You are on page 1of 112

KURDÎ

7
NIVÎSKAR
Prof. Dr. Kadri Yıldırım
Doç. Dr. Abdurrahman Adak
Yrd. Doç. Dr. Hayrullah Acar
Yrd. Doç. Dr. Tahirhan Aydın
Öğr. Gör. İbrahim Bingöl
Öğr. Gör. Ramazan Pertev
Öğr. Gör. Ramazan Çeçen

Kurmancî
Öğr. Gör. Mikail Bülbül
Öğr. Gör. Zülküf Ergün
EDİTÖR
Prof. Dr. Kadri YILDIRIM

PROGRAM GELİŞTİRME
Yrd. Doç. Dr. M. Cevat YILDIRIM
Yrd. Doç. Dr. Akif AKTO
Yrd. Doç. Dr. Nurettin BELTEKİN
Yrd. Doç. Dr. Faysal ÖZDAŞ
Öğr. Gör. Ömer Murat ÖTER
Doç. Dr. Abdurrahman EKİNCİ

REHBERLİK UZMANI
Öğr. Gör. Ramazan PERTEV

ÖLÇME DEĞERLENDİRME
Yrd. Doç. Dr. M. Cevat YILDIRIM
   


   

  & #'   ! & " &


    ! &  


     "   
)  !(   
 !       $   $
  )  )&" & 
   &*  !  )  # #
  ')  !  "  *  &*& 
 "  *  # "&      ! &
  ("      &*  
&& &     %&*      &
   !!  ) && ! 
* && * && ) ')))*
%* * * && 
*   $    &!
              "   "
)  #   "      * $
 & $  

 ! #   $ &*&* 

  & ")(*   * #


  ! &"   )
 #
'   )  $  
..
MUSTAFA KEMAL ATATURK
NAVEROK

Unîteya 1. XWENDINGEHA MIN 09-24

Unîteya 2. JÎNGEHA MIN 25-40

Unîteya 3. LAŞ Û TENDURISTÎ 41-54

Unîteya 4. DEMSAL Û SALNAME 55-68

Unîteya 5. XWARIN Û VEXWARINÊN ME 69-80

Unîteya 6. HATÛÇÛ-GEŞTÛGER 81-92

Unîteya 7. ÇALAKIYÊN SERBEST 93-104

Ferhengok 104-111
XWENDINGEHA MIN
Unîteya

1.
10
UNÎTEYA 1. XWENDINGEHA MIN

Beşa 1.
Dema xwendin û guhdarîkirinê

Mamoste îro li xwendingehê di dersê de ji me pirsî:


Zarokno, mijara dersa me “rêbazên serkeftinê” ye. Gelo li gorî we ji bo serkeftinê divê em çi bikin?

Rojhat: Mamoste, bi ya min berî ku em bên xwendingehê divê em amadekariya dersan


bikin.
Leyla: Ez jî dibêjim ku di dersê de divê em baş guhdariya mamoste bikin.
Hîvron: Bi ya min jî dema ku em ji mijarê fam nekin, divê em ji mamoste bipirsin.
Evîn: Mamoste, di bêhnvedanan de divê em bêhna xwe baş vedin da ku em di dersê de
bikarin bala xwe bidin mijaran.
Kerem: Dema em ji xwendingehê vegerin malê, divê em pêşî cilûbergên xwe biguherînin,
xwarinê bixwin û bêhna xwe vedin.
Kejê: Piştî ku em li malê bêhna xwe vedin divê em dersên xwe dubare bikin û spartekên
xwe çê bikin.
Mîhrîban: Ji bo ku em bi ser bikevin divê mase û jûra me birêkûpêk bin.
Dara: Ku em li ber televîzyonê yan jî di nav hengameyê de li dersê bixebitin em fam
nakin.
Bawer: Dema ku em li dersê bixebitin divê piştî çil û pênc deqîqeyan em panzdeh
deqîqeyan bêhna xwe vedin.
Barzan: Divê em spartekên xwe di wextê xwe de çê bikin.
Xezal: Ji bo ku em zû hişyar bibin divê em zû rakevin.
Tavîn: Divê her tim bernameyeke me hebe û em li gorî wê bixebitin.
Mamoste: Zarokno, we tiştên rast gotin. Her bijîn! Eger hûn van xalan baş bizanin û bi cî bînin
hûn dê bi hêsanî bi ser bikevin.

11
UNÎTEYA 1. XWENDINGEHA MIN

Beşa 2.
Dema axaftin û nivîsînê

1. Mamoste ji xwendekaran çi pirsî?


…………….……………………………………………………………….………
2. Li gorî Rojhat rêbaza serkeftinê çi ye?
…………….……………………………………………………………….………
3. Li gorî Mîhrîbanê ji bo ku mirov bi ser bikeve divê mase û jûra wî çawa bin?
…………….……………………………………………………………….………
4. Li gorî Hîvronê dema mirov ji mijarê fam neke divê çi bike?
…………….……………………………………………………………….………
5. Bersiva Evînê çi ye?
…………….……………………………………………………………….………

Beşa 3.
Dema xwendinê

Kê gotiye?
1. Divê her tim bernameyeke me hebe û em li gorî wê bixebitin.
a) Tavîn b) Bawer c) Evîn
2. Dema em ji mijarê fam nekin divê em ji mamoste bipirsin.
a) Kerem b) Leyla c) Hîvron
3. Ku em li ber televîzyonê li dersê bixebitin em fam nakin.
a) Bawer b) Rojhat c) Dara
4. Divê mase û jûra me birêkûpêk bin.
a) Mîhrîban b) Kejê c) Barzan
5. Di dersê de divê em baş guhdariya mamoste bikin.
a) Mamoste b) Leyla c) Rojhat

12
UNÎTEYA 1. XWENDINGEHA MIN

Beşa 4.
Dema axaftin û nivîsînê

Li gorî nêrîna xwe hevokan temam bikin.


1. Ji bo ku em zû hişyar bibin..…………………………………………………..
……………………………………………………………………………………
2. Roja ku em neçin xwendingehê divê em ………………………………………
…………………………………………………………………………………….
3. Ku bernameyeke me nebe………………………………………………………
…………………………………………………………………………………….
4. Em li xwendingehê di bêhnvedanan de………………………………………..
…………………………………………………………………………………….
5. Ku em di dersê de bala xwe nedin axaftina mamoste ………………………….
…………………………………………………………………………………….

Beşa 5.
Dema nivîsînê

Bêjeyên jêrîn di nav hevokekê de bi kar bînin.


1. amadekarî : …………………………………………………………………….
2. ders : …………………………………………………………………….
3. dubare : …………………………………………………………………….
4. spartek : …………………………………………………………………….
5. serkeftin : …………………………………………………………………..…

13
UNÎTEYA 1. XWENDINGEHA MIN

Beşa 6.
Dema kenînê

Ferhad roja dawî ya xwendingehê hat malê.


Diya wî: Kurê min kanî qarneya te?
Ferhad: Min da hevalê xwe.
Diya wî: Ji bo çi?
Ferhad: Ji bo ku bavê xwe pê bitirsîne.

Beşa 7.
Dema axaftin û nivîsînê

Tu jî derbarê rêbazên serkeftinê de nêrîn û ramanên xwe bibêje û binivîse.


………………………………………………………………………………………...
………………………………………………………………………………………...
………………………………………………………………………………………...
………………………………………………………………………………………...
………………………………………………………………………………………...
………………………………………………………………………………………...

