You are on page 1of 61

21/12-2014 a ye……

BERXWEDANA KOBANÊ KETE ROJA 97 an.

Berxwedana Kobanê ket roja 97 an. Şengal di roja 136 an de ji dest dijminan hat azad

kirin û niha ew warê pîroz di destê gelê Êzîdî daye. Kek

Mesût Îro li Şengalê li eniya şer bû. Çûyina Kek Mesûta

eniyê, li medya cîhane û bi gelemperî li medya Tirkiyê gelek

deng da. Gava ku Kek Mesût li eniyê li ba pêşmêrga bû. Serok komarê Tirkiyê

Erdogan di axavtineka xwe de got,” yekbûna her 3 kantonên Rojava ji bo welatê min

xeteriyê”.

*** KCK’ê azadkirina Şengalê pîroz û silav kir

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê azadkirina Şengalê ji aliyê hêzên HPG,

YJA Star, YPG-YPJ û YBŞ’ê ve pîroz kir û got, “Divê tevayî

gelê me û raya giştî zanibe ku; li tevayî Başûrê Kurdistanê û

Rojava heta faşîzma DAIŞ bê paqijkirin wê hêzên me yên

gerîla operasyonên xwe bidomînin. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê got:

"Azadkirina Şengalê di serî de li gelê me yê Êzîdî li tevayî gelê Kurdistan û gelên

Rojhilata Navîn pîroz be.”

Gava ku KCK ew daxûyaniyê wek mîzgîn da, li sînorê Pîrsûs û Kobanê bi sedan

welatparêza li ser sînor, azadiya Şengalê û berxwedana Kobanê li ser sînor silavdikirin
Karayilan îro danê êvarî daxuyanî da got: divê li Şengalê sîstemeka hevbeş bê

avakirin.

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina (NPG) Gel Mûrat Karayilan diyar kir ku li

Şengalê pêwîstî bi avakirina sîstemek hevbeş heye û destnîşan kir, ku ji bo ku Êzidî

vegerin divê li Şengalê xwedî hêza parastin û rêveberiyê bin. Karayilan bibîr xist, ku

gerîla ji bo parastina gel û destketiyan çûne herêmên Başûrê Kurdistanê û destnîşan kir

ku heta pêwîstî pê hebe gerîla wê li başûr bimîne.

*** Belê şehîdên delal, çiqas em bêjin Şengal ji destê dijminên xwînxwar hatiyê

rizgarine jî lê li Şengalê hê jî şer giran heye. Gerîla û pêşmêrgê derbeyên giran li DAIŞ

ya dide. Lê ew ji bo şerê pêşêroja hê zêdetîr hêzên xwe li herêmê dide civandin.

Dîsa li gor medya mirovên di nava DAIŞ e de naxwazin herin şer bi sedan kes hatine

kuştin.

Rojava:Wekî li Şengalê şer dewam dike, li Kobanê şer dewam ê. Meriv dikare

mîzgîneka din bide gelê Kurd. "Bi avakirina hêza leşkerî re Rêveberiya Xweser temam

bû"

Li bajarê Qamişlo 141 gerîla perwerdeya dewreya duyem a leşkerên erkê

xweparastinê, bi awayek kêfxweşî bi merasîmekê bi dawî bû. Beriya niha

Desteya “Hêza Parastinê. Fermo dîmênen ji Qamişlo hatî.


Tirkiyê: Gelek nunerên û berdevkên hikumatê derdikevin ber medya, ew di

çareserkirina pirsa Kurdî de cîddî ne. Lê derewa dikin. Dixwazin demê li ber xwe dirêj

bikin. Lê, vê êvarî wek nûçeyeka bombe

li medya belav bû ku hevserokê HDP

birêz Demîrtaş bi heyeta xwe ve rêwi

Rusya yê ne. Li Rusya bi nunerê hikumatê û Duma ye re hevdîtina pêk bîne. Ew

serdaana 4 roja bi ajoye. Li aliyê din hevserokê HDP Demirtaş bersiv da Erdogan got,
serok Ocalan li 6-7 cotmehê Tirkiyê ji şerê navxweyî xelas kir. Ger Ocalan nebûya

niha Tirkiyê jî niha wek Suryê di qirika hev girtibûn.

Wêne:1- Me DAIŞ ji herêmê paqij kir, niha gelê Êzîdî dikare vegerê Şengalê.

Wêne: 2-Berzanî li Çiyayê Şengalê

Wêne:3-Serokê KCD Xatip Dîclê, ez dikarim mîzgînekê bidim we. Di demeka kin de

gavên dîrokî bên avêtin

Wêne: 4-Şerê Kobaniyê ji aliya Tirkiyê ve li gora Suleyman Şah tê meşandin/bi rêva tê

birîn.

Wêne:1- Sivîl giran giran vedigerin Kobniyê.

Wêne: 2-Du lingê xwe tune lê di parastina Kobanê de bi îsrar e. Ez welatê xwe ji

dijminê xwe re cîh nînim.

Wêne:3- Serkeftina Şengalê li sînorê Kobanê hat silav kirin.

Wêne: 4- Azadbûna Şengalê gava ewil e, pişt re Kobanî bê.


Wêne:1- AKP dest ji DAIŞ e bernade. Ji bo ku şer bi destê DAIŞ iyan ve dide

meşandin. Eskerên Erdogan li dijî me derbeyên giran xwarin. Êdî nikarin li dijî me şer

bikin

Wêne: 2-Ji YPG çalekî

Wêne:3-Li gor medya DAIŞ mîllîtanên xwe naçin şer infaz dike.

Wêne: 4-Em li edeleta Hz Omer digerin lê AKP qatîlên makul derxistin ortê

Wêne:1- Serokê Natoyî berê Rasmusên dibêje, em li dewleta Kurda serbixwe ne.

Wêne: 2-Tirkiyê berve aliyekî xeter diçe.

Wêne:3-Li sînor guncava Kobanê

Wêne: 4-Ew fîlmê polîs nîşanî rayegiştî dide ne rast in. Polîsa ji para li milê wî gulê

daye.
Ji Şengalê dînekî xweşik ku sed salê Kurd li hêviye ne.
22/12-2014 a ye

BERXWEDANA KOBANÊ KETE ROJA 98 an.

*** Berxwedana Kobanê ket roja 98 an lê li kobanê şerê giran heye. Îro dîsa li medya

Kurda DIHA bi Video hat tesbît kirin ku çawa çeteyên DAIŞ li ber çavê eskerên Tirk

tên wesitê Kobaniya yê li sînor destê serdikin û dibin. Gava ku gelê herêmê li dijî

eskerên Tirk derdikeve, ew çav soriyê didin gel. Tu kiyî tu li hember min diaxivi? Lê

ew dijminatiyê bikin. Operasyonên YPG li Kobanê paqijiyê ya li dijî çeteyan

didominin. Dîmenên wan paqijiyan li jêr in

Li Şengalê şer û berxwedaneka giran heye. Li gor ragihandinên HPG, YPG û

Pêşmêrga sê taxên Şengalê ji aliyê gêrîlla û pêşmergeyan ve hatin kontrolkirin.

