You are on page 1of 76

ARSİVA KURD 2 KOBANÊ-4

Amedekar: Bargiran

1
01/01-2015 a ye…

BERXWEDANA KOBANÊ KETE ROJA 108

Îro serê salê. Ji bo me Kurda serê salê û binê salê ferq nake. Li welatê me bi piştgiriya
dijminên me li Kobanê, li Şengalê şerekî giran pêk tê.
Hat ragihandin ku Şerê îro li Kobanê û Şengalê pêk
hatî ji şerê duh pir dijwartir bû. Şehîdên me hene. Lê
wendayê wan deh qata ji şehîdên me pirtir in.

YPG ragihand ku:Herêma Mekteba reş ji çeta hatiyê paqij kirin. 24 çete li Kobanê 24
hatin kuştin û 3 şervanên YPG'ê jiyana xwe ji dest dane.

Îro di roja 108 an de bi sedan welatparêza ser sala xwe li


sînorê Kobanê derbas kirin. Destûr nedan çeta ku derbasî
Kobanê bibin.

Şengal: HPG ragihand 'Pêngava Azadkirina Şengalê' ya di 19'ê Kanûnê de destpê kir,
dewam dike. Di çalakî û pevçûnên li taxên Sûka Jor, Sûka Jêr û Berberojê ên Şengalê
de 15 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.

Dîsa HPG ragihand ku hêzên wan Li


Şengalê 9 gorên komî ên Êzîdiya dîtin

2
Wêne:1- Mêrê xwe ji bo KCK ket girtingehê, lê wê 15 salin wênê mêrê xwe kiriye
dest xwe bi çalekî çalekî digerê.

Ji Mekteba Reş çend wêne

SEDAT SÛR - KOBANÊ/ANF01.01.2015 13:10:54/anf

Ji Mekteba Reş a ji aliyê şervanên YPG/YPJ'ê ve ji çeteyan hat paqijkirin, çend wêne...

3
4
5
6
7
8
9
10
11
02/01-2015 a ye

BERXWEDANA KOBANÊ KETE ROJA 110 an daye.

Belê şehîdên delal, daxwaza min a ji Xwedayê mezin a îsal ew bû ku rojekê pêşda
dawî li şerê Kobanê û Şerê şengalê zû
bê. Gelê Kobanê û Şengalê vegerê
wargehên xwe. Gelê Êzîdî di nava
jîyaneka giran li çiya û baniya bê nan û av, di bin baran û berfê de ne. Xwedê bibe
alîkara wan û wan ji dest zalima, xwînxwara derxîne-

*** Belê şehîdên delal, Berxwedana Kobanê ket roja 110 an. Şengal berve azadiya
xwe bi şervanên xwe rê digirê. Îro jî mêvanê sînorê Kobanê
hebûn. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Endamên Kongreya
Îslama Demokratîk (DÎK) û bi sedan kesên ji 7 salî heta 70'ê
salî bi zincîra mirovan berxwedana Kobanê di bin baranê de silav kirin. Lê xeberên
serkeftine tên. YPG ragihand û ji sedî 80 axa Kobanê di bin kontrola wan daye. Di şerê
dijwarî duh de 5 avahiyên çeta ketine dest gerîla. Di vî şerî giran de 24 çetê hatine
kuştin û 3 gerîlayên jin jî şehîd ketine.

*** Di şerê îro li Kobanê de YPG ragihand ku ërvanön wan ’ê li Kobanê wesayitekî
bombebarkirî teqandine 21 çete hatine kuştin.

12
*** Rûhê:Cenazeyê Sarûhan ê MLKP'yî ji nexweşxaneyê hat girtin

*** Cenazeyê şervanê MLKP'ê Ogûz Sarûhan (Algan Safîr) ê di berxwedana Kobanê
de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê bi sedan kesî ve ji
Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê hat wergirtin.

Di merasîma oxirkirinê de bavê şervanê MLKP'ê


cangoriyê Kobanê Sûphî Nejat Agirnasli (Paramaz
Kizilbaş) Hîkmet Acûn, Seroka Giştî ya ESP'ê
Sûltan Ûlûsoy, Alîkara Seroka Giştî ya ESP'ê
Fethiye Ok, Berdevka Meclîsa Jinên Sosyalîst
Fadîme Çelebî û rêveberên HDP û DBP'ê amade bûn.

Kerkûk: Li Telawirdê berpirsekî çeteyên DAIŞ’ê hat kuştin

Wêne:1- Em di sala 2015 an ji gelê xwe re saleka sekeftin vaad dikin.

13
Wêne: 2-Kobanî ji sedî 80 di destê hêzên Kurd daye.

Wêne:3-Dengê me bibhîzîn, divê li Kobanê korîdora insanî bê vekirin.

Wêne: 4-Dê û bav berxwedana zarokên xwe serbilind in.

Wêne:1- Li Cizîrê Hendek tên tijî kirin. Ew hendekan ji aliyê mîlîsên Kurd ve hatin
kolandin ji bo esker nekeve kolanê Cizîrê.

Wêne: 2- Ew hendekan tên tijî kirin. Dînar difroşin.

Wêne:3-Artêşa Îraqê derbeyên giran li DAIŞ ê dan 50 çeta hat kuştin.

Wêne: 4-DAIŞ qeçikên 9 salî bi 200

Wêne:1- Heyeta Imraliyê berfireh bûyî bi 5 nunera diçên Îmraliyê vê carê tevêî heyetê
Ceylan Bagriyanik jî heye.

Wêne: 2-Vê carê Ceyaln Bagiri yanik jî di nava heyeta Îmraliyê daye..

Wêne:3-Gerîlayê YPG Çelik ji aliya hezaran ve hat bin ax kirin.

Wêne: 4-Li Suryê di sala 2014 an de 76 hezar 21 kes jiyana xwe ji dest da.

14
Ji Çiyayê Şengalê wêneyên dawî

Ji Kameraya nûçegihanê me Botan Gulan kampên ku gelê Êzîdî têde dijî û zarokên
Şengalê

15
16
17
18
19
03/01-2015 a ye

BERXWEDANA KOBANÊ KETE ROJA 111 an daye.

Berxwedana Kobanê ket Roja 111 an. Paqijiya gerîlaya li dijî çeta li Kobanê dewam
dike. Lê bênamsa dawiya xwe naye. Îro di IMC tv e de dîmenên çeta çawa ji Kobanê
direvin hatin weşandin. Serkeftina Kobanê ji ya duh hê nêziktir e. Gerîlaya YJA STAR
Aryen Koçer ku di operasyona azadkirina Şengalê de cih digire, destnîşan dike ku ew
dixwazin tehdîta li ser gelan rakin û got; “Em şervanên eşqa welatê Edûlê û tolhildana
jinên Kurd in. Em ê bi gelê xwe yê Êzîdî re bin û heta rizgarkirina Şengalê têbikoşin.”

Bi vî rûhî Kurdê warî me duh 22 çetê li Şengalê Kuştin. “Ez qurban rûhî we)

Wêne: Gel ji gerîla re xwarine amede dike. Îro dora xwarine li wekila me ya Stanbolê
Sabahat Tuncel û wekîla Amedê Nursel Yadogdu bû.

Gelê Kurd bi eşqa welatekî serbixwe şehîdên xwe oxir dike. Dayik gazî dikin. Ma şirê
me li we helal be. Şehîdên welatê xwe

20
*** Şervanê YPG’ê Zagros Cûdî yê li Rojavayê Kurdistanê di şerekî li hember
çeteyên DAIŞ'ê jiyana xwe ji dest da, li bajaroka Pêncwîn a
girêdayî bajarê Silêmaniyê bi merasîmeke leşkerî hat veşartin.

*** Şer dewam e. Kurd her roj di nava merasîma oxirkirina şehîdê xwe dane. Serhad
Çelik li Amedê û şervanê MLKP Oguz Sauhan li Mêrdînê
oxir kirin. Oğuz Saruhan Mardin’de toprağa verildi.

