You are on page 1of 3

Helakbûna Sodomê / Bûyîna Îshaq Riya Rastdariyê 21

Guhdarên delal, hûn gelekî bi xêr hatin.

Em bi navê Xwedayê aştiyê silavan li we dikin.


Daxwaz û armanca Xwedayê aştiyê ev e ku her kes riya rastiyê fêm bike û wê qebûl bike. Wî ew rê
kifş kir, da ku em her û her bi wî re di aştiya rastîn de bijîn.
Em gelek dilgeş in ku em dikarin îro jî li ser Riya Rastdariyê ji we re bipeyivin.

Me di xwendina Tewratê de dît ku Xwedê soz dabû Birahîm ku ewê bibûya bavê miletekî nû. Ji wî
miletî pêxemberên Xwedê wê bihatan û Xilaskarê dinyayê wê ji wî gelî rabûya. Lê heta hingê jina
Birahîm Sara hê zarok neanibûn û ew herdu jî gelek pîr bûn.

Îro emê li serhatiyeke din binêrin. Pêşî emê bibînin ku sê kes hatin serdana Birahîm. Lê belê ew her sê
kes ne mirov bûn. Dido ji wan milyaket bûn û yê sisiyan Xudan Xwedê bi xwe bû. Belkî hin dibêjin
ku Xwedê nikare di şiklê mirovan de ji Birahîm re xuya bûbe, lê ew mirov ji bîr dikin ku Xwedê
mezin e û qet tiştek tune ku ji bo wî zehmet be. Ew Karîndarê her tiştî ye.

Îro emê ji çar deriyên Tewratê bixwînin. Di Kitêba Destpêkirinê de, di deriyê 18’an de, Kitêba Pîroz
dibêje:
1
Li darmaziyên Mamrê Xudan xwe nîşanî Birahîm da. Birahîm di germa rojê de li ber deriyê konê
xwe rûniştî bû. 2 Wî çavên xwe hildan û dît ku sê zilam nêzîkî wî rawestabûn. Çaxê ku wî ew dîtin, ji
ber deriyê kon bezî, çû pêşiya wan û heta bi erdê xwe tewand 3 û got: «Ya mîrzayê min, eger min li ber
te kerem dîtibe, heta ku tu li ba xulamê xwe nemînî, derbas nebe. 4 Bihêlin ku hinek av bînin, lingên
xwe bişon û li bin vê darê bîhna xwe vekin. 5 Madem ku hûn hatin ba xulamê xwe, ez pariyek nan
bînim,bidin ber dilê xwe; piştre li riya xwe herin.» Wan jî got: «Baş e, bila wek ku te got be, wusa
bike.»
6
Birahîm bi lez çû û …dew, şîr û golikê ku amade kiribû anî û danî ber wan. Çaxê ku wan dixwar, ew
jî li ba wan li bin darê rawesta.
9
Wan ji Birahîm re got: «Ka jina te Sara li ku derê ye?» Wî jî got: «Ew li wir li kon e.» 10 Yekî ji wan
got: «Sala ku bê di vê demsalê de, ezê vegerim ba te û kurekî jina te Sara, wê hebe.» Sarê li deriyê
kon li pişt wî guhdarî dikir. 11 Birahîm û Sara bi nav salan ve çûbûn û êdî pîr bûbûn. Sara ji kirasan
hatibû birîn / ji adeta jinan hatibû birîn. 12 Sara di dilê xwe de kenî û got: «Ma piştî vî emrî, şahî wê ji
min re çêbe? Bi ser de, malxwê min jî kal bûye.» 13 Xudan ji Birahîm re got: «Çima Sara keniya û got:
‹Ez pîr bûme, ma bi rastî ezê zarokan bînim?› 14 Ma ji bo Xudan tiştekî zehmet heye? Sala ku bê di
wextê kifşkirî de ezê vegerim ba te û kurekî Sarê wê hebe.» 15 Hingê Sarê înkar kir û got: «Ez
nekeniyam», çimkî tirsiya. Lê wî got: «Belê, tu keniyayî.»
16
Zilam ji wê derê rabûn û wan li aliyê Sodomê nêrî; Birahîm jî ji bo ku wan rê bike, bi wan re diçû…
20
Hingê Xudan jê re got: «Giliyê bajarên Sodom û Gomora pir mezin e û gunehê wan gelek giran e.
21
Ezê herim jêr û bibînim ka tiştên ku kirine bi qasî ku ji min re hatiye gilîkirin xerab e, an ne, da ku
ez bizanim.»
22
Zilam (yanî herdu milyaket) ji wê derê zivirîn û bi aliyê Sodomê ve çûn. Lê Birahîm hê jî li ber
Xudan rawesta bû. 23 Birahîm nêzîkî wî bû û got: «Ma tê yên rast bi yên xerab re tune bikî? 24 Belkî di
nav bajêr de pêncî kesên rast hene! Ma tê wî cihî tune bikî? Ma ji bo pêncî kesên rast ên tê de, tu li
bajêr nabihûrî? 25 Dûrî te be ku tu weha bikî! Dûrî te be ku tu yê rast jî bi yê xerab re bikujî û yê rast
bibe wek yê xerab. Ma dadgerê hemû dinyayê edaletê nake?»
26
Xudan got: «Eger ez di bajarê Sodomê de pêncî kesên rast bibînim, ezê ji bo xatirê wan tevahiya wî
cihî bihêlim.» 27 Birahîm lê vegerand û got: «Ez toz û xweliya ber lingê te me; dîsa min ziravê xwe
qayîm kir ku ez bi Xudan re bikevim peyivînê: 28 Em bêjin, ji pêncî kesên rast, pênc kêm bin! Ma ji ber
pênc kesan tê tevahiya bajêr wêran bikî?» Xwedê got: «Eger ez li wê derê çil û pênc kesan bibînim, ez
wêran nakim.»