Hêzên HPG/YJA STAR, YBŞ, YPG/YPJ û pêşmergeyên pêr ketî nava Şengalê, kolan

bi kolan li dijê çeta şer dikin wan ji nava bajêr derdixînin. Dîsa li gor nûçeyên ji

Şengalê tên du wesayîtên bombebarkirî yên çeteyan bêyî bigihêjin armanca xwe ji

aliya hêzên Kurd ve hatine îmhakirin.

*** Nûçegihanê Roj Newsê ji Şengalê ragihand ku ji saetên sibehê ve li Şengalê

şerekî dijwar di navbera hêzên hevbeş ên kurdî û

çeteyên DAIŞ’ê de didome û wiha got: “Îro saet

08.00’an çeteyên DAIŞ’ê cihê ku gêrîlla û

pêşmerge lê dimînin û di destê hêzên hevbeş de ye,

dan ber hewanan. Di encama van êrişan de ti windahiyekî hêzên kurdî çênebûye. Li ser
van êrişan, gêrîlla û pêşmergeyan bersiv dan û şer derket. Serê sibehê şerek dijwarî

hebû. Lê niha şer car caran diqewime.”

Belê wiha têxuyakirin ku şer li ser Kobanê, Şengalê bi salan biajo.

*** Serokfermandara Amerîka jî duh ragihandibû got, şerê li dijî DAIŞ e dibe ku 3

sala biajo. Cemîl Bayik ragihand ku, ”Tirkiyê bi DAIŞ e ve girêdaye. Tirkiyê ti cara

dest ji DAIŞ e bernadeji ber ku şer bi destê DAIŞ e pêk tîne.

*** Tirkiyê: Hevserokê HDP Selhattin Demirtaş bi heyeteka giran ve çû Rusya yê,

çûyina Demirtaş a Rusya li medya Tirkiyê ciyekî giran girt.

Kurda dest bi dîplomasiyê kir. Berîku Demirtaş li balafirê

sîwar bibe here serdana Rusyayê daxuyanîyek da çepemeniyê

got; Ez di serî de ji hêzên Kurdê hevbeş re spas dikim ku Şengal ji dest dijmina rizgar

kirin. Divê êdî gelê Şengalê/Êzîdî xwe bi xwe birêve bibe.

*** Belê, çarşema borî heyeta Îmraliyê bi birêz Ocalan re hevdîtineka ji reyagiştî

veşartî pêk anîbû.

Lê ti daxuyanî

nedabû. Heyeta

Îmraliyê bi cîgirê serokwezîr Yalçin Akdogan re hevdîtin pêk anî. Wê hevdîtine

seatekê dewam kir. Piştî wê hevdîtine Sirri Sureya Onder digel heyeta Îmraliyê

daxuyani da raya giştî.


Daxuyanîya Heyeta Îmraliyê

"Em ketin serdemek nû. Di mijara dê kîjan sernav bên nîqaşkirin mutabakatekî girîng

heye." da.

"Bi berxwedan Kobanê em dilşikestinek jiyîbû. Ez dixwazim bêjim em qirîzeke girîng

li pey xwe hişt. Ez dixwazim bêjim ji bo hemû pirsgirêkên têkildarî çareseriyê de bi

tevkariya Birêz Ocalan pirsanî li Îmraliyê pêk bên em ketin pêvajoya nû. Ev nayê

wateya hemû pirsgirêk çareser bûn.Tê wateya pêvajoya diyalogê neyê girtin. Di mijara

dê kîjan sernavê bên nîqaşkirin mutabakatekî girîng heye. Piştî me bi lijneyên

peywirdar ên partiya xwe re hevdîtin kir em ê biçin Îmraliyê û pişt re biçin Qendîlê."

Onder bersiva pirsa ji pêvajoya çareseriyê dere bername heye an na wiha da:

"Bername ji bo me dema herî kin e. Tiştên rojek şûnde bên kirin îro yên mehekê şûnde

bên kirin di nava hefteyekê de û yên 3 meh şûnde bên kirin di nava mehekê de bên

kirin. Rêgez û nêzîkahiyeke me ya wisa heye. Hînî pêvajo dirêj bibe em dê rastî êrîş,

enfeksiyonan û hin caran bên. Hûn 3-5 meh ji me nabihîzin dê hevdîtinên gelek lezgîn

pêk bên."

Onder têkildarî pirsa mijar çek berdanê de jî wiha got: "Em her tim dibêjin sernavên

wisa di medyayê de bên nîqaşkirin dê pirsgirêkan derbixe. Ev nayê wetaye ji gel û


çapemeniyê hin tişt tên veşartin. Em dixwazin hinek rê bigirin û bi aliyan re nîqaş bên

kirin û bêyî mudaxele li nîqaşan pêk bên nîqaşan bimeşînin.

"Onder anî ziman ku Musteşariya Ewlehî û Pergala Cemawariyê jî dibe ku tevlî

hevdîtina bibe û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Hewcehî bi hevokên gel fêmnekin

afirandinê tune ye. Em ê vê pirsgirêkê çareser bikin, em di asta daxwaz bikin nîn in,

em vîna nû ya komarekê pêk bînin in. Aştiya me ya muşterek dê wisa pêk bê. Nîjadên

heya niha ji şer fêde digirtin û bi siyaseta perçebûnê tevdigeriyan hebûn. Em têgehan

gelek baldar bikartînin. Em bi xîzmê pirsgirêk re eledar dibin."

'DÊ NIHA ŞÛNDE JÎ ÇÊBIN'

Onder têkildarî nîqaşên li ser daxwaza xweseriyê jî wiha got: "Me niha mekanîzmayên

vê yêkê pêk anîn e. Em ê cara yekemîn dest bi nîqaşê bikin." Onder têkildarî pirsa

hikûmetê ji heyetê re qedexeya axaftinê anî jî wiha da: "Em reşkirinê red dikin. Em

weke xeta siyasî ji gelan tu tişt neyê veşartin û tu tişt neyê reşkirin difkirin. Ji Îmraliyê

re hevdîtin jî hatin û çûnên me yên Îmraliyê yên ji raya giştî veşartî çêbûn û dê niha û

şûnde jî çêbibin. Hinî em pêş bikevin dê li gorî rihê pêvjaoyê xizmet bidomin."

Onder anî ziman ku dê bi Leyla Zana re biçe Îmraliyê. Onder têkildarî pirsa gera

Demîrtaş a Rusyayê de jî wiha bertek nîşan dan: "Hûn dema Serokwezîr diçe Îtalyayê

dipirsin" û wiha axivî: "Bernameya Birêz Demîrtaş diyar e. Li vî welatî bi sedhezaran

kurdên penaber hene û li her derê hilbijêrên mehene. Ji bo wan agahdar bikin û
xebatên em yên dîplomatîk hene. Birêz serokê me yê giştî weke hemû serokên partiyan

dê hevdîtinên xwe bike."

Onder têkildarî pirsekî din a têkildarî xweseriyê de jî wiha got: "Di mijara nivîsandina

makezagona nû de têkildarî xweseriyê û di nava pergala demokratîk de dê çawa bê

jiyîn xebatên me çêbûn û li wir in. Xweserî tiştekî ev ax jê re biyanî ye nîn e. Em

dîrokê danîn aliyekî îro li hemû cîhanê li gorî normên demokratîk ji navendê raye

nayên komkirin. Ya me dixwazin erdnîgarî û etnîsîte nîn e tenê ayîdî heremek nîn e.