14
UNÎTEYA 1. XWENDINGEHA MIN

Beşa 8.
Dema xwendin û guhdarîkirinê

XWENDINGEHA ZANA
Navê min Zana ye. Ez di pola heftem de dixwînim. Ez dixwazim xwendingeha xwe bi we bidim
nasîn. Navê xwendingeha min Xwendingeha Navîn a Celadet Bedirxan e. Xwendingeha min li
navenda Cizîrê ye. Ew ji du qatan pêk tê. Di xwendingehê de pol, pirtûkxane, laboratiwar, embar,
jûra birêvebir, jûra cîgirê birêvebir, jûra mamosteyan, hola werzişê û hola konferansê hene. Divê em
pola teknolojiyê ji bîr nekin. Wekî din jî li her du qatan ji bo xwendekaran destşok û daşir hene. Lê
destşok û daşira mamosteyan ji yên xwendekaran cuda ne. Ji bo ku em di bêhnvedanê de xurek û
vexurekan bistînin û bixwin kantîna me jî heye. Ji bo parastina belgeyên fermî jûreke arşîvê jî heye.
Pirtûkxaneya me ji aliyê pirtûkan ve gelekî dewlemend e. Tê de her cure pirtûk hene: Çîrok,
roman, ansîklopediyên curbicur, pirtûkên siyasî, dîrokî, teknîkî û her wekî din… Ez her roj diçim
pirtûkxaneyê û li wir pirtûkan dixwînim û spartekên xwe çê dikim. Ez li pirtûkxaneyê dengê xwe
hîç bilind nakim da ku hevalên min aciz nebin. Ez her hefte du pirtûkan ji pirtûkxaneyê bi emanetî
digirim û dixwînim. Ez pirtûkan di wextê xwe de li pirtûkxaneyê vedigerînim.
Di xwendingehê de heşt pol hene. Lewra xwendingeha navîn çar sal e û her pol ji du şûbeyan pêk
tê. Wekî 5A û 5B, 6A û 6B... Ez di pola 7Ayê de dixwînim. Di polê de mase, çopdank, texte, lambe,
rûniştek, jêbir, pênûsa texte û refa pirtûkan hene. Pênc pace û deriyekî polê hene. Di bêhnvedanê de
em paceyan vedikin da ku hewaya polê paqij bibe. Pola me bi kalorîferê germ dibe û bi klîmayê jî
hênik dibe.
Li ber xwendingeha me baxçeyekî fireh heye. Hemû şahî, merasîm, civîn û pêşbazî di vî baxçeyî
de tên çêkirin. Dora xwendingehê bi darûberên curbicur û bi dîwarekî pêçayî ye. Di baxçe de hola
werzişê jî heye. Em dikarin di vê holê de futbol, voleybol û basketbolê bilîzin. Bi taybetî em di her
bênhnvedanê de derdikevin derve û di vî baxçeyê fireh û xweşik de dilîzin.
Xwendingeha min gelekî xweş e û ez ji xwendingeha xwe pir hez dikim.

15
UNÎTEYA 1. XWENDINGEHA MIN

Beşa 9.
Dema axaftin û nivîsînê

Li gorî agahiyên jorîn bersiva pirsên jêrîn bidin û binivîsin.


1. Zana di kîjan polê de dixwîne?
………………………………………………………………….
2. Navê xwendingeha Zana çi ye?
………………………………………………………………….
3. Di pirtûkxaneyê de çi cure pirtûk hene?
………………………………………………………………….
4. Di xwendingehê de çend pol hene?
………………………………………………………………….
5. Dora xwendingehê bi çi pêçayî ye?
………………………………………………………………….

Beşa 10.
Dema xwendinê

Li gorî agahiyên jorîn li hemberî hevokên jêrîn rast (R) an çewt (Ç) daynin.
1. Xwendingeha Zana ji sê qatan pêk tê. ( )
2. Di xwendingehê de pola teknolojiyê heye. ( )
3. Li pêşiya xwendingehê baxçeyekî fireh heye. ( )
4. Şahî, merasîm, civîn û pêşbazî hemû di hola konferansê de tên çêkirin. ( )
5. Di baxçe de hola werzişê heye. ( )

16
UNÎTEYA 1. XWENDINGEHA MIN

Beşa 11.
Dema axaftin û nivîsînê

Valahiyan bi bêjeyên jêrîn dagirin.

“spartekên, hola werzişê, kalorîferê, Cizîrê, Celadet Bedirxan, klîmayê”

1. Navê xwendingeha Zana Xwendingeha Navîn a ……………………….. e.


2. Xwendingeha Zana di navenda ……………………….. de ye.
3. Zana her roj diçe pirtûkxaneyê û li wir……………………….. xwe çê dike.
4. Pol bi ……………………….. germ dibe û bi ……………………….. jî hênik dibe.
5. Di baxçe de ……………………….. jî heye.

Beşa 12.
Dema nivîsînê

Bi bêjeyên jêrîn ên tevlihev, hevokên serast çê bikin û binivîsin.

1. dewlemend e / Pirtûkxaneya / pirtûkan / ji / ve / gelekî / aliyê / me


……………………………………………………………………………………….
2. Ez /nasîn / xwendingeha / bi / dixwazim / bidim / xwe /we
……………………………………………………………………………………….
3. pirtûkxaneyê / Ez / roj / li / dixwînim / wir / diçim / her / pirtûkan/ û
……………………………………………………………………………………….
4. bêhnvedanê / Di / paceyan / em / da / de / ku / bibe / polê / hewaya /paqij /vedikin
……………………………………………………………………………………….
5. bilîzin / dikarin / di / de / futbol / vê / voleybol / holê / û /basketbolê /Em
……………………………………………………………………………………….

17
UNÎTEYA 1. XWENDINGEHA MIN

Beşa 13.
Dema axaftin û nivîsînê

Derbarê bêjeyên jêrîn de hevokeke nû binivîsin.

1. pirtûkxane : ……………………………………………………………………

2. spartek : ……………………………………………………………………

3. destşok : ……………………………………………………………………

4. Cizîr : ……………………………………………………………………

5. bêhnvedan : ……………………………………………………………………

Beşa 14.
Dema axaftin û nivîsînê

Hûn jî derbarê xwendingeha xwe de pênc hevokan bibêjin û binivîsin.

1. …………………………………………………………………………………….

2. …………………………………………………………………………………….

3. …………………………………………………………………………………….

4. …………………………………………………………………………………….

5. …………………………………………………………………………………….

18
UNÎTEYA 1. XWENDINGEHA MIN

Beşa 15.
Dema xwendin û guhdarîkirinê

MAMOSTEYÊ MEZIN EHMEDÊ XANÎ


Ehmedê Xanî di edebiyata kurdî de gelekî binavûdeng e. Di sala hezar û şeş sed û pêncî
û yekê de (1651) li Bazîdê hatiye dinyayê. Xan navê eşîra wî ye. Eşîra Xanî ji eşîrên herêma
Hekariyê ye. Malbata Xanî di sedsala panzdehan de ji herêma Hekariyê pêşî koçî Wanê û
piştre ji wir koçî Bazîdê kiriye.
Navê bavê Xanî Mela Îlyas, navê diya wî jî Gulnîgar e. Piştî ku bavê wî wefat kiriye, li
cem birayê xwe yê mezin Mela Qasim dest bi xwendinê kiriye. Li Muradiye, Xelat, Riha û
Bedlîsê xwendiye. Xanî li Bazîdê medreseyek ava kiriye û heta wefata xwe li vê medreseyê
dersdarî kiriye. Li gorî nêrînekê di sala hezar û heft sed û nehan de (1709) di pêncî û heft
saliya xwe de li Bazîdê wefat kiriye.
Xanî bi erebî, farisî û tirkî zanîbû lê berhemên xwe bi kurdî nivîsîne. Çar berhemên
girîng ên Ehmedê Xanî hene: Nûbihara Biçûkan, Eqîdeya Îmanê, Mem û Zîn û Dîwan. Xanî
Nûbihara Biçûkan diyariyî zarokên kurdan kiriye. Ev berhem yekem ferhenga kurdî ye. Bi
Eqîdeya Îmanê xwestiye ku xwendekarên kurd mijarên dînî bi zimanê xwe hîn bibin. Mem
û Zîn destaneke evînî ye. Helbestên Xanî jî di Dîwana wî de hatine komkirin. Ev her çar
berhem ji bo edebiyata kurdî gelekî giranbiha ne.
(A.Adak, Destpêka Edebiyata Kurdî ya Klasîk, bi guhertinên biçûk)

19
UNÎTEYA 1. XWENDINGEHA MIN

Beşa 16.
Dema axaftin û nivîsînê

Li gorî agahiyên jorîn bersiva pirsên jêrîn bidin û binivîsin.


1. Ehmedê Xanî li ku hatiye dinyayê?
………………………………………………………….………………….
2. Navên berhemên Ehmedê Xanî binivîsin.
………………………………………………………….………………….
3. Xanî li ku xwendiye?
………………………………………………………….………………….
4. Xanî li ku wefat kiriye?
………………………………………………………….………………….
5. Xanî kîjan berhema xwe diyariyî zarokên kurdan kiriye?
………………………………………………………….………………….

Beşa 17.
Dema lîstinê

Hevokên kêm ên jêrîn bi agahiyên hemberî wan re hevyek bikin.


1. Ehmedê Xanî di edebiyata kurdî de bi kurdî nivîsîne.
2. Xanî di sala hezar û şeş sed û pêncî û yekê de li Bazîdê destaneke evînî ye.
3. Navê bavê Xanî hatiye dinyayê.
4. Mem û Zîn Mela Îlyas e.
5. Xanî berhemên xwe tenê gelekî binavûdeng e.

20
UNÎTEYA 1. XWENDINGEHA MIN

Beşa 18.
Dema xwendinê

Li gorî agahiyên jorîn bersiva pirsên jêrîn bibînin.