Medya:

21
Wêne:1- Ger girê Miştenûrê bê destxistin Kobaniya ji çeteyên DAIŞ e rizgar bibe.

Wêne: 2-

Wêne:3-Petrolê Kurda ji Kerkûkê de dest bi heriqandine kir.

Wêne: 4-Berzanî ez ji Xwedayê dilovan dixwazim ew zilm û zordarî, tundi bi dawî


bibe.

Wêne:1- Balafirên Koalisyone 23 çetê DAIŞ e kuştin.

Wêne: 2-Li gor rapora Emniyetê, va ê polîsên PKK e.

Wêne:3-DAIŞ i ya êrîşa gund kirin.

Wêne: 4- Serleşkerê Tirkî derbasî aliyê Kobaniyê bûyî hat revandin.

Wêne:1- Qrîza rehînaya duemîn. Serleşkerê ku derbasî aliyê Kobanê bûyî li gor medya
hatiyê revandin.

22
Wêne: 2-HDP yên ku belavok belav dikirî ji aliyê polîs û faşistan ve hatin êrîşkirin

Wêne:3-Divê Misliman bi nirxên bawer dikin re bibin rû bi rû.

Wêne: 4-Ger ji HDP pêşniyarî bê ez dikarim li HDP e namzeta xwe nîşan bidim.

23
24
04/01-2015 a ye

BERXWEDANA KOBANÊ KETE ROJA 112 an daye.

Belê şehîdên delal, Berxwedana Kobanê ket roja 112 an. Li Kurdîstanê zivistaneka pir
dijwar heye. Li derva pîlka sermê -15 nîşan dide. Bi sedan
Kurdîstanî berbanga vê sibê li wesaitên xwe sîwarbûn hatin
Pirsûsê nobeta xwe ya sînor bigirin. Ji bo ku çeteyên Erdogan
derbasî Kobanê nebin. Ji wan re bibin mertel.

*** Li ba Romê reş listik pir in. Tê gotin ku duh serleşkerekî Tirkî derbasa aliyê
Kobanê bûye bi carekê re wenda bû. Tê gotin ku DAIŞ i ya ew revandiye. Ez bawerim
ew listika ji wek listika xwe ya ku 49 nunerê Konsolosa xwe ji aliyê çeteyên DAIŞ e
ve hatî revandine.

*** Dîsa di aynî rojê de eskerekî bi nasnama xwe Wanî ji ber sedemên nayê zanin hat
qetil kirin. Lê îfada dewletê ew bû. “ Bi hevalê xwe ve henek dikirine, çeka hevalê
xwe teqiyayê guleyek ji çeka hevalê wî li ser wî ketiye ew şehîd bûye.”

Şerê li Koban û Şengalê îro jî giran bû. Li gor daxuyaniyên YPG 13 çete li Kobanê
hatin kuştin. Gelek cebilxanê wan jî hatine destê serkirin. Min duh ji we re nivîsandibû
ku çeteyên ji Kobanê direvin hawara xwe dikin eskerên Tirka. Eskerên Tirk wan
doparêz in.

Şengal: Gelê Êzîdî xwe spartî çiyayê Sîncarê di nava şa bûnekê daye. Amedekariya
vegera warê pîroz Şengalê dikin. Rojên ku vegerin dihejmêrin ku vegerin Şengalê.
Gerilayên qehremanê hevbeş çetayên Erdogan/DAIŞ e ji bajer Şengaleyî pîroz paqij
dikin. Hat ragihandin ku li Şengalê 6 çete hatin kuştin û 2 gerîla jî jîyana xwe ji dest da
ne.

25
Îmrali: Heyeta Imraliyê dane sibê bi rêket û li keştiyê sîwarbûn û berva Îmraliyê rê
girt. Lê dewletê meterolojî dizanî ku li behra Marmarayê reşwa hewayê ne baş e. Dîsa
jî ew şandin.
Lê gor
rojnama
milliyet ew mirine filitîne ku
keştiya wan alaborê nebûye. Keştî
li nîvê rê vegeriyê. Ew
bênamûsiya bi zanistî tê kirin.
Wan dikarî ji wan parlementeran
re Helîkoterekî jî rakin. Balafirên
dewletê wek dolmişa di quna
serokwezîr û serok komar da ne.

Stanbul: Jinên Kurd, dayikên Kurd gava nan dipêtînin, Dew dikewin, li ber biroşê

kincayê giranê ji 20 kîlo rûdinin dilorînin, “Keko Semul/stanbûl bişewitê ji welêt dur
e. Bav û bira ji ba min birin kirin muacirê. Îro xebera reş ji min re hatiye dibêjin birayê
te miriye li nav Tirka ”

Wêne:1- Hevseroka HDP Yuksekdag.Em dê benda hilbijartina li Stanbolê hilweşînin.

Wêne: 2-Aqil medin me dengê xwe bidin me!

Wêne:3-Amedê, Stanbol di destê hev re bigirine aşitiyê bîne vî welatî.

Wêne: 4-Kongra HDP li Stanbolê.

*** Îro dîsa dengê Kurda, dengê Apociya li Stanbolê alanî da. Bi 10 hezara Kongra
xwe pêk anîn û tînine. Wê kongrê bi coş nîşanî me da ku ew sembola sekeftine ye.

26
Salon bi wêneyên Ocalan û şehîdên me hatibû xemilandin. Bi wêneyên şehîdê MLKP
li Kobanê şehîd ketibûn hatibûn xemilandin. Li salonê wêne Ibrahim Kaypakaya û
Deniz Gezmîş, Huseyin Înan, Yusuf Asalan Mahir Çayan hebû. Em li vir in ne ji bo
dewletê bi dest xwe xînin. Em li vir dewletê ji diza û en ku dixwazin dewletê bi dest
xwe xînin ji meclîsê paqij bikin. “Ji bo jiyana nû em azadiya xwe birêxistin dikin"

Li dû pêşkêşiya Civata Muzîkê ya BEKSAV'ê, wê bi 15 zimanan beşdar werin


silavkirin û dîwan bê hilbijartin. Piştî axaftina vekirinê wê Hevserokên HDP'ê
bipeyivin.

*** Gava ku wan şehîdên xwe oxir dikirin. Ji Ankarê de xeber ht ku serokê DEHAP e
berê Murad Bozlak jîyana xwe ji dest daye.

Murad Bozlak ji Kurdê Anadoliyê û ji eşîreta Reşûya yê. Di rojên pir dijwarê ku mirov
ji sîya xwe ditirsî rêvebirî û serokatiya HADEP e kiribû. Ez
rojekê li mala wî bûm mêvan. Gava sibê bû xanima wî ji me re
taşt e hazir kir, lê çavê wê sor bibûn. Min tu westyayî tê yî
xuyakirin. Çima? Kenî. Got ez hê raneketime. Ez hetanî serê sibê li ber serê serok
nobetê digirim. Ber mala me û paş mala me ji nunerên MIT e û faşistên MHP tijiye.
Gava ku meqam ereba wî dihat ber malê wî bibe avahiya HADEP e. Seycanê xwe diçû
hundirê erebê û binê erbeê kontrol dikir ka faşista bombe kiriye hundirê erebê an na.
Lê Murad goreva xwe bi ser firazî bir serî. Di sala 2 hezaran de bû wekîlê gelê Kurdî li
Edenê dijî.

Lê dewleta Tirk serokbûna wî rêvebiriya wî ya di nav partiyê de hezm nekir. Ew tirsin


ku Kurdên Anadoliyê bi serokatî û rêvebiriya wî ji dest wan here. Serî li qomployan
da. Di sala 1994 an de êrîşa bi çek birin ser Parêzer Faik Candanê di nava HEP e de
ciyê xwe girtibû. Faik Candan Ji Kurdên Anadoliyê bû.

27
Pişt re êrîşa çekî li dijî Murad Bozlak pêk anin. Lê xanima wî Seycanê xwe avêtibû ser
wî ew ji mirine xelas kir. Îro Murad Bozlak xatirê xwe ji me stand bi 6 guleyên
dijmine di bedana wî da çû ser dilovaniya xwe.

