana xwe
ya australî şêwirîm. Wê jî bi henekî di guhê min de got: Rast guneh e, lê kî dizane, heye ku va
yeka li keyfa kerê jî hatibe!

Li dû va vegera li welêt ez gellekî kêfxweş û bextewer bûm. Ber her tiştî ji bo vê yekê: Ez
gihîştim wê baweriyê, eger ez li dû sîh salan îroj li welêt vegerim, ez ê bêyî dijwarî bikaribim
têkevim nav çemê jiyana li welêt, û di nav heyvekê de ez ê salên li derve ji bîr bikim. Gelo
rast wisa be yan gelo baweriya min ê bête guhertin heke ez ji li welêt dirêj bikim?! Û heke
rast wisa be, gelo va yeka nêşaneke baş be yan xirab be?!

(Sydney, 28/1/1996)

(Mehname, hejmar 9)

BÛKA FIRROKAN CONCORDE (Konkord)

Şahîn Bekir soreklî: shahinsorekli@hotmail.com


Roja sêshemê, 25/7/2000, firrokeke CONCORDE ya şirketa Frensî li
dû rabûna ji balafirgeha Cahrles de Gaule, li nêzikî Parîsê, ket xarê.
100 siwarên tê de ku bi pirranî almanî bûn, 9 karmendên firrokê û 4
kesên di otêlekê de mirin. Yên di firrokê de kesên dewlmend û bi pere
bûn û li rêya Nûyorkê bûn, da ku ji wir bi keshtiyeke lûks biçin
Ekwadorê û ji wir berê xwe bidin Australya da ku di yekemroja
yarîtiyên olimpiyadê de bigihên bajarê Sydney.

Hemî qezayên firrokan dibin egera nivîsandin û raberkirina raportên di


organên mîdya de, lê ketina firroka CONCORDE cîhekî taybetî di
mîdyaya cîhanî de girt.

Firroka CONCORDE di salên 60an de bi hevkariya hukûmetên frensî-înglizî çêbû. Yekem


firrîna tecrûbeyî di sal 1967 de li Frensa cîh girt û yekem firrîna bazirganî di sal 1969 de. Ji
firrokên CONCORDE tenê 14 hatin çêkirin. 7 ji wan ji aliyê shirketa AIR FRANCE û 7 ji
aliyê shirketa BRITISH AIRWAYS de dihatin bikarhanîn.

Di rastiyê de bikarhanîna CONCORDE ji bo qezencên bazirganî ne di cîh de ye, çimkî tê de


shûn tenê ji bo 100 siwaran heye û her 4 motorên wê yên ROLLS ROYCE ku bihêztirîn
motorên firrokan in her saetekê hewcedarî bi dora 22 500 lîtir ji benzîna taybetî heye. Li milê
din, CONCORDE tenê ji bo firrîna li ser mezinderyayan munasib e, çimkî bezabûna wê du
caran ji bezabûna deng zêdetir e û bi encama vê yekê dikare pêlên dengîn biafirîne ku dikarin
bibin egera acizbûna xelkê û shikestina caman. Ew her saetekê dora 2 300 kîlometir diçe û bi
dora 20 kîlometiran li jor difire. Ew dikare xwe di nav 3 saetan de ji Ewropa bigihîne
Emerîka.

Di van salên dawîn de CONCORDE tenê rojê carê di navbera Parîsê û Nûyorkê û London û
Nûyorkê de diçû-dihat. Nerxê bilêta ji her du bajarên ewropayî bo bajarê emerikî 7 300
dolarên emerikî ye.

Îngliztanê û Frensa ji mêj ve ye nema ji firrokên CONCORDE çêdikin. Nuha ji wan tenê 12 ji
bo firrînê munasib in, 7 li nik BRITISH AIRWAYS û 5 li nik AIR FRANCE. Lê shirketa
frensî îroj ragîhand, ew ê ji bo nuha firrîna firrokên xwe yên CONCORDE rawestîne.
BRITISH AIRWAYS ji aliyê xwe de da zanîn, ew ê bikarhanîna firrokên xwe yên
CONCORDE bidomîne.

Bivêt, nevêt, çêkirina CONCORDE yek ji xewn û hêviyên mirovan e ku bikaribin bi zûtirîn
kat xwe ji cîhekî bigihînin cîhekî din. Her weha yek ji nêshanên pêshkeftina teknolojî û
ramamnên zanistiyê ye. Ev 30 sal in CONCORDE wek bûka firrokan di jiyanê de ye. Lê wek
em dizanin, bûk jî rojekê pîr dibin.

(29/7/2000)

(Mehname, hejmar 7-8)

Bi Munasebeta 11emîn Salroja Shehîdbûna Dr. Qasimlo

Shahîn Bekir Soreklî : shahinsorekli@hotmail.com


Yanzdeh sal li ser shehîdbûna Dr. Ebdurrehman Qasimlo re derbas bûn (Viyena, 13/7/1989),
lê hîn jî ew bi ramanên xwe di nav me de zindî ye. Ev jî îspateke gewre ye ku armancên
komên û hêzên ne-mirov ku hîwa dikin bi kujtina giyanekî re mirovekî ji holê rakin armancên
pûç û sernekeftî ne. Di dîroka cîhana me de gellek mirovên gewre di dema jiyana xwe de bi
raman û fikrên xwe zor pêshkeftî bûne. Hindek caran hemwelatiyên eynî dem û dewranê van
shexsiyatan li gor hêza wan ya ramyarî teqdîr nekirine. Mirovên wek Leonardo Devînçî,
Galîlêyo, Voltaire, Mozart, Cibran Xelîl Cibran, Kafka û gellek kesên wek wan di dema
jiyana xwe de tade û belengazî dîtine; milletên wan û hukûmetên wan bi shêweyeke rêk û pêk
xwedî li wan derneketine; tew tade li hindekan ji wan kirine. Îroj 481 salan li dû mirina
mirovê mezin Leonardo Devînçî tevahiya cîhana me rêzeke bêyî hempa ji ebqeriyeta wî ya
zûkat re digire. Navên kesên wek Devînçî û Galîlêyo dê di nav rûpelên dîroka mirovahiyê de
ta ku mirov li ser erdê bin bimîne.

Jidaybûna mirovên bi ramanên xwe pêshkat di nav neteweyan de carine heye ku her 20 salan,
100 salan, yan hîn zêdetir cîh bigire. Heke endamên neteweyekê li hêz û pêkaniya van
mirovên taybetî xwedî dernekevin, heye ku fersendên zêrîn ji dest wenda bikin.
Mezinmirovên wek Selaheddînê Eyyûbî mumkin e her 1000 salî carê jî ji day nebin.
Selaheddîn empiratoriyeke îslamiye mezin li ser hîm û esasê edaleteke bêyî hempa
damezirand, lê li dû mirina wî ev empiratûriya ji hev belav bû. 807 salan li dû mirina wî hîn jî
tevahiya cîhana îslamî ji mirovekî wek wî adilmend û pêkan bêpar dimîne.

Di dîroka gelê kurd de jî hejmareke ji mezinmirovên xwedan hêzên ramyarî yên pêshkat
hebûn, wek Ehmedê Xanî, Celadet Bedirxan û Ebdurrehman Qasimlo û yên din. Ji ber ku
hemwelatiyên wan yên hemdemî nedikaribûn bi shêweyeke rêk û pêk pêkaniyên wan yên
ramyarî di çav xwe re kin û xwedî lê derkevin, fersendên ku dikaribûn di qonaxên mêjûyî yên
jiyana wan de bi dest kevin sêwî man.

Dr. Ebdurrehman Qasimlo yek ji wan sharezayên gelê xwe bû ku bash haydare proseya
dîrokî, civatî û siyasî ya milletê kurd bû, lê di eynî demê de ji hêza dijminî û rewsha jeo-
polîtîkî ya Kurdistanê zor bash haydar bû. Ew her weha di derbarê erf û toreyên milletê xwe
çak agahdar bû, lê di eynî demê de di derbarê zanistiya ramyarî, felsefî û siyasî ya welatên
pêshkeftî de têgihîsht bû. Di nivîsar û berhemên wî de zor bash diyar dibe ku di dilê wî de
evîndariyeke bêyî hempa ji bo Kurd û Kurdistanê hebû, lê Qasimlo ne mirovekî propagandîst
bû. Ew bêtir mirovekî realîst bû û li nik wî pêkaniyeke, qudreteke, gewre hebû di derbarê
cawaziya di navbera daxwaza dil û îmkanên di dest de. Gellek kesan li Qasimlo rexne digirtin,
bo çi Hizbî Demokratî Kurdistanî Îran her li dû dawxwaza xudmuxtariyê ye, ne li dû daxwaza
Kurdistaneke serbixwe. Ber hêzên shevê dawiyê bidin jiyana wî bi kurtedemekê, di
kombûneke li Stockholm cîh girtî de ciwanine xwîngerm rexneyên tûj di derbarê vê yekê de li
Doktor girtin. Qasimlo bi dilekî tiji keser gote beshdaran:

"Di dilê her kurdekî nishtimanperwer de, di dilê her kurdekî ku ji gelê xwe hej dike de,
Kurdistan peyv û armanceke pîroz e. Lê bi encama ev rewsha kambax ya em tê de û bi
encama proseya dîrokî ya gel û welatê me, nifshê min dikaribû xwe bigihîne vê qonaxê. Ez
hêvîdar im ku nifshê we û nifshên li dû we bikaribin xwe bigihînin îmkana daxwazên ji yên
me gewretir."

Yanzde salan li dû li dû koçkirina ev peyayê mezin her mirovekî ku li nik wî îmkana


kûrlênerînê hebe dikare xwebêja wan gotinên wî fêhm bike.
Ramanên Dr. Qasimlo xwendegehek bi serê xwe ne. Bi saya wî û hevalên wî ye ku Hizbî
Demokratî Kurdistan, li gel kêmasî û dijwariyên xwe jî, rêxistineke bijarte ye. Ev rêxistina
kurdî xwediya çandeke taybetî ye. Bi shêweyeke gelemper, berpirsiyar û endamên wê
mirovên aram, zimanxwesh in, û ji sherûdiyê û serhishkiyê dûr in. Ev jî ta radeyekê bi encama
wê yekê ye ku mamostayên wan yên wek Doktor hebûne. Bi saya kar û xebat û berhemên
rêberên wek Qasimlo ye ku Hizbî Demokratî Kurdistan endama Rêxistina SOCIALIST
INTERNATIONAL, Rêxistina sosyal demokratên Cîhanê ye.

Bo çi karbidestên stemkar gewremirovên wek Ebdurrehman Qasimlo û Dr. Sadiq Sherefkendî


dikujin? Çimkî ew ji hêza wan ya ramyarî ditirsin. Hêzên sheva resh bash dizanin ku shareza
û karbidestên welatên demokrat û pêshkeftî ji wan zêdetir rêz û hurmetê didin mirovên wek
Qasimlo. Ev bîst sal in karbidestên nû yên Tehranê li ser karbidestiy ne. Gelo ji bilî serhishk û
tundrêyên ji sharsitaniyê dûr rêza kê ji wan re heye? Serokê Îranê yê nû, Muhemmed Xatemî,
bash dizane ku karbidestiya vê recîmê ji rûreshiyê zêdetir ji bo welatî nehaniye. Serhishkên
tundrê hemî stemkarî û pashkeftin û sernekeftinên xwe di bin sloganên rotînî yên bêxwebêj,
ewên wek ?merg bo Emrîka? û ?merg bo Israîl? de vedishêrin. Vê recîmê nikaribûye heta
dawiyê bide nexweshiyên civakî jî. Wek nimûne, hefteya borîn, berpirsiyarekî hukûmeta
Xatemî bi xwe diyar kir ku tenê li Tehranê rojê 5 ton muxedderat têyên bikarhanîn, ku di nav
ciwanên Îranê de bi milyonan esrarkêsh û giyanfoirosh in. Di nav 20 salên raberdû de vê
recîmê bi milyaran dolar li sher û li çekan xerc kiriye, di wê demê de ku pirraniya xelkê welatî
di bin radeya belengaziyê de dijîn. Li milê din, ew Kurdan wek brayên musilman bi nav dikin,
lê ne amade ne mafê xwe-îdarekirinê bidin wan. Recîma Tehranê, wek hemî recîmên ku îroj
Kurdistanê parvedikin, bash dizanin ku xudmuxtariya kurdî, yan federalîzma li gel Kurdan,
yekemgava ber bi serxwebûn û yekgirtina Kurdistanê ye. Ji lewre ew ji zimanê kurdî,
xudmuxtariya kurdî, federalîzma li gel Kurdan û ji pêshkeftina gelê kurd, li kîjan beshî dibe jî,
bi tirs in û bi her awayî têdikoshin da ku Kurdan li dij hev û din bi kar wînin. Ew her ji
cudabûnê û ji veqetandinê bi tirs in. Bo çi bi tirs in? Çimkî li nik wan îmkana ku bibin
karbidestên adil û demokrat nîne. Heke adalet û wekhevî û duristî hebêt, kurd jî hewcedarî bi
cudabûnê nîne, çimkî Kurdistan dikare di nav yeketiyeke li gel beshên din yên Îranê jî di
pratîkê de hebêt. Lê ji ber ku van karbidestan ne karbidestên adil û armancpak in, ew li dij
xweîdarekirina Kurdan in û her hêvîdar in ku milletê kurd ê rojekê têk biçêt. Belam wekû her
kes dizane, li dû sedsaleke bi stemkariyê, kujtinê, girtinê û neheqiya li dij Kurdan dagirtî,
hestê neteweyî li nik Kurdan îroj ji her qonaxeke raberdû bi hêztir e.

Bi munasebeta bîrhanîn roja shehîdbûna Dr. Qasimlo, rêz û hurmeta xwe pêshkêshe can û
giyanê ew gewremirovî dikim, ji Hizbî Demokratî Kurdistan û gelê kurd re serkeftinê ji
kûraniya dil hîwa dikim. Rast e, Qasimlo ji rojhelatê Kurdisnê bû, lê belê ew yê tevahiya gelê
kurd e û ew ê di dilên hemî kurdên dilsoz û nishtimanperwer de her zindî bimîne.

14/7/2000

(Mehname, hejmar 7-8)

JIYANA LI GOR ŞERT Û MERCÊN NÛ

Şahînê B. Soreklî: shahinsorekli@hotmail.com


Jiyana îroj nema wek ya salên zarotiya me hêsan e. Rast e, ji gellek aliyan ve jiyan hêsantir
bûye, lê di eynî demê de dijwarî û zehhmetiyên xwe bi wê ve eleqedar dikin kûrtir û firehtir
bûne. Ji aliyekî ve hebûna telefonê, Internet, ava sar û germ, otomobîlê, hewcedariyên ji bo
xwarinê û gellek pêshkeftinên xwe bi teknolojiyê ve peywendîgir dikin jiyan hêsantir kirine,
lê li milê din, bêsînorbûna îmkanên bidetxistina tishtên ku mirov dikare bi pereyan bi dest
xwe di eynî demê de jiyana me kirine têkoshîneke bêyî dawî ji bo bidestxistina pereyan û vê
yekê bandoreke nerênî li tevahiya civatê kiriye. Bi taybetî ji bo muhacir û penaberên koçe
welatekî din kirine jiyan bi pirsgirêk û kêsheyan dagirtî ye. Ji aliyekî ve mumkin e ku jiyana li
derva ji bo hin kes û malbatan ji ya li Kurdistanê ?rihettir? bêt, lê li milê din, xwe-îdarekirina
di bajarekî bêhûde de, xwedîkirina zarokan û xwegîhandina aramiyeke malbatî di nav erf û
toreyîn doh û yên îroj de dijwartirîn kar e ji bo hejmareke mezin ji malbatên muhacir û
penaber.