1. Eşîra Xanî ji eşîrên kîjan herêmê ye.
a) Hekarî b) Wan c) Bazîd
2. Xanî kîjan berhem diyariyî zarokên kurdan kiriye?
a) Dîwan b) Nûbihara Biçûkan c) Mem û Zîn
3. Xanî li kîjan bajarî nexwendiye?
a) Bedlîs b) Riha c) Hekarî
4. Xanî di çend saliya xwe de wefat kiriye?
a) Pêncî û yek b) Pêncî û heft c) Sî û heft
5. Yekem ferhenga kurdî kîjan e?
a) Eqîdeya Îmanê b) Mem û Zîn c) Nûbihara Biçûkan

Beşa 19.
Dema nivîsînê

Valahiyên jêrîn li gorî agahiyên jorîn dagirin.

1. Mem û Zîn jî yek ji berhemên ………………….. …………………. ye.

2. Ehmedê Xanî di sala ……………………………………. de li Bazîdê hatiye dinyayê.

3. Peyva Xanî ……………….……………………………… wî nîşan dide.

4. Navê diya Xanî …………………… e.

5. Bi Eqîdeya Îmanê xwestiye ku xwendekarên kurd mijarên ……………. bi zimanê xwe


hîn bibin.

21
UNÎTEYA 1. XWENDINGEHA MIN

Tirba Ehmedê Xanî/Bazîd


Beşa 20.
Dema nivîsînê

Ji bo hevokên jêrîn pirsan binivîsin.


1. ……………………………………………………………..………….?
Navê bavê Xanî Mela Îlyas e.

??
?
2. ……………………………………………………………..………….?

?
Ehmedê Xanî li Bazîdê wefat kiriye.
3. ……………………………………………………………..………….?

?
Xanî li Bazîdê medreseyek ava kiriye.

??
4. ……………………………………………………………..………….?

?
Xanî bi erebî, farisî û tirkî zanîbû.
5. ……………………………………………………………..………….?

??
Çar berhemên Ehmedê Xanî hene.

22
UNÎTEYA 1. XWENDINGEHA MIN

Beşa 21.
Dema lîstikê

Bêjeyên ku li jêr pênaseya wan hatiye dayîn di xaçepirsê de bi cih bikin.

1. Mirovên ku tên nasîn, meşhûr, navdar. 8. Zimanê kurdan.


2. Bajarekî kurdan. 9. Biqîmet, binirx, hêja.
3. Ji dê, bav û zarokan pêk tê. 10. Eser.
4. Navê diya Ehmedê Xanî. 11. Ji sed salî pêk tê, qern.
5. Navê pirtûka ku helbestên Ehmedê Xanî 12. Navê eşîra nivîskarê Nûbihara
tê de hatine komkirin. Biçûkan.
6. Cureyekî edebî ye, ji risteyan pêk tê. 13. Navê pirtûkeke Ehmedê Xanî.
7. Pirtûka ku wateyên bêjeyan dide. 14. Bajarekî kurdan.

14 8

4
7 10

2 6
3 11

1 B I N A V Û D E N G
5

12

13

23
UNÎTEYA 1. XWENDINGEHA MIN

24
JÎNGEHA MIN
Unîteya

2.
26
UNÎTEYA 2. JÎNGEHA MIN

Beşa 1.
Dema xwendin û guhdarîkirinê

JÎNGEHPARÊZÎ
Mamoste îro hat dersê û got ku mijara me ya îro jîngehparêzî ye. Mamoste diyar kir ku
jîngehparêzî parastina jîngehê ye. Jîngehparêz jî ew kes e ku jîngehê diparêze. Piştre pirsî: Divê
mirov çi bike ku bibe jîngehparêz? Bibêjin.

Ronî: Mamoste, divê em darûberên dora xwe biparêzin û li wan xwedî derkevin.
Hêja: Divê em derdora xwe qirêj nekin, çopên xwe navêjin erdê, wan têxin çopdankan. Kesên
jîngeha me qirêj dikin jî divê em wan hişyar bikin da ku jîngeha me paqij bimîne.
Dilgeş: Bi ya min divê em ava çem û golan jî qirêj nekin.
Rojda: Mamoste, ji bo ku em bibin jîngehparêz divê em li ajelên derdora xwe jî xwedî derkevin
û wan biparêzin.
Serdar: Divê em li malê û li xwendingehê av û ceryanê bêsebeb xerc nekin. Lewra eger em zêde
xerc bikin jîngeha me dê ziyanê bibîne.
Rojbîn: Rast e, divê em her dem lambeyên zêde bitefînin û avê bi qasî ku lazim e xerc bikin.
Azad: Mamoste, heta ji me bê, divê em li wesayîtên komguhêz siwar bibin. Lewra eger her kes
bi wesayîta xwe ya taybet derkeve hatûçûyê, hewa dê gelekî qirêj bibe.
Hesen: Rast e, ji ber ku mirovê jîngehparêz divê hem erdê hem avê hem jî hewayê qirêj neke.
Bawer: Mamoste, ji bo ku em bibin jîngehparêz berî her tiştî divê em ji mirov, ajel û riwekan
hez bikin.
Rêber: Divê em bi dengê bilind derdora xwe aciz nekin.
Meryem: Ji bo ku em bibin jîngehparêz divê em ji siruştê hez bikin.
Mamoste: Her bijîn! Li ser jîngehparêziyê we tiştên gelekî xweş û hêja gotin.

27
UNÎTEYA 2. JÎNGEHA MIN

Beşa 2.
Dema axaftin û nivîsînê

Li gorî agahiyên jorîn bersiva pirsên jêrîn bidin û binivîsin.


1. Mamoste ji xwendekaran çi pirsî?
…………….……………………………………………………………….………
2. Li gorî Ronî ji bo ku mirov bibe jîngehparêz divê çi bike?
…………….……………………………………………………………….………
3. Li gorî Dilgeş divê mirov çi qirêj nekin?
…………….……………………………………………………………….………
4. Li gorî Azad ji bo ku mirov bibe jîngehparêz divê mirov li çi siwar bibe?
…………….……………………………………………………………….………
5. Li gorî Bawer divê mirov ji çi hez bikin?
…………….……………………………………………………………….………

Beşa 3.
Dema xwendinê

Kê gotiye?
1. Divê em bi dengê bilind derdora xwe aciz nekin.
a) Bawer b) Rêber c) Meryem
2. Divê em ava çem û golan qirêj nekin.
a) Ronî b) Hesen c) Dilgeş
3. Divê em li ajelên derdora xwe xwedî derkevin û wan biparêzin.
a) Rojda b) Serdar c) Bawer
4. Divê em li malê û li xwendingehê av û ceryanê bêsebeb xerc nekin.
a) Meryem b) Serdar c) Bawer
5. Divê berî her tiştî em ji mirov, ajel û riwekan hez bikin.
a) Bawer b) Rojda c) Rojbîn

28
UNÎTEYA 2. JÎNGEHA MIN

Beşa 4.
Dema axaftin û nivîsînê

Li gorî nêrîna xwe hevokan temam bikin.


1. Ji bo ku em bibin jîngehparêz divê ……………...........…………………………………..
…………………………………………………….………………………………………….
2. Ji bo ku em bibin jîngehparêz divê …………………………………………………..……
…………………………………………………….…………………………………………
3. Ji bo ku em bibin jîngehparêz divê ……………………………………………………….
…………………………………………………….…………………………………………
4. Ji bo ku em bibin jîngehparêz divê ……………………………………………………….
…………………………………………………….…………………………………………
5. Ji bo ku em bibin jîngehparêz divê ……………………………………………………...
…………………………………………………….…………………………………………

Beşa 5.
Dema nivîsînê

Bêjeyên jêrîn di nav hevokekê de bi kar bînin.

1. jîngehparêz : …………………………………………………………………….

2. derdor : …………………………………………………………………….

3. ajel : …………………………………………………………………….

4. jîngeh : …………………………………………………………………….

5. komguhêz : …………………………………………………………………..…

29
UNÎTEYA 2. JÎNGEHA MIN

Beşa 6.
Dema xwendinê

Roj baş Dinya


Roj baş dinya, roj baş jiyan Gulên rengîn, çûkên dengîn Ba û baran, roj baş jiyan
Roj baş ewrên reş û spî Roj baş zinar, zozan û war Roj baş dinya, roj baş jiyan
Dar ber giya, mêş û morî Geliyê kûr, çiyayê dûr Dar ber giya, mêş û morî
Roj baş roja zer û sorî Ava çirik, gula dirik Roj baş roja zer û sorî
K. Burkay

Beşa 7.
Dema axaftin û nivîsînê

Tu jî derheqê jîngehparêziyê de nêrîn û ramanên xwe bibêje û binivîse.