Wêne:1- Dîmenên ku çetê DAIŞ e ji Kobanê direvin û tên spara xwe dikin eskerên
Tirka.

Wêne: 2-Ji xeynî Kobanê herder ji bo me cehnemê.

Wêne:3-Ji bo Serleşkerê hatî revandin sevqiyata eskerî. Ez bawerim listikeka Tirka ye.

Wêne: 4-Di demên pêş me de dibe hinek dewletê Kurd bên avakirin.

28
Wêne:1- Apê nemir kurê xwe yî 3 emîn jî li êniyê.

Wêne: 2-Birayara AKP dê pêşeroja Tirkiyê tayin bike.

Wêne:3-Heyeta Îmraliyê li nîvê rê vegerî.

Wêne: 4-Ji ber mixelefeta Hewayê neçûn Îmraliyê.

Wêne:1- Ji bo ku devê wî vekiribûye dozger ew wek probaganda rêxistine bike ceza

kir.

Wêne: 2-Hetanî xweseriya demokratîk li Şengalê pêk nayê, Şengal naye fikirandin.

Wêne:3-Ji Suidî Arabistanê jî vekirina Kurdîstan. Suidî Konsolosa xwe li Hewlerê


veke.

Wêne: 4-Çeteyên DAIŞ e gava ku balafira Iranê birêvîne hat girtin.

Wêne:1- Heval Zekî ji aliyê 10 hezaran ve hat oxir kirin.

29
Wêne: 2-Pêşmrgeyên li Kobanê nobeta xwe dewra hevalên xwe bikine.

Wêne:3-Serokwezîrê Îraqê yî berê Malîkî dibêje, qet ti hêz nikarin DAIŞ e bidin
sekinandin.

Wêne: 4

30
05/01-2015 a ye-

BERXWEDANA KOBANÊ KETE ROJA 113 an daye.

Berxwedana Kobanê ket roja 113 an lê dengê serkeftine YPG, dengê azadiya Kobanê
tê guhê me. Kobanî di demeka kin de bê azad kirin. Demeka
kin! Kîngê? Biqasî pêçiyên desta.

*** Di şerê Kobanê yî îro de YPG ragihand ku wan li Kobanê û derdorên erêkaniyê 19
çete kuştine û termê 5 çeta ketiyê dest wan. Gelek muhûmatê
şer ketine destê wan.

*** Li aliyê din Çeteyan, li gundê Bîrekor û Hemtotîk 14 Kurdên sivîl revandine û
îddîa kirine ku ew tevlî YPG bûne û wan li dijî wan şer kiriye. Li gundên Bîrekor û
Hemtotîk ên 40 kîlometre li rojhilatê Kobanê ne û hebûna DAIŞ’ê qebûl kirine, ji ber
ji gund kesên di nav YPG’ê de jiyana xwe ji dest dane hene û bi sedema çek li gel wan
hene 14 ciwanên Kurd ên sivîl ji aliyê çeteyan ve hatin esîr hatin girtin.

*** Şengal: hat ragihandin ku li Şengalê jî pevçûnên giran didomin. Gelek çete
hatine kuştin.

Li aliyê din keç û jinên ku di nava Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ)'ê de cih
digirin, yekem civîna xwe ya xweser li dar xistine. Jinan di encamnameya civîna xwe
de avakirina Yekîneyên Parastina Jin-Şengal (YPJ-Şengal) ragihandin. Li gorî
encamnameya civînê jinên Êzîdî ku di nava refên YBŞ’ê de cih digirin, ji niha û pêve
wê wek YPJ-Şengal têkoşîna xwe bidomînin. 27 jinê Êzîdî û 17gerîlayên YJA

31
Wêne:1- Ji Berzanî re ciyê Bexdadî hat nîaşndan

Wêne: 2-Ji bo ku pêşmêrgê hêzên xwe bikin yek gava ewil.

Wêne:3-Poşmaniya serok komarê Fransa Hollender. Divê me jî di wî şerî de ciyê xwe


bigirta.

Wêne: 4-DAIŞ i ya butça xwe ya 2014 an ragihand- 2 mîlyar dolar.

MURAD BOZLAK ÇÛ SERDIOLVANIYA XWE …..

Em Kurd 112 rojin her roj dengê mirine dibhîzîn û bi wî dengî ji xew hîşyar dibin.
Dengê mirine ji şengalê, ji Kobanê, ji Cizîrê, ji Amedê, ji Wan ê tê. Hê me heftê ku
derbas bûyî 2 ciwanên xwe li Amedê bi destê HUDA-PAR e Erdogan şehîd dan.

Wêne:1- Birêz Bozlak bedelên giran dan

Wêne: 2-Serokê dema bi ba û bahoz bû. Lê xar nebû. Têkoşîneka bêhempe da.

32
Wêne:3-Li Ankarê ji bo Bozlak torên bê kirin.

Wêne: 4-Li gor daxwaz û wesiyeta Bozlak torên ne li ber meclîsê, li ber avahiya HDP
e bê kirin.

Belê, gotinek heye dibêjin tê bêyî mirniyê ji me re bûye qeder, her roj me yî di darê
meyitan re girtiyê bi 10 hezara şehîdên xwe oxira goristên dikin û wan di wê axê sar
de veşer dikin. Elbet, şerê serxwebûn azadiyê ne hêsan e. Azadî û serxwebûn bê bedel
nabe. Îro keçikên me bi kezîyê li ber bûkaniya xwe li Şengalê û li Kobanê şehîd
dikevin. Ji bo ku nekevin destê DAIŞ i ya guleya dawî ji xwe re vedişerin.

*** Duh me me miriniya serokê HADEP ê Murad Bozlak bîhst. Em gelek xemgîn
bûn. Ez dibêjim ma serê 30 mîlyon Kurd sax be. Serê eşîrta Reşûya xweş be.

Hevalê Murad nêzika du salanê ji nexweşxanek diçê nexweşxaneyeka din ji bo ku


derman bibe. Lê gava ku ji nexweşxanê derdiket diçû Edenê, Konyayê û bajarên me
din, tevlî konfernas û kongra dibe.

*** Min ji wî carekê got, serok tu nexweşî çima tu diçî ciyên dur e. Li mal bimîne
nexweşîya te rê nade.

-Kekê Hesen me serê xwe da ye ser vê riyê pîroz. Em li ser vê riyê pîroz jî bimirin.
Xemneke.

*** Rast e. Bozlak mirovekî bi cesarat bû. Xwediyê kesayetiyeka giran bû. Di sala
1990 an da Murad kirasê CHP bi qirêj ji xwe kiri. Got, ew ne kirasê bedena min e. Ew
ne kirasê bedene gelê Kurd ê, ew ne kirasê bedena eşîreta Reşûya yê. Kirasê Kurdayî ji
agir li bedena xwe kir. Bi rastî jî kirasekî ji agir bû.

*** Di sala 1990an de nava Partiya HEP- DEP e de erka pîroz girt ser miê xwe. Di
wan salên1990 an û 91 an de tu bêjî ez Kurd im û mafê Kurda yî perwerde û çandî
dixwazim ne kerê her mêxwezekî bû.

Birêz Bozlak bi cesarat û bi şehsiyeta xwe bilind çû ser dijmin.

33
*** Ez rojekê li mala wî bibûm mêvan. Qimeteka giran da min. Em li seat 12 êvarî
ketin nav nivînên xwe jina Murad Seycan Xanim hat ba min got, Kek Hesen tu wan
mirovên li derva dibînî, ew hemû nunerên MIT e û Faşistên Tirka ne. Ew bi şev û roj
mala me dişopînin. Kê tê û kî diçe. Em behsa çi dikin û bi kê re têkiliya datînin. Ji ber
we em di mala xwe de behsa siyasetê nakin. Ji ber ku her çar aliyê me tên guhdar kirin.