Welatiyên Trabzonê ji çemê xwe re biryara xwe bikarbin bidin. Dapîr li wir rastî şîdeta

leşkeran tên. Heke em bêjin Demokrasî dê hemû kes memnun bibe. Wê demê em

demokrasiyê dixwazin."

Onder têkildarî pirsa HDP dê weke partî bikeve hilbijartinê an na jî wiha got: "HDP dê

weke partî bikev hilbijartinê. Lê tenê plana me ya B tuneye heye Z yê planên me hene.

Anket me weke li banda benda ji sedî 10 nîşan didin. Lê em ji sedî 60 jî deng bigirin

daxwaza me ya benda hilbijartinê bê rakirin heye." Onder têkildarî gotinên Serokê

CHP'ê Kiliçdaroglu yên derbarê tifaqa HDP'ê de jî gotin "gelek eyp kir" nirxand û

wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em partiyeke siyasî ne û asta partiya me hatiyê xwîn û

canê gelek gelê me heye û em ne jî AKP'ê ji tu kesî re nakin qurban. Baweriya me bi û

hêza me ya xweser heye. Baweriya me bi kedkar û gelên em bi hev re avakirin heye."

*** Rojava-YPG: 24 çete hatin kuştin


Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku di operasyona li başûrê Kobanê de 24 çete

hatine kuştin, cenazeyê 16 ji wan di destê YPG’ê de ne û gelek çek û cebilxane jî

hatine desteserkirin.

Çend wêne ji navenda çandê ya YPG/YPJ'ê azad kirin

Navenda Çandê ya Kobanê, ku îro ji aliyê şervanên YPG/YPJ'ê ve ji çeteyan hat

paqijkirin, dîmenên wê ji aliyê nûçegihanê me ve hat kişandin.

Çend wêne ji Navenda Çandê ya hat paqijkirin...


Wêne:1- Mîlyonek Êzîdî û Tirkman ji ber şer û hovitiya DAIŞ e ji mal û warên xwe

reviyan.

Wêne: 2-Li dijî çeta operesyonên paqij kirine didomin.

Wêne:3-Îro jî bi sedan kes hatin sînorê Kobanê şerê zarokên xwe silav kirin.

Wêne: 4-Serokwezîrê Îraqê Serkeftina Pêşmêrga serkeftina Iraqê.


Wêne:1- Ji cîgirê serokwezîr pirs, xweseriya demokratîk bidine kurda?

Wêne: 2-Rêbaziya Qamu tê Îmraliyê.

Wêne:3-Wekîlê Wanê Ozdal Uçar helwesta Erdogana li dijî Kurd wek ya dijminaye.

Wêne: 4-Li Sakarya xwastin avahiya HDP bişewtînin.


23/12-2014 a ye

BERXWEDANA KOBANÊ KETE ROJA 100 an.

Belê şehîdên delal, berxwedana Kobanê îro ket roja 100 an. Rizgar bûna Şengalê di

roja 4 an daye. Gelê Êzîdî hevdû pîroz dike, qor bi qor diçin ciyê pîroz mizgîna

serkeftine didin şehîd Şengalê. Lê şer hê bi temamî dawî nebûye. Gerîla û Pêşmêrgê

digel hev şerdikin. Ewkêfxweşiyê dide me. Ew me şakirin dide. Ji devê pêşmêrgeyekî

ev gotina der tê. ”Yek welat, yek şer, yek Şengal” Ez çavê wan maç dikim. Bijî azadî

bimre koletî û dagirkerî. Em ê dagirkerê îro nebûye muhaqa sibe ji welatê xwe

derxînin. Êzîdiyê vegerin warên xwe pîroz û rêvebiriya xwe bi nunerên Êzîdî bi rêva

bib.
*** Hat ragihandin ku Çeteyên DAIŞ'ê yên ji Kobanê direvin ji aliyê leşkeran ve tên

parastin. Min duh ji we re nivîsandibû çetê tên li ber çavê eskerên tirk wesaitê

Kobaniya deste serdikin û dibin. Gava ku gel li dijî vê ne razîbûna xwe nîşan dide,

esker wan digire binçava.

Li Kobaniyê bi navê Hemed Cemal diyar kir ku wî dîtiye 6 çeteyên DAIŞ'ê yên ji

Kobanê reviyane, ji aliyê leşkerên Tirk ve hatine wergirtin, leşkeran ew li wesayîtê

siwar kirine û birine. Cemal anî ziman ku leşkerên li ser sînor nobed digirtin, ji

komeke din a çete ya ji bo revê hatibû ser xeta sînor gotin, "Neyên vî alî, li vî alî

terorîst hene" û ew hişyar kirine.

*** Şengal: Gerilyê HPG dibêje; Li Şengalê û Çiyayê Şengalê baran dibarê,

sermayeka pir giran heye, Kurdên Êzîdiyê li çiyayê Şengalê dijîn di rewşeka giran

dane, dive alîkariya wan bê kirin. HPG, YPG û Hêzên berxwedana gel ragihandin ku

şerê li Şengalê îro hetanî serê sibê dewam kiriye. Hêzên Berxwedana Hevpar ên

Şengalê duh êvarê tespît kirin ku li maleke li taxa Hay Nasirê çete hene û li hemberî

van çeteyan dest bi operasyonê kirin. Gerîlayan êrîşî mala çete lê bûn kirin û di

encamê de du çete hatin kuştin. Gerîla ketin vê malê û dest danî ser çek û cebilxaneyên

çeteyan. Hat ragihandin ku yek ji çeteyên hatine kuştin, ji hêzên taybet Ebû Taybe ye û

cihê wezîfeya wî jî Telafer e.


*** Hêzên Berxwedanê 4 kes ji çeteyan rizgar kirin

Hêzên Berxwedana Hevpar a Şengalê, dayikek, 2 zarok û ciwanekî birîndar ên dîl

ketibûn destê çeteyên DAIŞ'ê, rizgar kirin.

*** Karayilan: Divê Şengalî Şengalê bikin Êzidîxan

***Cemîl Bayik bersiv da, Erdogan dibêje ferqa di navbera DAIŞ û PYD de tune.

Herdu jî terorîstin. Ez jî dibêjim di navbera te û DAIŞ de jî ferq tune. DAIŞ bi destê

we û bi alîkariya we li herêmê şer dike. Tu xelîfê DAIŞ e yî sexte yî”

*** Rusya: Hevserokê HDP Demîrtaş: Li Rusyayê û hevdîtin û dîpolomasiya xwe ya

bi nunerên wezarata derva re kir. Demirtaş diyar kir ku ”Rûsya li herêmê aktorekî

girîng ê . Dive alîkariya Kurda jî bike” Wek HDP, em di wê baweriyê de ne ku Rûsya

jî aktorekî girîng ê qada neteweyî ye, lewra di rewşa aloz a ku Rojhilata Navîn tê de

Rûsya jî dikare di çareserkirina pirsgirêkên herêmê û derbaskirina aloziyên heyî de

roleke girîng bilîze. Ev ziyareta me ya Rûsyayê ya destpêkê ye û me xwest bi awayekî

rasterast, wek HDP, nêrînên xwe der barê rewşa Rojhilata Navîn û şêwazên çareseriyê

de fikrên xwe bi vê beşa girîng a cîhanê re parve bikin û li nêrînên rayedarên Rûsyayê

jî guhdarî bikin./Anf
Wêne:1- Heyeta Îmraliyê piştî ku ji Îmraliyê vegerî bi cîgirê serokwezîr re hevdîtin

pêk anin îro ew dê herine Qandilê bi nunerên Qandîlê re hevdîtina pêk bînin û peyama

Ocalan û peyama hikumatê bighêjînin wan. Vê carê tevli heyetê Leyla Zana jî heye.