………………………………………………………………………………………...
………………………………………………………………………………………...
………………………………………………………………………………………...
………………………………………………………………………………………...
………………………………………………………………………………………...
………………………………………………………………………………………...

30
UNÎTEYA 2. JÎNGEHA MIN

Beşa 8.
Dema xwendin û guhdarîkirinê

GEREK LI NAV DARISTANÊ


Em û mamosteyê xwe do bi hev re çûn nav daristana nêzîkî xwendingeha me. Piştî ku em gihîştin
nav daristanê, mamoste xwest ku em li dora wî kom bibin. Mamosteyê me dixwest ku daristanê û
feydeyên wê bi me bide nasîn. Mamoste got:
-Zarokno, ez dixwazim daristanê bi we bidim nasîn. Hûn jî dizanin li daristanan bi hezaran dar
hene. Ji bilî daran gelek cureyên devî û giyayan jî di wan de hene. Li daristanê gelek cureyên ajelan
dijîn û ev der jîngeha wan e. Hem ji bo me hem ji bo wan gelek feydeyên daristanan hene. De ka hûn
jî çend feydeyên daristanan bibêjin:
Dildar: Mamoste, daristan oksîjenê çê dikin û hewayê paqij dikin. Ji ber vê yekê divê em ziyanê
nedin daristanan.
Rojbîn: Pirtûk, defter, pênûs û hemû kaxizên me ji daran çê dibin.
Ronî: Dema baran dibare daristan nahêlin ku daxuran çê bibin. Lewra rehên daran axê digirin û
diparêzin.
Delal: Ji bo ger û bêhnvedanê daristan cihên gelekî xweş in. Her wiha em darên hişk jî dikin êzing
û zivistanan xwe pê germ dikin.
Hogir: Gelek ajel li daristanan kun û hêlînên xwe çê dikin.
Mamoste: Wekî ku hevalê we Hogir jî got, gelek ajel hene ku daristan ji bo wan jîngeh e. Gelek
ajelên kovî li daristanan dijîn. Hinek ji wan wekî eylo, baz, başoke, kevok û darkutikê baskdar in û
difirin. Hinek ji wan mîna mar, gumgumok, marmarok û kîso ajelên xişok in. Hinek jî mîna gur, rovî,
şêr, pezkovî, hirç û berazan ajelên mezin in.
Evîn: Mamoste, hinek ajel jî hene mirov wan li malan xwedî dikin.
Mamoste: Belê, Evîn rast dibêje. Hinek ajel hene ku li malan tên xwedîkirin û ji wan re ajelên
kedî tê gotin. Hinek ajel jî li malan nayên xwedîkirin û ji wan re jî ajelên kovî tê gotin. Ajelên mîna
mirîşk, pisîk, kûçik, ker û hespan kedî ne. Ajelên mîna rovî, gur, hirç û şêran jî kovî ne. Ajelên kedî
pir bi kêrî mirovan tên. Bi taybetî kûçik ji bo nêçîrê, parastina malê û ji bo ku alîkariya şivanan bikin
gelekî bikêr in.

31
UNÎTEYA 2. JÎNGEHA MIN

Beşa 9.
Dema axaftin û nivîsînê

Li gorî agahiyên jorîn bersiva pirsên jêrîn bidin û binivîsin.


1. Mamoste ji xwendekaran çi pirsî?
………………………………………………………………….
2. Li gorî Rojbînê çi feydeyên daristanan hene?
………………………………………………………………….
3. Daristan çawa nahêlin ku daxuran çê bibin?
………………………………………………………………….
4. Ajelên baskdar kîjan in?
………………………………………………………………….
5. Ajelên kedî kîjan in?
………………………………………………………………….

Beşa 10.
Dema xwendinê

Li gorî agahiyên jorîn li hemberî agahîyên jêrîn rast (R) an çewt (Ç) daynin.
1. Ajelên mîna rovî, gur, hirç û şêr ajelên kedî ne. ( )
2. Daristan oksîjenê çê dikin û hewayê paqij dikin. ( )
3. Mar, gumgumok, marmarok û kîso xişok in. ( )
4. Ajelên mîna mirîşk, pisîk, kûçik û hespan kovî ne. ( )
5. Gelek cureyên devî û gihayan li nav daran hene. ( )

32
UNÎTEYA 2. JÎNGEHA MIN

Beşa 11.
Dema nivîsînê

Valahiyên jêrîn dagirin.


1. Pirtûk, …………………………..hemû kaxizên me ji daran çê dibin.
2. Ajelên mîna mirîşk, pisîk, kûçik, ker û ....................................................... ne.
3. Li daristanê gelek cureyên ajelan dijîn û ev der .............................................. wan e.
4. Hinek ji wan ........................ mîna mar, gumgumok, marmarok û kîso.
5. Ajelên kedî ..................................................... mirovan tên.

Beşa 12.
Dema nivîsînê

Bi bêjeyên jêrîn ên tevlihev, hevokên serast çê bikin û binivîsin.


1. xweş in / Daristan / gelekî / cihên / û bêhnvedanê / ji bo ger
……………………………………………………………………………………….
2. çê bibin / dibare / daxuran / nahêlin ku / Daristan / dema baran
……………………………………………………………………………………….
3. tên / pir / kedî / mirovan / bi kêrî / Ajelên
……………………………………………………………………………………….
4. mîna / Ajelên / kovî ne / rûvî, gur, hirç û şêr
……………………………………………………………………………………….
5. baskdar in / Başoke, eylo, kevok û darkutik / û /difirin
.……………………………………………………………………………………….

33
UNÎTEYA 2. JÎNGEHA MIN

Beşa 13.
Dema axaftin û nivîsînê

Derheqê bêjeyên jêrîn de hevokeke nû binivîsin.


1. xişok : ……………………………………………………………………
2. kovî : ……………………………………………………………………
3. kedî : ……………………………………………………………………
4. daristan : ……………………………………………………………………
5. darkutik : ……………………………………………………………………

Beşa 14.
Dema axaftin û nivîsînê

Hûn jî derheqê ajelên kovî û kedî de pênc hevokan bibêjin û binivîsin.


1. …………………………………………………………………………………….
2. …………………………………………………………………………………….
3. …………………………………………………………………………………….
4. …………………………………………………………………………………….
5. …………………………………………………………………………………….

34
UNÎTEYA 2. JÎNGEHA MIN

Beşa 15.
Dema xwendinê

TEVDÎRA MIŞKAN

Li welatê Mêrdînê Çi gav dengê zengil bê 


Di nav gundê Cilînê Wer zanibin ku ew tê 
Pisîkekî xurt û şeng Bi lez û bez veşirin 
Bûbû xwedî nav û deng Nema hûn kes dimirin

Mişk nehiştin di malan Gişkan digot: Welê ye! 


Giş revîn qul û çalan Tevdîreke li rê ye
Kîjanê wan dihat der Lê di nav xwe kes nedîn 
Pisîk xwe zû davêt ser Ku wî karî biqedîn

Welê mabûn mat û gêj Pisîk serbest hiliştin


Yekî wan ê boçdirêj  Wî jî her ew dikuştin
Digot: Gelê hevalan Osman Sebrî (Bi guhertinên biçûk)

Em girtî man di çalan

Rêkê bo me çar bikin


An jî ji vir bar bikin 
Mişk neman tev dicivîn
Bo vê yekê peyivîn 

Her yekî yek digotin


Kezeb ji xwe disotin
Yekî wan ê rîsipî 
Digot: Ev e min rê dî

Du zengilan bibînin
Bidin yekî bişînin
Heke li ku pisîk dî
Bila têxe sitûyê wî

35
UNÎTEYA 2. JÎNGEHA MIN

Beşa 16.
Dema xwendin û guhdarîkirinê

DINYAYA CANDARAN
Dema em li dora xwe dinêrin em dikarin gelek cureyên candaran bibînin. Çawa ku mişk,
pisîk, kûçik, mirîşk candar in; dar, giya, xiyar, firingî, bacan û îsot jî candar in. Yanî bi hezaran
tiştên ku em li derdora xwe dibînin candar in. Ji ber ku bi hezaran cureyên candaran hene,
zanyaran candar kirine çend pol da ku hêsantir bên nasîn. Ev polînkirin li gorî taybetiyên
candaran e. Taybetiyên wan ên hevpar jî ev in ku hemû candar çê dibin, mezin dibin û
dimirin.
Riwek, ajel, kuvark û candarên hûrbînî, her yek poleke cuda ya candaran pêk tîne. Hemû
cureyên dar, giya û şînahiyan dikevin nav pola riwekan. Riwek hem ji bo mirovan hem jî
ji bo ajelan çavkaniyên sereke yên xwarinê û oksîjenê ne. Eger riwek nebûna dê jiyan çê
nebûya. Pola ajelan jî gelekî berfireh e. Hemû cureyên masî, baskdar û ajelên xişok di nav vê
polê de ne. Candarên ku dikevin vê polê dikarin tev bigerin lê riwekên wekî dar û giyayan
ji ber ku bi cihekî ve girêdayî ne nikarin tev bigerin. Pola kuvarkan jî bi taybetiyên xwe ne
mîna polên din e. Hinek candar jî hene ku bi çavan nayên dîtin. Ev candar hûrbînî ne û tenê
bi alîkariya hûrbînê tên dîtin.
Ev hemû candarên ku em behsa wan dikin xwediyên jîngehên cuda ne. Bo nimûne, hinek
riwek li cihên sar çê dibin, hinek jî li cihên germ çê dibin. Hinek ajel jî li cihên sar dijîn. Bo
nimûne, pengûen, gamisk, hirçê cemserê li cihên sar dijîn. Ajelên mîna şêr, fîl, meymûn û
hêştiran jî ji cihên germ hez dikin û li wan deran dijîn.