Muhacir û penaber bi hêvî û xewnên mezin diçin welatên din, lê wek gotineke Kurdan dibêje,
"hesabê li mal û yê li sûkê ne wek hev in." Ji aliyekî ve pirsa bêkariyê, ji aliyekî din ve
fêrbûna zimanekî nû, lê kêsheyên herî mezin bi encama wê yekê têyên holê dema mirovê
muhacir dibîne ku zaroyên wî ne wekî ku ew hêvî dike di rêya jiyanê de diçine.

Ji bo nisfshê yekem ji zarokên muhaciran jî jiyan ne hêsan e. Erf û toreyên bav û dayên wan
ne wek yên welatê nû ne; zimanê malbatê ne wek zimanê civata mezin e û gellek caran tishtên
ku bav û day ji wan hêvî dikin ji taqet û pêkaniyên wan mezntir in. Ji aliyekî din ve, gellek
zaro di xwendegehê de, li ser taxê û di navbera çanda bav û dayê li aliyekî û ya welatê nû li
aliyê din rastî dijwariyên mezin têyên. Ev hemî li aliyekî, li milê din, bav û day her di derbarê
zaroyên xwe de bi tirs in çimkî li bajarên mezin yên welatên wek Australya, welatên
ewropayî, Keneda û Emerîka kêsheyên xwe bi muxeddetan, dizîkirinê, lêxistinê, tadeyên cinsî
û nexweshiyên wek AIDES ve eleqedar dikin pirr in.

Hindek bav, dema di armancên xwe de bi ser nakevin, dema xewn û xeyalên wan bi cîh nabin,
dest ji xweperwerdekirin û jiyana di nav civata welatê nû de berdidin û bi tevahî vedigerin
bawerî û prensîpên kevneshopî, eshîrtî, yan olî. Ew ji zarokên xwe wê hêviyê dikin ku li gor
erf û toreyên civata kevin û prensîpên tundrê mezin bibin.

Wek hemî pisporên nefsî dibêjin, salên zarotiyê roleke mezin di jiyana mirovî de dileyizin.
Wek nimûne, salên me di zaroktiya xwe de li Kurdistanê derbas kirinî dê ta roja mirina
bandorê li shexsiyeta me bikin. Lê divêt em bizanibin ku zarokên me ne li Kurdistanê, lê li
welatekî din mezin dibine. Wisa jî wek bav û day, em nikarin ji zarokên xwe çaverê bikin ku
di raman û shexsiyatên xwe de wek me bin, çimkî tecrûbeya me li Kurdistanê dîtiye ji bo wan
kêm-zêde biyanî ye. Rast e, em dikarin ji zarokên xwe re behsa erf û toreyên xwe, bindestiya
gelê kurd û taybetiyên Kurdistanê bikin, lê rastiya ku ew zaroktiya xwe li welatekî bi tevahî ji
Kurdistanê cuda derbas dikine rola herî mezin di jiyana wan de dileyize. Ji lewre, heke em
bixwazibin ji zarokên xwe nêzik bimînin, pêwîst e ku em jiyana li welatê nû ji nizik ve
binasin. Divêt em xwe fêrî zimanê welatê em lê cîhwar bûne bikin, rojname û kovarên welatî
bixwînin, sîstêma xwendegehan binasin û xwe bêtir têkiliye jiyana li welatê nû bikin.

Bav û dayên ku dixwazin zarokên wan serkeftî bin, divêt têbikoshin ku ji bo zarokên xwe
bibin nimûneyên bash, hem di warê kar û xebatê de, hem di warê duristbûn û ceddîyetê de û
hem jî di warê aramiya malbatî û peywendiyên di navbera endamên malbatê de.

Mirovê welatê xwe li cîh dihêle û koçe welatekî nû dike, divêt bizanibe ku parastina tevahiya
erf û toreyên kevin heye ku ne mumkin bêt. Wek Kurdên li welatekî rojavayî cîhwar bûnî ne
tishtekî mentiqî ye ku em ji zarokên xwe bipên, bila sed ji sedî xwediyên eynî ramanan bin,
yan bi tevahî wekî em ji wan dixwazin bikin, çimkî cîhana wan, hem ji aliyê shûna ew lê
mezin dibin de, hem jî ji aliyê dema ew tê de mezin dibin de, ji ya me bav û dayan der e. Li
milê din, zor grîng e ku em nerxekî bilind bidin hestên keç û jinan çimkî wekheviya jin û mêr
di dem û dewrana îroj de, bi taybetî li welatên em lê dijîn, wek prensîpeke zor grîng tête dîtin.
Di derbarê rêzgirtina ji keç û jinan de pêwîst e bav û day ji bo zarokên xwe bibin nimûneyên
çak. Lê jina kurd jî divêt erkên xwe yên hemdemîn bi cîh wîne û xwe bike layiqe
wekheviyeke rêk û pêk. Wekheviya jin û mêr tenê bi gotinan cîh nagire. Da ku wekheviyeke
rêk û pêk bête holê divêt hem jin, hem jî mêr bi rolên xwe yên malbatî û civatî rabin.
Wekheviya di hemî aliyên jiyanê de xwe ne tenê bi mafan ve, lê her weha bi berpirsiyartiyê
ve eleqedar dike. Kesê mafên xwe bixwze divêt her weha li berpirsiyartiyên xwe xwedî
derkeve.

Zarokên me ji Kurdistanê dûr mezin dibine. Xwendina wan, pêsheroja wan, pêshveçûn yan
pashvemayîna wan, serkeftin yan binkeftina wan, ê ne li gor shret û mercên Rojhelata Navîn,
lê li gor shert û mercên welatê me yê nû têkevin pîvanê. Ji lewre, zor grîng e ji bo me
hemiyan ku em van shert û mercan binasin, da ku em bikaribin alîkariya zarokên xwe bikin û
da ku em fersendên serkeftina di jiyanê de ji bo zarokên xwe hêsantir bikin.

Helbete, wek endamên gelekî bindest, gellek ji me nikarin Kurd û Kurdistanê ji xwe bîr bikin,
û ji bo me erk û pêwîstî ye jî ku em gel û welatê xwe çi caran ji bîr nekin. Ji mafê me ye ku
em zarokên xwe fêrî nasnameya kurdî bikin, lê divêt em di vî warî de jî li gor erf û toreyên
demokratî û mirovahî karê xwe bikin, çimkî gellek tecrûbeyên jiyanê diyar dikin, heke mirov
bi serhishkî û bêyî tolerans zextê li zaro bike mumkine zaro ji dest mirovî biçe, yan bibe
xwediyê nefsiyeteke tevlomevlo, çimkî wekî li jor hatî diyarkirin zaroyên me, ne li
Kurdistanê, lê li shûneke din mezin dibine. Mirovê têgihîsht ê gihîshtibe wê encamê ku tenê
yên di jiyana xwe de li derve serkeftî dikarin di pratîkê de û ji bo amancên dûr sûdê bigihînin
Kurd û Kurdistanê, ji aliyê zanyariyê ve dibe yan ji aliyê aborî ve. Di dem û dewrana îroyîn
de kurdekî ku li derve di warê xwendina bilind de serkeftî, yan kurdekî di warê hunermendiyê
de pêshkeftî û yan kurdekî di warê bazirganiyê de xwedan rol dikare bêtir sûdê bigihînin Kurd
û Kurdistanê ji ewên ku di nav xewn û xeyalan de dijên û bêyî kar û xwendin rojan dijimêrin,
yan bi encama sernekeftina li derve xwe dixapînin û wisa texmêîn dikin ku ew ê ji derve de
Kurdistanê rizgar bikin. Xwebêja vê yekê ne ew e ku em dest ji karê siyasî berdin, lê ew e ku
em di eynî demê de dest ji xweperwerdekirina xwe û zarokên xwe bernedin û li gor shert û
mercên jiyana li welatê nû gavan bi îsrar ber bi PÊSH ranin, ne ber bi pash. Jiyan kurt e û
mirov hew dibîne ku zarok mezin bûne. Li dûrewelatiyê, li bervaciya hindek baweriyan, sal
zû derbas dibin. Ji lewre, divêt em fersendan ji dest bernedin û pêwîst e em ji bîr nekin ku rola
pereyan di jiyana mirovî de grîng e, lê bextiyarî û dilshadiya shexsî û malbatî ne tenê bi
pereyan e. Xweperwerdekirin, zanyarî, tolerans, mentiq û ber her tishtî rêzgirtina ji hev û din
re û aramiya malbatî ji bo bidestxistina bextiyariyê zor grîng in. Û bila em haydare wê yekê
bin ku amadekirina tevdêr û planan ji bo serkeftina di jiyanê de zor grîng e. Jiyana bi tevahî
bêyî plan wek çûna di rêyeke nenas de ye, bêyî bikarhanîna nexsheyekê.

(Mehname, hejmar 5)

KURD Û PENAXWAZÎ
Şahîn Bekir Soreklî: shahinsorekli@hotmail.com

Penaxwazên kurd di bizava ku xwe bigihînin welatên ewropayî de berdewam in. Di dema ku
hejmareke ji wan li dû serêşî û zehmetiyeke mezin digihên welatekî ewropayî de, hinên din bi
rê ve têyên girtin, bi salan di kampên penaberan de dimînin, yan tew jiyana xwe di rêya
behuşta xeyalî de wenda dikin. Di van demên dawîn de hejmara penaxwazên bi rê ve dimirin
yan têyên kujtin her ku çû zêde bû. Wek nimûne, ber çend rojan keştiyeke ku bi qaçaxî
penaxwaz ji Tirkiyeyê dibirin Yewnanistanê noqe ava deryayê bû û 28 penaxwaz, bi pirranî
kurdên êzîdî, di avê de xeniqîn. Her weha di van rojan de kurdekî hewlêrî yê ku hewl dabû
xwe bi rêya Îranê bi qaçaxî bigihîne Tirkiyeyê di nav çiyan de ji sermayê mir.

Helbete Kurdên digihên welatekî rojavayî hemî xwe wek mirovên siyasî didin nasîn. Heta ber
du - sê salan hemiyan stemkariya dewletên serdest wek egera reva ji welatî didan polîs û
mamûrên welatên rojavayî. Lê ji 1991ê û vir de karbidestiya beşekî mezin ji başûrê
Kurdistanê di dest hêzên kurd de ye û ev bêtir ji salekê ye ku şerê navxoyî li wir nîne. Li
bakurê Kurdistanê jî rewş li dû revandina Ebdella Ocalan, serokê PKK, hat guhertin.

Li gor qanûnên navneteweyî, şertê herî grîng ji bo dayîna mafê penabertiyê ew e ku jiyana
penaxwazî li welatê wî / wê ji ber egerên siyasî, olî, yan nijadî di tehlûkeyê de be. Welatên
rojavayî, bi encama guhertinên dawîn li Kurdistanê, dest pê ikirin ji penaxwazên kurd re
bibêjin, ku jiyana wan nema di tehlûkeyê de ye, ne li Kurdsitana Îraqê, ne jî li Kurdistana
Tirkiyeyê. Hejmareke ji welatên ewropayî, Hollende wek nimûne, nuha wê tevdêrê dikine ku
Kurdan li welatên ew jê hatinî vegerînin.

Bi encama guhertina rewşa şert û mercên bidestxistina mafê penabertiyê, wisa diyar e ku
hejmareke ji penaxwazên kurd di van demên dawîn de dest bi stratêjiyeke nû kirine. Di
derbarê iddîaya ku jiyana wan di tehlûkeyê de ye, ew ne tenê hukûmetên serdest tawanbar
dikine, lê her weha partiyên kurdî. Bi gotineke din, hejmareke ji kurdên başûr dest pê kirine
bibêjin, ew ji ber stemkariya PDK yan YNK direvine û hejmareke ji Kurdên bakur dest pê
kirine bibêjin, ew ji ber stemkariya PKK reviyane. Wek nivîskar, heye ku min maf nebe di
derbarê van iddîayan de tiştekî bibêjim, lê mirov dikare bipirse, gelo rast jiyana her kesê vê
iddîayê dike di tehlûkeyê de bû ku ew neçar man bireve?

Wekî gellek tiştên Kurdan pirsên wisa jî di bin palasê de dimînin û di mîdyaya kurdî de mirov
rastî şîrovekirineke rêk û pêk nayêt. Her kes her bindestbûna Kurdistanê û stemkariya
dewletên serdest wek egera deçûna ji Kurdistanê dide, bêyî dayîna analîzeke rêk û pêk.

Guman tê de niye, ku siyaset û stemkariya dewletên serdest egara gellek derd û kul û kêşeyên
Kurdan in, lê li milê din, salê bi sedhezaran penaxwaz ji welatên Sovyêta û Yûgoslavyaya par,
welatên Afrîkayê, ji Pakistanê, Bangladêşê, Çînê, Viyetnamê, welatên Emrîkaya başûr û bi
dehan welatên din her weha bi armanca bidextxistina mafê penabertiyê ji welatên xwe direvin
û heta ji bo vê armancê mirinê jî didin ber çavan.

Ev çend sal in aşkere bûye ku egera herî mezin ya derçûna pirraniya penaxwazan ji welatên
wan ekonomî ye. Bi gotineke din, kêşeyên wek belengaziyê, nebûna kar û fersendan û jiyana
bêyî hêvî dibin egera wê yekê ku hemwelatîne welatine cîhana me bizava bidestxistina mafê
mayîna li welatekî din bikin. Ji ber ku welatên ewropayî, her weha welatên wek Emerîka,
Keneda û Australya nema wek berê bi hejmarên mezin karkeran û muhaciran digirin,
bidestxistina mafê penabertiyê ji bo gellek kesan wek çareya tenê maye. Ev hemî li aliyekî,
baş diyar e ku hejmareke ne biçûk ji penaxwazan bi hezaran dolar didin ta ku xwe digihînin
welatekî. Pirraniya van pereyan dikevin beriyên qaçaxciyên mirovan. Hejmareke ji van
penaxwazan her tiştê xwe difiroşin, yan deyn dikin, da ku van pereyan bi dest xin. Lê bivêt,
nevêt, baş diyar dibêt ku kesên rast belengaz ê nikaribin van pereyan bi dest xin û pirraniya
kesên rast siyasî dê nikaribin, ne pereyan, ne jî kaxez û pasportên derçûna ji welatî bi dest xin.