Wêne: 2-Heyeta Îmraliyê diçê Qandîlê.

Wêne:3-Hersê Kantonên li Suryê ji bo welateme tehdît in.

Wêne: 4-Duran Kalkan, divê li Şengalê Kanton be avakirin.

Wêne:1- Dewletê li bûyarê 6-7 cotmehê provakator şandin herêmê.

Wêne: 2-Ger pêvajo bi dawî bibe dibe ku Ocalan tevli kongra PKK e 12 emîn bibe.

Wêne:3-Bayik Tirkiyê naxwaze belgeyên nivisî bide.

Wêne: 4-Cemîl Bayik bersiv da Erdogan, ger PYD û DAIŞ wek hev e. Tu kiîyî? Tu jî

xelîfê DAIŞ e yî sexte yî.


Wêne:1- Dîênen şerê şengale. Li jer in.

Wêne: 2-Pêşmêrgeyê Mêrdînî pêşmêrgetiyê dike li Şengalê şehît ket.

Wêne:3-Jinên ku ketî destê DAIŞ dibêjin, me xwast em xwe bikûjin.

Wêne: 4-Çekdarên DAIŞ e ji Kobanê direvin.

Wêne:1- Hikumata Tirk bi Kobaniyan re alîkarî nekir.

Wêne: 2-Li sînorê Kobanê 100 roj.

Wêne:3-Em dê Êzîdxane ji dest çeta rizgarbikin û Şengal bibe Kantona Êzîdiya.

Wêne: 4-Dimênê ji Kobanê hatî.

Wêne:1- Kek Mesût bi nunera YE re li Hewlerê hevdîtin pêk anî di daxuyani ya xwe

de ragihand ku serxwebûn û azadî mafê Kurda ye. Ti kes ji wê re nabe asteng


Wêne: 2-Ji serkeftina Kobanê re hendik ma.

Wêne:3-Polîsa zarokê wî bi ro û nîvro li kolana kuşt û niha ji bawê wî tezminatê

dixwazin. Hûn perê parêzer û tazminata polîs bidine. Haciz dan ser mala wî.

Wêne: 4-Medya Tirk, Ocalan serbest dibe!


24/12-2014 a ye

BERXWEDANA KOBANÊ KETE ROJA 101 AN DAYE.


Berxwedana Kobanê ket roja 101 an, pêngava azadkirina Şengalê di roja 5 an daye.

Pevçûnên Şengalê li navenda bajêr bi dijwarî didomin.

Nizanim çiqas rastê lê gor hinek çavkaniya pêşmerga hinek

hêzên xwe ji Şengalê kişandine. Nizanim meqseda vê nûçê

çiye? Hat ragihandin ku nêzîkî Hewlerê di navbera çeta û pêşmêrgeyan de şerekî giran

heye.

HPG/YBŞ ragihandin ku li Şengalê 17 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

*** Kobanê: Îro mêvanê Kobanê hebûn. Danê sibê dayikên aşitiyê hebûn. Danê nîvro

Şêwirmendê Alîkariya Mirovî yê

konsolosxaneya DYA Matthewr R.

Johnson hatibû serdana Kobanî Pîrsûsê.

*** Şêwirmendê Amerîkayî ji bo agahî têkildarê rewşa penaberên Kobanî bigire, hate

Pirsûsê. Johnson çû serdana Şaredariya Pirsûsê û ji aliyê Hevseroka Meclîsa Gel a

Kantona Kobanê Eyşê Efendî, Parlamentera Wanê Aysel Tugluk, Parlamenterên

HDP’ê Îbrahîm Ayhan û Kemal Aktaş, Cîgirê Hevşaredarên Pirsûsê Îbrahîm Ogurlu û

endamên Koordînasyona Kobanê ve hate pêşwazîkirin.

*** 5 kolanê Kobanê ji çeteyan hatin paqijkirin

*** YPG/YPJ'ê 2 balafirên bêmirov ên çeteyan xistin xwarê Şervanên YPG/YPJ'ê du

balafirên bêmirov ên çeteyên DAIŞ'ê yên ji bo keşfê dihatin bikaranîn, xistin xwarê.
*** Qandîlê jî mêvanê xwe hebûn. Heyeta Imraliyê tevlê Leyla Zana jî hebû çûn

Qandîlê. Çûyina Leyla Zana ji aliyê medya hat nîqaş kirin. Leyla Zana wek baskê

Hewlerê çûyê Qandîlê.

Wêne:1- Heyeta Îmraliyê çû Qandîlê.

Wêne:1- Ji Kobaniyan re rehet nîne. Duh li marêşê îro li Antalya. Hûn nikarin di vî

bjarî kevin.

Wêne: 2- 5 kolan ji çeta hatin paqij kirin.

Wêne:3-YPG 2 balafirê DAIŞ bêinsan xistin.


Wêne: 4-Perçê bûna Iraqê pir xeter bibe.

Wêne:1- Cîgirê serokwezîr aciziya xwe ragîhand, em agahiyên ji Qandîlê tên aciz in.

Wêne: 2-Ger pêvajo bighêje armanca xwe dibe ku serok Ocalan tevlî kongra 12 emîn

bibe.

Wêne:3-Mesût Berzanî li Şengalê 400 DAIŞ hat kuştin.

Wêne: 4-Karsaz Osamn Kavala, divê ewlekriya divê goza 3 emîn gereg e.

Wêne:1- Detaya di wêne da. 5 sala di ber vê terorîst bû û di gitingeha dabûn, niha li ser

textê bilind in û di

Wêne: 2-Ji bo azadiya Ocalan nobeta azadiyê.

Wêne:3-Ji bo wî qomutanî 8 cara muebet tê xwastin. Çi kiriye wî qomutanî? Eskerek

avêtiyê nav qazan/biroşa mezin kelandiye.

Wêne: 4- Pîlotê her çalek pîlotê Kurda ye.

CBS: En başarılısı Kürd pilot Kelepçeli fotoğraftan 5 yıl sonra şeref tribünün
Ji Şengalê wêneyên dawî
25/12-2014 a ye

BERXWEDANA KOBANÊ KETE ROJA 102 an.

Belê şehîdên delal, şerê Kobanê ket roja 102 an û berxwedana Şengalê ket roja 6 an.

YPG ragihand ku li Kobanê û Til Hemîsê 53 çete hatin kuştin û 2 şervanên YPG jî

jîyana xwe ji dest dane û gundê Ebû Qûseyb ji çeta hat paqij kirin û gelek amûrên şer

hatin destê serkirin...

