You are on page 1of 1

JI BO PARTÎ Û REXISTINÊN SÎYASÎ YÊN KURD!

BANGAWAZÎYA AWARTE!
Birêz.....
Di peşengtiya komîsyona jinan a KNKê de em jinên Kurd ên ji çar parçeyên Kurdistanê li
derveyê welêt di 18ê Adarê de li Brûksela Paytextê Belçîkayê kom bûn. Me bîryar girt ku em
ê li gel hemû jinên Kurd bi hemû hêza xwe kar bikin, da ku kongra neteweyî ya Kurd a li
Rojavayê Kurdistanê pek were. Eger em li Rojavayê Kurdistanê xwedî derbikevin, em ê
karibin peşîya xeterîya dagirkeriya li ser Başûrê Kurdistanê jî bigrin. Qedera Bakûr, Rojhilat,
Başûr û Rojavayê Kurdistan bi hev ve hatîye giredan. Bi taybet jî ya Rojava û Başûrê
Kurdistanê. Em mecbûr in, bi afirandina stratejîya yektîtîya neteweyî bêbextîya li ser
Kurdistanê rawestînin. Hêza me Kurdan ya ji bo vê yekê têra xwe heye.
Birêz,
Ji ber rewşa aloz a li Kurdistanê em wek jinên Kurd bang li we dikin ku bi lezûbez kongireya
neteweyî ji bo pêşîlêgirtina xeterîyên li ser Kurdistanê, pek bînin.
Him di erîşên li ser Efrînê û him jî di 16ê Cotmeha 2017an de erîşen dagirkeran yên li ser
Kerkûkê û Başûrê Kurdistanê de dîyar bû ku hezên li dij Kurd îro stratejîyeke ji bo tekbirina
destkeftîyên Kurd çalak kirine. Hezên navdewletî beramberî erîşên Dewleta Tirk yên li ser
Efrîn bê deng man û bêdengîya xwe berdewam dikin. Heman hêz beramberî erîşên li ser
Kerkûkê jî bêdeng man. Wek di Şerên Cîhanê yên I. û II. de îro dîsa dixwazin Kurd û
Kurdistanê bikin qurbana berjewendîyên xwe. Di guhertina nexşeya Rojhilata Navîn de
Kurdan pêşkêşî hêzên dagirkerên herêmî dikin. Sîyaseta navdewletî ne Kurdan, lê dewletên
wek Tirk, Îran, Irak û Sûriyê esas digrin.
Dewleta Tirk ji ber vê bêdengiya siyaseta dewletan, NATO û UNyê îro jî dibeje em ê tevahî
Rojavayê Kurdistanê têk binin. Di heman demê de Erdogan pir eşkere dibêje ku ew ê biçe
Şengal, Qendîl û Kerkûkê.
Ev 2 mehe ne, gelê Kurd, jinên Kurd û Kurdistanê li gel dostên xwe li hemû deverên cîhanê ji
bo Efrînê li ser piyan in.
Lê ji hemûyan grîngtir û pewîstir hêza me ya yekîtîya neteweyî ye. Di rojên wisa bixeter yên
wek îro, pêkanîna Kongra Neteweyî ya Kurdistanê pewîst, dîrokî û zarûrî ye.
Em wek jinên Kurd tu astengiyekê li peşîya lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê
nabînin. Dagirkeran îro dîsa Kurdistan kirine merkeza alozî, pevçûn û Şerê Cîhanê yê
Sêyemîn ê ku li Rojhilata Navîn diqewime. Heger ne îro be wê kengê yekîtîya hêzên sîyasî
yên Kurd rola xwe ya ji bo parastina ax û niştimana xwe bilîzin?
Em jinên Kurd bangê li we dikin ku hemû hesabên xwe yên hîzbayetî, takekesî, parçeperestî li
alîyekî bihelin û tenê ji bo parastina Kurd û Kurdistanê di Kongra Neteweyî ya Kurdistanê de
li dijî dagirkerîyê helwestê bigrin. Tu tiştek ji berjewendîyên gelê Kurd û Kurdistanê bi
rûmettir û girîngtir nîne.
Li gel rêz û silavavan

You might also like