*** Bozlak Sempatiyeka giran li ser gelê Kurdên Anadoliyê cîhştibû. Her kurdekî
welatparêz behsa wî dikir. Murad Bozlak bûyê serokê HADEP e.

*** Dewleta Tansû Çiler û Dogan Gûreş bi vê sempatiyê hesiya bû. Di sala 1994 an da
biryara kuştina wî û Kurdên Anadoliyê da ku wan bide tirsandin.

*** Di sala 1994 an bi fermî hatin ber mala parêzer Faik Candan rêvebirê HEP e ew
birin qereqol û pişt 10 roja cesetê wî li qeza Balê li keleka rê hat dîtin. Ew ciya bi
zanistî bijartibûn. Li wê herêmê gelek Kurd hene.

*** Piştî vê kuştine dor hatibû serokê HADEP e Murad Bozlak. Ew mirovên ku Faik
Candan qetil kirî vê carê ereba xwe li ber mala Bozlak perq kirin û çûn mala serokê
HADEP e Bozlak.

Li derî xwistibû jina birêz Bozlak Seycanê derî vekiribû.

-Em dixwazin bi Bozlak re hevdîtinekê pêk bînin.

-Çima, çiyê mijara wê hevdîtina we?

-Em ji emniyetê tên. Ji wî pirsa pirs bikin.

Gava ku siya Bozlak ji wan ve xuya bû. Carcurek bi ser wî de berdana berdidin.
Xanima Murad Seycan Xanim xwe
diavêje ser Murad, wî ji hinek gula
diparêz e.

Lê bi wê helwesta wê şaş dibin, ji Tirsan re gelek guleyan vala berdidin 5-7 gulê li
bedena wî ketibûn. Seycana hema Murad di nexweşxanê gihand û ew girtibin bin
amelîyatê. Birêz Bozlak ji mirniye xelas bibû. Hê di bedena wî 4-5 gulê hene. Lê Kek
Murda ji wan netirsî, dîsa dest bi erka xwe ya pîroz kir….
34
*** Tansû Çiler û hevalên wê vê carê jî li Kongra HADEP provakasyona alê pêk anin
û ew i bo wê 8 meha li girtingeha Haymanê girtin.

*** Min bi gelek kesî re gotibû, em herin serdana birêz Bozlak li Girtingeha Haymanê,
lê ti kesî nediwêrî. Digotin, “Tu jî ber me hemûyan ve here”

Hevalekî bi navê Celalê Horî, ez birim Haymanê her der tijî esker û polîsên sivîl bû.
Nasname me ji dest me girtin, me serdan bi qasî 15 deqiqa pêk anî. Ew gotina wî
mêrxwazî di guhê min daye. “ Mazlum teslim bû ku ez teslim bibim”

*** Birêz Bozlak baweriyeka xwe ya giran li ba Ocalan hebû. Ocalan bi wî gelek
bawer dikir. Gilî û gazînên xwe bi wî re dikiribûn.

*** Lê daweta Kurê Murad Rûken Ocalan xwişka xwe Fatma û birayê xwe Mihemed
wek şanday şandibû gundê wî.

*** Li ser daxwaza Ocalan Bozlak bibû wekîlê Edenê.

*** Nexweşiya kanserê/pencêreşê ji pîsta wî nebû. Ew bir. Kurd ê wî hertim bi bîr


bînin.

*** Di sala 2000 an de ez bi wî re gelek çûm gelek bajarên Kurdîstanê. Dersimê,


Xarpitê, Rûhayê, Boz Ovayê û gelek dewerên din. Min ji gel ew gotinan dibhîst in.
“Serokekî ji nav gel derketiye” Ji wî pir hezdikirn.

Di doza mina çêkirina gora Ayşê Şan de ji min re gelek bû alîkar. Ez şandim Edenê
cem parêzera Reşûya.

Ez te bi dil û can bi bîr tînim.

35
Hevserokên KCD’ê Selma Irmak û Hatîp Dîcle, Hevserokên HDP’ê Selahattîn
Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, Hevserokên Giştî yên DBP’ê Emîne Ayna û Kamuran
Yuksel, Hevberdevkên HDK’ê Sebahat Tuncel û Ertugrul Kurkçu, Şaredarên me
amedebûn.

36
37
38
39
06/01-2015 a ye-

BERXWEDANA KOBANÊ KETE ROJA 114 an daye.

Bi sedan nobedarên li gundên Mehser û Miseynterê hatin cem hev, li gel dengê çekan
ê ji bajêr tê, bi dirûşman berxwedêrên Kobanê silav kirin.

Di roja 114. a berxwedana Kobanê de, operasyona YPG/YPJ'ê ya paqijkirina bajêr ji


çeteyan dewam dike. Li gundê Mehser û Miseynter ên li ser sînor jî, çalakiya nobedê
bi coşa operasyona paqijkirinê dewam dike. Tevî hewa sar jî bi sedan kes li gundên
Miseynter û Mehserê hatin cem hev û bi çalakiya zincîra ji mirovan re, berxwedana
Kobanê silav kirin.

Şaredariya herêma 10’emîn pankarta her sê jinên şoreşger daliqand

Şaredariya herêma 10. a Parîsê, ji bo bîranîna her sê jinên Kurd ên şoreşger ên 9’ê
Çileya 1013’an di encama sûîkastekê hatin qetilkirin, li avahiya şaredariyê pankarteke
mezin daliqand.

40
Hat ragihandin ku rojnamevana Hollandî Frederîke Geerdînk a ji ber şîroveyên xwe
yên bi rêya Twîtter ji aliyê ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna bi Terorê ya Midûriyeta
Polîsan a Amedê ve hat binçavkirin, hat berdan.

Wêne:1- YPG û YPJ tanqa Çetaya rûxand/şewitand.

Wêne: 2- Li Stanbolê êrîşa bombeyî polisek mir.

Wêne:3- Ji sedî 80 axa Kobanê di destê Kurda da ye.

Wêne: 4-Balafira DAIŞ e bê mirov hat xistin.

Wêne:1- Li ser rûyê dinyayê wek çepemeniya Tirkiyêti çepemenîyên azad tunen.

Wêne: 2-Mirovê ku gulê barandi ser çalekvanê Kobanê serbest ma.

Wêne:3- Rojnamevana Hollanda li Amedê dijî hat binçav kirin

Wêne: 4- Gava ku wezîrê Hollandî bi Erdogan re hevdîtin pêk dianî, girtina


rojnamevanê Holaandî wek bombekê li masê ket.

41
06/01-2015 a ye

BERXWEDANA KOBANÊ KETE ROJA 114 an daye.

Ez her roj dinvsînim û dibêjim şerekî giran li Kobanê û Şengalê heye. Min duh ji we re
nivîsandibû ku azadiya şengal û Kobanê ne dur e, nêzik e. Lê tê bêyî çetê ji nava
xaliyê, axê derdikevin bi can û rûh dibin. Hatragihandin ku duh di bin şevê re di bin
sîwana eskerên Tirk de gelek çetê derbasî Kobanê bûne. Çetê bi Ambulansa birine
Kobanê.

*** Belê, şerê Kobanê ket roja 114 an. Navenda YPG destnîşan kir ku pevçûn bi
dijwarî dom dikin û heta niha tangek û 2 wesayîtên çeteya hatine rûxandin. Îro jî bi
sedan kes mêvnê gundê Mahser û Miseynter bû. Bi çalekiyên xwe zincirî berxwedana
Kobanê silav kirin

*** Kantona Cizîrê: Navenda Çapemeniya YPG’ê ragihand ku li herêma Cezaa ya


Kantona Cizîrê, di encama çalakiyên YPG’ê û pevçûnên bi çeteyan re de, 5 çeteyên
DAIŞ’ê hatine kuştin û 4 jî birîndar bûne. Navendê diyar kir ku şervanekî YPG’ê jî
jiyana xwe ji dest daye.

*** Şengal: Fermandariya HPG'ê ya Şengalê & Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê dan
xuyakirin, ku di pevçûnên li Şengalê de 1 jê serçeteyê bi navê Ebû Fellêh 8 çeteyên
DAIŞ'ê hatine kuştin.