Helbete mirov dixwaze ku piştgiriya penaxwazan bike û hêvî dike ku welatek wan wek
penaber bipejirîne, lê li milê din, divêt mirov wê bizavê bike ku piçekî realîst û rastîperest bêt.
Divêt li welatên ku penaxwaz bi hezaran jê diçin der baş bête ragîhandin ku bidestxistina
mafê penabertiyê, wek ew texmîn dikin, nema wek berê hêsan e, ku li welatên ew dixwazin lê
cîhwar bibin behuşteke wek ew texmîn dikin li holê nîne. Raste, li hindek welatan hukûmet
alîkariya aborî ji bo jiyanê didin, lê gelo ev bi serê xwe têre wê yekê bike ku mirov dest ji
welatê xwe, malbata xwe û civata xwe berde? Gelo her kesê ku mafê penabertiyê bi dest
xistiye, ji jiyana xwe ya nû razî ye?

Rastiyeke din jî heye ku her weha nîvveşartî dimîne. Penaxwaz û piştgirên wan her rexneyên
tûj li welatên rojavayî digirin û wan bi girtina biryarên di derbarê penaxwazan de hişk û
nemirovane tawanbar dikin. Helbete rexnegirî ji mafên wan e û girtina biryarên hişk jî rast e,
lê nikare bête înkarkirin ku hejmareke ji welatên rojavayî li hember penaxwazan bi tolerans
bûne. Çiqa li van welatan di nav hindek koman de nijadperestî hebe jî penaxwaz û penaber ji
aliyê qanûnê de parastî ne û zordarî li wan nabe. Li bajarine ewropayî bi milyonan afrîkayî û
asyayî cîhwar bûne û wek hemwelatî hatine pejirandin. Toleransa di derbarê muhacir û
penaberan de li van welatan heye li gellek welatên ku rexneyan li welatên rojavayî digirin
nîne. Lê mirov maf nîne ji van welatan çaverê bikêt ku bila hemî kesên bindest û belengaz
yên li welatên sêyem û çrem yên cîhana me dijîn bigirin. Li van welatan jî kêşeyên mezin li
bajar û bajarokan dest pê kirine, ku hindek ji wan bi hebûna muhacir û penaxwazan ve
peywendîgir in. Divêt mirov êdî li çareyên din bigere. Heye ku ji bo tevahiya cîhana me baştir
bêt heke hewldaneke rasteqîne bête kirin ku li welatên belengaz rewşa jiyanê bête baştirkirin,
ku li welatên tê de bêaramî heye rewşa siyasî û ya mafên mirovan bête pêşvexistin. Ji bo
bicîhkirina armancên wisa, helbete alîkarî û inîsyatîvên neteweyî, navneteweyî û heta şexsî jî
pêwîst in.

Bivêt, nevêt, cîhgirtina munaqeşeyeke berfireh di derbarê van pirsan de pêwîst e. Lê tiştê ji bo
Kurdan zor pêwîst nuha ew e ku kesên dixwazine her tiştê xwe bifiroşin û jiyana xwe têxin
tehlûkeyê baş bêyên agahdarkirin ku li welatên ewropayî û yên wek Emerîka, Keneda û
Australya jî ew behuşta ku ew çaverê dikin nîne, ne jî bidestxistina mafê mayîna li van
welatan hêsan e.

6/4/2000

(Mehname, hejmar 5)
ÇEND GOTIN DI DERBARÊ MAMOSTAYÊ HÊJA
ÎBRAHÎM EHMED DE
Şahîn Bekir Soreklî: shahinsorekli@hotmail.com

Mamosta Îbrahîm Ehmed roja şemê, 8/4/2000, bi temenê dora 87 salan ji cîhana me koçe ber
dilovaniya yezdanî kir. Ji bo Kurdên di warê siyaseta Kurd û Kurdistanê û edebiyata kurdî de
haydar, mamostayê hêja bi nav û deng e.

Nav û dengê Îbrahîm Ehmed ji xebata wî ya siyasî û nivîsarên wî yên di navbera salên 30an û
70yan de têyên, bi taybetî ji xebata wî ya di nav PDK îraqê de, wek sekretêr, û dû re rola wî
ya di veqeta ji partiya bi seroketiya bi rehmetî Mustefayê Barzanî de. Ji dema gihîştina
Îngliztanê, bawer dikim sala 1975an bû, û pê ve rola aktîv ya Îbrahîm Ehmed di siyaseta kurdî
de ta radeyeke bilind hat bisînorkirin. Li gel xebata wî ya di derbarê nivîsandinê û weşanê de
û li gel têkiliyên wî yên siyasî û beşdarbûna di rêxistin, semînar û konfrensên kurdî de, ku bi
pirranî sîmbolîk bû, nav û dengê Mamostayî her xwe bi rolên wî yên li başûrê Kurdistanê ve,
rolên wî yên kevin ve, peywendîgir dikirin.

Min bi xwe 3 hevpeyvîn li gel Îbrahîm Ehmed li Ewropa çêkirin, yeke li London di sala
1986an de, yeke li Parîsê di sala 1989an de û yeke din li Stockholm di sala 1991ê de.

Mamosta li gor baweriya wî ya salên 40an, 50an û 60an heye ku wek ronakbîrekî di bin
bandora teoriya marksî-lênînî de mayî bête hesibandin, lê li Ewropa, ji salên 80yan û pê ve
baweriya wî ya siyasî xwe bêtir ber bi realîzmê bada. Li gel ku wî xwe hîn wek mirovekî
sosyalîst dizanibû jî, pirsa neteweyî ya kurdî ji bo wî ya herî grîng bû, wî li gor xwe kurdayetî
wek pirsa herî grîng dihesiband.

Bi dîtina min, biryara veqetandina ji Partiya Demokrat ya Kurdistana Îraqê û bûyerên pê ve


girêdayî, ji cudabûna salên 60an bigir ta damezirandina YNK di 75an de, çê yan xirab, yek ji
qonaxên herî bi bandor bû di jiyana siyasî ya Îbrahîm Ehmed de. Guman li nik min nîne ku
girtina vê biryarê, egerên girtina wê û encamên pê ve girêdayî ta roja mirinê roleke xwe hebûn
di nefsiyeta Mamostayî de. Di hevpeyvîneke li gel wî de (1986: London) min xwazt rasterast
jê bipirsim, heke ew bi girtina vê biryarê serbilind bû, yan ji ber encamên bi wê ve girêdayî
poşman bû. Lê di wê demê de min şerm kir ku wê pirsê rasterast jê bikim. Li şûna pirseke
rasterast, min ev pirsa jê pirsî:

Mamosta, heke fersendek hebûya ku tu car din vegerî destpêka jiyana xwe ya siyasî, heke
fersendek hebûya ku tu car din wek ciwanekî 19-20 salîn dest bi jiyanê bikî, gelo te dê tiştek
di jiyana xwe de biguherta? Bawer dikim ew gihîşt mebesta pirsiyarê. Mamostayî wisa
bersîva pirsa min da:

"Ax! Eger bilê ewe mumkin bê bibmewa be 19-20 sal, çî ekem? Hîç bawer nakem rêyekî tir
bigirtiya le we ziyatir, lew rêyî ke girtûme, belam be daxewa, ew wexteş etirsim wekû carî
yekem her ew kemtecrûbaya hebûyatama, ke hebû. Pêm xoş bû her le ber ewey - ke renge le
jiyanim da, wekû hemû kesekî dîke, bigre xeletekey min le ber ewey nextêk ta endazeyek be
dest bû, renge (kesekî tir) xeletekey min kirî xerabtirî kirdibê - hewlim dida ew xeletekanî
kemtir kem. Belam bo rêbaz hîç bemnadeyewa, çimke le her barî serinceke seyrî bikem: le
barî serincî marksî-lenînîyewa seyrî kem, le barî serincî dîmoqratîyewa seyrî kem; le her
barekewa seyrî kem, bizûtnewey milltekeman, milltekî kurd, şayanî hemû fîdakarî û xebat û
têkoşaneyeke. Etwanim bilêm yekeke le çewsanetirîn milletanî ser erz, beşxirawtirîn milletanî
ser erz . Le ber ewe hîç rêgam neguherî, we hîwam heye, bawerim heye, ke ew rêy min basim
kird, ke ewa rêyeke le waqiïî jiyanî kurdayetî werimgirtûwa... Bîr û bawerek niye, dînî,
dunyayî, têm negihînê ke xebatkiridin le pênawî azadî û mafî rewayî neteweyekeman berztirîn
awaz û awat e, we pîroztirîn rêbaz e; nek' her hî min, hî hemû kurdek ke hest be kurdayetî xoy
bika, be nizmî jêrdestî bika, we hest be azarî zulm û zorî dujminanî milltekey bika.

Ew çewsanewey ke henê braderman be nawî çînayetîyewa be dijya eçin, ke dibê hemû be


dijya beçin; bo Kurd dû çeşin çewsaneweye, dû çeşin zorlêkirawe: Ew çewsaneweye
çînayetîye, dûqat û dûewene û pênceweney çînî gelekanî ew hukûmetanî ke dagiryan kirdûyn.
Bêcgelewe, zulm û zorî û çewsanewey neteweyî; dûsere ême çewsangiraweyn, zorlêkiraweyn.
Boye, be layî minewa, pêwîstî ew brayanman ke baweryan be bîr û bawerî berzî marksîzm
heye; be layî minewe, her bîr û bawerîdan rabê bo ewey însan le zulm û zor rizgar bika, bîr û
bawerekî berze, ke le dînîyewa bo dunyayî, be pêy zurûf û zeman û wezïî halî xoy.

Le ber ewe, be layî minewe, pêwîstîye bo hemû însanekî kurd ke rizgarkirdinî milltekey,
bixate pêş hemû tiştekî dîke. We eger bêt û law bibûmawa yan nebûmawa, ewey ke be kurî
xom ezanim, ewey ke be bray xom ezanim, tenya tişt le lay min eweye ke pêy bilêm ke qet
bêguman nebê le wey: Rewatirîn rêga, rastirîn rêga, însaniyanetirîn rêga, dîmoqratiyanetirîn
rêga, marksiyanetirîn rêga, muhemmediyanetirîn rêga, mesîhiyanetirîn rêga ewye ke xebat
bika bo rizgarkirdinî çewsanetirîn, zorlêkiranetirîn millletî ser erz, ke hînî xoyetî."

Min Îbrahim Ehmed ji nêzik ve nedinasî, lê wekî li jor hat diyarkirin, min ew li Ewropa dît û
sê caran wek rojnamevanekî kurd li gel axiftim. Bi min ve ew ne wek sosyalîstekî, lê bêtir
wek arîstokratekî ku ji welatê xwe hatibe sirgûnkirin, wek mîrekî ji welatê xwe hatibe
bidûrxistin, xuya kir. Dema ew diaxift, baş diyar dibû ku ew di axiftina di derbarê Kurd û
Kurdistanê de hem êş û janê, hem jî, di eynî katê de, lezzetê hest dike. Li ber çavên min, ew
wek endamekî çîna bûrciwazî xuya dikir, wek mirovekî ku di salên bihara xwe de, bi encama
îdyalîzma ciwantiyê, di bin bandora ramanên marksîst-lenînîst de mabe, lê di salên payîza
jiyana xwe de bi tevahî li rehên neteweyî vegeriyabe, helbete li gor dîtina xwe.

Dema ez kurdên siyasetmedar û ronakbîr yên di payîza jiyana xwe de ji welatî bi dûr ketine
dibînim, ez gellekî diêşêm. Mirovên wek Îbrahîm Ehmed, Cigerxwîn, Şêx Izeddîn Huseynî û
bi dehan qedirbilindên wek wan, yên zindî û yên çûnî ber dilovaniya yezdanî, divabû ku li
Kurdistanê bimana. Dema min Cigerxwîn, ber koçkirina wî ya dawîn, li Stockholm dît, ew bi
min ve wek şêrekî mirov xistibe nav qefesekê xewinî. Eynî hest li nik min peyda bû, dema
min Şêx Izeddîn li Uppsala dît. Li gel ku hatina qedirbilind Hejar ya Frensayê ji bo armancên
tenduristî bû jî, min di kurterêwîteyeke li gel wî de, li Frensayê, eynî hest hest kir. Heye ku li
Ewropa ji bo ev şêwe mirovên hêja rihetiyeke jiyanî û giyanî hebêt, lê bawer nakim ew di can
(ruh) û kûraniya hestên xwe de li welatên rojavayî bextewer bin. Ji aliyekî din ve, min bawerî
bi wê yekê niye ku mirovên di payîza jiyana xwe de ji welatên xwe çûbin der bikaribin xwe li
gor merc û pîvanên nû bi lez û bi hêsanî biguherin. Îbrahîm Ehmed, li gel enaqet û zîrekî û
pêkaniyên xwe jî, hîn bi raman û hestên xwe ve li Sulêmaniyê û Kurdistanê bû, li gel ku
jiyana wî ya li London bi gellek şêweyan yeke bi rihetî bû, û li gel ku xizm û dostên wî jî li
wir hebûn.

Dûrketina van qedirbilndên me ji welatî helbete bi encama rewşa Kurdistanê ye, lê ji bo


hindekan ji wan, tevî ku Îbrahîm Ehmed ne di vê katagoriyê de jî, egera dûrketinê her weha
xwe bi wê yekê ve girê dide ku gelê kurd ji mafên xwe yên çandî bêpar e, nikare li nivîskar,
ronakbîr û hunermendên xwe xwedî derkeve. Beşekî mezin ji mêjiyê Kurdistanê îroj ji ber
van sedeman li derve dimîne û, mixabin, wisa diyar e ku gellek ji mirovên me yên jêhatî dê bi
hesreta welatî li derve dest bi koça dawîn bikin. Di adara 1991ê de, di rojên dawîn yên Şerê
Kendavê de, li başûrê Kurdistanê raperîna gelêrî dest pê kiribû, nêşanên berbihevhatina PDK
û YNK hebûn. Di wê demê de ez li Stockholm, di konfrensa di derbarê pirsa kurdî de, rastî
mamostayî hatim. Min jê pirsî, ka dîtinên wî di derbarê rewşa nû ya li başûr di kelandinê de çi
bûn. Mamosta bi dilşadî behsa raperînê û berbihevhatina hêzên kurdî kir û wisa bawer bû ku
qe nebe beşekî biçûk ji Kurdistanê dê ber bi azadiyê û rizgarbûnê biçe, çimkî gelekî ku ew qas
ber xwe dabe ne mumkin e ku rojekê negihê armancên xwe. Mamosta Ibrahîm Ehmed, wek
min ew dît, ciwanmêrekî zimanxweş, rûliken û kurdperwer bû, lê wek her siyasetmedarekî di
têkoşîna gelê xwe de rol hebe, di derbarê wî de jî hem pesin û sena, hem jî rexneyên tûj
hebûn. Ew ê di nav rûpelên dîroka Kurd û Kurdistanê de zindî bimîne. Yezdan cîhê wî bike
behuşt.

(14/4/2000)

(Mehname, hejmar 2)

Günter Grass, Xelata Nobel û "Dahola Tenekeyî"

Şahîn Bekir Soreklî: shahinsorekli@hotmail.com


Wekî tête zanîn, Xelata Nobel ya Edebiyatê di sala 1999an de ji bo nivîskarê almanî Günter
Grass hat pêşkêşkirin. Grass yek ji nivîskarên almanî ye ku di berhemên wî de şopên
edebiyateke pêşkeftî û lîberal têyên dîtin. Wek Heinrich Böll yê ku di sala 1972an de eynî
xelat bi dest xist (Me ji berhemên Böll Şerefa Wendabûyî ya Katharina Blum û Bîrhanînên
Kiralekî Ciwan wergerandine kurdî) Grass jî bi gotin û nivîs her li dij nijadperestiyê û
nazîzmê bûye û ew bizava kiriye ku roleke erênî di civata almanî de bileyize.