Em bi gerîlayên xwe bi dayikên xwe serbilind in, ew li Kobanê û Şengalê de destanan

dinvsînin.. Dinya alem dibe şahîda vî şerê, lê ti kesî destê xwe dirêşa YPG dike tune.

Bi tenê bi peyama û bi serkeftin dişînin. YPG ragihand ku "Şevê di ber vê hêzên me li

eniya başûrrojhilat, li dijî nuqteyên çeteyan ên li bakurê kolana 48'an êrîşekî lidar

xistin. Li 5 nuqteyên cuda pevçûn derket û derbên giran li çeteyan hatin xistin. Kolana

Sofiyan a ku ji aliye çeteyan ve hatibû dagirkirin bi temamî hat rizgarkirin. Di êrîşa

şevê din de 2 wesaît û 1 motorsîklet hatin derbkirin. Di pevçûnên li vê herêmê de 16

kuştiyên çeteyan hatin tespîtkirin.


Wêneyên dawiyê ji berxwedana Kobanê hatî….
*** Şengal: Operasyona rizgarkirina Şengalê di roja 6’mîn de bi beşdariya gêrîllayên

HPG, YJA-STAR, şervanên YBŞ, YPG/YBŞ û pêşmergeyan didome. Di şerê Şengalê

de 6 pêşmerg e û 4 gêrîlla şehîd ketine û gerîla dêrekî Xiristiyanan ji çeteyên DAIŞ’ê

rizgarkirine. Li taxa Hey Nasir jî şer û pevçûn bi hemû dijwariya xwe hê jî berdewam

dikin.

Dîsa fermandarê HPG/YBŞ ragihand ku wan: Li Şengalê 5 çeteyên din hatine kuştin.

Fermandariya HPG'ê ya Şengalê û Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê der barê şer û

pevçûnên li Şengalê de daxuyaniyeke nivîskî weşandin û diyar kirin ku Pêngava

Rizgarkirina Şengalê dewam dike. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di 24'ê Kanûnê (duh)

saet di 16:00 de hêzên me li hemberî çeteyên DAIŞ'ê çalakiyeke sûîkastê lidar xistin.

Di encama vê çalakiyê de çeteyek hat kuştin.


Ji şerê li Şengalê çend wêne
Li Zanîngeha Çukurovayê xwendekarê ku ji bo Roboskiyê meş bi darxistî polîsa bi

tundî êrîşa ser wan kir 96 xwendevan hatin binçavkirin

Moskowa: Serdana Demîrtaş a Rûsya didome. Îro Demîrtaş mêvanê partiya Komînîst

û Parlamenterên Partiya Demokrat a Lîberal a Rûsya (LDPR)

bû. Germ hat pêşwazî kirin. Çavê Tirkiyeyî li vê serdane ye.

Wêne:1- Bebekên Kobaniyê li benda şîr, mama û biberon/şîşê ne.

Wêne: 2-Li Antaliya êrîş birin ser Kobaniya, hûn nikarin bên Antalya, em we

naxwazin.

Wêne:3-Em li Kobanê û Şengalê şerê hebûn û tunebûna Kurda didin.

Wêne: 4-53 çete hatin kuştin.


Wêne:1- YPG/PYD me ciyê ku DAIŞ a xwe tê da veşartî bi destxis.

Wêne: 2-Balafir DAIŞ e bê mirov ji aliya YPG ve hat xistin

Wêne:3-Li Şengalê şerê haysiyet e.

Wêne:1- Heyta HDP ji Qandîlê vegerî.

Wêne: 2-Perwîn Buldan, dibe ku em bi nunerên hikumatê ve digel hev daxuyaniya

bidin.

Wêne:3-Peyamên hevdîtine bi Ocalan bi tenê Ocalan raghîne.

Wêne: 4-Erdogan ne partnerekî cîddî ye.

Wêne: 2-Li Edênê 100 kes hat binçav kirin.

Wêne:3-Hûn çawa dixwazin PKK e dest ji çeka berde. Divê ji bo vê ewil gel bê qanî

kirin.
26/12-2014 a ye

BERXWEDANA KOBANÊ KETE ROJA 103 an.

Şerê Kobanê ket roja 103 an, îro jî li Kobanê şerê giran hebû. Lê şehîdên me jî hene.

Şaredariya Kobanê û Dibistana El-Xensai ji çeteyan hate

paqijkirin. 2 çete hatin kuştin. Herêm niha di destê gerîlayê

HPG/YPG daye. Hat ragihandin ku çete ji bo ku wendayê xwe

veşerin li Kobanê cesedên xwe dişewitînin yan jî bi komî vedişerin!

*** Belê şehîdên delal, wek em hemû dizanin barê şerê Şengalê û Kobanê bi giran li

ser piyê dayikên me ye. Êşa ew dikşînin, êşeka giran e. Êşeka

girana ku dilê wan dide xwînkirin. Dilê dayikan wek dilê

çûçikeka ezmana difirê lêdikeve, çavê xwe li derî û guhên

xwe li xeberên Stêrk tv e. Li xeberên şer ê. Dayikên sal mezin, dayikên Aşitiyê ji

ciyekî diçin ciyekî din ji bo ku dewleta Roma reş şermezar bikin. Heryek ji wan bûye

mîllîtanekî tevgera azadî xwast. Ew ji bo ku qetliyama Roboskiyê şermezar bikin ew

dê sibê mêvanê Pirsûsê ne. Li wir dengê xwe bighînin qehremanê xwe, ” em di

berxwedana we de dewleta Tirk şermezar dikin ku 34 cîwanên Roboskiyê qetil kirîne”


Li Şengalê şerê navbajer hemû bi hemû tundiya dewam dike. Cenazeyên 4 HPG'ê

Kazim Bahadir (Xebat Azad), Abdulvahap Kascî (Dijwar Erdîş), Musatafa Kurt

(Nurhak Firat) û Serdar Sansak (Çekdar Cifaneyî) bi girseyeka mezinli Sîlopiya û

Cîzîrê Şirnexê hatin pêşwazîkirin

*** YPG/HPG ragihandin ku wan li Şengalê çalakiyên sûîkastê pêk anin li Taxa

Sûkaroj 9 çete hatin kuştin.


*** Serokê HDP birêz Demirtaş ger xwe ya Moskovayê bi dawî kir vegerî Kurdîstanê.

Li gor medya û çavkaniyê Kurd ragihandî hevdîtin û serdan

gelek baş derbas bûye û ji Demirtaş re mêvaniyeka dostanî pêk

anine. Demirtaş di axavtineka medya de diyar kir ku ”ew ne

tenê temsîlvanê Kurda ne. Ew temîlvanê Asûrî, Suyanî, Kildanî û gelen din e li herêmê

dijî ne j”.

*** Serokwezîrê Îraqê jî mêvanê Tirkiyê bû. Lê gava ku ew mêrxwaza hat cem

hevkarê xwe serokwezîrê Tirk Davutoglu pantolê wî ji quna wî

şemitî. Wî ji Tirkiyê xwast û ew têkiliyên xwe bi wan re baş

bikin û petrolê Iraqê di ser Tirkiyê re derbas bibe û ji aliya

Tirkiyê ve bê bazar kirin. Ji bo vê mijarê heftê borî Neçîrvan Berzanî jî ji nuşkava wek

birûskekê hat Tirkiyê çû. Li gor medya hatina wî ji bo perên petrol bûye.