1
29
Birahîm careke din ji wî re got: «Belkî li wê derê tenê çil kes peyda bibin.» Xwedê got: «Ji bo xatirê
çil kesî ez tiştekî nakim.» 30 Hingê Birahîm got: «Bila Xudan nexeyide, ezê dîsa bêjim: Belkî li wê derê
sî kes hene.» Xwedê got: «Eger ez li wê derê sî kesî bibînim, ez tiştekî nakim.» 31 Birahîm got: «Dîsa
min ziravê xwe qayîm kir ku ez bi Xudan re bikevim peyivînê: Em bêjin li wê derê bîst kes hene!»
Xudan got: «Ji bo xatirê bîst kesî, ez wêran nakim.» 32 Birahîm got: «Bila Xudan nexeyide, ezê bi tenê
careke din bêjim. Belkî li wê derê tenê deh kes hene.» Xudan got: «Ji bo xatirê deh kesan ez wêran
nakim.» 33 Piştî ku Xudan peyivîna xwe bi Birahîm re xilas kir, ew çû û Birahîm jî vegeriya cihê xwe.
1
Ew herdu milyaket jî êvarê gihîştin Sodomê. Lût di dergehê bajêr de rûdinişt. Gava wî ew dîtin, rabû
ser lingan, çû pêşiya wan, xwe tewand erdê 2 û got: «Mîrzayên min, de kerem bikin mala xulamê xwe.
Peya bibin û şeva xwe derbas bikin. Lingên xwe bişon, şevê derbas bikin û sibê zû rabin, li riya xwe
herin.» Wan got: «Na, emê şeva xwe li meydanê derbas bikin.» 3 Lût pir li ber wan geriya, heta ku ew
vegeriyan ba wî û ketin mala wî. Wî ji wan re ziyafet çêkir, nanê şkeva peht û wan jî xwar. 4 Lê, beriya
ku ew razin, mirovên bajêr, yanî mirovên Sodomê, ji xortan heta bi pîran, ji her derên bajêr, hemû
xelkê, dora mala Lût girtin. 5 Wan gazî Lût kir û gotin: «Ew mirovên ku îşev hatine ba te, li ku derê
ne? Wan ji me re derxe, da ku em bi wan re razin.»

Binêrin guhdarên hêja, hûn dibînin, mirovên li bajarê Sodomê çiqas xerab bûn? Erê, dûrî hazir û
guhdaran, di nav xelkê Sodomê de gelek zilamên qûnde hebûn. Di çavên Xwedê de ew şehwetên
şermezariyê ne û pir guneh in (li Romayî 1:26-27’an binêre).