Günter Grass di sala 1927and de li Danzig (Gdansk) ji dayik bû. Di destpêka sedsalê de li ev
herêma îroj li Polende hejmareke mezin ji Almanan diman. Wekî diyar e ev herêma, wek
tevahiya Polende, di salên şerê cîhanî yê 2yem de ji aliyê hêzên Hitler de hat dagirtin. Grass jî
di dawiya salên şer de leşger bû û ji aliyê hêzên emerikî de dîl hat girtin. Li dû şer, ew ji bo
çend salan li Parîsê ma û di destpêkê de xwe bi karên bi şanoyê ve peywendîgir, nivîsandina
helbestan û karine huneriye din ve mijûl dikir. Di sala 1959an de roman wî ya bi navê Die
Blechtrummel (Dahola Tenekeyî) li Almanya hat weşandin. Vê romanê, ne tenê li Almanya,
lê her weha li tevahiya Ewropa û li Dewletên Yekgirtî yên Emerîka navê Grass wek
nivîskarekî jêhatî berz kir. Roman ji bo înglizî û zimanine din hat wergerandin û di nav
kurtedemekê de li Dewletên Yekgirtî yên Emerîka nîv milyon ji wergera înglizî ya pirtûkê
hatin firotin. Di sala 1979an de filimeke di bin eynî navî de hat çêkirin û li cîhanê nav da. Li
gel ku Grass nivîskarê gellek berhemên dine jî, guman tê de nîne ku romana Dahola Tenekeyî
roleke mezin hebû di biryara dayîna Xelata Nobel bo Grass de. Ji lewre em ê we guhdarên
hêja piçekî di derberê vê berhemê de agahdar bikin.

Çîrokbêj û bokeyê romanê Oskar e û bûyerên tê de xwe tikiliye salên dawiya şerê cîhanî yê
yekem ta dawiya şerê cîhanî yê duyem dikin.

Oskar bi rojeke di jiyana dapîra xwe de dest bi çîrkê dike. Anna Brunski di dawiya rojeke
cotmehê de li nav zeviyekî daniştiye û patatayên birajtî duxwêye. Bi gotina Oskar, Anna çar
kiras li ser hev li xwe dikirin. Kirasê rojekê di binê her sêyên din de roja din dibû yê li jor û yê
berê li jor diket bin wî û her weha. Di wê rojê de peyakî bejinkurtî bi navê Joseph Koljaiczek
ji ber du cendirmeyan direvêye. Dema ew Anna Brunski dibîne, ew ji wê tika dike ku xwe di
bin kirasên wê de veşêre. Cendirme digihên lê Koljaiczek ji ber çavên wan wenda bûye. Di
eynî demê de Koljaiczekê xwe di bin kerasan de veşartî keyfa xwe jî tîne cîh û wisa jî diya
Oskarî, Anges, di zikê Anna de dest bi hebûna xwe dike. Agnes dû re li gel almaniyekî bi
navê Matzrath dizewice, lê têkiliya cinsî li gel bixaltiyê xwe yê polendî, Jan, didomîne. Bi
gotina Oskar, ihtîmal mezin e ku bavê wî Jan be.

Di roja sêsaliya xwe de Oskar bi encama nerazîbûna ji peywendiyên ezotî û dûrûtiya mirovan
biryarê digire ku ew ê nema mezin bibe, yanê ew ê her zaro bimîne. Wisa jî ew ta dawiya şerê
cîhanî yê 2yem, li gel ku temenê wî êdî 18 derbas kirine jî bi bejin û têkiliyên xwe her wek
zarokekî biçûk dimîne.

Grass bi rêya helbijartina şexsiyeta Oskar metodekî mêlodramatîk bi kar tîne û xwendekarî
haydare bûyerên li Danzig cîh girtinî dike. Ji ber ku malbata Oskarî nîvpolendî û nîvalman e
xwendekar her weha haydare têkiliyên di navbera her du aliyan de dibe. Nazîzm, piştgirên
partiya Hitler û kiryarên wan yên nemirovane di nav wêneyeke reş de, li ser zimanê Oskarî,
têyên raberkirin.

Dahola Tenekeyî, bi dîtina min, ber her tiştî wêneyeke reş ya durûtiya mirovan e. Bavê Oskarî
piştgirê Hitler e. Bi hatina hêzên almanî re ew wêneya Beethhoven radike û ya "serok" dixe
şûna wê, lê dema hêzên rûsî digihên Danzig ew wêneya Hitler dişewitîne û ya Beethoven
dîsan dixe şûna wê; û sîmbola Partiya nazî jî di bin lingên xwe de vedişêre.
Oskar ji durûtiya diya xwe jî razî nîne. Diya wî li gel mêrê xwe û cîranan bi skembîlan
dileyize û di binê maseyê de lingekî Jan her di nav şeqên wê de ye. Oskarê di bin maseyê de
daniştî her tiştî di çav xwe re dike. Jan, li milê din, xwe wek meriyekî ji malê û dostekî bavê
wî diyar dike, lê hefteyê carê di otêleke qehpeyan de beşdare têkiliya cinsî ya li gel qîza
xaltiya xwe, diya Oskar, dibe. Oskar haydare hemî bûyerên li doraliyên xwe ye. Dahola wî ji
stuyê wî nayêt der. Ew bi encama lêdana wê gellek bûyeran eware dike, yan li nav hev dixe.
Ew bi rê ve haydare hêzekê din jî dibe: Dema hêrs dibe diqîre û bi qîrîna wî re çi camên hebin
dişikên.

Oskar, wek çîrokbêj û bokeyê çîrokê, ji xwendevanî re behsa civata wê şûn û demê dike û di
naverokê de qerfên xwe bi olê, bi nazîzmê û bi durûtiya mirovan û civatê dike.

Rojekê Oskar li gel diya xwe diçe kilîseyê. Diya wî li gel keşe tobe dikêye, behsa têkiliya
cinsî ya li dervayê zewacê dikêye. Di wê demê de Oskar radibe ser heykelê Îsayê zaro, dahola
xwe dixe stuyê wî, her du şivikan dixe destên wî û dibêje, "de li daholê xe." Dema tiştek nabe,
Oskar dibêje: "Ne dibêjin ku tu dikarî her tiştî bikî. Tu naxwazî li daholê xî, yan nikarî?" Dû
re dest pê dike li haykelê Îsayê zaro xe. Di wê demê de keshe pê dihese, tê der û li Oskarî
dixe...

Di van salên dûr û dirêj de ya nehatî guhertin tenê dapîra Oskarî Anna ye. Qîza wê, diya
Oskar, ji ber nerazemendiya ji jiyana xwe rojekê ew qas masî dixwe ku bi encama xwarina
wan dimire. Evîndarê wê Jan ji aliyê naziyan de tête kujtin. Bavê wî ji aliyê hêzên rûsî de tête
kujtin. Maria, jina bavê wî ya duyem, ku Oskar şevekê pê re radikeve, li gel wî û brayê wî (li
gor Oskar, kurê wî) koçe Almanya dike. Lê Anna car din li zeviyê xwe û li patatayan
vedigere.

Mixabin, em ê nikaribin di vê kurtegotarê de bi şêweyeke rêk û pêk behsa hemî aliyên ev


romana balkêş bikin, lê em ê ji we xwendevanên hêjar re kurtebeshekî ji romanê wergerînin
kurdî da ku we haydare stîla Grass bi kar tîne bikin (haydar bin ku çîrokbêj carine wek Oskar
û carine wek "ez" behsa xwe dike):

"Min ji Greff hej nedikir. Greff ji min hej nedikir. Heta dû re jî, dema Greff ez kirim
makîneya dahollêdanê, min jê hej nekir. Nefreteke berdewam hewcedarî bi pêkaniyeke taybetî
heye ku li nik Oskarî nebû, lê dîsan jî ew ji bo min qe ne tişt bû û her wisa jî dimîne, heta li dû
nemana wî jî.

Greff beqal bû. Lê xwe mexapînin. Wî bawerî ne bi patatayan, ne jî bi peqleyan hebû, lê


xwediyê zanistiyeke rêk û pêk bû di derbarê xwedîkirina babetên zêrzewatê de û xwe wek
baxçevanekî dizanibû, wek dostekî xuristê, û wek goştnexwarekî. Lê bi taybetî ji ber ku wî
goşt nedixwar, ew ne zêrzewatfiroşekî rêk û pêk bû. Ji bo wî ne mumkin bû ku ew wek
zêrzewatfiroşekî di derbarê zêrzewatê de biaxife. "Hele bi kerema xwe li ev patataya ecêb
binihêrin," min gellek caran dibihîst ku ew ji muşteriyên xwe re dibêjêye. "Ev zerzewata ku
diwerime, ber bi derve dikişê, dibe xwediya qiyafetên nû, lê dîsan jî xwebûna xwe wenda
nake! Ez ji patatayê hej dikim çimkî li gel min diaxife." Diyar e ku kesekî rast beqal be dê
muştiyarên xwe bi gotinên wisa şermeza neke. Heta di salên ku tê de mewsimên patetayan
yên herî baş bûn jî, dapîra min Anna Koljaiczek ya ku jiyana xwe di nav zeviyên patatayan de
derbas kiribû tenê digot: "Hm, patatayên îsal piçekî ji yên sala par mezintir in." Û jiyana Anna
Koljaiczek û brayê wê Vincent Bronski ji ya Greff bêtir bi mewsima patatayan ve girêdayî bû,
çimkî ji bo karê Greff tê de, heke mewsima canhêrûgan salekê baş bûya û ya patatayan ne
beas bûya yekê ferqa ya din derdixist.

Her tiştê Greff ji sînorê xwe zêdetir bû. Ma gelo ew qa pêwîst bû ku ew bervanekeke şîn di
firoşgehê de li xwe ke? Ew qiyafetê wî! Ew kenê ku wî li ser lêvên xwe diyar dikir dema
şîrove dikir ku ew paçê wî yê di rengê silkê de "bervaneka baxçevanên xwedê" bû. Ji her tiştî
xirabtir, wî nedikaribû dest ji keşaftiyê berde. Ew di 38an de hat neçarkirin ku koma ciwanên
xwe ji hev belav bike - nuha qemîsên qehweyî û kincên leşgerî yên zivistanê li wan in ? lê van
kesên ku berê keşaf bûn bi kincên medenî yan leşgerî her dihatin cem serokê xwe yê berê, da
ku stranên sibeyê, stranên êvarê, stranên rêwîtiyê, stranên leşgeran, stranên paleyê, helbestên
ji bo bakîreyê, stranên gelêrî yên herêmî û biyanî bistrên. Ji ber ku Greff wek endamekî, ber
ku êdî dereng be, cîhê xwe di nav Koma Makîneyî ya Partiya Nasyonalsosyalîst de girt û ji
sala 1941ê û şûn ve xwe ne tenê wek beqal, lê her weha wek alîkirekî di dema bombardmana
firrokan de dihesiband; û her weha ji ber ku 2 ciwanên ku berê di koma wî ya keşafan de bûn
nuha di nav Hêzên Ciwanên Hitler de serdar bûn, ofîsa partiyê rê dida wan stranên di
zêrzemîna patatayan ya Greff de dihatin kirin, li gel ku çi rêdaneke fermî ji bo vê yekê nedabû
jî. Heta carekê Löbsack, berpirsiyarê herêmê yê amadekirina aheng û munasebetan, ji Greff
xwazt ku festîvaleke stranan di Kelaya Jenkau de amade bike. Di destpêka sala 1941ê de karê
amadekirina pirtûkeke di bin navê "Li gel me bistrê" ji bo Greff û hejmareke ji mamosteyan
hat dayîn, pirtûkeke ji bo ciwanên li devera Danzig Rojavayê Prusya. Pirtûk serkeftî bû. Beqêl
nameyek ji Berlînê girt, nameyeke ji aliyê serdarê Ciwanên Welêt de hatî îmzekirin, ku ew ji
bo beşdarbûna di kombûneke serdarên stranan de vedixwend Berlînê.

...

Greff ji ciwanan hej dikir. Wî ji keçan bêtir ji lawan hej dikir. Ya rast, wî tew ji keçan hej
nedikir, tenê ji lawan hej dikir. Pirr caran hejkirina wî ji bo lawan ji xwebêja ku stran
bikaribin diyar bikin bêtir bû. Heye ku jina wî, yeke gemarîne bi berpêsîrên qirêj û derpeyên
bi qulik, meyla wî ber bi pîvanên paktir û evîna li nik lawên lihevhatî û bedew badabe. Lê li
milê din, heye ku rehên dara ku li ser çemelên wê derpe û berpêsîrên gemarîn yên jina wî
dihatin raxistin li cîhekî din bin. Heye ku jina Greff ji ber wê yekê bûbe jineke ku nema li
pakbûn û xweçêkirina xwe miqayit e çimkî mêrê wê yê beqal û alîkarê di dema bombardmana
firrokan de haydariyeke rêk û pêk nedabe giyanê wê yê dagirtî...?

Dû re ciwanên Greff ji hev belav dibin. Hindek ji wan dibin leşger û serleşger. Hêdî hêdî
peywendî tête birrîn yan nûçe digihên ku hindek ji wan di şer de hatine kujtin. Greff bi tenê
xwe dimîne, jina wî li mal nexweş e. Car caran Oskarê ku nuha nêzikiyê li 18an dikêye lê bi
giyanê xwe hîn wek zarokekî ye keyfa wê di şeltê de tîne cîh, ew û şivika dahola wî. Rojekê
Oskar Greff di zêrzemîna wî ya patatayan de dibîne, mirî. Greff ben li stuyê xwe gerandiye û
xwe kujtiye...

Li dawiya dawiyê Oskar di nexweşxaneyeke dînan ya li rojavayê Almanya de bi cîh dibe û li


wir dest bi nivîsandina vê çîrokê dikê.
(1/2000)
(Mehname, hejmar 2)

HATINA SAL 2000 PÎROZ BÊT

Şahîn Bekir Soreklî


Wa ye em nêzikiyê li dawiya sala 1999an jî dikine. Sal 2000 ji bo tevahiya cîhana me wek
destpêkirina qonaxeke nû di dîroka mirovan de têye lênerîne. Di 1999 salên li dû jidaybûna
pêxember Îsa de di nav dîroka mirovan de kiryarên çê û xirab her domandin. Bûyerên
malwêraniyê li aliyekî û yên dilshadkirinê li ailyê din li kêlek hev û din her cîh girin. Di nav
van nozdeh sedsalan de bi sedan ziman û çand di nav yên din de heliyan, bi sedan dewlet têk
çûn û bi sedan dewletên nû hatin holê. Di nav 500 salên dawîn de, bi taybetî di sedsala 20emîn
de teknolocî bi gavên mezin ber bi pêsh çû, lê mixabin gellek sinçiyên mirovan her wek xwe
man. Li gel ew qas pêshveçûn jî, nefreta neteweyan, olan, koman û shexsan li hember hev û
din hîn berdewam e. Rijandina xwînê, birçîbûn, pêlêkirina mafên mirovan, kujtina kesan, dizîtî
û talankirin her di nav mirovên cîhana me de dimînin. Ji aliyekî ve, mirovî xwe gîhandiye hîvê
û kûraniya gerdûnê, lê di eynî demê de hîn îroj jî dikare ji bo egerên netewyî, olî, ramyarî, yan
heta ji bo çend dolaran mirovekî din bikuje.