*** Duh hevşaredariyên Qosarê girtin binçava hetanî nîve şevê li ba xwe girtin pişt re
ew hatin berdan.

Îro jî avêtin ser şaredariya Batan Elihê 9 kes ji bo ku tevli


pêvçûnên 6-7 cotmehê bûne û ji Ocalan re azadî xwastine û
probaganda rêxistina terorîst kirine hatin binçav kirin. Hevşaerdariya Batmanê
Gûlûstan Akel

*** Hollandî Fredericea Geerdink 8 salin li Amedê dijî/jîyan dike hat binçav kirin. Li
wê demê mêvanê Erdoganî Hollandî li çavê Erdogan nêriyê. Ew çiye? Lê ew di

42
demeka kin de hat berda, Fredericea ji serokê Konsolosa Hollanda re spas kir ku ew
pişt wê bûye. Fredericea li ser Kobanê kitebek nivîsandiye û meqelê nivîsandine û bi
Cemîl Bayik re hevdîtin pêk aniye.

*** Parîs: Îro 6 çile yê. Kurd xwe ji qetliyama 2 sala di ber vê li Parisê li ser 3 jinên
têkoşer, şoreşgerê Kurd pêk hatî ku dewleta Fransa şemezar bikin re xwe amdedikine.
Ew qetliya me ji aliyê Qontrayên Tirk û faşîstên BBP bi destê Omer Gunay ve pêk
hatibû. Bila qetîl bên eşkerê kirin.

*** Lê piştgiriya dost û hevalên me Parîsê hebû. Qetil bên dîtin! Şaredariya herêma
10’emîn pankarta her sê jinên şoreşger daliqand

Şaredariya herêma 10. a Parîsê, ji bo bîranîna her sê jinên Kurd ên şoreşger ên 9’ê
Çileya 2013’an di encama sûîkastekê hatin qetilkirin, li avahiya şaredariyê pankarteke
mezin daliqand.

43
Di pankarta mezin a wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li ser,
nivîsa "Ev her sê jinên milîtan 9’ê Çileya 2013’an li herêma 10’emîn a Parîsê hatin
qetilkirin” heye.

*** Rejîma Îranê îro li girtîgeha Urmiyê Kurdekî din bi darve kir. Li gorî agahiyên ji
çavkaniyên herêmî yên li Urmiyê hatin wergirtin, mehkûmê bi navê Sabir Muxlîd
Mavane yê duh ji hucreya xwe ya yek kesî hat wergirtin, îro ber destê sibehê hat bi
darvekirin.

Eyşê Efendî li Silêmaniyê xeleta Sakîne Cansiz werdigire

Hevseroka Meclisa Gel a Kantona Kobanê û hevsera Salih Mûslim, Eyşê Efendî li ser

navê jinên tekoşer yên li Kobanê xelata 2015 ya mafên mirovan û jinan werdigire.
Xelat ji aliyê Rêxistina Jinên Azadîxwaz ên Kurdistanê (RJAK) ve wê were pêşkêş
kirin.

44
07/01-2015 a ye-

BERXWEDANA KOBANÊ KETE ROJA 115 an daye.

*** Belê şehîdên delal, min duh ji we re nivîsandibû Kurd xwe ji qetliyama Parîsê re
mede dikinö ku wö qetliyamöërmezar bikin wekä hån jä dizanin 2 sala di ber ve li
Parîsê 3 jinên Kurdê têkoşêer ji aliya MIT û Qontra Tirk ve hatibûn qetil kirin.

Lê, vê sibê em bi xebereka din a reş a ji Parîsê hatî hîşyar bûn. 3 kesên oldar ketine
hundirê avahiya Kovara Charlîe Hebdo 12 kes qetil kirin. ji wan 4 qarîkaturisê kovarê
bûnê, jê 2 polîs û 6 xebantkarên kovarê qetil kirin.

Çima?

Wê bi pexemberê me henekên xwe kirine û qarîkatorê wî weşandiyê û we heqeret li


Pexemberê me kiriye. Ew bûyarê wek nûça dawiyêli dinyayê belav bû. Tirkiyê jî ew
rûreşiya şermezar kir, lê bi serê lêvan şermezar kir. Wek şîreta bde Parîsê ”Em bi

salanê bi dostên xwe Ewrûpa re dibêjin, bên em digel terorê bi hev re kar bikin. Lê
guh nedan ser me. Îro teror li deriyê wan e.”

Wêne: 1-Li Cizîrê Umut Kurt hat kuştin, çalekvana bomba zindî li stanbolê xwe
teqand, gelek polîs birîndar yek jê mir…… 4 wekîlên Erdoganê ku dizî kirî hatin rûspî
kirin. Erdgan dîsa wek ewrên vikvala axivî. PKK e çiyê PYD jî ew ê. Herdu jî terorîst
in. Qetliyaa parîsê

45
*** Li Parîsê komkujî: 12 mirî

Li paytexta Fransa Parîsê, li dijî buroya kovara mîzahê Charlîe Hebdo êrîşa çekdarî
pêk hat û di êrîşê de 2 jê polîs herî kêm 10 rojnamevan bi giştî 12 kes mirin û 5 jê
giran 10 kes birîndar bûn.

Di saet 11.30 du êrîşkarên rûyê wan bi maske pêçandî, ku çekên AK47 di destê wan de
bûn, ketin avahiya li kolana Nîcolas Apper a li herêma 11. a Parîsê. Her du êrîşkaran
di destpêkê bi du polîsên li ber avahiyê bûn re ketin pevçûnê û du polîs kuştin. Piştre
ketin hundirê avahiyê.

*** Şerê Kobanê ket roja 115 an. Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin, ku
çeteyên DAIŞ'ê yên derbên giran ji YPG/YPJ'ê dixwin duh tevahiya şevê bi çekên
giran, panzeran û hêzên xwe yên taybet êrîşek berfireh birin ser Kobanê. Navendê
diyar kir ku ev êrîşa çeteyan hat şikandin û di encamê de 58 çete hatin kuştin.

*** Çeteyên DAIŞ’ê bi wesayîta bombebarkirî êrîş kirin Hewldana bi wesayîta


bombebarkirî ya çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê Hêzên Berxwedanê yên Hevpar ve hat
ferqkirin û wesayît hat rûxandin.

*** Şengal: HPG û YBŞ’ê diyar kirin ku di operasyonên li Şengalê dijî çeteyên
DAIŞ’ê de herî kêm 17 çete hatine kuştin. Di şer û pevçûnan de 2 gerîlayan jiyana xwe
ji dest dane.

46
47
08/01-2015 a ye-

BERXWEDANA KOBANÊ KETE ROJA 116 an daye.

Belê Paris dişewit e, Parîs bi şehîdên xwe digirî, 3 roj şîn li Parîsê hat îlan hat kirin. Li
hemû Ewrûpa, Amerîka û Rusya li dijî vê
çalekiyê ku li Parîsê pêk hatî şermezar
kirine li dijî vê bûyarê reş hene.

Lê Parîsê bersiv da çeta. Em li hember terorîstên El- Qaîdê teslim nabin. Lê şa bûnek
di nava Çete yên DAIŞ e de heye. Meriv wê şabûne li Tirkiyê jî bi rengekî zelal
dibîne.

Belê, hinek dewletên dinyayê wek Îraq ê li hember vê terorê şabûnek nîşan didin.
Tirkiyê ji dinyayê fedî dike bêje baş bûye! Profesorê Fransî got, “helwesta Tirkiyê li
dijî vê bûyarê em şoq kirin” Lê piştî vê axavtine Tirk derketin bûyar şermezar kirin.
Wan kesan bi Îslamiyetê re ti têkiliyên xwe tunen. Ew jî ne îslam ê.