*** Îro mêvanê Silemanyê û hewlerê jî bûn. Lê wê mêvanitiyê Tirk dan tirsandin.

Kurdên Başûr berê xwe ji Tirkiyê berva Îranê kirin. Ez

bawerim ew daxwaza Amerîka bû. Îro heteka Îranê ji wezîra

pêk tê ewil hatin bûn mêvanê Silêmaniyê û pişt re ew dê biçên

Hewlerê.
Wêne:1- Sibê3 emîn salvegera qetliyama Kobanê. Protostoyê ji bo Roboskî, Şenga, û

Kobanê îro 3 rojin didomine. Polîsê Tirk bi sedan xwendevan û bi dehan ciwanên sivîl

girtin binçava.

Wêne: 2-Roboskî.

Wêne:3-Çetê ji bo ku wendayê xwe ji rayagiştî veşerbikin cenazê xwe veşerdikin. Li

gor medya wan gelek şewitandine û di gorê komî de veşerkirine.

Wêne: 4-Hevserokê BDP Kamuran Yûksel, divê em bi berpirsiyariya xwe ya dîrokî

tev bigerin, dîrok wê ji me dixwaze.

Wêne:1- Li Gimgimê dawiya hikuta Tirka Faşist naye. 27 xwendevan ewil kirin

binçava pişt re ew girtin.

Wêne: 2-Kî dibêje heya me ji Qandîlê tune. Em agahiya herî baş ji Qandîlê werdigirin.
Wêne:3-3 sala di ber qomutanê ku eskerê kirî hedefa PKK e ji 3 kes mirî dibêje, me

bawerkir an plan ku PKK li birevin.

Wêne: 4-Ji Demirtaş guftugoya xweseriya demokratîk.

Wêne:1- Ji PKK gaveka flaşş. Ocalan xeber şand ku êdî ti kes zerarê nede avahiyên

dewletê. Qandîlê ew daxwaza Ocalan bi nivîskî belav kir.

Wêne: 2-PYD cesetê çeta wiha rêxistin/rêzkirin

Wêne:3- şervanê YPG'ê yê Îranî Rojvan Kobanê yê di operasyona Navenda Çand û

Hunerê de jiyana xwe ji dest da, hesreta azadî û demokrasiyê ya gelên Rojhilata Navîn

îfade dike û got, "Li gorî dilsoziya bi bîranîna rêhevalê xwe Rojvan, em ê têkoşîna

azadiya gelan bilind bikin." ‘Rojvan daxwaza azadiyê ya gelên Rojhilata Navîn temsîl

dikir'

Panorama 2014 - 1

YPG rewatiya xwe di cîhanê de da qebûlkirin


– Di sala 2014'an de hêzên YPG/YPJ'ê bi dehan êrîşên dijwar ên çeteyên DAIŞ û

hêzên Rêjîma Sûriyê bersivandin û herêmên Rojava bi hêzêa xwe zatî ji êrîşên bi hemû

cureyên çekên giran parastin.

Di sala 2014'an de hêzên YPG/YPJ'ê gelek destkeftiyên girîng bi destxistin. Di encama

destkeftiyên mezin ên hêzên YPG ê hêzên navnetewî û hemû raya giştî ya cîhanê

neçare ma ku hebûna gelê kurd nas bike û hevdîtinan bi rayedarên Rêveberiya

Xweseriya Demokratîk a Rojava re hevdîtinan pêk bînin. Di heman demê de û bi

berxwedana bê hempa ya Kobanê bingeha yekîtiya gelê kurd hate danîn.

Li dijî sê kantonan êrîşên hem wext

Êrîşên çeteyan ên destpêkê di 26'ê kanûna 2013'an de pêk hatin. Di wê rojê de çeteyan

êrîşî gundê Dêr Belût ê navçeya Cindêrisa Efrînê kirin. Hêzên YPGê bersiva êrîşan da

û plan vala derxistin. Di heman rojê de hêzên YPG ê û li ser daxwaza gelê herêma Til

Hemîs û Qamişlo li dijî çeteyan opersyona Şoreşgerî dan destpêkirin. Hêzên YPG ê di

opersyonê de gelek gundên herêmê ji çeteyan rizgar kirin, lê ji ber îxaneta ku ji aliyê

endamên El-Partî ku niha tevlî PDK-S ê bûye Rakan Ebdê û Ebdulrezaq Eseed ku

agahî ji Mehmûd Tixûbî û Fayîz Nebî girtibûn û gihandin çeteyên DAIŞ ê li gorî

agahiyên li ser malpera www.navendalekolin.com - www.lekolin.org.


Piştî komkujiyê fermandarê tabûra Komele Bêwar Mistefa li xwe mikur hat ku koma

wan a bi navê Lîwai Mişel Temo jî li kêleka çeteyên DAIŞ ê ku ji bajarokê Til Hemîs

êrîşî gelê kurd kirin de bûn, Bêwar di wê demê de daxuyaniyek da û çete wekî

şoreşger bi nav kirin. Di çarçovaeya heman planê.

Êrîşên Kobanê

Piştî komkujiya Til Hemîs bi çend rojan. Tam di 20'ê çile de çeteyên DAIŞ'ê bajarê

Cerablus ji destê tabûrên Artêşa Azad derxist. Bi vê yekê re çeteyan ava vexwarinê ji

ser Kobanê qut kir û piştre jî embargo li ser bajar meşandin.

Di 25'ê çile de jî çeteyên êrîşî bajarokê Menacîr a 20 Km başûrê Serêkaniyê dekeve

kirin. Li vir hêzên YPG'ê êrîş bersivandin û plana çeteyan vala derxistin.

Çeteyan rêbazê xwe guhertin

Piştî têkçûna çeteyan li Menacîr û Efrînê, vê carê dest bi êrîşên bi tirmpêl û kemyonên

bombebarkirî kirin. Di 6'ê sbatê de 5 çeteyên ji Misrê xwestin kemyoneke

bombebarkirî derbasî herêma Efrînê bikin. Lê beriya bighêjin benda kontrolê ya gundê

Xezawiyê ya Navçeya Şêrawa ya Efrînê hatin ferqkirin û mudaxelyî wan hate kirin. Di

14'ê sbatê li Tirbespiyê tirmpêlek teqandin û di encamê de 3 sivîl birîndar bûn, her
wiha gelek ziyana madî çêbû. Di 23'ê sbatê de hêzên YPG'ê çeteyên ku dixwestin bi

tirmpêleke bombebarkirî êrîşî gundê Hedad a Tirbespiyê bikin ferq kirin. Tirmpêl

beriya bighêje hedefa xwe hate teqadnin. Di heman rojê de li taxa Ezîziyê ya Hesekê

çeteyan gule li hewa reşandin û di banga cîhada li dijî kurdan kirin.

Opersyonên tolhildarnê

Di 15'ê sbatê hêzên YPG/YPJ'ê bi navê hemleya tolhildarê ya Til Hemîs û Til Berek, li

dijî çeteyên opersyon dan destpêkirin. Opersyon bi awayekî kordînekirî bi eşîrên ereb

ên herêmê re pêk hat. Di vê hemleyê de bajarokê Ceza û 11 gund ji çeteyan hate

rizgarkirin, her wiha gelek çete hatin kuştin.