Sedsala borîn jî, wek yên li pêsh xwe, sedsaleke bi xwîn bû. Tê de du sherên cîhanî hebûn. Di
vê sedsalê de her weha gellek sherên navxoyî û yên din cîh girtin. Li Rûsistanê, Çînê, Koryayê,
Viyetnamê, Rojhelata Navîn, Afrîkayê û gellek welatên din bi milyonan mirov bi encama sher
hatin kujtin. Dû re, li dû ketina Yeketiya Sovyêtî, sîstêma komonîst û Yûgoslavya careke din
bûyerên bi xwîn hatin holê û li hindek shûnan hîn jî berdewam in. Bûyerên bi xwînê û mirinê
dagirtî li beshine Afrîka û Emerîkaya bashûr jî her berdewam in, li gel ku mîdyaya cîhanî
haydariyeke mezin nade wan jî.

Li Kurdistanê jan û jiyanê li hember hev domandin û bi hatina dawiya hezarsala 2yemîn li dû
jidaybûna Îsa re Kurd di wê hêviyê de ne ku êdî ashtî shûna agir û mirnê bigire. Li gel hebûna
hindek nêshanên erênî jî, wisa diyar e ku hîn demeke dûr û dirêj divêt ta ku ashtî û aramiyeke
rêk û pêk li tevahiya Kurdistanê bête holê.

Sedsala borîn gellek aliyên xwe yên çak jî hebûn. Mafên mirovan, di nav wan de mafên jinan û
zaroyan di gellek waran de hatin bidestxistin, kolonyalîzm berteng bû, karkeran gellek maf bi
dest xistin û di hejmareke welatên cîhanê de rewsha jiyînê bashtir bû. Lê li welatine din rewsha
xelkê yan wek xwe ma, yan tew aloztir bû.

Neyarên gelê Kurd nikaribûn Kurdan ji holê rakin, lê di vê sedsalê de Kurd di nav
stemkariyeke mezin de man. Ji tifingê bigir ta çekên kîmawî li dij wan hatin bikarhanîn.
Kurdistan hat talankirin, shwitandin û gellek gund û mezreyên wê hatin tunekirin, lê netewya
kurd her ma û Kurdan dest ji têkoshîna ji bo azadiyê bernedan. Bi hatina sal 2000 re ji bo
Kurdan jî çerxeke nû dest pê dike. Hêvîdar in ku ji bo neteweya kurd bibête ya zanyariyê,
pêshkeftinê, yeketiyê û azadiyê.

Tevahiya cîhanê bi hatina sal 2000 re dikevêye qonaxeke nû, lê ev qonax ê ne yeke bi aramî
be, wekî ku em hêvî dikine. Kêsheyên neteweyî, olî û aborî dê li gellek welatan bibin egera
sher û bêaramiyê. Li milê din, nebûna avê dê bibête yek ji mezintirîn kêsheyên mirovan. Ji
nuha ve bi milyonan kes ne tenê ji ava avdana zeviyan, lê ji ya bo jiyanê grîng bêpar in. Li milê
din, di wê demê de ku li welatên pêshkeftinî hejmara zaroyan sal li dû salê kêmtir dibêyê, li
welatine din, bi encama pashvemayîna aborî û tenduristî, yan bi encama baweriya olî, hejmara
zaroyan her di zêdebûnê de ye. Wisa diyar e ku li gel dijwarkirina shert û mercên pejirandina
muhacir û penaxwazan jî, koçkirina mirovan ji welatên Asya û Afrîka ber bi Ewropa, Emerîka,
Keneda û Australya dê bidome. Gelo van welatan di pêsherojê de çi tevdêran li hember vê
koçkirinê bigirin ne diyar e, lê tishtê xuya ew e ku ev pirsa dê bibête egera kêsheyên mezin.
Sersala we xwendevanên dilsoz pîroz bêt. Bila sedsala 21emîn ya zayînî ji bo neteweya kurd û
tevahiya cîhana me bibête sedsaleke bi ashtî, sedsaleke ku tê de ramanên mirovahî shûna yên
hovane digirin.

(Mehname, hejmar 1)

Pêşveçûna Mîdyaya Elektronî û Kurd

Şahîn Bekir Soreklî shahinsorekli@hotmail.com


Baş têye bîra min, dema me ber 17 salan li bajarê Sydeny di dezgeha radyo ya bi navê 2SER
FM de dest bi bernameyeke radyo kir, deng û behsên di derbarê Kurdan de di çapemeniya
navneteweyî de gellekî kêm bûn. Rojname û kovarên Kurdan, li milê din, bi pirranî di dest
rêxistinên siyasî de bûn û nûçeyên di wan de yekalî, û carine bi hefteyan kevin bûn. Dema
rojnameyeke biyanî gotarek yan nûçeyek di derbarê Kurdan de diweşand vê yekê bi şêweyeke
berfireh bala Kurdan dikişand ser xwe.

Di nav hevdeh salên borîn de şoreşeke bêhûde di derbarê pêşveçûna çapemeniyê, lê bi taybetî
di derbarê teknolociya elektronî de cîh girt. Di destpêkê de bikarhanîna faksê bû egera
guhertinên mezin, dû re radyo û televizyonên bi rêya satelîtan bernameyên xwe belav dikin
roleke mezintr leyiztin û li dû wan bikarhanîna INTERNET û danûstendina elektronî bandora
herî mezin di pêşveçûn û berfirehkirina rola mîdyayê de leyiztin. Vê pêşveçûnê sûdeke mezin
gîhand Kurdan jî. Çiqa bikarhanîna ev teknolociya nûjen ji aliyê Kurdan de bi sînor be jî, di
nav 10 salên borîn de mîdyaya Kurdî, û xwetêkilîkirina mîdyaya cîhanî bi pirsa kurdî ve, bi
şêweyeke bêyî hempa ber bi pêsh çûn. Televizyona Med li Ewropa û televizyonên li bashûrê
Kurdistanê roleke mezin di vî warî de leyiztin. Di nav 3-4 salên borîn de hejmareke ji Kurdên
serbixwe, her weha hejmareke ji rêxistinên kurdî, bi rêya INTERNET jî gavên mezin avêtin.
Îroj, ne tenê malperên kurdî deng û behsan, agahiyan, nivîsaran û berhemên çandî bi rêya
INTERNET belav dikin, lê her weha mûzîk û stranên kurdî jî. Hejmareke ji kovarên mehane
jî nuha bi kurdî û înglizî di INTERNET de têyên dîtin, ya dawîn ji wan MEHNAME 2000 e.

Guhertina di derbarê Kurdan de çiqa mezin be jî, gellek tisht hîn wek xwe mane. Çawa ku
tenê hejmareke pirr biçûk ji Kurdan rojname û kovarên kurdî dixwendin, îroj jî hejmareke
gellekî biçûk ji wan INTERNET bi kar tînin. Ji bo Kurdên li Kurdistanê bikarhanîna
INTERNET hema-hema ne pêkan e. Kurdên li derve, li milê din, pirraniya wan yan
nedizanin, yan jî nedikarin kompiyûter û INTERNET bi kar wînin. Ji aliyekî din ve,
hejmareke mezin ji Kurdan, bi taybetî Kurdên bakur, nedizanin bi kurdî bixwînin.

Tiştekî din jî li nik Kurdan her wek xwe maye. Dema rojnameyeke biyanî gotarekê di derbarê
Kurd û Kurdistanê de diweşîne Kurd bi pirranî haydariyeke mezin didin vê yekê, lê nivîsarên
ji aliyê rojname û kovarên kurdî de têyên weşandin ew qas haydarî nakişînin ser xwe. Dema
nivîskarekî înglizî, frensî, emerikî, almanî, rûsî, ereb, yan tirk gotarekê di derbarê Kurdan de
dinivîsîne ew gotar, çê yan xirab, di nav Kurdan de deng dide, heta hindek ji wan gotaran
têyên wergerandin. Ne tenê kesên serbixwe, lê her weha rêxistin û partiyên Kurdan jî
balkêşiyeke mezin didin gotarê. Pirr caran tiştekî nû di van gotaran de nîne. Li milê din,
tiştekî diyar e ku nivîskarê gotarê agahiyên xwe yan ji pirtûkan, yan ji çapemeniyê, yan jî ji
Kurdan bi xwe girtine, lê dîsan jî gotara nivîskarê biyanî wek tiştekî pîroz tête hesibandin, bi
taybetî heke aliyên ji bo Kurdan erînî ji yên neyênî zêdetir bin. Li milê din, dema rojnamevan
û nivîskarekî Kurd, hejmara yên jêhatî ji wan çiqa bi sînor be jî, gotarekê di derbarê Kurdan û
pirsa kurdî de dinivîsîne berhema wî, çiqa baş be jî, ew haydariya ku Kurd didin biyaniyan
nagire. Ne tenê ev. Di dema ku nivîskarê biyanî bi azadî bîr û baweriya xwe diyar dike de, û
di dema ku rêxistinên kurdî û piştgirên wan mafê vê azadiyê didin nivîskarê biyanî de,
nivîskarên kurd bi pirranî ne tenê xwesansorkirinê bi kar tînin, lê her weha tûşî dijwariyên li
gel rêxistinan û piştgirên wan têyên. Ev jî wê yekê îspat dike ku ne tenê di nav Kurdan de
baweriya bi hêza entellektuelîzma navxoyî nîne, lê her weha bikarhanîna prensîpên
demokratî. Gellek caran dema li Kurdistanê tiştek diqewime divêt mirov li benda wê yekê
bimîne ta ku aliyekî biyanî tishtekî di derbarê wê bûyerê de diweşîne. Wek nimûne, pirr caran
rojnameyên YNK û PDK di derbarê bûyereke ku li Kurdistanê cîh girtiye, yan negirtiye, de
dinivîsînin ku "li gor filan rojnameyê yan filan dezgeha radyo wisa û wisa bûye." Ev jî
şermezariyeke mezin e, çimkî heke bûyerek li Kurdistanê qewimî be divabû yên biyanî di
derbarê wê de agahiyên xwe ji rojnameyên kurdî bigirtana, ne li bervacêya wê.

Rojname û kovarên Kurdan yên li meydanê birçiyê berhemên ji zimanên biyanî hatinî
wergerandin in. Ev jî tiştekî zor baş e û di cîh de ye. Lê tiştê balkêş ew e ku berhemên
soranînivîskaran di rojname û kovarên bi kurmancî de gellekî bi sînor in. Berhemên
kurmancînivîskaran, li milê din, hema-hema di kovarên bi soranî de nînin. Ji aliyekî din ve,
rêxistinên siyasî û mirûdên wan pirr caran nivîskarên ku berhemên wan ne li gor ramanên wan
yên hizbî bin boykot dikin.

Di ev qonaxa ku tê de teknolociya di derbarê mîdyaya elektronî û çapemeniyê de weqa beza û


bi gavên mezin ber bi pêş diçêye de, mirov wê hêviyê dike ku Kurd jî bikaribin wê yekê ji bo
pêşvebirina ziman û çanda xwe bi kar wînin. Li Tirkiyeyê, li başûrê Kurdistanê; her weha li
Ewropa, Emerîka, Keneda û Australya bi milyonan Kurd, heke hemî nikaribin teknolociyê bi
xwe bi kar wînin jî, dikarin sûdekê (kelkekê, faydeyekê) jê bigirin.

Heke di nav Kurdan de pêşveçûneke zanyarî û têkoşîneke di derbarê zimanî de cîh negirin,
bêguman e ku ne tenê yekgirtina neteweyî di nav wan de dê her qels bimîne, lê hebûna
neteweya kurdî bi xwe dê sal li dû salê têkeve tehlûkeyê. Çerxa cîhanê li benda çi neteweyan
û koman namîne, her difertile. Netewe û komên ku ji dest wan neyêt der li gel wê çerxa cîhanî
ber bi pêş biçin ê di pratîkê de her li paş realîteya hemdemî bimînin û heye ku di qonaxeke
dîrokiye pêşerojîn de ji holê rabin jî.

Wek nivîskarê vê kurtegotarê, ji bo xwe erk dibînim ku ji kûraniya dil rêza xwe pêşkêşe wan
hêjayan bikim yên ku li gel kêmbûna katê û îmkanan jî her tiştê ji dest tête der dikine da ku, bi
kêmasî li dervayê Kurdistanê, pêşveçûna mîdyaya elektronî ji bo pêşvexistina pirs û zimanê
kurdî bi kar wînin. Lê divêt li vir tiştekî din jî aşkere bibe. Di nav malperên ji aliyê Kurdan de
hatinî damezirandin de bikarhanîna kurdî zor kêm e. Hejmareke ji xwediyên hindek malperan,
li milê din, navê Kurd û Kurdistanê bi şêweyeke rotînî ji bo malpera xwe bi kar tînin bêyî ku
bikaribin tiştekî nû û bi kelk diyar bikin. Hindekên din INTERNET bi kar tînin, lê mixabin
wek mirovên nûpêketî û bêtecrûbe li şûna ku sûdê bigihîn pirsa kurdî ya giştî ziyanê
digihîninê. Helbete her kes maf heye INTERNET bi serbestî bi kar wîne, lê xwebêj divêt ne
ew be ku di INTERNET de jî kurd û Kurdistan bibin hacetekî di destê her kesî de, zanyar
dibe, nezan dibe, bêyî ku li nik wî / wê pêkaniyên rêk û pêk hebin ku di derbarê Kurd û
Kurdistanê de tiştekî çak bigihîne holê.

Mîdyaya eleoktronî heke bi şêweyeke rêk û pêk, bi zanistî, bête bikarhanîn dikare hem bibe
neynika wêneya Kurd û Kuridstanê li derve, hem jî dikare ji bo Kurdan bi xwe beşekî ji
valahiya di warê zanistiyê de tij bike. Mirov bi hêviyeke mezin li rewşê seyr dike, lê mixabin
ku realîteya kurdî dilê mirovî şad nakin. Di dema ku di nav Kurdan de hejmareke biçûk ji
kesên jêhatî û zîrek hene de, pirraniya mezin ji Kurdan hîn bi salan li dû pêşveçûna hemdemî
ne. Şexisiyata kurdî hîn di gellek warên xwe de nexweş û qels dimîne. Em hîn di derbarê hemî
kêmasiyên xwe de faktorên dervayî tawanbar dikin. Li gel ku gellek kêmasiyên şexsiyata
kurdî mumkin e ku bi encama faktorên dervayî hatibin golê jî, di nav Kurdan bi xwe de tiştekî
ku guhertineke mezine erênî û navxoyî bi rêxe li holê nîne.

