You are on page 1of 5

Kengê mirina Ereban aşkere dikin!

Nîzar Qebbanî
Wergerandin ji Erebî: Cankurd

-1-

Ez bizavê ji zarotiyê da dikim,


Bo resimkirina welatina
Wan -bi mecazî- bi Welatên Ereban navdikin
Li min diborîne heger min cama heyvê şikand…
û supasiya min dike heger min helbestek evînê nivisand
û rê dide min heger min evînkarî kir
Wek hemî çivîkên li ser daran…
Ez bizava resimkirina welatina dikim
Ewan min hodikin, ku ez her li gor evînê bim,
ku ez di bin te da, di havînê da, kurkê hezkirina xwe
rêxînîm,
û ez cilê te biguvişim dema baran dibare…

-2-

Ez bizavê dikim bo resimkirina welatina…


Bo wan parlemanek ji yasemînê hebe
û gelekî [netewek] tenik ji yasemînê hebe.
Qumriyêd wê li ser seriyê min razin
û azangehên wan di çavêd min da bigirîn..
Ez bizavê dikim welatina biresimînim,
ku bibin dostên helbesta min
û nakeve di navbera min û gumanên min da
û tê da leşker di ser eniya min ra nagerin.
Ez bizavê dikim welatina biresmînin…
Gava min hozanek helbestê nivisand ew min xilat bike
û min bibexşîne, gava çemê dînbûna min bilehe.

-3-

Ez bizava resimkirina bajarekî hezkirinê dikim…


ku ji hemî girêkan azadkirî be…
ku tê da mêbûnê serjê nakin..
û govdeyî binpê nakin…

-4-

Min bi başûr ve.. Bi bakur ve koçkir..û bê hode..


Çiku bo qehweya hemî çayxanan, yek tamzarî hebû..
û bo hemî jinan – gava xwe tazî dikin
yek bihin hebû…
û giş mêrên êlê xwarinê nacûn
û jinan di yek kitekê da dadiqurtînin.

-5-
Ez ji destpêkan da bizavê dikim,
ku ez wek kesekî nebim…
Min peyvîna qutîkî [girtî] herdem ne pejirand
Min perestiya her pûtekî ne pejirand..

-6-

Ez bizavê dikim,
Ez hemî metnên, min li xwe kirîne, bisotînim.
Çiku hinek helbest gor in,
û hinek ziman kefen in.
û min soz da mêjina tev paşîn…
Lê ez paş derbasbûna demê hatim…

-7-

Ez bizavê dikim, xwe ji bêjeyên xwe bişûm.


û ji nifirîna „Mubteda û xeber“ (1)…
û ez toza xwe jî daweşînim
û ez rûyê xwe bi ava baranê bişûm.
Ez bizavê dikim dev ji deselatiya qûmê berdim..
Bi xatirê we Qureyş (2)
Bi xatirê we Kuleyb..
Bi xatirê we Muder..

-8-

Ez bizavê dikim welatina biresmînim


Wan –bi mecazî- bi welatên Ereban navdikin
Têda razanga min ciyê xwe girtiye
û seriyê min têda cî girtiye
Da ez cudahiya di navbera welatan û keştiyan da binasim
Lê belê wan qutîka resmkirinê ji min birin
û rê nedan min ez rûyê niştiman biresmînim.

-9-

Ez bizavê ji zarotiyê da dikim,


ku valahiyekê [asîmanekî] ji yasemînê vekim
û min yekemîn hotêla evînê avakir..
Di dûroka giş Ereban da..
ku xweşhatina dildaran bike…
û min hemî cengên berê ji ortê rakirin..
Di navbera mêran..û di navbera jinan da..
û di navbera qumriyan da..
û ên ku qumriyan serjê dikin..
û di navbera ruxamê [kevirê sipî] û ewên,
ku sipehiya ruxamê birîn dikin..
Lê belê wan..hotêla min girtin..
û gotin, ku evîn ne layîqê kevnewariya Ereban e…
û paqijiya Ereban e..
û kelepûra Ereban e..
Heylo çi ecêb e !!
-10-

Ez bizavê dikim dîmenê niştiman bipêjinim?


Ez ser ji nû ve ciyê xwe di danga [rehmê] dayika xwe da
bistînim
û ez tersî ava demê avjenînê bikim…
û ez hejîrina, behîvina û hêrûkina bidizim,
û ez wekî çivîkan li pey keştiyan bibezim.
Ez bizavê dikim, ku bihişta Eden bipêjinim
û ezê çawa îcazeye xwe di nav çemên Eqîqê da derbas
bikim…
û di nav çemên mêst da..
û gava ez hişyar bûm..
Min gevşbûna xewna xwe naskir.
Ne heyvek li Arîhá heye..
û ne masiyek di ava Ferêt da
û ne jî qehwexaneyek li Eden heye..