Lût derket derve ba wan û derî li pişt xwe girt 7 û got: «Ey birayên min, vê xerabiyê nekin. 8 … tiştekî
bi van zilaman nekin, çimkî ew hatine bin siha banê min.» 9 Wan got: «Biqeşite!» Û gotin: «Evê ha
yekî xerîb e û dixwaze xwe bike hukumdar? Niha emê ji wan zêdetir xerabiyê bi te bikin!» Wan pir zor
li Lût kir û nêzîk bûn ku derî bişkênin. 10 Lê mêvanan destên xwe dirêjî Lût kirin, ew kişand hundirê
malê ba xwe û derî dadan. 11 Hingê wan hemû mirovên li ber derî, ji biçûkan û heta bi mezinan kor
kirin; wusa ku hew dikaribûn derî bibînin..
12
Hingê wan herdu zilaman [yanî herdu milyaketan] ji Lût re got: «Ma hê mirovên te yên din li vir
hene? Zavayên xwe, kur û keçên xwe, her kesê xwe ji bajêr derxe. 13 Emê vê derê wêran bikin çimkî
giliyê wan li ba Xudan giran bûye. Xudan em ji bo wêrankirina vî cihî şandine.» 14 Lût derket, ji
zavayên xwe yên ku dergistiyên keçên wî bûn re got: «Rabin, ji vê derê birevin. Çimkî Xudan wê vê
derê wêran bike.» Lê zavayên wî guman kirin ku henekan dike.
15
Çaxê ku bû serê sibê, milyaketan lez lê kirin û jê re gotin: «Bi lez rabe, jina xwe û herdu keçên xwe
yên li vir bibe. An nexwe, tu jî, tê di nav cezayê bajêr de helak bibî.» 16 Lût bi giranî rabû, lê Xudan li
wan rehm kir: Zilaman bi destê Lût, jina wî û herdu keçên wî girtin û ew deranîn, birin derveyî bajêr.
17
Çaxê ku ew deranîn derve, jê re gotin: «Ji bo canê xwe birevin. Li pey xwe nenêrin û li vê deştê
nesekinin. Birevin çiyê, an nexwe, hûnê helak bibin.»

24
Hingê Xudan ji ezmên bi ser Sodom û Gomora de agir û kewkurt barand. 25 Wî ew bajar û hemû
deşt û her kesê ku li wan bajaran rûdinişt û gul û giyayên wê axê serobino kir. 26 Lê jina Lût li paş
xwe nêrî û bû stûneke xwê.
27
Birahîm serê sibê zû rabû, çû cihê ku li ber Xudan rawesta bû. 28 Li aliyê Sodom û Gomora û li
hemû derdora deştê nêrî û dît ku dûyê erdê wek dûyê hêtûnê derdiket.
29
Çaxê ku Xwedê bajarên deştê wêran kirin, wî Birahîm anî bîra xwe û çaxê wî bajarên ku Lût tê de
rûdinişt serobino kirin, Lût ji nav wê serobinokirinê deranî.

Erê, guhdarên hêja, ev serhatiya giran a helakbûna bajarên Sodom û Gomorayê ye. Xwedê dîwana
wan bajaran kir û ew ji ezmên bi êgir û kewkurtê şewitandin. Îro kavilên Sodomê li welatê Îsraêlê di
bin Gola Mirî de veşartî ne. Çaxê ku mirov bikeve pey gunehan, her gav bela û xerabî ji gunehên wan
derdikeve. Eseh Xwedê wê dîwana gunehan bike!

2
Emê di dema xwe ya ku îro ji me re maye de, di Tewratê de berdewam bikin û bibînin ku Xwedê çawa
soza xwe anî cih û wek ku beriya gelek salan ji wan re gotibû, kurek da Birahîm û Sarê.

Di deriyê 21’ê de Kitêba Pîroz dibêje:


1
Xudan wek ku gotibû, kerem li Sarê kir û peyva xwe anî cih: 2 Sara bizaro bû û di wî wextê ku Xwedê
soz dabûyê de, di kalîtiya Birahîm de jê re kurek anî. 3 Birahîm navê kurê xwe yê ku Sarê jê re anibû,
Îshaq danî. 4 Çaxê ku kurê wî Îshaq heşt rojî bû, Birahîm li gor emrê Xwedê ew sinet kir. 5 Dema ku
kurê wî Îshaq jê re çêbû, hingê Birahîm sed salî bû. 6 Sarê got: «Xwedê rûyê min kenand; her kesê ku
bibihîze, wê bi min re bikene. 7 Ma kê wê ji Birahîm re bigota: ‹Sara zarokan dimêjîne›? Dîsa min di
kalitiya wî de, jê re kurek anî.»