36
UNÎTEYA 2. JÎNGEHA MIN

Beşa 17.
Dema axaftin û nivîsînê

Li gorî agahiyên jorîn bersiva pirsên jêrîn bidin û binivîsin.


1. Candar ji bo çi tên polînkirin?
………………………………………………………….………………….
2. Candar li gorî çi dikevin polekê?
………………………………………………………….………………….
3. Riwek çima ji bo mirov û ajelan girîng in?
………………………………………………………….………………….
4. Candarên hûrbînî bi çi awayî tên dîtin?
………………………………………………………….………………….
5. Kîjan ajel li cihên sar dijîn?
………………………………………………………….………………….

Beşa 18.
Dema lîstinê

Hevokên kêm ên jêrîn bi agahiyên hemberî wan re hevyek bikin.


1. Pengûen, gamisk, hirçê cemserê li cihên germ çê dibin
2. Hemû candar çê dibin, mezin dibin nikarin bên dîtin.
3. Hemû cureyên dar, giya û şînahiyan dikevin û dimirin.
4. Hinek candar jî hene ku bi çavan nav pola riwekan.
5. Hinek riwek li cihên sar çê dibin, hinek jî li cihên sar dijîn.

37
UNÎTEYA 2. JÎNGEHA MIN

Beşa 19.
Dema xwendinê

Li gorî agahiyên jorîn bersiva pirsên jêrîn bibînin.


1. Kîjan ajel li cihê sar najî?
a) Gamisk b) Fîl c) Pengûen
2. Kîjan ajel ji cihên germ hez nake?
a) Pengûen b) Şêr c) Meymûn
3. Masî dikeve kîjan pola candaran?
a) Kuvark b) Riwek c) Ajel
4. Kîjan ajel li cihên sar dijî?
a) Pengûen b) Meymûn c) Hêştir
5. Dar, giha, şînahî dikevin kijan polê?
a) Kuvark b) Riwek c) Ajel

Beşa 20.
Dema nivîsînê

Valahiyên jêrîn li gorî agahiyên jorîn dagirin.


1. Hemû cureyên dar, ………………………………….. dikevin nav pola riwekan.
2. Hinek candar jî hene ku bi çavan ………………. dîtin.
3. Pengûen ……………………………………. li cihên sar dijîn.
4. Eger riwek nebûna …………………………… çê nebûya.
5. Zanyaran candar kirine çend …………….. da ku ………………….. nasîn.

38
UNÎTEYA 2. JÎNGEHA MIN

Beşa 21.
Dema xwendinê

CANDAR
Candar bi çend dirûvan
Nîşan didin mirovan
Dar û berên xwedî can
Bi xêra wan e jiyan

Jiyan bi xêra candaran


Didome li cî û waran
Gur û rovî, pezkovî
Navên ajelên kovî

Riwek dar û giya ne


Li dora me xuya ne
Sêv û hirmî û hinar
Bacan îsot û xiyar

Kew û kevok, perperok


Hemû ajel gumgumok
Candarên dora me ne
Sedema jîna me ne
Mikail Bülbül

39
UNÎTEYA 2. JÎNGEHA MIN

40
LAŞ Û TENDURISTÎ
Unîteya

3.
42
UNÎTEYA 3. LAŞ Û TENDURISTÎ

Beşa 1.
Dema xwendin û guhdarîkirinê

ALÎKARIYA BILEZ
Hesen kurekî mizawir bû û qet li xwe miqate nedibû. Ji ber vê yekê jî her roj tiştek dihat
serê wî. Wî, geh destê xwe dirêjî argûna vêketî dikir geh bi deterjanan dilîst û geh jî bi
pencereyan radipelikî.
Rojekê diya Hesen li pêjgehê kulîçe çê dikirin. Kulîçe hîn di firneyê de bûn. Hesen bêyî
ku ji diya xwe bixwaze deriyê firneyê vekir û destên xwe avêt sîniya germ û qêrîn pê ket.
Birayê wî Mirad bi hawara wî de çû. Devê muslixê vekir û destê wî yê şewitî da ber ava
sar. Demildest diya xwe haydar kir. Diya Hesen ew bir nexweşxaneyê. Bijîşk, destê Hesen
derman kir, pêça û got:
— Baş e ku we destê wî yê şewitî daye ber ava sar. Ji ber vê alîkariya we ya bilez, destê
Hesen dê zûtir baş bibe.
Mirad, birayê xwe hişyar kir ku divê ew tu carî bi amûrên tûj, sojer û biceyran nelîze. Pê
da zanîn ku ev ne lîstok in û divê mirov bi wan nelîze.

43
UNÎTEYA 3. LAŞ Û TENDURISTÎ

Beşa 2.
Dema axaftin û nivîsînê

Li gorî agahiyên jorîn bersiva pirsên jêrîn bidin û binivîsin.


1. Çima her roj tiştek dihat serê Hesen?
……………………………………………………………………………………
2. Diya Hesen çi çê dikir?
……………………………………………………………………………………
3. Çima qêrîn bi Hesen ket?
……………………………………………………………………………………
4. Mirad kî ye?
……………………………………………………………………………………
5. Bijîşk çi gote wan?
……………………………………………………………………………………

Beşa 3.
Dema xwendinê

Li gorî agahiyên jorîn li hemberî hevokên jêrîn nîşaneya “R” (rast) an “Ç”yê (çewt)
daynin.
1. Mirad muslix vekir û destê birayê xwe yê şewitî da ber ava sar. ( )
2. Hesen ji bo bidestxistina tiştan alîkariya mezinan dixwest. ( )
3. Bijîşk, lingê Hesen derman kir û pêça. ( )
4. Hesen, ji bo kulîçeyan çû pêjgehê. ( )
5. Diya Hesen ew bir xwendingehê. ( )

44
UNÎTEYA 3. LAŞ Û TENDURISTÎ

Beşa 4.
Dema axaftin û nivîsînê

Bersiva pirsên jêrîn bidin û binivîsin


1. Li malê tiştên xeternak ku dikarin bêne serê mirovan çi ne?
…………………………………………………………………………………………
…………………………………………………………………………………………
…………………………………………………………………………………………
2. Eger bûyereke bi vî rengî biqewime divê em çawa tev bigerin?
…………………………………………………………………………………………
…………………………………………………………………………………………
…………………………………………………………………………………………
3. Hûn jî bûyereke ku li malê hatibe serê we vebêjin.
…………………………………………………………………………………………
…………………………………………………………………………………………
…………………………………………………………………………………………

45
UNÎTEYA 3. LAŞ Û TENDURISTÎ

Beşa 5.
Dema axaftinê

Li wêneyên jorîn binêrin, şîrove bikin û binivîsin.


