Professional Documents
Culture Documents
Ji Ûmranê Heta...
Ji Ûmranê Heta...
Arif Qurbanî
Pêşkêş e:
Um-Rêan: Gundek 10 km. ji navçeya Hey a wîlayeta Kut dûr e. Ew gund e ku Ebdul
Hesen Muhan Murad li wir ji dayik bûye.
Topzawa: Gundekî mezin ê Kurdistanê ye. 11 km. di aliyê rojavayê de ji Kerkûkê dûr e,
ku di enfalê de serokê enfalê wek kampa komkirinê bikar dianî: Li wir enfaliyan ji hev cihê
dikirin da ku beş bi beş wan bişînin nediyariyan!... Û heman ew şûn e ku jimareyek ji ciwane-
enfaliyên me têde hatibûn gulebarankirin û her li wir hatibûn binaxkirin, ku wek ji şahidiya
Ebdul Hesen Muhan Murad jî ev yek derkete holê.
***
DESTPÊK
Me berê ewqas behsa enfalê kiriye ku kêm-zêde bi karîn û îmkan û xebatên çêbûne hin tişt
hatin hesabê; me bajarên enfalê derxistin rû. Projeyeke min a kitêbeke li ser enfalê,
tomarkirina bûyera enfalê ya ji devê enfaliyan ku wê ji çar bergan (cild) pêk bihata hebû. Sê
bergên wê ji devê qurbaniyên ku ew bi xwe ketibûn ber enfalê û bi awayekî rêkxistinî wan
dabûn ser riya mirinê bûya. Ez li pey ketibûm û min ew tomar kiribûn. Min berga çarem hişt
piştî rûxandina Sedam, ku vê bergê jî terxan bikim ji bo piştperdeya enfalê. Min hewl dida
xwe ku berga çarem ji devê kiryarên (celad) enfalê be, ez wan bi xwe bibînim ku tevlî her sê
bergên ku ji devê şayethalekên (şahidên) enfalê bûn ku min tomar kiribû, bikim. Yanî ji devê
wan ên ku destên wan di enfalê de bûne û ew bi xwe beşdariya proseya enfalê kirine… Li ser
vê yekê, wek projeyek ji xebatên min ên paşerojê, min ji xwe re bernameyek jî amade kiribû û
min vê yekê li ber guhê heval û dostên xwe jî xistibû. Ji vê hindê, li dû destpêkirina piroseya
azadiya Iraqê, ango piştî ku tac û text û rejîm û bi tevlî Sedam ve bi xwe wêran bûn, ez ketim
hewldanan ji bo destpêkirina vê projeyê.
Ez spasiya wan ezîzan jî dikim ku ji her cihê ku zanînek bi dest dixistin her ez pê agahdar
dikirim, ku ev metna ku niha li ber destê we ye, berhemek ji vê xebatê ye.
Gerçî niha jî nizanim û min ne pirsiye jî, bê hela vî zilamî çawa xwe gihandiye, yan jî kê
wî biriye ber birêz Dr. Berhem Salih, ku wê demê serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê bû.
Belam, ez bi riya wî pê agahdar bûm ku kesek bi navê xwe Ebdul Hesen Muhan Murad heye
ku di serdema enfalê de li Emniy Xas(4) xebitiye; di enfalê de bi Elî Hesen Mecîd re wî bi
destê xwe çal bo enfaliyan vedaye û xweliyê kiriye ser wan ku niha jî amade ye ku li Dadgeha
Navnetewî (Mehkemeya Navdewletî) şahidiyê bike ku ev yek, ji bo kurdan gelek girîng e.
Gerçî, enfal ne ew karesat e ku bête veşartin jî, lêbelê şahidiya erbekî ku li ser Emnîy Xas
bûye, ji bo qezaya enfalê gelek pêwîst û girîng e. Her wiha di rojekê ku du hefte bi ser
hilweşîna rejîma Baas ketibû de, bi şev biraderê rojnamenûs Stran Ebdullah ji min re
telefonek kir û got, “Li benda min be, ez tême bal te û em ê bi hev re herin Kerkûkê. Karekî
girîng heye, ez ê sibehê ji te re behs bikim.”