Di 21'ê sibatê de hêzên YPG'ê li dijî çeteyên li bajarê Til Berek opersyona şoreşgerî

dan destpêkirin. Di encamê de bajar bi temamî û 17 gundên Til Berek hatin rizgarkirin,

her wiha gelek çete hatin kuştin. YPG'ê bajar radestî meclîsên gel ên Til Berek kirin,

welatiyên koçber vegeriyan malên xwe.

Di 26'ê sbatê de li ser daxwaza Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a HErêma Cizîrê û

Desteya Parastinê ya Cizîrê Fermadariya Giştî ya YPG'ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku

ew ê opersyonên şoreşgerî rawestînin û dê bikevin xeta parastina rewa.


Tevlî daxuyaniya YPG'ê çeteyan di 27'ê sbatê de êrîşî bajarokê Til Merûf a Tirbespiyê

kirin, mizgeft, dibstana şerîetê û merqeda di bajarok de bûn teqandin. Hêzên YPG'ê li

dijî wan çalakî pêk anî û bajarok ji destê çeteyan rizgar kir. Di 28'ê sbatê de çeteyan

êrîşî gundê Xirbet Benat a Serêkaniyê kirin. Hêzên YPG'ê bersiv dan û rê nedan

çeteyan pêş ve bikevin.

Di 11'ê adarê de navenda şaredariya Qamişlo rastî êrîşa intîharî ya çeteyan hat. Di

encamê de 11 xebatkarên şaredariyê jiyana xwe jidest dan. Di 13'ê adarê jî hêzên

rêjîmê şervanekî YPG'ê li ber FIrneya bajrê Qamişlo gule baran kir. Di encamê de

şervanê YPG'ê jiyana xwe jidest da. Hêzên YPG'ê li dijî hêzên rêjîmê çalakî lidarxist û

di encamê de avahiya gumrikê ya Qamişlo ji hêzên rêjîmê rizgar û çete ji firinê

derxistin. Di 27'ê adarê de hêzên rêjîmê navendên YPG'ê yên bajarê Hesekê bi çekên

giran topbaran kirin.

Êrîşên Kobanê jî berdewam kirin

Çetyên ku di 20'ê çile de Kobanê kiribûn çemberê de, welatiyên sivîl li ser riyan

direvandin û ne dihiştin tiştek bikeve bajar û jib ajar derkeve. Di meha Adarê çeteyan

çeteyan êrîşek berfireh dan destpêkirin û bajarokê Şiyûx û pira Cerablus kirin destê û

çembera li ser Kobaên zêdetir kirin. Çeteyan di 11'ê adarê de bi awayekî berfireh ji sê

aliyan ve êrîşî Kobanê kirin. hêzên YPG'ê bersiva çeteyan dan. Di encama şer û

pevçûnan de 348 çete hatin kuştin.


Di 18'ê adarê de hêzên YPG'ê li kantona Cizîrê li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên li hin

gundên Serêkaniyê opersyon dan destpêkirin. Di encama hemleyê de hêzên YPG'ê

gundê TIl Xenzîr ê stratecîk rizgar kirin. Di 22'ê adarê de çeteyan gundên pêkhatyên

aşûrî û ereban kirin hedefa êrîşên xwe. Hêzên YPG'ê êrîşî bersivandin û ne hiştin çete

pêşbikevin. Di 25'ê adarê de hêzên YPG'ê gundên Rawiya û Dehmai yên Serêkaniyê ji

çeteyan rizgar kirin.

Di 26'ê adarê çetyên DAIŞ'ê bi tirmpleka bombebarkirî êrîşî navendeke hêzên YPG'ê

ya li Tirbespiyê kirin. Piştî êrîşa bombeyî êrîşên li dijî Til Koçer dest pê kir. Di heman

demê de li dijî bajarokê Cezza yê Til Koçer 10 êrîşên li pey hev pêk hatin. Bi vêyekê

çeteya plan dikirin ku bajarokê Rimêlan bixin bin kontrola xwe. Ji ber vê jî gelek

çeteyên ji Dêra Zorê, Şedadê, Hol û Reqayê anîn herêmê. Hêzên YPG'ê bersiva hemû

êrîşan dan û di encama bersivdayîna hêzên YPG'ê 56 çete hatin kuştin. Di wan êrîşan

de endamekî hêzên komondo yên Trikiyê yê bi navê Umer Farûq El-Tirkî hate kuştin.

Di 4'ê insane de li dijî gundên Serêkaniyê êrşîş pêk hatin, di 14'ê nîsanê de jî gundên

Til Temir rastî êrîşan hatin. Vê carê hêzên YPG'ê bersiv dan û êrîşên çeteyan têk birin.

Di 13'ê nîsanê de çete êrîşî taxa Şêxmeqsûd a Helebê kirin, her wiha hêzên rêjîmê 3

rojan tax bombebaran kirin. Di 30'ê nîsanê de hêzên rêjîmê û pêxwasê wan êrîşî taxa
keslasê ya Hesekê kirin, hêzên YPG'ê di herdû êrîşan de bers dan û herêmên kurdî

parastin.

Di nîsnê de êrîşên çeteyan li ser herêmên Kobanê bê navber dewam kirin. Di van

êrîşan de 63 çete hatin kuştin. Çeteyan di 11'ê nîsanê de bi 2 tirmpêlên bombebarkirî

êrîşî Serêkaniyê û bajaroka Til Xelaf kirin. Di encamê de 11 sivîlan jiyana xwe jidest

dan û 10 birîndar bûn.

Di meha gulanê de jî çeteyan êrîşên xwe yên li dijî herêma Kobanê domandin. Di van

êrîşan de 93 çete hatin kuştin. Di 9'ê gulanê de jî çeteyan êrîşî bajaroka Cezza a Til

Koçber kirin.

Di 15'ê gulanê de hêzên rêjîmê taxa Şêxmeqsûd a Helebê hedef girtin. Hêzên YPG'ê

bersiva êrîşan dan. Di 20'ê gulanê de jî rêjîmê êrîşî bajarê Hesekê yê Rojavayê

Kurdistanê kirin.

Komkujiya gundê Tilêliyê

Di 28'ê gulanê de çeteyan êrîşî gundên Rawya, Til Xenzîr, Til Bîlal û El-Feresiyê yên

Serêkaniyê kirin.Çetyan di 29'ê gulanê de li dijî gelê gundê Tilêliyê komkujî pêk anîn

û 24 sivîlên ku piraniya wan zarok û jin bûn infaz kirin.


Di 9'ê hizêranê de çeteyan bajarê Mûsil ê Başûrê Kurdistanê dagir kirin, her wiha

qereqolek li ser sînorê Başûr û Rojava dagirkirin. Hêzên YPG'ê bersiva êrîşan dan û

mudaxeleyê êrîşa çeteyan a ser sînor kirin. Di 25'ê hizêranê de balfirên rêjîma Sûriyê

derdora gundê Gir Zîro bombebaran kirin.

Di 2'ê tîrmehê de êrîşên çeteyên DAIŞ'ê êrîşên dijwar li ser rojhilatî Kobanê pêk hatin.