1. Gulê kîjan xurekan dixwe? Li gorî we divê van xwarinan di kîjan danan de bixwe?
…………………………………………………………………………………………
…………………………………………………………………………………………
2. Li gorî we Gulê tendurist e an na? Çima?
…………………………………………………………………………………………
…………………………………………………………………………………………
3. Dema ku hûn bê taştê têne xwendingehê an jî birçî dibin, rewşa we çawa ye?
…………………………………………………………………………………………
…………………………………………………………………………………………
4. Kesê ku di wextê de û bi rêkûpêk xwarinê nexwe dê çi bê serê wî?
…………………………………………………………………………………………
…………………………………………………………………………………………
5. Xwarinên ku ji bo bedena me mefadar in çi ne? Wexta ku em her dem heman tiştan bixwin
tenduristiya me dê çawa be?
…………………………………………………………………………………………
…………………………………………………………………………………………

Beşa 6.
Dema xwendin û nivîsînê

Çima divê em bedena xwe bi rêkûpêk perwerde bikin û ev yek çima pir girîng e?
Lê bikolin û binivîsin.
…………………………………………………………………………………………
…………………………………………………………………………………………
…………………………………………………………………………………………
…………………………………………………………………………………………
…………………………………………………………………………………………

46
UNÎTEYA 3. LAŞ Û TENDURISTÎ

Beşa 7.
Dema xwendinê

JI BO TENDURISTIYA ME
Mamoste: Zarokno, ka hûn ji bo tenduristiya xwe çi dikin, bi hevalên xwe re parve bikin.
Zozan : Ez xurekên servekirî yên derve nakirim.
Leyla : Ez jî nakirim. Lewra xurekên servekirî madeya mirov xera dikin û mirov pê
nexweş dikeve.
Zana : Ji bo ku ez xwe ji mîkroban biparêzim her dem destên xwe bi sabûnê dişom.
Ehmed : Ji bo paqijiyê ez digel avê, kaxezên daşirê jî bi kar tînim.
Azad : Eger min xwêdan dabe, ava sar venaxwim.
Rêzan : Piştî dersa werzişê ku min pir xwêdan dabe, ji bo ku nexweş nekevim ez diçim
dest û rûyê xwe dişom û cilên xwe diguherînim.

Beşa 8.
Dema lîstinê

Kê gotiye? Li gorî agahiyên jorîn, gotin û navan hevyek bikin.


1. Xurekên servekirî yên derve nakire. Zana
2. Xurekên servekirî madeya mirov xera dikin. Leyla
3. Ji bo ku xwe ji mîkroban biparêze her dem destên xwe bi sabûnê dişo. Zozan
4. Ji bo paqijiyê digel avê, kaxezên daşirê jî bi kar tîne. Azad
5. Eger xwêdan dabe, ava sar venaxwe. Ehmed

47
UNÎTEYA 3. LAŞ Û TENDURISTÎ

Beşa 9.
Dema xwendin û guhdarîkirinê

GULÊ Û ZÎNÊ
Gulê rojekê nexweş ketibû. Bi halê xwe yê nexweş çû xwendingehê. Di navbera nîvroyê de,
xwarina xwe ji çenteyê xwe derxist û li ser maseya xwe raxist. Hevala wê Zînê jî hat balê. Gulê ji
xwarina xwe îkramî wê kir. Lê Zînê nexwar û got:
— Spas, noşîcan be, çetelê min tuneye.
Gulê: Kerem bike bi çetelê min bixwe.
Zînê: Nabe, tu nexweş î. Dema ku ez bi çetelê te bixwim, dê nexweşiya te derbasî min jî
bibe.
Gulê: Baş e, tu gelekî bîrbir î. Naxwe kerem bike vê çîkolatê bixwe, min zêrika wê
venekiriye.
Zînê: Spas, tu her hebî.

Beşa 10.
Dema axaftin û nivîsînê

Bersiva pirsên jêrîn bidin û binivîsin.


1. Li xwendingehê hûn çawa li tenduristiya xwe miqate dibin?
…………………………………………………………………………………………
2. Hevalekî we ku li tenduristiya xwe miqate nebe hûn wî çawa hişyar dikin?
…………………………………………………………………………………………
3. Zînê çima xwarina Gulê nexwar?
…………………………………………………………………………………………
4. Gulê kengî xwarina xwe ji çenteyê xwe derxist û li ser maseya xwe raxist?
…………………………………………………………………………………………
5. Gulê bi halekî çawa çû xwendingehê?
…………………………………………………………………………………………

48
UNÎTEYA 3. LAŞ Û TENDURISTÎ

Beşa 11.
Dema xwendin û nirxandinê

PAQIJÎ TENDURISTÎ YE
Gelî hevalan, mirovên şareza, mirovên paqij in. Ew li paqijiya xwe ya şexsî û ya jîngeha xwe
miqate ne. Loma jî ew her dem tendurist in. Tenduristî jî sedema şabûnê ye.
De ka kerem bikin em li vê formê binêrin.

“Jîngeha Paqij, Xwendingeha Paqij”


Li gorî vê dirûşmeyê rêzikên jêrîn bixwînin û formê bi nîşaneya “√”ê dagirin.
: Ez her dem dikim.
: Ez carinan dikim.
: Ez qet nakim.

TEVGER Û HELWEST
1 Ez pola xwe paqij digirim.
2 Ez baxçeyê xwendingehê paqij digirim.
3 Ez hevalên xwe yên ku polê qirêj dikin hişyar dikim.
4 Ez hevalên xwe yên ku xwendingehê qirêj dikin hişyar dikim.
5 Ez di polê de dengê xwe bilind nakim.
6 Ez çopên li erdê davêjim çopdankê.
7 Ez di bêhnvedanan de polê hewadar dikim.
8 Ez daşira xwendingehê paqij digirim.
9 Ez kelûpelên polê bi baldarî bi kar tînim.
10 Ez maseyên polê xêz nakim.
Encam: Eger we sê caran nîşaneya an du caran nîşaneya hilbijartibe divê hûn tevger û helwestên xwe
ji nû ve di ber çavan re derbas bikin.

49
UNÎTEYA 3. LAŞ Û TENDURISTÎ

Beşa 12.
Dema xwendin û guhdarîkirinê

ENDAMÊN NAVEKÎ
Em di dersa tenduristiyê de ne. Mamoste li ser maketê endamên navekî nîşanî me dide. Mamoste
got: Zarokno! Bizanin ku laşê me ji sê beşan pêk tê: Serî, gewde û destûpê. Mejî di serî de ye. Ew
fermandarê hemû endaman e. Endam di gewdeyê de ne.
Mamoste li ser maketê wiha dewam kir:

Mejî
Mejî, di kiloxa serî de ye. Kiloxa serî mejî baş diparêze. Mejî bixwe sê beş e: Mejiyê mezin,
mejîlok û mejiyê piştê. Mejî ji çav, guh, ziman û hwd. sînyalan digire û vediguhêze pergala
rîşeyan a navendî. Mejî tevger û livên laşên mirovan bi rê ve dibe.

Dil
Dil, di sîngê mirovan de ye û ji masûlkeyan pêk hatiye. Meziniya dilê her kesî bi qasî kulma
wî ye. Dil, xwînê di laş de dadigerîne. Gava lê dide, bi riya rehan oksîjenê dişîne her aliyê
laş.

50
UNÎTEYA 3. LAŞ Û TENDURISTÎ

Made
Made, xwarinê hezim dike. Hezimkirina xwarinê wiha çê dibe: Xwarin ji dev dest pê dike,
di lûleya xwarinê re derbasî madeyê dibe, diçe roviyên zirav. Li vir tiştên ji laş re pêwîst in
tên belavkirin. Yên din jî li wir dikevin roviya sitûr û tên avêtin.

Pişik
Pişik, endama bêhnvedanê ye, xwîna qirêj paqij dike. Di nav sîngê mirovan de du pişik hene.
Bi wan em bêhna xwe digirin û berdidin. Bi saya pişikan xwîn oksîjenê distîne. Hewa bi riya
qirikê, di lûleyên nefesê re digihîjin kîsikên hewayê.

Gurçik
Gurçik, tiştên ziyanbar ên di xwînê de diparzinîne. Gurçik di laş de endama paqijkirina
xwînê ye. Tê de bi milyonan rehikên xwînê hene ku wek fîltreyê dixebitin. Piştî ku xwîn
paqij dibe, qirêja mayî diçe mîzdankê. Dema mîzdank tijî dibe, bi riya mîzê tê avêtin.

Kezeb
Kezeb, ji hezmê re alîkar e. Di xwînê de rêjeya şekir diedilîne. Enerjiyê, yanî rûn, şekir û
proteînê depo dike. Hevsengiya hormonan pêk tîne.

Rovî
Rovî, xwarinên ku em dixwin tevî xwînê dikin. Tiştên ku bi kêr nayên jî davêjin derve.
Ji ber ku mamoste endamên navekî li ser maketê nîşanî me dan, me endamên navekî yek bi
yek dîtin, ders çêtir di bîra me de ma.

Beşa 13.
Dema axaftin û nivîsînê

Li gorî agahiyên jorîn bersiva pirsên jêrîn bidin û binivîsin.


1. Mamoste li ser çi endaman nîşanî me dide?
…………………………………………………………………………………….
2. Fermandarê hemû endaman kîjan e?
…………………………………………………………………………………….
3. Di nav sîngê mirovan de çend pişik hene?
…………………………………………………………………………………….
4. Made bi kêrî çi tê?
…………………………………………………………………………………….
5. Gurçik, çi diparzinîne?
…………………………………………………………………………………….

51
UNÎTEYA 3. LAŞ Û TENDURISTÎ

Beşa 14.
Dema nivîsînê

Bi bêjeyên jêrîn ên tevlihev, hevokên serast çê bikin û binivîsin.