Roja dinê li Çemçemalê ku ez li benda wan bûm, min dît Stran Ebdullah û Rawêjkarî
Yasay Encumenî Wezîran Ebdul Basit hatin. Em bi hev re bi otomobîla wan ji bo çûna
Kerkûkê bi rê ketin. Di rê de Stran Ebdullah got, “Doktor Berhem Salih ji bo pêdeçûna rastî û
dirustiya vê meseleyê lijneyek pêk aniye; ji hêlekê ve ji bo lêkolînê û ji hêla din jî ji bo
pêdeçûn û tomarkirina zanînan. Û temiya wî jî ev e, ku divê ev xebat gelek bi nihênî (veşarî)
bimeşe. Ji hêlekê ve, ji bo parastina canê şahidan ku li dadgeha navnetewî li pêş çavên raya
giştî û dinê, bi taybet Cîhana Erebî, rastî derkevin holê. Ji hêlekê ve jî, tirs ev e, ku ger ev
mesele bêwext belav bibe dê bi zûyî meriv û kesûkar û paşmayên enfaliyan bo gorrên komelî
yên enfaliyên xwe hewl bidin û ew zanyarî û delîl wê di tewşê de herin!… Ji bo van tiştan
divê ku ev kar gelek bi nihênî bi encam be.” Em wek lijneyek, Rawêjkarî Lijney Encumanî
Wezîran Ebdul Basit, Birêvebêrî Giştiy Pêwendî û Ragihandinî Encumenî Wezîran Stran
Ebdullah û ez (Arif Qurbanî) di wê rojê de me dest bi xebatê kir. Li Muzexaneya Methef ya
Kekûkê me Ebdul Hesen Muhan Murad dît ku zilamekî reşetahl bû; çefiyeke sor li serî pêçayî
û ji sîmaya xwe diyar bû ku ereb e.
Di odeyeke piçûk (3x4 m.) de me pê re hevpeyvin çêkir. Ji bilî wê lijneya me ya ji sê-kesî,
ji Asayişa Silêmanî Westa Husên jî bi me re bû. Ez têgihaştim ku ev zilam erebekî enfalçî ye
û bi riyekê xwe gihandiye serokê hikumetê. Zêdetirî du-sê saetan em li wir rûniştin û dû re em
çûn ew şûna ku 15 sal berê di şeveke meha Adarê de vî zilamî xwişk û birayên me bi
ekzkavatorê (hefarek, kepçe) li wir kirine bin axê.
Li dû cihnîşandanê em vegeriyan ku sibehê dîsa em bi hev re bi ekzkavatorekê herin wir û
bila ew dîsa derkeve ser da ku wêneyekî wî bigirim, bê hela wî çawa çal vedane û axê bera
nav çalan daye. Ev yek seyr bû, ji ber ku min biryar dabû ku ez ê di wexteke guncaw de van
tiştan binivîsim. Tiştê dixuya ev bû ku zilam gelekî bi hêsanî çû ser ekzkavatorê û çal veda. Ji
min re qenaet çêbûbû ku ew enfalçî ye, lê min bawer nedikir ku wê ev zilam bikarîbe li xwe
bide xwarin, cendekên wan jin û zarokan yek bi yek bîne ber çavên xwe û rûyê wî bigire ku
ciyê laşan nîşan bide. Lêbelê ew fikara min wisa derneket! Ji vê yekê min wê rojê gurzek
beng xwar, ne ji ber xwe ji ber neteweya xwe!!...
Pênc rojan em bi sê ekzkavatoran li wir xerîk bûn. Lê me hemûyan di nav xwe de biryar
da ku divê em van hokariyan belav nekin, herçendî gelek jê bi kamerayên vîdeo hatibin
tomarkirin jî. Kamerayek bi min re jî hebû û min bi xwe jî pê dîmen girtin lê ev şeref bû pahra
birayên wênegir Hana Qasim, Teha Letîf û Heme Elî jî ku ew jî tevlî xebatên grûba me
bûbûn. Du car jî rojnamenûs û ragihandêrên çapemeniyê hatin wî cihê ku enfaliyên me têde
hatibûn binaxkirin ku ji wana yek jê biyanî bû û yek jî televîzyoneke Kurdî bû. Me destûr da
wan jî ku dîmen û wêneyan bigirin lê bila belav nekin. Em pê kêfxweş in ku wan wek
îltîzameke exlaqî ya pîşeya me dîmen û wêneyên ku girtibûn û çavdêriyên xwe belav nekirin.
Mebesta me ev bû ku me hîs dikir ji bo berjewendiyên bala yên neteweya me divê ku ev kar
bi şêweyek bimeşe ta wexta xwe bê, hîn wê demê bila rabigihênin dinyayê û bila ev bang
belav bibe. Bellam ciyê dax e!......................
Wiha di vê naçariyê de ez van dîdar û çavdêriyan belav dikim ku di sê daniştin û
hevdîtinan de pêk hatibûn ku ev berhem jê çêbûye…
***