Xwedê soz dabû Birahîm û Sarê ku wê kurekî bide wan û piştî demeke dirêj wî ev soza xwe anî cih û
tiştê ku gotibû, kir. Her kesî dizanî ku Sara nikare zarokan bîne, lê wê li gor soza Xwedê kurek anî.
Wan navê wî Îshaq danî. Mana Îshaq ev e: Ew dikene. Lê belê her kes bi bûyîna Îshaq şa nebû.

Di Kitêba Pîroz de em weha dixwînin:


8
Îshaq mezin bû û ji şîr hat vekirin; roja ku Îshaq ji şîr hat vekirin, Birahîm ziyafeteke mezin çêkir. 9
Lê çaxê Sarê dît ku kurê Hacera Misrî yê ku wê ji Birahîm re anîbû, tinazên xwe dike, 10 wê ji
Birahîm re got: «Vê cêriyê û kurê wê ji ba xwe bavêje. Çimkî kurê cêriyê bi kurê min Îshaq re nabe
wêris.» 11 Ev yek li Birahîm giran hat, ji ber ku Simayîl jî kurê wî bû. 12 Lê Xwedê ji Birahîm re got:
«Bila ev yek ji sedemê kurik û cêriyê di çavê te de ne tiştekî xerab be! Guhê xwe bide her tiştê ku Sara
ji te re dibêje. Çimkî dûndana te wê bi Îshaq bê gazîkirin. 13 Û ezê kurê cêriyê jî bikim miletek, çimkî
ew jî dûndana te ye.» 14 Dotira rojê Birahîm serê sibê zû rabû, rahişt nên û kunikek av û danî ser milê
Hacerê. Kurik jî dayê û ew rêkir.

Çûyîna Simayîl, Birahîm gelek êşand. Lê çareyeke din tunebû, çimkî Xwedê jê re eşkere gotibû ku ew
miletê nû û pêxember û Xilaskarê dinyayê wê ji dûndana Îshaq bin – ne ji dûndana Simayîl.
Simayîl di wê demê de kêm û zêde 15 salî bû. Wî tinazên xwe bi Îshaq kir û qedrê plana Xwedê
negirt. Wî fêm nekir ku Xwedê wê dûndana Îshaq bikira miletekî mezin da ku bi vî awayî ji hemû
miletan re xilasî û lêbihûrtina gunehan bihata pêşkêşkirin.

Piştî van tiştan, çi bi Simayîl hat?


Di Tewratê de em dibînin ku Hacer û Simayîl bi hev re çûn aliyê Misrê û di çolê de rûniştin. Simayîl
jineke Misrî ji xwe re anî û bû bavê Ereban.
Xwedê li ser Simayîl gotibû:
«Destê wî wê li dijî her kesî be û destê her kesî wê li dijî wî be.Ewê li hember hemû birayên xwe
derkeve» û wusa li hember derket jî. Wek ku hûn dizanin, heta îro di nav Ereb û Cihûyan de beranberî
û dijminahî heye. Lê belê Xwedê hem ji Ereban û hem jî ji Cihûyan û hem jî ji hemû miletên vê
dinyayê hez dike û dixwaze ku her kes tobe bike û li wî vegere.

Hevalên delal, wextê me nemaye, lê em bawer dikin ku we careke din dît ku Xwedayê rastîn û zindî
Xwedayekî dilsoz e. Ew li ser soza xwe dimîne; peyvên wî pûç dernakevin. Ji ber vê yekê wek ku
gotibû, wî dîwana bajarên Sodom û Gomorayê kir. Loma jî wî ji Birahîm re got ku divê kurê xwe
Simayîl ji ba xwe derxe, da ku plan û armanca Xwedê ya ku nayê guhertin, bê cih.

Em pir spas dikin ku we guhdariya peyvên me kir. Ji kerema xwe guhê xwe bidin bernameya ku bê jî.
Hingê emê li serhatiya herî girîng a di jiyana Birahîm de binêrin, yanî emê li serhatiya gorîkirina kurê
wî binêrin.

Heta hingê, li ser vê gotina Xwedê qenc bifikirin a ku dibêje:

«Ey kûrahiya dewlemendî, şehrezayî û zanîna Xwedê! Ma kî dikare dîwankirina wî fêm bike! Ma kî
dikare riyên wî salix bide!» (Romayî 11:33)

Xwedê we pîroz û bimbarek bike!

You might also like