Di 6'ê tîrmehê de jî êrîş li ser başûrê Kobanê dest pê kirin. Meha destpê ya êrîşan de

514 çete di encama berxwedana hêzên YPG'ê de hatin kuştin.

Di 12'ê tîrmehê de jî çeteyan bi 35 tirmpêlan û sedan çeteyan êrîşî bajarokê Cezza

kirin. Çetyên ku çekên giran bikar anîn êrîşên xwe anîan ser bajarokê Til Merûf ê

Tirbespiyê jî kirin. Di 25'ê tîrmehê de jî çeteyan êrîşî bajarê Hesekê kirin. Di dawiya

meha tîrmehê de jî gundên Serêkaniyê rastî êrîşan hat.

Dagirkirina Şengalê

Di 2'ê tebaxê de çeteyan êrîşî navçeyên Zumar û Kseik ên Başûrê Kurdistanê ku

şêniyên wan kurdên êzdî ne kirin. Pêşmergeyên ku qaşo herêmê dipararêzin herêm

berdan û reviyan. Çete li ser vê yekê pêş de ketin û bajarê Şengal di 3'ê tîrmehê de

dagir kirin. Çetyan bi hezaran kurdên êzdî kuştin û jinên wan revandin û firotin. Ji vir
jî çeteyan êrîşî Rojava kirin. Hêzên YPG'ê mudarxele kirin û kerîdora mirovî di

navbera çiyayê Şengal û Rojava vekirin.

Hêzên YPG'ê di 2'ê tîrmehê de bajarê Rebîa yê Başûrê Kurdistanê girtin bin kontrola

xwe û rê ne dan çetayan ku têkevin herêmê de. Di heman demê de çeteyan cebheyên

şer li Şengal, Rebîa, Ceza, Hesekê, Serêkaniyê û Kobanê li dijî gelê kurd dan

destpêkirin. Hêzên kurd di hemû eniyan de bersivên tund dan.

Di destpêka meha îlûnê de çeteyan li dijî hin gundên ereban ên girdayî Qamişlo

komkujî pêk anîn.Li ser daxwaza gel hêzên YPG'ê bersiv dan çeteyan û di sêkoşeya

Qamişlo, Tirbespiyê û Til Hemîs gelek gund û mezree ji çteyan rizgar kir. Di 2'ê

cotmehê de hêzên YPG'ê bajarokê Rebîa bi temamî ji çeteyan rizgar kirin. Çeteyan di

26'ê îlûnê de êrîşî bajaroka Cezza û kîrodora mirovî ku di navbera Şengal û Rojava de

hatibû vekirin kirin.

Dijwartirîn êrîşên Kobanê

Di 15'ê îlûnê de çeteyan dijwartirîn êrîşên xwe yên li dijî Kobanê dan destpêkirin. Êrîş

piştî çembera ku sal û nîvekê dom kiribû pêk hat. Çeteyan di êrîşên xwe de tang, top û

hemû teknîka pêşketî ku ji Mûsil û Reqayê bidest xistibûn bikar anîn. Lê hêzên YPG'ê

bersiva êrîşan dan û heta niha berxwedana Kobanê didome. Çeteyan digtin ku dê
nimêja cejna Qurbanê di Kobanê de bikin, lê di wê cejnê de serokê Meclîsa Kobanê û

welatiyên Kobanê di mizgefta xwe de nimêj kirin.

Di 3 mehaan a berxwedana Kobanê de ku heta niha berdewame 2951 çete hatin kuştin,

di nava wan de 4 emîr hebûn. Gelek çek û cebilxane hatin destserkirin, her wiha gelek

tang û tirmpêlên çeteyan hatin ruxandin.

Di berxwedana 3 mehan de 263 tekoşerî ji bo parastina Kobanê jiyana xwe jidest dan,

ji van 14 şervanên koma Burkan El-Firat a Artêşa Azad bûn.

Arîn Mîrkan bû sembola jinên cîhanê

Di 5'ê cotmehê de fermandara taximeke YPJ'ê Arîn Mîrkan li dijî çeteyan çalakiyeke

fedayî pêk anî. Di encamê de bi dehan çete hatin kuştin. Arîn bû sembola jina tekoşer.

Di 17'ê îlûnê de leşkerên Tirkiyê li arstî bajarokê Girê Spî (Til Ebyed) bi tirênê tang û

cebilxane ji çeteyan re li ser sînro daxistin, çeteyan derbasî Rojava kir. Di 20'ê îlûnê de

jî leşkerên Tirkiyê bi 5 kemyonan topên giran û ceblxane ji rastî gundên Qeremox û

Ên Beta ên rojhilatî Kobanê re ji çeteyaran re derbas kirin. Çavdêran tekez kirin ku di

heman demê de çeteyên DAIŞ'ê 49 xebatkarên qunsulusa Tirkiyê yên ji Mûsilê hatibûn
revandin, serbest hatin berdan. Di heman demê de Tirkiyê 180 çetyên girtibûn serbest

berdan.

Di 29'ê mijdarê de Tirkiyê piştgiriya xwe ya bi çeteyan re eşker kir û tirmpêlên wan ên

bombebarkirî di deriyê Mirşidpinar re derbasî Kobaên kirin. Di heman demê de

çeteyan ji emberên genim ên li ser sînor êrîşî Kobanê kirin. Bi vê yekê Tirkiyê cara

yekem piştgiriya xwe ya bi DAIŞ'ê re eşkere pêk anî. Hêzên YPG'ê di heman rojê de

bersiva êrîşan dan û opersyoneke mezin li dijî çeteyan dan destpêkirin. Di encamê de

Taxa Botan bi temamî ji çeteyan hate rizgarkirin. Her wiha di heman demê de hêzên

YPG'ê riyên çeteyan hedef girtin û riya sereke ku çeteyan bi kar tanîn a Gundê Termik

ji çeteyan rizgar kirin.

Parastina hevbeş

Di 10'ê îlûnê de hêzên YPG'ê bi tabûrên Lîwi El-Tewhîd Şerqî, Siwar Reqa

(Şoreşgerên Reqa); Tabûrên Şems El-Şemal ên girdayî tabûên Fecer El-Huriye, Seraya

Cerablus, Eniya El-Ekrad, Şoreşgerên Umenai Reqa, Artêşa El-Qesas, Lîwai El-Cîhad

Fî Sebîl Ellah bi hevre odeyek bi navê odeya hevbeş bi navê Burkan El-Firat ku dê li

dijî çeteyên DAIŞ'ê şer bikin ava kirin. Di 27'ê îlûlê de li Serêkaniyê odeya parastina

hevbeş hate avakirin.


Di 4'ê mijdarê de hêzên YPG'ê li derdora bajarokê Cezza ya Til Koçer û Serêkaniyê

opersyonên şoreşgerî dan destpêkirin. Di encmaê de hêzên YPG'ê zêdeyî 100 gund û

bexçe ji çeteyan rizgar kirin.

Hêzên YPG/YPJ'ê bê navber evsaneyan di dîroka Rojava û Sûriyê de xêz dikin û roj li

pey rojê destkeftiyên mezin zêde dikin. Bi vê yekê hêzên navnetewî jî neçar man ku

hêzên siyasî yên Rojava re werin cem hev.

(dc)

You might also like