Belê, zivistaneka giran heye li welatê me. Nêzika 250 gundî ji berfê riyên xwe girtine
û tekiliya xwe ya dinyayê qut bûye. Dewleta Tirk elektirîk li ser wan birî ye. Giraniya
wê zivistanê giran xwe li Kobanê û Rojava jî hîs dike. Şerê Kobanê ji ber wê zivistanê
piçek kêm bûye. Lê şer heye!

*** Li gor daxuyaniyên YPG e 9 Kobanê 9 çete hatin kuştin.

*** Şengal: Şervanê YBŞ daxûyani da medya Kurda got "Xwîna me birije jî lê em ê
Şengalê, em ê xaka xwe azad bikin." Gazî Şervanên YBŞ ûYPG n banga ciwanên
Êzîdî ya “eger hûn dixwazin vegerin Êzîdxanê bila bên tevli YBŞ bibin.”

48
13/01-2015 a ye-

BERXWEDANA KOBANÊ KETE ROJA 121 an daye.

Belê şehîdên delal, berxwedana Kobanê ket roja 121 an. Bi sedan Kurd hatin sînorê
Kobanê berxwedana Kobanî silav kirin. Di şerê îro de li Kobanê 9 çete hatin kuştin.

Li Şengalê çalakiyên suîqestê


Fermandariya HPG'ê ya Şengalê & Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê dan xuyakirin, ku di
çalakiyên suîqestê yên li Şengalê de 2 çeteyên DAIŞ'ê hatin
kuştin.

Wêne:1- Ger ez bimirim min li Kobanê veşerin.

Wêne: 2-Em ê pêxas vegerin Kobanê.

Wêne:3-Li Stabolê ji bo çeteyê DAIŞ e li Parîsê hatî kuştine nimêja cenazê hat kirin.

Wêne: 4-500 zar û zeç jin û pîrên Êzîdiyê hatî revandin ji dest çeta hatin rizgar kirin.

49
Wêne:1- Va jî Qesra AKP ye.

Wêne: 2- Em ê li dawiya dawî ala Tirk li Qandîlê danin.

Wêne:3-Ji bo tasek şorbê bi sedan zarok di dorê da ne.

Wêne: 4-Polîsê Erdogan êrîşa konê şîne kir.

Wêne:1- DYA ragihand ku pêşmerga Efsaneya DAIŞ e bi dawî kir.

Wêne: 2-Wekila Alman li serdana Kek Mesût e.

Wêne:3-Almanya ji bo pêşmêrga balafira taybet.

Wêne: 4-KCK daxuyani da got, mirinen li zindana cînayetê.

50
14/01-2015 a ye-

BERXWEDANA KOBANÊ KETE ROJA 122 an daye.

Belê şehîdên delal, wekî duh tê bîra min serokwezîrê Tirk bi navekî din Sultanê, Xelîfê
Tirka Erdogan 10 sala di ber vê bi bi serok dewetê Israîlê re gotibû, “Hûn zaroka
dikujin” Wê gotin
wî alaniyeka giran
û eleqeyeka mezin
dît bû. Gotin li
dawiyê mirovek
an serokekî li dijî
Israilê derdikeve
dibêje, hûn zaroka
dikujin heye. Wê rojê Ereba ew wek lehengekî nîşan da.

Lê lêhengiya wî pir neajot baqirê xwe zû derket meyedane ku ew derewa dike. Piştî wê
gotine xwe bi serok Îsrailê re gotîbû li Kurdîstanê welatê me bi
dehan zarokên Kurd hatin kuştin, 2 hefta di ber vê li Cizîrê
Umit Kurt 14 ji aliyê polîsên Erdogan ve hatibû qetil kirin. Lê
hema derew kirin rêzê gotin wî xwastiyê ku polîsa gulê baran
bike.

*** Li Izmîrê Baran Tursun kuştin ne kes hat girtin û ne suçdar hat dîtin. Malbata
Tursun suçdar hat dîtin û dadigehê ji malbata Tursun mesrefê
mehkemê û maîşa Polîsê xwastin. Bavê Baran got zarokê me
kuştin niha dixwazin bi perê me xwîna kurê min bistînin.

51
*** Dîsa li heftê derbas bûyî, dadigehê doza Ceyla Onkol bi
dawî kir û suçdar malbat hat dîtin dadigehê 28 lîra ceza li
malbatê birîn.

*** 3 sala di ber polîsa xwendevanê Unîversitê Şerzan Kurt polîsa kuşt in, doza hê bi
dawî nebûye. Her care doze neqila dadigehek dikin.

*** Îro dîsa li Cizîrê zarokekî 12 salî bi nave Nihat Kazanhan ji aliyê polîsê Erdogan
ve hat qetil kirin. Mirovekî Cizîrê dibêje;
“Sosyal aktiviteta me rakirina cenazê me
ye. Em her roj qurbana didin, em her roj
cenazê şehîdên xwe radikin.”

II

Belê berxwedana Kobanê ket roja 122 an. Şer berdam e. Resûl Karahan (Nûh Ciwan)
ê di Komîteya Şehîdan a Mexmûrê de cih digirt li Cizîrê bi merasîmeke girseyî ber bi
rêwîtiya bêdawî ve hat oxirkirin.

*** YPG ragihand ku li Kobanê 14 çete kuştin.

52
Almanya: Welatiyên ji Ewrûpa li ser xaka Tirkiyê re tevlî çeteyan dibin. Serokê
rêxistina polîsên Ewrûpa diyar kir ku di navbera 3-5 hezar
welatiyên Ewrûpa peywendiya wan bi grubên radîkal yên
îslamî ve hene. Herwiha serokê rêxistina îstîxbarata Almanya
yê jî got: “Zêdetirî wan hemwelatiyên Ewrûpî li ser Tirkiyê re diçin Sûriye û Iraq,
peywendî bi wan grûban datînin.”

Wêne:1- Qrîkarorê Hz Mihemed. Ji wê kovarê re weşana qedexeye derket.

Wêne: 2-El Qaîda Yemenê bûyara Parîsê girt ser xwe.

Wêne:3-Rojnama Cumhurriyetê ku qarîkatorê Hz Mehemed weşandî cemaat lê xwe dî


derket

Wêne: 4- Yuksek, Kurd li Rojhilata Navin bûne hêviya xelasiya gelan.

Wêne:1- Li Cizîrê zarokekî din î 12 salî ji aliya polîsê Erdogan ve hat qetil kirin.

Wêne: 2-Em dibin şahîdê serhildana gelê Cizîrê çawa li dijî terora dewletê serî
heltanin.

Wêne:3-14 DAIŞ î hatin kuştin û 5 YPG li jî şehîd ketin.

53
Wêne: 4-Karahan li Ciziîrê hat bin ax kirin.

Wêne:1- Serokwezîr Tirk Kurdîstana serbixwe li herêmê ava bibe ji me xeteriyê.

Wêne: 2-Amerîka bersiveka tuj da axavtina Erdogana ji bo Israîlê.

Wêne:3-Berdevka wezîrê dervayî Tirkiyê,em piştgiriyê didin weşandin wêneyê Hz


Mihmed. Azadiya çepemeniyê.

Wêne: 4-Berzanî diçê Almanya

Wêne:1- Ramanên me divê Kemalîst jî biparêz in/ parêzî

Wêne: 2-Êdî bijî serok Apo jî ne suc e.

Wêne:3-Serokê Emniyeta nuh yî Cizîrê ji kuştina mirovekî berpirsiyare ji bo wê ew ji


aliya dadigehê tê xwastin bê girtin.

Wêne: 4-HDP komisyona bi gelan re bê rû kirin xwast.

54
55
56
57
58
59
15/01-2015 a ye

BERXWEDANA KOBANÊ KETE ROJA 123 an daye.

Berxwedana Kobanê ket roja 123 an. Şer dewam e. Îro mêvanê Pîrsûsê ji Kanadayê
endamên Komeleya Mafên Mirovan û Aştiyê ya navneteweyî, Hunermend Aynûr
Dogan, ji Elmanyayê endamên Federasyona Karkerên Tirkiyeyî, Hevşaredara Pirsûsê
Zûhal Ekmez û bi sedan welatparêzên ji herêma Kurdîstanê cuda cuda hatibûn hebûn,
jî di çalakiya zincîra ji mirovan de amade bûn. Berxwedana Kurda silav kirin. Hat
ragihand ku çeta Erebeyek ji bo teqandine amed kirine. Lê ew ji aliya gerîla ve hatiyê
îmha kirin.