Li dawiya dawiyê careke din pirsa zimanî tête holê. Ta ew roja ku pirraniya Kurdan ji
xwendina bi zimanê xwe dûr bimîne, ta ew roja ku tê de Kurdên hemî beşên Kurdistanê
nikaribin bi rêya zimanê kurdî xwe bigihînin deryaya zanistiyê û ramanên hevbeş, pêşveçûna
di nav Kurdan de dê her pêşveçûneke bi sînor be. Pirsa mezin li vir ev e: gelo em çawa
bikaribin şoreşeke di derbarê zimanê kurdî û berfirehkirina zanistiyê de bi rê xin? Gelo
perwerdekirina tevahiya nifşekî li gor pîvanên hemdemî û bi zimanê kurdî mumkin be, lê gelo
em ê her van pirsan bi paş ve bixin ta ku Kurd berê mafên xwe bi dest dixin? Tirsa mezin ev
e: Em bibêjin tew Kurdan mafên xwe bi dest xistin. Gelo bidestxistina mafan bêyî hebûna
zanistiyê hemî kêşeyên neteweyekê, yan civatekê, çareser bikin? Heke em welatekî wek
Cezayir, yan tew Afxanistanê, bidin ber çav, bersîv na ye. Mixabin, wêneya li ber çavan reş
xuya dike. Gelo em bikaribin wê rengîn bikin? Bersîva pirsên wisa dê her bi hejmara wan
kesan ve girêdayî bimîne ku gotarên wisa dixwînin û fêhm dikin. Camêrîn wek Celadet û
Kamiran Bedirxan li pêş 60-70 salan pirsên wisa di nivîsarên xwe de pirsîne.

Da ku giraniya Kurdan di warê pêşkeftina elektronî de xuya bibe, hejmara kesên Internet ji bo
agahdariyên di derbarê filimeke sînameyê de bi kar tînin bide hember hejmara kesên Internet
ji bo agahdariyên di derbarê zimanê kurdî de bi kar tînin. Wêne reş xuya dike!!!

(11/1999)

(Mehname, hejmar 1)

Neteweya Kurd li Pêş Deriyê Hezarsaleke Nû


Şahînê Bekirê Soreklî

Di nav rûpelên çapemeniyê de, her weha di mîdyaya dengî-wêneyî de, mirov gellek caran
pêrgî gotina ku Kurdan di dîroka nûjen de dewleteke serbixwe nebûye tê. Tê
jibîrkirin ku di rastiyê de li Rojhelata Navîn gelên din jî ber dawîhatina cenga cîhanî
ya yekem çi dewletên serbixwe nebûne. Tirkiye, Îraq, Sûriye, Urdun û Israîl hemî li
dû têkçûna Dewleta Osmanî wek dewletên sebixwe hatin holê. Ji lewre gotina ku
Kurdan dewlet nebûye yeke bêyî giranî ye çimkî li Rojhelata Navîn bi dirêjiya
sedsalan mezindewleteke îslamî, ne neteweyî, li ser karbidestiyê bûye ta ku li dû
nemana Dewleta Osmanî Brîtanya û Frensa ev herêma li gor bejewendiyên xwe di
nav hev de parvekirin, herêmên ku dû re yek li dû yekê bûn dewletên serbixwe.
Tirkiye li milê din, wek "defaktoyeke" li şûna Dewleta Osmanî mayî û bi encama
peymanên navneteweyî, her weha bi encama pêlêkirina mafên gelên netirk, wek
dewleteke serbixwe li holê hat ferizkirin.

Pirsa ji bo Kurdan grîngtir ne ew e heke dewleteke serbixweye kurdî hebûye yan na, lê ew e
ku gelo çima Kurdan nedikaribûn li dû her du cengên cîhanî dewleteke serbixwe bi dest xin.
Di nivîsar û belgehnameyên bi zimanên kurdî û yên din de bi shêweyeke berfireh behsa
egerên dervayî hatiye kirin. Di vê gotarê de em ê bêtir behsa egerên hundirîn bikin.

Da ku mirov bikaribe bi şêweyeke sed ji sedî durist bersîva pirseke wisa bide lêkolîn û
lênerînên pirralî divên, lê li gel wê jî, wek mirovekî ku ji rojên zarotiya xwe de li gel siyaseta
kurdî têkildar e, wek kesekî ku bi hezaran rûpelên bi zimanên cuda di derbarê Kurd û
Kurdistanê de xwendiye, bi sedan rûpelên bi zimanên cawaz nivîsandine, û her weha wek
kesekî ku bi salane li gel Kurdên hemî beshên Kurdistanê peywendîgir e û di eynî demê de bi
encama jiyana li dervayê Kurdistanê û karê xwe ji siyaseta cîhanî haydar e, min hêvî heye ku
bikaribim qe nebe beşekî ji bersîva vê pirsê bidim. Armanc ew e ku paşeroja nêzik ya têkoşîna
neteweyî bi rewsha îroyîn ve bête girêdan, bi hêviya ku bête ber çav gelo tevgera neteweyî ya
kurdî di destpêka hezarsaleke nû de di çi rêyê de ye, yan tew baştir, gelo ji bo vê tevgerê çi rê
divêt. Omêd ew e ku bi kêmasî tevgera neteweyî ya kurdî vê pirsê têxe munaqeşeyeke serbest
û objektîv û bikaribe ji dersên sedsala borîn sûdeke rêk û pêk bigire bi hêviya ku rêxistinên
Kurdan di dem û dewrana nû de bikaribin li gor şert û merc û realîteya cîhanî, herêmî û
navxoyî stratêjiyeke jêhatî ji bo pêşvebirina gelê Kurd bi rê xin û têxin pratîkê.

Bi dîtina min hindek sedemên hundirîn ku li dû ketina Dewleta Osmanî li pêş dewleteke
kurdîye serbixwe bûnî asteng evên li jêr in:

A. Nebûna çapemeniyeke kurdî ye rêk û pêk

Pirraniya Kurdan nedikaribûn bi zimanê xwe bixwênin. Bi encama vê yekê û egerên din
çapemeniyeke ku ji aliyê xelkê de bi shêweke berfireh bête belavkirin û xwendin li holê nebû.
Ji lewre endamên gelê Kurd, ji rojhelatê Deryaya Spî bigir heta Behra Urmiyeyê, ji hêza
danûstendina li gel hev (communication) bêpar bûn. Bi gotineke din, ji ber ku endamên vî gelî
ji peywendiyeke rojane, yan xwegîhandineke ramanên hevbeshe zûkat, pêpar bûn ji dest wan
nehat der ku xwe bikin xwediyên tevgereke netewiye xwedan hêzeke ku bikaribe daxwaza
neteweyekê di wê demê de bi ser xe. Ji ber ku welatê Kurdan ji aliyekî ve mezin û fireh e û li
milê din bi herêmên çiyayî dagirtî ye pirr caran Kurdên li başûr haydariyeke rêk û pêk ji yên
bakur nebû û Kurdên li rojhelatê welatî ji yên li rojava bêhay bûn. Kurdan têkoşîneke pirralî û
yekgirtî nebû. Tenê Kurdên deverekê bi shêweyeke zûkat haydare rewşa li holê dibûn, ew jî
ne bi encama rola çapemeniyê, lê bi şêweyeke devokî. Ji ber ku hebûna çapemeniyeke zîz û bi
berpirsiyarî yek ji grîngtirîn shert û mercên berbihevhanîna endamên neteweyekê û serkeftina
armancên neteweyî ye, Kurdên jê bêpar nerxekî giran dan û hîn jîdidin..

B. Nebajarvanî

Kurd bi pirranî gundî û koçer bûn. Bi encama vê yekê hejmareke mezin ji wan, yan bi carekê
ve nehaydare guhertinên siyasî bûn, yan jî eger û encamên guhertinên li paytextên herêmî û
cîhanî cîh digirtin fêhm nedikirin. Li milê din, siyaseta cîhanî ya wê demê li welatên rojavayê
Ewropa dihate bi rêxistin û li van welatan Kurd hema-hema nebûn. Çend Kurdên ku mirov
dikare wek zanyar û siyasetmedar bi nav bike jî li paytextên Rojhelata Navîn bi pirranî yan di
nav refên mamûrên dewletê, yan jî li gel komên tirkan, ereban û farsian di kar de bûn.
Tevgera neteweyî ya kurdî ji hêza zanyariya dîplomasî û siyasetmedariyeke li gor daxwazên
dem û dewranê hema-hema bêpar bû. Helbete çend kom û rêxistinên Kurdan hebûn, lê hêz û
giraniya wan, yan ramyarî û siyasî gellekî bi sînor bûn.

C. Eşîrtî û dilsozbûna li gel îslamê û dewletê

Civata kurdî bi pirranî yeke feûdal bû. Serokekî çi biryar bigirta tevahiya eşîrê bi ya wî dikir.
Li milê din, hejmareke mezin ji serokên êl û eşîran, her weha serdarên ol û terîqetan, li gel
nebaweriya tevahî bi ereb û tirkan û farisan jî bi îslamê re dilsoz man û hindek ji wan hatin
xapandin û li dij biyaniyan piştgiriya hêzên herêmî kirin. Wek nimûne, rastiyeke dîrokî ye ku
Kurdên bakur, her weha beshekî ji yên bashût jî, bi sozên Mustefa kemal Ataturk hatin
xapandin, ewê ku soz dabû, Tirkiyeya nû dê bibête komareke ji bo Tirkan û Kurdan.

D. Herêmtî Serhildanên Kurdan li herêmekê cîh digirtin û di nav wê herêmê de diman. Bi


gotineke din, ji dest Kurdan nehat der ku serhildana li herêmekê dest pê kirî belav bikin û
bikin yeke neteweyî li seranserê Kurdistanê, tiştekî ku di nav têskoşîna nateweyî ya kurdî de
bûye xustekî ku îroj jî berdewam e. Heta li herêmekê be jî, pirraniya caran li eynî herêmê
beshekî ji Kurdan ji ber neyartiya navxoyî, yan dilreshiya serok û serdaran li hember hev,
hevkarî li gel hêzên dijmin dikirin.

E. Kêmbûna pêkaniya dûrbîniyê û nebûna armancên rêk û pêk

Serhildanên li Kurdistanê dûrbînî û armancên rêk û pêk yên li gor rewşa navxoyî, herêmî û
cîhanî hatinî amadekirin nebûn. Bi gotineke din, berpirsiyarên van serhildanan bi pirranî
tevdêrên ku tê de hesabê kiryar û bûyerên ku mumkine di pêsherojê de biqewimin nekiribûn.

F. Nebûna erf û toreyên demokratî

Wekî hemî neteweyên li Rojhelata Navîn cîhwar Kurd jî ji rojava haydare prensîpên
demokrasiyê bûn. Li gel ku rêxistinên kurdî pirsa nebûna demokrasiyê li nik dewletên serdest
her wek egereke sherê li dij wan dane, wan bi xwe jî di pratîkê de demokrasiyeke rêk û pêk bi
cîh nehanîne. Rast e, di nav civateke ya wek kurdî de bikarhanîna presnsîpên demokrasiyê
wekî ku li welatine rojavayî dibe mumkin e di rewşa îroyîn de ne pêkan be, lê li gel wê jî
bikarhanîna demokrasiyê di teorî û pratîkê de, qe nebe ta radeyeke mentiqî, zor grîng e. Ji
aliyekî din ve, bi encama erf û toreyên feûdal û nebûna demokrasiyê, serdariya şoreşekê her di
dest serokekî de maye û hêza di dest serok de ji ya tavehiya rêxistina wî girantir bûye. Wisa jî
fersenda ku kesên xwedan îmkanên ciwantir, kesên ku mumkin e ji serok jîrtir bûna,
nikaribûne xwe bi rêyên demokratî bigihînin seroketiya rêxistinê.
Damezirandina welatekî serbixwe di navbera her du cengên cîhanî de ne wekî îroj dijwar bû.
Heke ji dest tevgereke kurdî hatibûya der ku li dû ketina Dewleta Osmanî ji Brîtanya û Frensa
re îspat bike Kurdistaneke serbixwe ji bo berjewendiya wan ya aborî, siyasî û stratêjî bi sûd e,
bêguman e ku dewleteke kurdî dê îroj bi kêmasî li beshekî Kurdistanê hebûya. Li bervaciya
vê yekê, Kurdan nedikaribûn xwe di çavên mezinhêzên wê demê de wek hêzeke yekgirtî û
pêbawer xwe li meydanê feriz bikin. Serokên wan yên wê demê têgihîştineke tevahî di
derbarê mentalîteya rojavayî de nebû û ji dest wan nehat der piştgiriya welatên bi hêz bi dest
xin. Serokên wek Shêx Mehmûd, Şêx Seîd, Qazî Muhemed û dû re Mustefayê Barzanî li gel
dilsozî û fîdakariya wan jî, mixabin di warê dek û dolapên dîplomatî de ne xwedan zîretiyeke
wisa bûn ku bikaribin siyasta navneteweyî analîz bikin, yan realîteya li holê bi shêweyeke
dînamîkî bidin guhertin.

Di nav 80 salên borîn de bi encama sherê çekdar bi milyonan Kurd hatin kujtin, brînkirin,
girtin, êşkencekirin, koçberkirin; bi hezaran gundên Kurdan hatin wêrankirin, baxçe û daristan
hatin tunekirin û Kurdistana bi çandiniyê û pezxwedîkirinê dewlemend hema-hema tar û mar
bû. Bi encama vê yekê ne tenê bi milyonan kesan dest ji Kurdistanê berdan, lê ziman, çand,
erf û toreyên kurdî jî bêhêz bûn. Bi milyonan mirovên kurd li bajarên tirkî, erebî û farisî
asîmîle bûn û zaroyên wan ji zimanê kurdî bêpar bûn, di wê demê de ku bêyî zimanê kurdî
nasnameya kurdî xwebêj nîne. Çiqa hindek li dij gotineke wisa derkevin jî di pratîkê de
rastiya vê gotinê nedikare bête xarkirin, çimkî Kurd bi ola xwe, rengê xwe, erf û toreyên xwe,
û bi encama tevjiyîna sedsalan ya li gel gelên dirawsê (cîran) hema-hema xwediyên eynî
sîfatan in. Tenê zimanê kurdî ye ku neteweya kurdî ji yên din vediqetîne.

Li dû cenga cîhanî ya duyem di nav têkoşîna kurdî ya neteweyî de guhertinekê dest pê kir.
Destpêka vê guhertinê damezirandina Partiya Demokrat ya Kurdistan bû, berê di 1945an de li
rojhelatê Kurdistamnê û dû re li bashûrê Kurdistanê. Îlankirina Komara kurdî ya Mehebadê di
46an de hêviyeke mezin di dilê Kurdan de afirand, lê mixabin salekê jî dirêj nekir. Serokê wê,
Qazî Muhemmed, li gel hevaline xwe hat bidarxistin û Melle Mustefayê Barzanî li gel dora
500 pêşmergeyên xwe derbas Yeketiya Sovyêtî bû. Li dû 11 salan û bi encama shoresha di
58an de li Îraqê cîh girtî Barzanî zivirî Kurdistanê. Di nav hevdeh salên li dû vegera wî de li
bashûrê Kurdistanê shoresehke wisa xwe feriz kir ku kêm-zêde defaktoyeke wek dewletekê
da Kurdên li wê deverê. Di sala 1975an de careke din agirê hêviya di dilê neteweya kurdî de
gurr bûyî vemirî dema şoreşeke weqa mezin di nav 24 saetan de bi encama Peymana Cezayir
bi dawî hat.

