You are on page 1of 2

Dengbêjekî Xelkî; Museyîb Gulşenzade

Occo Mahabad
Dengbêj çiqasî di nav xelkê xwe de bûya ewqas dihate hezkirin. Ji ber ku civat kaniya
dengbêjan bû. Bêyî civat dengbêj çi bû? An jî bêyî dengbêj û dengbêjî civat çi bû?
Her du jî girêdayî hev bûn. Civat hebûn bû, dengbêj dengê vê hebûnê bû.

Museyîb Gulşenzade di sala 1961’ê de li gundê Gula Morsê yê bajarê Makûyê ku


girêdayî Rojhilatê Kurdistanê ye welidiye. Navê bavê wî Ferzende ye. Ew ji êla
Qendikanî û ji eşîra Celalî bû. Niştecihên vî bajarî navê Makûyê wek Mewkê jî bi lêv
dikin. Celaliyan eşîreke mezin e bêhtirîn di Herêma Serhedê, Ermenîstanê û
Rojhilatê Kurdistanê dimînin. Di gellek serhildanên Kurdan de em hewldan û
berxwedana vê eşîrê dibînin.

Makû nêzîkî 5 km. dûrî bajarê Agiriyê ye. Makû û Agirî di dema serhildana Agiriyê de
bûne navendên tevgera şoreşgerî ya Kurdan. Ev bajêr bi xweşikiya xwe ya xwezayî û
dîrokî tê naskirin. Tê de zêdetirîn Azerî û Kurd dijîn. Nifûsa Makûyê li dora 150 hezar
e. Jê re Bexdaya Biçûk jî tê gotin. Kurdên Makûyê piranî Celalî û Mîlanî ne.
Kevneşopî û jiyana Makûyê mîna herêma Serhedê ye. Ji aliyê çand û hûnerê jî wekî
Serhêde ne. Eşîrên ku Serhedê çûne pirtirîn li Makû, Ormiyê û Mahabadê bi cih
bûne. Klamên Îran Xanim, Xalê Birê û gellek dengbêjên herêmê guhdar bikin hûn ê
bibînin ku eynî wek terza Serhedê distrên û îcra dikin.

Museyîb Gulşenzade wek dengbêjên din di bin tesîra klam û vegotina Serhedê de
dimîne. Museyîp her çiqas Makûyê welidî be jî heta mirina xwe li gundê Qurttepê li
kêleka Ormiyê jiyaye û xweyî pênc zarokan e.

Ormiye bajarekî mezin e nifûsa wî li derdora 2 mîlyon e. 50 km. dûrî Bakurê


Kurdistanê ye. Di deşteke mezin de hatiye avakirin. Ereban wek Urmiya, Ermeniyan
Ormî, Farsan Urumi, Azeriyan Urumiye û Kurdên me wek Wirmê bi lêv kirine. Her
millet li gorî hişmendî, ziman û çanda xwe navek lê dane.

Museyîb bi saya weşana Radyoya Rewanê bala xwe dide dengbêjiyê. Klama
Mihemedê Silo ya Hêdî Bajo tesîreke mezin lê dike. Museyîb dev ji xwendinê berdide
ji ber ku rojekê klaman dibêje deng diçe mamoste, mamosteyê mektebê ji klaman
aciz dibe bi daran lê dixe. Ji ber vê bûyerê nexwestiye ku biçe dibistanê û bixwîne.

Museyîb ji zarokatiya xwe ve bûye aşiqê klam û stranan. Cimaet dibîne ku ev xortê
çeleng klaman zehf xweş dixwîne lê guhdar dikin, gazî dîwan û malên xwe dikin.
Museyîb bi salan li pey deng û dengbêjiyê digere. Ji xelkê herêmê pirr hurmet dibîne.
Museyîb dengbêjekî xelkî ye û bîst û çar saet di nava xelkê xwe de ye. Beşdarî pirr
festîval û çalakiyan dibe û xelatên curecur distîne. Museyîb Gulşenzade, endamê
Mala Dengbêjan ya enstîtuya Ehmedê Xanî ya Ormiyê dibe, xebatên xwe yên hûnerî
li wir didomîne.
Museyîb bi salan klam û stranên gellek dengbêjan distrê lê ji bilî vê ew şair e, pirr
klamên Kurdî yên wekî Behra Ormiyê, Soma Biradost, Ferzende li Adaxanê, Yarmiq,
Goma Maro ji aliyê wî ve hatine nivîsandin. Museyîb zêdetirîn di Kurdistana Bakurê
de bi klama Mala Min tê naskirin. Heya niha çar albûm derxistiye.

Museyîb Gulşenzade ji ber nexweşiya şêrpenceyê di 25ê berfanbara 2019an de li


gundê Şahinabadê yê Ûrmiyê di 58 saliya xwe de jiyana xwe ji dest dide. Di
merasîmê de gellek hezkiriyên wî tên ba hev di rêwîtiya wî ya dawî de wî tenê
nahêlin.

Dengbêj bi dengê civakê, hemû hêmanên jiyanî û hebûnî ji me re bi awayekî dengî û


klamî vedibêjin. Dengbêj deng û newaya feqîrî û dewlemendiya cîhana me ye. Her
çiqas Kurdên me zêdetirîn dengbêjên Bakurê Kurdistanê bizanibin jî kivş e ku
dengbêjên Rojhilat û Rojava ji aliyê xelkê Bakur ve zêde nayên zanîn. Medyaya
Kurdî bi derfetên xwe yên darayî di warê siyaset û propaganda de hewldaneke mezin
dide lê ji aliyê çandî û hunerî ve eynî eleqe û xebatkarî nayê dayîn. Hê milletê Kurd
pirr dengbêjên xwe bi jiyan û xebatên wan nas nakin. Divê Medyaya Kurdan di vî
warî de xebatên zîrek pêk bîne û berpirsiyariya xwe ya dîrokî û civakî bîne cih.

Pirsgirêkeke din jî ew e ku mixabin ciwanên me yên nûgihiştî konê xwe li ser


medyaya civakî vedane, ne dixwînin ne lê dikolin ne bi mijarên zanyarî ve mijûl dibin.
Kurdên me yên niha apolîtîk û zêde bêxem in. Partî, dezgeh û rêxistinên Kurdan bêyî
îdyolojiyeke civakparêz nêzî ciwanên me dibin. Asîmîlasyon, xweasîmîlasyon,
apolîtîkbûnî gihîştiye asteke mezin û talûkedar. Tirsa min ew e ku di Bakurê
Kurdistanê de herkes bibêje ez Kurd im lê Kurdî nizanibe. Kurdno li ziman, çand û
welatê xwe biparêzin. Ger hûn lê xwedî dernekevin hûn ê bê welat, bê ziman, bê
çand û herî dawî bê nasname bimînin. Kurd bi ziman û axa xwe Kurd e. Kurdno li
xwe xwedî derkevin.

Bianet.

occomahabad@gmail.com

https://occomahabad.wordpress.com/

You might also like