1. di / xwînê / laş / de / Gurçik / paqijkirina / endama/ ye
…………………………………………………………………………………….
2. dikin / xwarinên / Rovî / ku / dixwin / em / xwînê / tevî
…………………………………………………………………………………….
3. ku / me / pêk / ji / beşan / sê / laşe / tê / Bizanin
…………………………………………………………………………………….
4. mirovan / Mejî / livên / tevger / û / bi / ve / dibe / rê / laşên
…………………………………………………………………………………….
5. distîne / Bi / pişikan / oksîjenê / saya / xwîn
…………………………………………………………………………………….

Beşa 15.
Dema lîstinê

Hevok û endamên jêrîn hevyek bikin.

1. Di kiloxa serî de ye. Made

2. Di laş de endama paqijkirina xwînê ye. Dil

3. Xwînê di laş de dadigerîne. Rovî

4. Tiştên ku bi kêr nayên davêjin derve. Gurçik

5. Xwarinê hezim dike. Mejî

52
UNÎTEYA 3. LAŞ Û TENDURISTÎ

Beşa 16.
Dema axaftin û nivîsînê

Valahiyên jêrîn li gorî xwe dagirin.


1. Piştî xwarinê ez diranên xwe firçe dikim, lewra …………………………………….
…………………………………………………….…………………………………….
2. Ez her tim destên xwe bi sabûnê dişom, lewra ………………………………….…...
…………………………………………………….…………………………………….
3. Dema dinya sar be ez cilên stûr li xwe dikim, lewra ………………………………...
…………………………………………………….…………………………………….
4. Ji bo tenduristiyê xwarina xwe bi rêkûpêk dixwim, lewra …………………………….
…………………………………………………….…………………………………….
5. Li derve bi hevalên xwe re dilîzim û werzişê dikim, lewra …………………………
…………………………………………………….…………………………………….
Beşa 17.
Dema axaftin û nivîsînê

Valahiyan bi bêjeyên jêrîn dagirin


“kezeb, gewde, kiloxa, qirikê, lûleya”
1. ………… serî mejî baş diparêze.
2. ………………… di xwînê de rêjeya şekir diedilîne.
3. Laşê me ji sê beşan pêk tê: Serî, …………… û destûpê.
4. Hewa bi riya ………………… di lûleyên nefesê re digihîjin kîsikên hewayê.
5. Xwarin ji dev dest pê dike, di ………….… xwarinê re derbasî madeyê dibe.

Beşa 18.
Dema nivîsînê

Eger em li xwarin û vexwarina xwe miqate nebin astengiyên çawa dikarin derkevin
holê?
……………………………………………………………………………………………
……………………………………………………………………………………………
……………………………………………………………………………………………
……………………………………………………………………………………………
……………………………………………………………………………………………
……………………………………………………………………………………………

53
UNÎTEYA 3. LAŞ Û TENDURISTÎ

54
DEMSAL Û SALNAME
Unîteya

4.
56
UNÎTEYA 4. DEMSAL Û SALNAME

Beşa 1.
Dema xwendin û guhdarîkirinê

BIHAR
Bihar e. Belê, ji nû ve bihar e. Ezman şîn û sayî ye. Bayekî hênik tê. Gundê me li ser
girekî bilind hatiye avakirin, em çar aliyên xwe dibînin. Dormador, çêre, solîn, çemenzar û
heta ku çav dibîne zevî ne. Dorhêl kesk û şîn e. Eve em çend heval dikevin deştê.
Di tenişta rê de, sê hesp hêdî hêdî dimeşin. Em nêzîkî wan dibin. Wiha ez dibînim, yek
ji wan mehînek e, mehîneke gelek spehî ye. Ew spî ye. Heçî hesp e yek ji wan reş e, yê din
qemer e. Ew bi çavên xwe yên zîrek li me dinêrin. Min mehîn nas kir, ew mehîna Çeko ye.
Çeko çêtirîn siwarê gundê me ye. Mehînê jî ez nas kirim, ew ber bi min ve tê. Xweşbextane
di bêrîka min de du parçe şekir hene. Ez wan didim wê. Ew bi lêvên xwe yên nerm wan
dibe. Em pêşdetir diçin. Di nav çêreyê de, em ji nêzîkahî ve deh çêlek, çar ga û hinek dûrtir
heft golikan dibînin ku serên xwe ji giya hilnaynin. Çavên me bi pezan nakevin. Bêguman,
keriyên pez berê xwe dane zozanan.
Em ji saetekî bêtir di nav solîn û çemenzaran de digerin.
Kamiran Alî Bedirxan

57
UNÎTEYA 4. DEMSAL Û SALNAME

Beşa 2.
Dema axaftin û nivîsînê

Li gorî agahiyên jorîn bersiva pirsên jêrîn bidin û binivîsin.


1. Li dorhêla gund çi hene?
…………….…………………………………………..………………………………
2. Li tenişta rê çend hesp dimeşin?
…………….…………………………………………..………………………………
3. Çeko kî ye?
…………….…………………………………………..………………………………
4. Mehîn a kê ye?
…………….…………………………………………..………………………………
5. Di nav çêreyê de çend ajel diçêrin?
…………….…………………………………………..………………………………

Beşa 3.
Dema lîstinê

Hevokên kêm ên jêrîn bi agahiyên hemberî wan re hevyek bikin.


1. Gundê me li ser girekî bilind du parçe şekir hene.
2. Di tenişta rê de, sê hesp berê xwe dane zozanan.
3. Xweşbextane di bêrîka min de hatiye avakirin.
4. Bêguman, keriyên pez solîn û çemenzaran de digerin.
5. Em ji saetekî bêtir di nav hêdî hêdî dimeşin.

Beşa 4.
Dema nivîsînê

Bêjeyên jêrîn di nav hevokekê de bi kar bînin.


1. bihar : …………….………………………………..………………………………
2. hênik : …………….………………………………..………………………………
3. ewr : …………….………………………………..………………………………
4. solîn : …………….………………………………..………………………………
5. kerî : …………….………………………………..………………………………

58
UNÎTEYA 4. DEMSAL Û SALNAME

Beşa 5.
Dema xwendin û guhdarîkirinê

KAWAYÊ HESINKAR Û NEWROZ


Berî du hezar salan welatê me di bin destê dagirkerekî zordar de bû. Welat di nav rewşeke nexweş
û dijwar de bû. Ev dagirker, hukumdarekî biyanî û tirsnak bû. Rojekê tûşî nexweşiyeke ecêb bû. Di
encama vê nexweşiyê de du marên mejîxwir li ser her du milên wî peyda bûn. Her roj mejiyê du
xortan didane wan da ku mar têr bibin û wî neêşînin. Ji ber vê jî rojê du xort dikuştin û mejiyên wan
didane maran.
Xelkê dît ku roj bi roj xortên jêhatî tên kuştin û jimara xortên welat kêm dibe. Her rojekê dilê
dê û bavekî dişewitî, xwişkek bê bira û zarokek bê bav dima. Di nav bavên wan xortan de zilamek
hebû navê wî Kawa bû. Kawa hesinkarekî jêhatî bû. Hemû kurên wî hatibûn kuştin û bûbûn xwarina
marên li ser milê hukumdar. Tenê kurekî wî mabû. Rojekê hatin ku kurê wî yê mayî jî bibin û bikin
xwarina wan maran. Kawayê hesinkar dema dît ku kurê wî yê dawî jî dibin, dinya li ber çavên wî tarî
bû, hedara wî nema û wek şêrekî kir halan.
Got: Naaa! Naaa! Êdî em kurên xwe nakin xwarina maran. Bi hemû hêza xwe çakûçê destê xwe
li sindanê xist û çakûç mîna zengil deng veda. Kawa bala xelkê kişand ser xwe û wek pilingekî ji
dikana xwe derket û bangî xelkê kir:
Xelkno! Birano! Eger wiha biçe tenê dê pîremêr, pîrejin û zarok bimînin. Qey em dê zarokên xwe
ji bo xwarina maran mezin bikin?
Piştî vê, pêşmala xwe ya çermîn ji ber xwe vekir, wek alayekê bi serê rimekê ve kir û bi dirûşme
û hawarê berê xwe da koşka hukumdarê zordar. Ji xelkê re digot:
-Bi ser de bigirin û metirsin! Mirin ji bindestiyê çêtir e.
Hemûyan bi hev re êrîş kir. Bi vî awayî dawî li zordariya hukumdar anîn. Êdî rojeke nû dest pê
kir. Ev roj 21ê Adarê bû û navê Newrozê lê hat danîn.
Di rojeke wiha de bû ku zivistana sar bi dawî dibû û demsala biharê dest pê dikir. Deşt û çiya û
newal dixemilîn. Ji wê rojê û vir ve Newroz bûye du cejn: Cejna serê bihara rengîn û cejna rizgariyê.