Li beşê Kurdistanê yê di bin desthelatdariya tirkî de, bi encama stemkariyeke hovane,


têkoşîna neteweyî bêhêz bûbû. Gurrbûna şoreşê li başûr bandoreke mezin gîhand bakur lê
encamên di 1975an de hatinî holê Kurdên wir jî dilsar kirin. Li bakurê Kurdistanê, wekî li
tevahiya Tirkiyeyê, salên 70yan û 80yan salên şoreşgêriya çep bû ku mirov dikare wek
"dewrana devrimcîtiyê" bi nav bike. Hejmareke mezin ji ciwanên kurd di nav rêxistinên
"devrimcî" de têdikoşiyan, rêxistinên ku baweriya xwe bi teorî û berhemên marksî-lenînî,
stalînî û maoîst dihanîn. Di destpêka salên 80yan de "devrimciyên" tirk û kurd di wê baweriyê
de bûn ku azadiya Tirkan û Kurdan dikare tenê bi encama têkoşîneke hevbesh ya karkerên tirk
û kurd bête bidestxistin. Partiya karkerên Kurdistan (PKK) bi encama stemkariya salan ya
Komara Tirkiyeyê û dewrana "devrimcîtiyê" ji day bû. PKK bi armancên mezin û gavên
biçûk dest pê kir û dikaribû di navbera 84an û 98an de sherekî çekdar, ne tenê li dij hêzên tirkî
yên bi çek û hejmarê dewlemend bidomîne, lê her weha ziyaneke mezin bigihîne dewleta tirk.
Stratêcî û siyastea vê rêxistinê bi gellek shêweyan ji yên kurdîye din der bûn û ji bo Kurdan
nû bûn. Di dema ku hêza vê rêxistinê ji fîdakariya ciwanên kurd, pereyên Kurdan, pêbaweriya
tevahî ya endam û piştgiran, û heye ku ber her tishtî ji shexsiyata serokê wê Ebdella Ocalan,
dihat de, beshekî veshartî yê hêza PKK jî hebû. Hêza veshartî, wekî ku li dû derçûna birêz
Ocalan ji Sûriyeyê dest pê kir ji hindek aliyên xwe de bête xuyakirin, faktorekî grîng bû di
pêshveçûn û bihêzbûna PKK de, lê hîn îroj jî tevahiya pirsên bi vî beshî ve eleqedar ashkere
nebûne. Bivêt-nevêt kesek nedikare înkar bike ku PKK di nav 15 salna de ne tenê hestê
kurdayetiyê li bakurê Kurdistanê ji xilmashbûnê veciniqand, ne tenê pishtgirî di nav Kurdên
beşên din de bi dest xist, lê dikaribû, li gel hemî shashtiyên hatinî kirin jî, bi hezarn mirov
bicivîne, bi dehan kom û rêxistinan bi rêxe, li Ewropa bibe xwediya hêzekê û heta
televizyoneke bi satelîtê jî têxe kar. Bêyî guman, yek ji faktorên herî grîng yên pishtgiriya
PKK di nav Kurdan de ew bû ku PKK durishma damezirandina Kurdistaneke serbixwe
hilgirtibû. Faktoreke hêza wê ya hundirîn, li milê din, disîplîn bû, her weha bikarhanîna
ciwanên temenbiçûk wek gerîla û kadir. Lê wek me dît, li dawiya dawiyê, ev rêxistina genc jî
ket dehfê û wek shoreshên kurdî yên din, bi encama rewsha Kurdistanê ya ciyosiyasî û egerên
din, nedikaribû xwe bigihîne armancên xwe.

Dema mirov Komara Mehebadê, şoreşa bi seroketiya Mustefayê Barzanî û tevgara PKK ya bi
seroketiya Ebdella Ocalan baş bide ber çav, diyar dibe ku di navbera bêtarên bi ser her sêyan
de hatinî çend faktorên hevbeş hene. Wekî em dizanin, armancên komara Mehebadê bi girtin
û bidarxiatina Qazî Muhemmed û armancên destpêkê yên şoreşa li bashûrê Kurdistanê bi
encama Peymana Cezayir û fermaneke ji Mustefayê Barzanî bi dawî hatin. Guhertina armanc
û îmaja PKK jî bi revandina Ebdella Ocalan û encamên pê ve girêdayî hat holê. Mebest li vir
ne tawanbarkirina van serokan e, ne jî rexnegirtina li biryarên wan e, çimkî tenê dîrok dikare
di derbarê pirsên wisa de biryarê bide. Mebest her weha ne ew e ku behsa programên wan yên
hundirîn li vir bête kirin, çimkî ev yeka bi serê xwe pirseke gellekî fireh û kompleks e.

Yek ji faktorên din yên hevbesh jî ew e ku her sê serokan, sedem çi dibin jî, pishtên xwe bi
aliyên dervayî girêdan bêyî ku hesab û tevdêrên wê yekê bikin, heke rojekê ev piştgiriya
rawestiya şoreş ê çawa bidomîne. Bi gotineke din, bername û tevdêrên ku bikaribin armancên
dûr bidin ber çavan li nik her sê aliyan jî, yan nebûn, yan jî ne di cîh de bûn. Her sê serokan jî
danûstendineke rasterast li gel serokên dewletên ku alîkariya wan dikirin nebûn.
Danûstendinê bi rêya aliyên duyem û sêwem cîh digirt, heta bi rêya şexsiyat û kesên ku
têkiliyeke rasterast li gel serdarên van dewletan nebûn. Pirraniya caran danûstendin, yan bi
rêya istixbaratên van dewletan, yan jî bi rêya kesên li dervayê dewletên alîkir cîh digirt. Ji
aliyekî din ve, di navbera wan û dewletên alîker de çi peymanên bi nivîs, yan misogeriyeke
fermî nebûn.

Faktoreke dine hevbesh heye di navbera rêxistinên kurdî yên sherê çekdarî kirinî de. Bi
encama rewsha Kurdistan tê de rêxistinên kurdî yên hêzmezin her neçar mane ku
peywendiyên xwe li gel dewleteke (yan dewletine) ku bi xwe stemkariyê li Kurdan dike
hebin. PKK, PDK û YNK di dema ku tê de li dij dewleta beshê xwe têkoşiyane de, ew bizava
kirine ku peywendiyên bash li gel dewletên din yên ku li dij Kurdên beshên din stemkar in bi
rêxin. Bi encama van peywendiyan ziyaneke rasterast yan nerasterast gihîshtiye Kurdên
beshên din. rastiya din ya vê hevkariyê ew bû ye ku alîkariya dewleta wan peywendî li gel
hebûye yeke katî bûye û ta radeyekê bizava bikarhanîna ew rêxistina kurdî bûye ji bo
armancên xwe, ne ku ji bo armancên neteweyî yên gelê kurd. Çiqa rewsha Kurdistanê
rêxistinên kurdî neçare danûstendina li gel dewleteke dirawsê bike, û çiqa em vê realîteyê
bipejirînin jî, divêt rêxistinên kurdî bi kêmasî haydare wê yekê bin ku eynî dewlet dikera sibe
li dij wan sher bike. Di eynî demê de pêwîst e ku hevkariya rêxistineke kurdî li gel dewleteke
serdest ne li ser hesabê berjewendiya Kurdên wî beshî be. Jê bêtir, ev rêxistina kurdî divêt
hesabê wê yekê bike ku alîkariya dewleta "dost" dikare rojekê ji nishkan ve rawest e û heke
rawestiya divêt berdêleke din hebe, yan na, ziyana bi encama danûstendina li gel wê dewletê
dê ji karê wê bêtir be. Wekî ku îroj li pêsh çavan diyar e, her çar dewletên behsa wan dibe li
dij wê yekê ne ku li bashûrê Kurdistanê aramî û asayish hebe. Ew ne tenê hêz û ajan û
istixbaratên xwe ji bo têkbirina armancên Kurdan li vê herêmê bi dest xistinî bi kar tînin, lê
her yek ji wan her weha wê bizavê dike ku peywendiyên xwe yên li gel hêzeke kurdî li dij
berjewendiya neteweya kurdî bi kar wînin, bi armanca ku Kurd li dij hev û din şer bikin,
aramiya asayishî ji holê rabe, xelk dilsar û bêhêvî bibe û ev fersenda ku îroj li bashûrê
Kurdistanê heye tar û mar bibe.

Dewletên Kurdistanê parvedikin naxwazin ku Kurd bibin xwediyên jiyaneke bi sharistanî,


naxwazin ku Kurd di parlemanekê de danişin û wek mirovên demokrat biaxifin, naxwazin ku
Kurdan radyo û televizyon hebin û li gor erf û toreyên mirovahî û demokratî karê xwe bi rê ve
bibin. Ew dixwazin ku her li Kurdistanê bêaramî hebe, dixwazin ku Kurd her sherê hev bikin.
Heta ew baştir dibînin ku Kurd di çiyan de sherê hêzên wan bikin, li shûna ku bi rêyên siyasê
ji bo mafên xwe têbikoşin, çimkî berdewambûna sher li Kurdistanê li şûna ku serkeftina
Kurdan misoger bike, valakirin û wêrankirina Kurdistanê misoger dike. Ji lewre, ew ê ne
tishtekî mat û seyr be ku istixbaratên van dewletan bi xwe şer bi rêya bêhiş û ajanan li
Kurdistanê bi rêxin, heta heke rêxistinên kurdî şerê li dij wan rawestînin jî. Ji aliyekî din ve,
hêviya wan her ew dimîne ku neyartî di nav Kurdan de zindî bimîne, çimkî neyartiya di nav
Kurdan de karê wan gellekî hêsantir dike. Wekî nimûne, dema li bashûrê Kurdistanê yek
parleman û yek hukûmet hebû, wezîrên peywendiyên derve yên Tirkiyeyê, Îranê û Sûriyeyê
her sê heyvan carê kom dibûn û bi şev û roj ew herêm binçav dikirin heta ku her sê hêzên
kurdî yên li holê berdan hev û bi encama ew serkeftina xwe karê xwe hêsan kirin û êdî nema
hewcedarî bi çi kombûnan jî hebû.

Mebesta vê gotarê ne qerfkirina bi rêxistinên kurdî ye, ne jî biçûkkirina serokên wan e. Bêyî
guman, serokên her sê rêxistinên hatinî binavkirin li gor xwe tiştên ji dest wan hatiye der ji bo
gelê xwe kirine û dikin. Divêt neyêt jibîrkirin ku bi dehhezaran ciwanên kurd ji bo armancên
van rêxistinan mirine. Lê divêt me wêrekî hebe ku em kêmasiyên rêxistinên kurdî bi
shêweyeke vekirî têxin munaqeşeyê. Pêwîst e bête gotin ku nakokiya di navbera rêxistinên
kurdî de û şerê wan li dij hev û din, wekî ku bi salane tête gotin, li dij berjewendiya neteweyî
ya Kurdan e û tenê sûdê digihîne neyarên gelê kurd. Çiqa rêxistinek wê bizavê bike ku
fetweyan û egerên "di cîh de" ji bo dijmintiya xwe ya li hember rêxistineke dine kurdî bi kar
wîne jî, encam eynî encam e. Rêxitinên kurdî divêt bizanibin ku rawestandina têkoshîna
rêxistina wan ji hevkariya li gel dewleteke serdest bi sûdtir e. Heke di navbera rêxistineke
kurdî û dewletekê de dike hevkariyeke ji bo sûda her du aliyan û her du gelan hebe, pêwîst e
shert û mercên hevkariyê li ser kaxezê bêyên nivîsandin, ji aliyê serokan de bêyên îmzekirin û
alîne dewletiye cîhanî ji vê peymanê haydar bin. Heke wisa nebe, wê demê hevkariya
rêxistina kurdî li gel dewletekê kêm-zêde wek hevkariya par ya eshîrên Kurdan li gel
dewletekê ye. Li gel hemî rexneyên me jî, ew ê bêwûjdaniyeke mezin be heke li vir bi
şêweyeke vekirî neyêt diyarkirin ku têkoşîn û xebata di nîvê 2yem yê sedsalê de ji aliyê
rêxistinên hemî beshên Kurdistanê de, her weha ji aliyê nishtimanperwerên kurd de, hatî kirin
hestê neteweyî li nik Kurdan bilind kir. Li gel her tishtî jî, têkoşîn û fîdakariya çakmirovên
kurd, li gor merc û şertên xwe, di sedsala raberdû de danî pêwîst e ji aliyê hemî nifshên
neteweya kurdî de bêyên teqdîrkirin.

De baş e, nuha ku cîhana me li pêş deriyê qonaxeke dîrokî ye nû ye, gelo alternatîvên li pêş
têkoşîna neteweyî ya kurdî ji bo pêşerojê çi ne? Ber bersîvdayîna ji bo pirsa li jor,
kurtenêrîneke di derbarê rewsha van çend salên borîn de ku xwe bi her çar beşên Kurdistanê û
sê partiyên şerê çekdarî kirinî ve peywendîgir dikin.
Bakurê Kurdistanê: Rola ku PKK li bakurê Kurdistanê leyiztî divêt bête diyarkirin. Ne tenê ji
dest rêxistinê hat der ku hestê kurdayetiyê li nik milyonan mirovên kurd vejîne, lê her weha
hêza serbilindiya bi kurdbûnê da bi sedhezaran kurdên bakur yên ku bi encama stemkariya
dewleta tirk ji kurdbûna xwe şerm dikirin. Lê nerxê bidestxistina vê encamê giran bû. Bêtir ji
20 000 mirovên kurd, bi pirranî ciwanên temenbiçûk, hatin kujtin, bi hezaran ciwan ketin
girtîgehan, bi hezran mirov hatin êşkencekirin û bi hezran gund û mezreyên Kurdan hatin
wêrankirin, tishtê ku bûyî egera koçberkirineke mezin, valakirina herêmine kurdî û guhertina
rewsha jiyanî li Kurdistanê. Li gel ku têkoşîna çekdar ya PKK li dij dewleta tirk yeke
adilmend bû jî, PKK di siyaseta xwe ya di nav Kurdan bi xwe de hejmareke ji shashtiyên
mezin kirin. Egera van şaşitiyan jî bi pirranî ji ber wê yekê bû ku di nav refên PKK de gellek
kesên bêtecrûbe, sergerm û nûpêketî hebûn. Li gel ku kadirên PKK bi rê ve fêrî dersên siyasî
bûn jî, gellek metodên dihatinî bikarhanîn li dawiya dawiyê ziyaneke mezin gîhandin
rêxistinê. Lê armanca vê gotarê ne kûrlênerîna li shashitiyên rêxistinên kurd e û divêt li vir
bête ashkerekirin ku ne tenê PKK, lê rêxistinên mezin yên din jî di siyaseta navxoyî de
xwediyên şaşitiyên mezin in. Çiqa van rêxistinan bizava dayîna bersîvên siyasî û felsefeyî
bidin jî, bêguman e ku şaşitiyên wan ne tenê bûn egera gîhandineke ziyanên gishtî, lê her
weha bûn eger ku ziyaneke mezin bigihê van partiyan bi xwe jî. Rewsha li dû revandina birêz
Ocalan ji bo PKK hatî holê nimûneyeke li ber çavan e û hewce nake mirov yeko yeko behsa
kiryar û bûyerên cîh girtinî bike. Bêyî guman, hêviya her mirovê nishtimanperwer nuha ew e
ku bûyerên dikarin ji vir û shûn ve cîh bigirin çi caran rê nedin wê yekê ku PKK li dij
rêxistineke beshekî dinî Kurdistanê sher bike, sedem çi dibin jî.