-11-

Ez bizavê bi helbestê dikim,


Ewê ku çare lê nabe bi destxînim…
û ez [darên] xurmê biçînim…
Lê hema li welatê min, porê xurmê kurr dikin…
Ez bizavê dikim,
ku hîrhîra hespan bilindtir bibe
Lê xelkê bajêr hîrhîrê kêmbiha dibînin!!

-12-

Ez bizavê dikim -xanima min- ez ji te hezbikim…


Derveyî hemî tiqûsan…
û derveyî hemî metnan…
û derveyî hemî rêbaz û sîsteman
Ez bizavê dikim -xanima min- ez ji te hez bikim…
Di her nebedgehekê da,
ku tu çûyîyê..
- Da ez pê bihoşim-
Gava ez reojekê te hemêz bikim sîngê xwe,
ku ez axa niştiman hemêz dikim…

-13-

Ez bizavê dikim,
Hîn ez î zaro bûm,
ku ez her pirtûkekê bixwênim,
li ser pêxemberên Ereban.
..û li ser hişmendên Ereban..û li ser hozanvanên Ereban…
Lê min ji qesîdena [helbestina] pê ve ne dît,
ku lingê xelîfeyî dialêsin,
Bo mistek birinc…û pêncî Dirheman(3)…
Heylo çi ecêb e!!
û min ji êlana pê ve ne dît,
ku goştê jinan û xurman ji hev cihê nakine..
Heylo çi ecêb e!!
û min ji rojnamena pê ve ne dît,
ku cilên xwe yên binî ji xwe dikin,
bo her serokekî ji nehanê ve tê..
û bo her serhêzekî, ku di ser laşê gel ra dibore…
û bo her fayîzxurekî,
ku di pençên xwe da zêr dide ser hev…
Heylo çi ecêb e!!

-14-

Ez ji pêncî salî ve
Rewşa Ereban berçav dikim.
û wan dixumxumin û baranê nadin
û ewan dikevin cengan û jê dernakevin…
û ewan çermên belaxetê (4) dicûn
û di zikên xwe da nahêrin…

-15-

Ez ji pêncî salî ve bizavê dikim


Welatina biresmînim,
ku – bi mecazî- bi welatên Ereban navdikin.
Min carina bi rengê rehan resimand
û carina min bi rengê xeydê resimand.
û gava wênekirin çû serî,
Min ji xwe pirsî:
Heger rojekê mirina Ereban aşkere bikin..
Wê wan di kijan goristanê da veşêrin?
û kî yê bi ser wan da bigirî?
û bo wan dot [keç] nînin..
û bo wan kur nînin…
û ne jî şînî li wir heye
û ne jî kesekî şîniyê bike heye!!

-16-

Ez bizavê dikim
Ji dema min dest bi nivisandina helbestê xwe kiriye
Ez maweya di navbera min û bavpîrên xwe yê Ereb da
bipîvim.
Min leşkerin dîtin..û ne ti leşker bûn..
Min fetih [serketin] dîtin..û ne ti fetih bûn.
û ez bi hemî cengan ra gêro [mijûl] bûm, li ser şaşka
televîsyonê…
û serketinek ji Xwedê da ji me ra tê..li ser şaşka
televîsyonê…

-17-
Hey niştê min :Tu kirin zincîrkek tirsandinê
Em li êvarî bi bûyerên wê ra mijûl dibin
Pa emê te çawa bibînin,
Heger kehrebe [cereyan] birrîn?

-18-

Ez…Paş pêncî salan


Bizavê dikim, ewê min dîtî tomar bikim…
Min gel in dîtin ji wana ye,
Ku merivên Mebahês [polîsên sivîl] fermanek ji Xwedê ne…
Wek serêşê…û wek sermê…
..û wek birîna reş [cuzamê]…û wek girrîyê…
Min dît, ku Erebîtî li bazara pertalên kevnare hatiye raxistin…
Lê min…Ereb ne dîtin!!...

(1) Mubteda û Xeber ji rêzimanên erebî ne [Mebesta wî giraniyên ji aliyê


zimanzanan ve , ku li ber niviskar tên dayîn]
(2) Qureyş, Kuleyb û Muder êlên Ereban ên di dûrokê da bi nav û deng in.
(3) Dirhem wek pareyên yûnanî Diraxma yên berî derketina Euro..
(4) Belaxet û Fesahet: hêzdariya zimanî ne..Li ba Ereban peyivîn her bi hêz e.

You might also like