*** Belê Cizîrê dekelê. Berxwedana Cizîrê hêviyeka giran dide gel Kurd Cizîrê li dijî

terora dewletê bûne mistek- Li kolana xendek hatine kolandin, li kolana nobet tê ne
girtin. Îro bi 10 hezara cenazê Kazanhanê 12 salî oxira gorîstanê şehîda kirin. Li
Cizärö provakator li ser kar in, dewleta Kur li ser kar ê. Rêxistina Huda – Parê li ser
kar ê. Di nava hersê organîzasyonan de têkiliyên giran hene. Ew ne ramana min e. Ew
ramana rayagiştiya Kurd e.

60
Ji bo wan bûyar û provakasyonan heyeta Îmraiyê bi şewirmed û cîgirê serokwezîr
Yalçin Akdogan re hevdîtin pêk anin.

Wêne:1- Mesût Berznî tevlî civîna Aboriyê Davosê dibe.

Wêne: 2-i wî welatî yi kes li Efendiyê me Hz Mihemed rûreşiyanake.

Wêne:3-Pêşmêrgê li ser rîya Kobanê ne.

Wêne: 4- Cadeya 4 emîn ji DAIŞ i ya paqij bû û 14 çete hatin kuştin.

61
62
16/01-2015 a ye

BERXWEDANA KOBANÊ KETE ROJA 124 an daye.

Belê şehîdên delal, Berxwedan û şerê Kobanê ket roja 124 an. Îro jî şerekî heye.
Wezîra Almanya li Kurdîstana Başûra wiha dibêje; “Me
hêviya xwe kiriye hêzên Kurd.“Bi tenê hêzên Kurd dikarin li
dijî çeteyên DAIŞ bi serkevin.
Niha DAIŞ bûye bela sere Ewrûpiya heftê borî li Parîsê 17 kes ji Aliya çetê El Qaîdê
ve, îro dîsa mirovekî El- Qaîdê êrîşa postaxana Parîsê kir 4 kes rehîn girtin. Polîs12
kesên bi nasnama Islam hatin binçav kirin.
Li aliyê din Senatorê Fransî: Bila PKK ji 'lîsteya terorê' bê derxistin. Fransa piştgiriyê
bide PKK/YPG
din saLê Almnya 2 mirovên Tirkê têkiliya xwe bi DAIŞ e re hebûne hatin girtin.
*** Li Belçîkayê jî 2 mirovên El – Qaîdê hatin kuştin 13 binçavkirin

*** Belê, îro jî bi sedan kes li sînorê Kobanê bûn şerê qehremanê Kurd silav dikirin.
Gava ku gelê Kurd li sînor bû xeber hat ku DAIŞ’ê gundê
Pirsûsê bombebaran kirine. Bi çekên giran êrîşa Gundê
derdora Yarmukê kirine. Ew nûça ji aliyê medya Tirk ve jî hat
rast kirin. ”Terorîstê DAIŞ bi hêzên teqwiyê û bi çekên giran
êrîşa Kobanê kirine”

*** Li Kobanê kamyonek bombebarkirî ji aliya gerîlan YPG YPJ ve hatiy teqandin

*** Şengal: Şengal ber ve xweseriya Demokratîk ve diçe. Duh Şengalî li hev kom bûn
rêvebiriya xwe ya xweserî ava kirin.
Gava ku wan xweseriya xwe îlan dikirin hevalên wan di nava şer dabûn. Ragihandin
ku 10 çete li Şengalê hatin kuştin û gerîlayekî jî jîyana xwe ji dest daye.

63
Wêne:1- Gruba Pêşmêrgaya 3 emîn di Kobanê gehşt.

Wêne: 2-Berzanî em dizanin kê DAIŞ li dijî Kurda sor kir.

Wêne:3-Senetorê Fransa bila PKK e ji lîsteya terorê bê derxistin.

Wêne: 4- Çalekiyên DAIŞ bi wesaita aciziya wan nîşan dide.

Wêne:1- Bêdestûra Tirkiyê çek derbasî Suryê nabin.

Wêne: 2-Erdogan li dijî Cherle Hebû rojnama Cumhurriyet tuj axivî. Wekîdin ti karê
we tunen hûn pexemberê me re mijûl dibin.

Wêne:3-Li Fatihê ji bo herdu birayên qetliyam li Parîsê kirî nimîja gîyabî hat kirin.

Wêne: 4-Em bi Fikarin!

64
Wêne:1- Wezîrê hundir Efkan Ala bi heyeta Îmrliyê re ji bo bûyarên Cizîrê hevdîtin
pêk anî. Duh jî heyetê bi şewirmende serokwezîr Akdogan re hevdîtin pêk anî bû.

Wêne: 2-Her ku hûn bê deng man zarokê bimirin

Wêne:3-19 sal in failê ku 12 kesên Guclu Konaxê şewitandî nehatin dîtin.

Wêne: 4-Li Cizîrê provakasyon tên plan kirin.

Wêne:1- Hevserokê HDP Yûksekdag, provakasyona herî mezin ji aliya dewletê ve


pêk tê, qetilekî wek serokê emniyetê dişînin Cizîrê. Ew mirova qetil û hevkarê qetîlê
Hrant Dinkê

Wêne: 2-Kurê min di ber wê jî aliya polîsan hatibû tehdît kirin

Wêne:3- Nûça deqiqa dawiyê Serokê Emniyeta Cizîrê ji bo kuştina Hrant Dînk tê
berpirsiyar kirin. Dozger emîr d k ew bê girtin.

65
66
67
17/01-2015 a ye

BERXWEDANA KOBANÊ KETE ROJA 125 an daye.

Belê şehîdên delal, berxwedana Kobanê ket roja 125 an. Li gor nûçeyên tên li Kobanê
51 çete hatin kuştin di vî şerî serxwebûn û Azadiya Kobanê de 8 gerîla jî jîyana xwe ji
dest dane. Li ber
şahdet û têkoşîna
wan serê xwe xar
dikin.
Li sînorê Pîrsûsê îro dayikên Şemiyê ên Rûhayê hebûn. Ewledên xwe silav kirin. Em
bi we re ne. Şerê we şerê me ye.
Hûnermend Ferhat Tunç mêvanê Kobanê bû. Ji aliya serokwezîrê Kobanê Enwer
Mislum ve hat pêşkêş kirin.
Tunç di axaftina xwe de diyar kir ku berxwedana li Kobanê berdewam dike hêviyek
mezin daye mirovahiya Rojhilata Navîn. Tirkiyê ambargoya ser Kobanê rake û
korîdora mirovahî veke.

Wêne:1- Li gor medya Tirk îro çeta j 3 baskan de êrîşa ser Kobanê kiriye.

Wêne: 2-51 çete hatine kuştin.

Wêne:3-Li ser 51 xwendevanên Kurd lêpirsîn. Çima hûn tevli çalekiyên ji bo Kobanê

bûn.

68
69
*** YPG’ê qereqoleke rejîmê bidest xist. Hêzên YPG’ê qereqoleke asayîşa rejîma
Baasê ya li bakurê Taxa Tilhecer a bajarê Hesekê bi dest xist. Hemû leşkerên tevî
çekan xwe radestî hêzên YPG’ê kirin.

*** Şengal: HPG ragihand ku li Şengalê 6 çete hatin kuştin û 6 çetê Erdogan jî

birîndar bûne. Lê hikumata herêma Kurdîstan ji Kantona Şengalê aciz in. Naxwazin ku
rêvebiriya Şengalê û asaişa Şengalê bi serê xwe bê avakirin.