Rojhelatê Kurdistanê: Rewsha li ev beshê Kurdistanê ji rewsha di dema Shah de ne bashtir e.


Biryara rêxistinên kurdî ku dawiyê bidin sherê çekdar yeke durist bû. Divêt neyêt jibîrkirin ku
Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê ji bo ku ziyan negihê berjewendiya Kurdên bashûr
fîdakariyeke mezin kir. Egera rawestandina sherê çekdar ta radeyekê xwe bi peywendiyên
YNK yên li gel Komara Îslamê ve girê dide.

Kurdên başûrê biçûk her ji mafên neteweyî û çandî bêpar dimînin. Wek her dem ew bi pirranî
li gel tevgera kurdî ya beşên din dilsoz û alîgir mane. Li gel ku rêxistinên beşên din bi
şêweyeke ashkere behsa mafên wan nekirine jî, hejmareke ne biçûk ji Kurdan li wir hîn îroj jî
ji bo partiyên bakur û başûr piştgir in. Nayêt veshartin ku Kurdên vê deverê bi gellek awayan
alîkariya rêxistinên beshên din kirine. Bi taybetî di van salên dawîn de, hejmareke ne biçûk ji
Kurdên deverê alîkariyeke mezin dane PKK û heye ku bi hezran ji ciwanên deverê di şer de
ketibin jî.

Başûrê Kurdistanê: Kurdan careke din fersendeke dîrokî li dû Şerê Kendavê wenda kirin.
Tawana vê yekê bi pirranî dikeve stuyê Yeketiya Niştimanî ya Kurdistan û Partiya Demokrat
ya Kurdistan. Her du rêxistinan ne tenê nikaribûn fersendên di sal 1991 de hatinî holê bi
şêweyeke rêk û pêk bi kar wînin, lê her weha dû re dîsan bi sherekî navxoyî kirin ku bêtarên
mezin bi ser xelkê herêmê de hanîn û hêviya bi milyonan Kurd shikandin. Ta radeyekê
Partiya Karkerên Kurdistan jî li shûna ku ji bo aramkirina rewşa li bashûr alîkar be, bi mebest,
yan bêyî mebest, û ji bo armancên teng, agirê nearamiya li herêmê gurrtir kir. Shashtiya PKK
ne tenê bû egera wê yekê ku hêzên tirk hebûna çekdarên wê ji xwe re wek sedemeke
destavêtina herêmê bi kar wînin, lê her weha bû egera wê yekê ku PDK ji bo parastina xwe û
armancên xwe hevkariya li gel Tirkiyeyê bike. PKK hestên Kurdan yên atifî bi kar hanîn û
kilîsheya ku "Kurdistan ne mulkê kesekî, lê mulkê hemî Kurdan e" ji xwe re kir hacet, lê wekî
her mirovê di siyasetê de zîrek ê bizanibe ev kilîsheya atifî rewsha ciyosiyasî ya Kurdistanê
naguhere. YNK bi destdana ser parlemana Kurdistan li Hewlêr shashitiyeke dîrokî kir û wê jî
ji aliyê xwe de PDK neçar kir ku, dîsan ji bo parastina xwe û armancên xwe, hevkariya li gel
recîma îraqî bike, yan heye ku hêzên îraqî, li hember berdêleke diravî, siyasî, yan herduyan, ji
bo deranîna YNK ji Hewlêr bi kar wîne. PDK, li milê din, bi taybetî di destpêkê de, nikaribû
xwe ji kom û kesên ezo û berjewendîperest rizgar bike. Di bin giraniya rola wan kom û kesan
de PDK şaşitiyên wisa kirin ku ne tenê ziyan gîhandin pirsa neteweyî lê PDK bi xwe jî. Bi
kurtî, her sê rêxistinên hatinî binavkirin, berjewendiyên "hizbayetiyê" dan ser berjewendiya
gishtî ya neteweya kurd. Çiqa ew gotineke wisa tawanbar bikin û çiqa ew hev û din gunehbar
bikin û çiqa ew kilîsheyên siyasî û îdyolocî ji bo xwe bikin mertal jî dîrok ê baş diyar bike ku
ziyana wan di vê qonaxê de gîhandî berjewendiya giştî ya gelê kurd bêyî pîvan e. Çawa ku
Dewletên Osmanî û Farisî di sedsalên borîn de êl û eshîrên Kurdan berdidan hev û bira li dij
birayî bi kar dihanîn, dewletên ku îroj Kurdistanê parvedikin jî dikaribûn van hêzan berdin
hev. Her sê hêzên kurd ji aliyên xwe de hestên endamên neteweya kurdî, bi rêya
propagandayeke bi nakokiyê dagirtî, bi kar hanîn da ku nefret û heznekirina li hember hevrika
xwe di dilên endam, robot, mirûd, û pishtgirên xwe de tûjtir bikin.

Bi encama rewsheke taybetî ku xwe bi recîma îraqî û siyaseta emerikî ve peywendêgir dike,
hîn îroj jî bikarhanîna siyaseteke rêk û pêk, yeketiyeke navxoyî û zîrekbûneke di warê
siyaseta herêmî û navneteweyî de dikarin başûrê Kurdistanê ne tenê ji bo Kurdên wê herêmê
lê ji bo tevahiya neteweya kurdî bikin hêviyekê. Gelo Kurd, bi taybetî YNK û PDK bikaribin
ta çi radeyê di van waran de gavên erênî ranin ê di nav çend salên li pêsh de diyar bibe. Heke
van çend fersendên hîn li holê manî bi zîrekî neyên bikarhanîn Kurdên vê herêmê dê careke
din li gava destpêkê vegerin, heye ku encam gellekî xirabtir be jî. Wê demê hêstirên Kurdan,
gazindên wan, binavkirina neyaran wek hov û tawanbarkirina welatên cîhanê dê bêyî nerx be,
çimkî ber her tishtî egera sernekeftina wan bi wan û mentalîte û shashitiyên wan bi xwe ve
girêdayî ne. (Dixwazim li vir diyar bikim ku binavnekirina partiyên Kurdistanê yên din wê
xwebêjê nade ku rola wan di têkoshîna neteweyî ya kurdî de ne yeke bi giranî bûye. Ji bo
lênerîneke kûrtir li têkoshîna neteweyî û rola hemî partî û rêxistinên Kurdistanê lêkolîn û
nivîsareke berfirehtir pêwîst in. Wisa jî wek nivîskarê vê gotarê lêborînê hêvî dikim).

Nuha ku dîroka mirovahiyê dikevêye hezarsala 3yem ya li dû jidaybûna Îsa rêxitin, serok û
şarezayên Kurdan pêwîst e li stratêciyeke nû bigerin ku ne tenê ji bo berjewendiya gishtî ya
gelê kurd bi sûd be, ne tenê ji tecrûbe û şaşitiyên sedsalên çûnî encam girtibe, lê her weha
stratêciyeke li gor demê û layiqe çerxa nû be. Li pêsh tevgera kurdî hejmareke ji stratêciyan
heye. Ev ên li jêr hindek ji wan in:

 Berdewamkirina stratêciya li holê: Heke stratêciya îroj ji aliyê rêxistinên kurdî de


bi kar tê bête domandin encamên li pêsh ê ji yên li pash ne weqa cawaz bin. Hindek
guhertinên biçûk dikarin cîh bigirin heke kes û komên li ser karbidestiya dewletên
Kurdistanê parvedikin siyastên xwe, yan shêweya danûstendina li gel Kurdan
biguherin.
 Têkoshîna ji bo Kurdistaneke yekgirtî û sebixwe: Ev daxwaz ji aliyê hejmareke ji
niştimanperwerên kurd de dihat û tê kirin, bi teybetî ewên li dervayê Kurdistanê
dimînin. Li milê din, bêyî guman e ku ew daxwaza her Kurdekî neteweperest e. Gellek
kes vê armancê di cîh de dibînin çimkî dewletên serdest çi hêvî nedane û nadin ku ew
ê danûstendineke li gor şert û mercên mirovane li gel Kurdan bi rê ve bibin. Wek
nimûne, nivîskarê vê nivîsarê di 81an de di gotareke xwe de pirsî bû, "heke mirov
bikaribe ji bo daxwaza dibistaneke kurdê ji aliyê van hukûmetan de bête girtin,
êshkencekirin û kujtin, ma gelo çima ji bo Kurdistaneke serbixwe têkoshînê neke?" Li
gel ku Kurdan maf heye daxwazeke wisa bikin jî, bi dîtina min ya îroj têkoshîneke ji
bo armanceke wisa pêwîst e di demên îroyîn de tenê bi shêweyên ashtî bête kirin.
Çima? Çimkî Kurd, wek neteweyeke yekgirtî, ji bo daxwazeke wisa ne amade ne, ne ji
aliyê siyasî de, ne ji aliyê zanyarî de, ne ji aliyê rêxistinî de û ne jî ji aliyê pêkaniya
bidestxistina pishtgiriyeke navneteweyî de. Têkoshîneke çekdar ê tar-û-markirina
Kurdistanê, valakirina wê û stemkariya dewletên serdest misoger bike. Realîteya
Kurdistanê ya îroj yeke ta radeyeke bilind trajîk e. Damezirandina rêxistinên bi navên
mezin, birêxistina kombûnên li derve û hêlehopa bi durishmên rotînî û dêmagocî
nedikarin rastiya li holê bidin guhertin. Heke çi guhertin cîh bigirin jî ew ê tenê
guhertinên ji derve de bin û li dawiya dawiyê dê ziyanê bigihînin armamnc û
berjewendiya gishtî ya gelê Kurd.
 Stratêciyeke nû / Nimûneyek: Ber her tiştî rêxistinên Kurdan pêwîst e armancên
giştî yên gelê Kurd bidin pêsh berjewendiyên teng yên rêxistinî. Van rêxistinan navêt
çi caran, sedem û eger çi dibin jî, li dij hev sher bikin. Tevî ku her rêxistinek dikare ji
bo Kurdên li beshekî Kurdistanê têbikoshe jî zor grîng e ku hemî li gel hev di
platformekê de bigihên hev bi armanca plankirina ji bo pêşerojê. Bi taybetî ji bo
birêxistina bernameyeke çandî û xizmeta ji bo pêşvebririna zimanê kurdî hebûna
platformeke wisa pêwîst e. Çiqa dewletên serdest li dij planeke wisa bin jî, heke kesên
di warê siyasî û zanyariyê de zîrek hebin yekbûna di nav platformeke ji bo armancên
zimanî û çandî heta îroj jî mumkin e. Rêxistin û hêzên kurdî pêwêst e ehmiyeta herî
mezin bidin zimanê kurdî, çimkî tenê bi rêya zimanî berfirehkirina zanyarî û
hevgirtina neteweyî pêkan e. Pêshvexistina zimanê kurdî di eynî demê de
pêshvexistina berjewendiya neteweyî ye. Heta ku gelê Kurd yê li hemî beshên
Kurdistanê nikaribe eynî rojname û kovar û pirtûkê bixwîne, ji eynî dezgeha radyo û
televizyonê fêhm bike û heta ku zarokên Kurdan di xwendegehan de rastî bi kêmasî
hindek faktorên hevbesh (mushterek) nebin yekgirtina Kurdan ê her wek daxwazeke
xeyalî û atifî bimîne, çimkî yeketiyeke di navbera mentalîteyên cawaz de, di navbera
kesên ku nedikarin ji hev û din fêhm bikin de ne mumkin e. Yekkirina komên ku di
navbera wan de li shûna faktorên rasteqîneye hevbesh tenê daxwazeke atifî hebe zor
dijwar e. Ji ber ku Kurdan yek dewlet di sedsala bîstemîn de nebûye, ji ber ku ew bi
encama beshbeshbûnê bûne xwendiyên çar mentalîte û taybiyetên cuda, û her weha ji
ber ku ew zarav û alfabêyên ji hev cuda bi kar tînin, têkoshîneke bi hêz û berfireh
pêwîst e da ku van taybetiyan ji hev nêziktir bike.

Rêxistin, kom û şarezayên Kurdan divêt her weha ehmiyeteke mezin bidin weshanên giştî, lê
ne weshanên propaganda û ajîtasyonê. Kurdan hewcedarî bi wan weşanan heye ku wan
bigihînin sedsala 21emîn, weshanên ku xwe ne tenê kêm-zêde bi pirsa neteweyî ve, lê bi hemî
pirsên mirovî, civakî û hawîrdorî ve peywendîgir dikin.

Nayêt veşartin ku di rewsh û realîteya îroj de bicîhkirina stratêciyeke alternatîv wek ya li jor ji
bo Kurdan ne tiştekî hêsan e, lê pêwîst e car li dû carê bête gotin ku yekem faktora ku
bikaribe Kurdên pêşerojê bigihîne hev zimanê kurdî ye. Kurdên ji nifshên pêşerojê, heke
yekgirtineke zimanî di nav wan de nebe dê nikaribin xwe bigihînin armancên neteweyî. Wekî
di destpêka gotarê de hat diyarkirin, yek ji grîngtirîn egerên sernekeftina Kurdan di warê
bidestxistina welatekî serbixwe de, li dû ketina Dewleta Osmanî, nebûna mîdyayeke kurdî bû
ku bikaribûya tevahiya gelê Kurd bi hev gihîne. Heke zimanekî yekgirtî nebêt afirandina
mîdyayeke bi bandorên erênî dê di pêsherojê de jî ne pêkan be, yan bi sînor be. Bi taybetî di
vê dem û dewranê de ku zimanê înglizî di cîhanê de dibêye zimanekî gelemper, ku
danûstendina elektronî, Internet û mîdyaya bi satelîtan sal li dû salê gavên mezin ber bi pêsh
diavêjine, heke Kurd nikaribin zimanê xwe ber bi pêş bibin hêviya yekgirtineke neteweyî dê li
dû pênceh salên din ji bo nifshên wê demê ne hêviyeke di cîh de be. Ji lewre ji bo rêxistin,
kom û sharezayên Kurdan pêwîstiyeke dîrokî ye ku ew bêyî derengî xwe têkiliye bizava dîtina
stratêciyeke rêk û pêk bikin, stratêciyeke ku bikaribe jiyaneke aram vegerîne Kurdistanê,
mafên Kurdan li gor îmkanan bi dest xe û berdewamkirina hebûne neteweya kurdî misoger
bike. Ev stratêciya pêwîst e li gor wêneya mezin be, pêwîst e bi kêmasî sed salên li pêsh bide
ber çav.

You might also like