Wêne:1- Li gor medya Tirk, Kek Mesût bi PKK e re gotiyê Cudakar

Wêne: 2-Berzanî hîşyarî daye PKK e destê xwe dirêja herêma me meke. Here Kantona
li herêma Bakûr ava bike.

Wêne:3-Em li dijî Kantona Şengalê bêdeng namînin.

70
Wêne: 4-Divê PKK e hema destê xwe ji Kantona Şengalê bikşîne.

Wêne:1- Kantona Şengal Kurdîstanê bike 6 perçê.

Wêne: 2-Ji bo gerilayê HPG Kaya mewlût hat dayin.

Wêne:3-Rojava HDP Cizîrê û girtiyên nexweş bûn.

Wêne: 4-Dibe ku aşitî û pêvajoya çareserkirine bi bûyarê li Cizîrê pêk tê bi dawî bibe

Wêne:1- Dayikên Aşitiyê li ciyê ku Nihat Kazanhan hatî qetil kirin bi bîr anin.

Wêne: 2-Ji wekîla HDP Mulkiyê Birtane pêşniyariya perwerda Kurdî.

Wêne:3-PKK Şengala duyem li li Çiyayê Şengalê ava dike.

71
72
18/01-2015 a ye

BERXWEDANA KOBANÊ KETE ROJA 126 an daye.

*** Berxwedana Kobanê ket roja 126 an. Îro bi hezaran kesên welatparêz heriqîn çûn
sînorê Pîrsûs Kobanê berxwedana ewledên xwe silav kir. "Em
hem parçeyek ji berxwedana mezin a li Kobanê ne, hem
destekvan û hem jî boriya nefesa wê ne”.Şervanan wan jî
bersiv dan wan, ”em ê laîqa we bibin. Şer giran e, îro me li Kobanê 21 çete kuştin. Me
qereqolê çete bi dest xwe xist. Em soz didin we em ê biserbikevin”

*** Belê şehîdên delal, duh dîsa xwîna me rijandin. Li Cizîrê mirovêkî 43 salî li ber
mela xwe digerî rastî êrîşên çeteyên
Erdogan hat û jîyana xwe ji dest da.

*** Waniya bi sed hezaran ji serokê xwe re azadî xwastin. ” em hetanî dawiyê bi te ra
ne” Em ê tohla Cizîrî ji wan wer bigirin” Gava ku girseya gel li Wan ê ji bo serokê
xwe diqirî YDG-H Stanbol bi dengê bomba hîşyar kir. Li çar ciya bombe hatin
teqandin. Polîs hetanî danê êvarî bombe bêtesîr dikirin.

*** HPG raggihand ku wan li Şengalê çalakiyên hevpar: 5 çete hatin kuştin
. Di encama çalakiyên hevpar ên, HPG, YJA Star û MLKP ên li derdora Taxa Sîttî
Zeynep de, 5 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.
"2 çekên Kalaşnîkov, 2 çekên Karnas, Çekek BKC, êlekekî çalakgerê xwekujiyê, 2
rext û gelek fîşek û bombe."

*** HPG: Pevçûnên li Hesekê bi dijwarî dewam dikin.


Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin, ku pevçûnên duh di navbera şervanên
YPG/YPJ-hêzên Asayîşê û hêzên faşîst
ên BAAS'ê de li Hesekê destpê kirin bi
awayekî dijwar dewam dikin.

73
"Ji duh û vir ve di pevçûnan de 2 şervanên me yên YPG û 6 hevalên me yên Asayîşê
gihiştin şehadetê.. Bi dehan leşkerên rejîme jî hat kuştin.
Bi saya berxwedana lehengî ya şervanên me yên YPG/YPJ û hêzên Asayîşê hemû
êrîşê hêzên rejîmê hatine şikandin paşxistin. Pevçûnên li herêmê bi dijwarî dewam
dikin."

***KCK: Weşanên çapemeniya PDK'ê xizmetê ji yekîtiya neteweyî re nakin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê da xuyakirin, ku ev demeke di hin navgînên


çapemenî weşanê yên li Başûrê Kurdistanê de, weşanên li dijî polîtîkaya KCK'ê ya li
ser Şengalê zêde bûne û got, "Di van weşanan de hewl tê dayîn, hin nêrînên der heqê
Şengalê de yên ne aydî me ne, mîna nêrîna me ye, bên nîşandan. Di demeke ku ji bo
rizgarkirina Şengalê têkoşîneke mezin tê dayîn de, daxuyaniyên bi vî rengî yên dûrî
rastiyê û tevgera me hedef nîşan didin, ne li gorî berjewendiyên neteweyî yên gelê
Kurd e."

*** Mouvement de la Paix: Bila PKK ji lîsta terorê bê derxistin.

Rêveberiya Ewropa ya Tevgera Aşitiyê ya Cîhanê li Parîsa paytexta Franseyê li hev


kom bû û ji bo PKK ji lîsteya rêxistinên terorê ya Yekitiya Ewropa bê derxistin wê
nameyek ji Serokkomarê Franse re bişînin. Tevgerê biryar da ku heyetekê bişîne
Bakûrê Kurdistanê jî. Her wiha di civînê de gelek biryarên girîng hatin girtin û
plansaziya sala 2015 hatin danîn. Lö ez wan gotinön wiha ye vik vala ji sala 2000 pêva
dibhîzim vê ti encam nadin.

*** Belê, serê Ewrûpa bi terorîstê DAIŞ, El- Qaîdê re ketiye tengasiyeka mezin. Li
Belçika polîs û esker piştî 30 salî dîsa daketine kolana, asaiş Belçiqa biparêz in.
Hat ragihandin ku serê hucreya DAIŞ'ê ya li bajarê Belçîka Verviersê hatiye
tespîtkirin û kesê mijara gotinê dibe ku li Tirkiyeyê be.
Tê gotin ku kesê 2 endamên rêxistina tundrew a olî yên rjoa Pêncşemê li Belçîkayê di
serdegirtina polîsan de hatin kuştin pê ve girêdayî ne, hatiye tespîtkirin. Li gorî

74
medyaya Belçîkayê kesê serkêşiya hucreya mijara gotinê dike, beriya demeke kurt li
Tirkiyeyê bû û dibe ku hînê jî li Tİrkiyeyê be.

Wêne:1- Hikumat ewqas nêzika DAIŞ qet pirs nekin. Bi qasî te têlefonekî nêzika hev
in. Heftê borî serleşkerek ji aliyê DAIŞ e ve hat revandin lê bi telefonekî hat berdan

Wêne: 2-Li Cizîrê bomba DAIŞ e

Wêne:3-Ger em wan bûyarên li Cizîrê îdrak nakin, divê hîngê qusura me jî heye.

Wêne: 4-Kek Mesût li dijî Kantona bi gelemperî jî ji Kantona Şenngalê bê avakirine


aciz bû.

Wêne:1- Bav û lav di berxwedana Kobanê da ne.

Wêne: 2-DAIŞ i ya 198 Êzîdiyên dîl girtî berdan

Wêne:3-YPG Qereqolê DAIŞ zept kir.

Wêne: 4- Mumala li dijî birîndarên YPG tên kirin li dervayî mirovatiyê ne.

75
Wêne:1- Kitêba Karayilan li Tirkiyê hat weşandin.

Wêne: 2-KCK li dijî medya KDP bertek nîşan da. Nûçeyên wiha ye bi derew ne di
xizmeta gelê Kurd û Kongra Netewî da ne.

Wêne:3-Belgeyên çekê El Qaîdê di detê hikumata Hollanda ne.

Wêne: 4-Mirovên Nihat Kazanhan kuştî yek keçel û yek jî simbel boqî bûye.

Li Wanê sed hezar kesî ji Ocalan re azadî xwest

Waniyên ku bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan li
gel hemû astengkirinên polîsan anvenda bajar tijî kirin. Nivîskar Eşber Yagmurderelî
yê di daxuyaniyê de axivî nirxandina “Parazvanê herî mezin ê daxwaza azadiyê Serok

Apo ye. Em azadiya wî diparêzin” kir.

76

You might also like