59
UNÎTEYA 4. DEMSAL Û SALNAME

Beşa 6.
Dema axaftin û nivîsînê

Li gorî agahiyên jorîn bersiva pirsên jêrîn bidin û binivîsin.


1. Welatê me çend sal berê di bin destê dagirkerekî zordar de bû?
…………….………………………………..………………………………………
2. Ji bo çi rojê du xortan dikujin?
…………….………………………………..………………………………………
3. Kawayê hesinkar ji bo çi êrîşî koşka hukumdar dike?
…………….………………………………..………………………………………
4. Kawayê hesinkar berî êrîşa koşka hukumdar çi dike?
…………….………………………………..………………………………………
5. Di kîjan rojê de dawî li zordariya hukumdar tê?
…………….………………………………..………………………………………

Beşa 7.
Dema lîstinê

Hevokên kêm ên jêrîn bi agahiyên hemberî wan re hevyek bikin.


1. Xelkê dît ku roj bi roj biyanî û tirsnak bû.
2. Her roj mejiyê du xortan didane wan pîrejin û zarok bimînin.
3. Ev dagirker, hukumdarekî xortên jêhatî tên kuştin.
4. Eger wiha biçe tenê dê pîremêr, kişand ser xwe.
5. Kawa bala xelkê da ku mar têr bibin.

Beşa 8.
Dema nivîsînê

Bêjeyên jêrîn di nav hevokekê de bi kar bînin.


1. newroz : ……………………………………….……………………………
2. rizgarî : ……………………………………….……………………………
3. hedar : ……………………………………….……………………………
4. zordar : ……………………………………….……………………………
5. pêşmal : ……………………………………….……………………………

60
UNÎTEYA 4. DEMSAL Û SALNAME

Beşa 9.
Dema nivîsînê

Bi bêjeyên jêrîn ên tevlihev, hevokên serast çê bikin û binivîsin.


1. Rojeke / dest / nû / kir / êdî / pê
………………………………………………………………………………………
2. Newroz / du / bûye / vir / ji wê rojê û / ve / cejn
………………………………………………………………………………………
3. vekir / çermîn / Pêşmala xwe / xwe / ya / ji ber
………………………………………………………………………………………
4. nexweşiyeke / tûşî / bû / Rojekê / ecêb
………………………………………………………………………………………
5. dê / dişewitî / dilê / û / Her / rojekê / bavekî
………………………………………………………………………………………

Beşa 10.
Dema nivîsînê

Ji bo hevokên jêrîn pirsan binivîsin.


1 ………………………………………………………………………………….?
Welat di nav rewşeke nexweş û dijwar de bû.
2 ………………………………………………………………………………….?
Du marên mejîxwir li ser her du milên hukumdar peyda bûbûn.
3 ………………………………………………………………………………….?
Kawa hesinkarekî jêhatî bû.
4 ………………………………………………………………………………….?
Kawa wek pilingekî ji dikana xwe derket.
5 ………………………………………………………………………………….?
Hemû kurên Kawayê hesinkar hatibûn kuştin.

61
UNÎTEYA 4. DEMSAL Û SALNAME

Beşa 11.
Dema xwendin û guhdarîkirinê

KÊFXWEŞÎ
Ez kurdekî biçûk im Kaniyên wî taze ne
Welatê min mezin e Çar rexên wan sorgul in
Tijî rêl û çiya ye Xwedî kêf in dê û bav
Tijî berx û bizin e Dengbêjên wan bilbil in

Bi zozan û mebehan Ne girîn û nesaxî


Welatê min çeleng e Bes govend û dilxweşî
Tev rûbar û tavgehan Tê de herkes kamiran
Bi kulîlkan bi reng e Bi xebat û dilgeşî
Kamiran Alî Bedirxan

62
UNÎTEYA 4. DEMSAL Û SALNAME

Beşa 12.
Dema axaftin û nivîsînê

Li gorî agahiyên jorîn bersiva pirsên jêrîn bidin û binivîsin.


1. Li welatê me çi hene?
……………………………………………………..………………………………
2. Kaniyên welat çawa ne?
……………………………………………………..………………………………
3. Mirovên welat çawa ne?
……………………………………………………..………………………………
4. Li welat rewşa dê û bavan çawa ye?
……………………………………………………..………………………………
5. Dengê dengbêjên welat çawa ye?
……………………………………………………..………………………………

Beşa 13.
Dema nivîsînê

Bêjeyên jêrîn di nav hevokekê de bi kar bînin.


1. rêl : …………………………………………………………………….
2. rûbar : …………………………………………………………………….
3. kulîlk : …………………………………………………………………….
4. kamiran : …………………………………………………………………….
5. dilgeşî : …………………………………………………………………..…

Beşa 14.
Dema nivîsînê

Hûn jî derheqê taybetiyên welatê xwe de pênc hevokan bibêjin û binivîsin.


1. ……………………………………………………….………………………………
2. ……………………………………………………….………………………………
3. ……………………………………………………….………………………………
4. ……………………………………………………….………………………………
5. ……………………………………………………….………………………………

63
UNÎTEYA 4. DEMSAL Û SALNAME

Beşa 15.
Dema xwendin û guhdarîkirinê

KÊ, KENGÊ ÇI KIR?

Sînem:
Ehmed:
Min pêr serdana
Min do helbestek jiber kir.
bapîrê xwe kir.

Rojbîn:
Kamiran:
Min du hefte berê li
Min pêrar di pola çaran de
fîlmeke dîrokî temaşe kir.
dixwend.

Zinar: Şevîn:
Min meha borî hevalên Min berî du salan
xwe birin pirtûkxaneya xwendina xwe ya
giştî. seretayî temam kir.

64
UNÎTEYA 4. DEMSAL Û SALNAME

Beşa 16.
Dema xwendin û guhdarîkirinê

KÎ, KENGÊ ÇI DIKE?

Medya:
Behzad:
Ez niha sparteka
Ez vê gavê çayê vedixwim.
xwe çê dikim.

Zeyneb: Bedirxan:
Ez îro diçim mala meta Ez her tim werzişê
xwe. dikim.

Dîlan: Serhed:
Ez her gav bêriya te dikim. Ez êvaran zû têm malê.

65
UNÎTEYA 4. DEMSAL Û SALNAME

Beşa 17.
Dema xwendin û guhdarîkirinê

KÎ, DÊ KENGÊ ÇI BIKE?

Mem: Şîlan:
Ez dê sibehê nameyekê Ez dê piştî du sê
binivîsim. rojan pirtûkekê bikirim.

Guldar:
Bawer:
Ez dê saleke din ji
Ez dê di dahatûyê de li
xwendingeha navîn
zanîngehê bixwînim.
derçim.

Beşa 18.
Dema xwendinê

Li gorî agahiyên jorîn bersiva pirsên jêrîn bibînin.


1. Berî du salan kê xwendina xwe ya seretayî temam kiriye?
a) Ehmed b) Şevîn c) Şîlan
2. Kî dê piştî sê rojan pirtûkekê bikire?
a) Serhed b) Mem c) Şîlan
3. Kî niha sparteka xwe çê dike?
a) Medya b) Zeyneb c) Rojbîn
4. Kî diçe mala meta xwe?
a) Sîdar b) Bedirxan c) Zeyneb
5. Kê pêrar di pola çaran de dixwend?
a) Dîlan b) Kamiran c) Bawer

66
UNÎTEYA 4. DEMSAL Û SALNAME

Beşa 19.
Dema nivîsînê

Valahiyên jêrîn li gorî agahiyên jorîn dagirin.


1. Min ……………………… li fîlmeke dîrokî temaşe kir.
2. Ez dê ……………………. pirtûkekê bikirim.
3. Ez …………… diçim mala meta xwe.
4. Ez dê ………………………… li zanîngehê bixwînim.
5. Min ………….. di pola çaran de dixwend.

Beşa 20.
Dema lîstinê

Xaçepirs
D A H A T Û S A V B R A S S

P R L K L M E H A B O R Î A

Ê O V Ê G A V Ê H Ç G H J L

R J G V D E P Ê R A R E L E

B E R Î D U S A L A N R P K

P Ê U N U H S I B E H T A E

A V F I H D O F Ş Ş L I Ş D

R A J H H E F T E J Ş M Ê I

H R F A H N H E R G A V L N

A Y I O Î R O N M E H A B Ê

P I Ş T Î K Ê L I Y E K Ê Ş

BERÎ DU SALAN DAHATÛ DO ÊVAR


HEFTE HER GAV HER TIM ÎRO
MEHA BÊ MEHA BORÎ NIHA PAR
PAŞÊ PÊR PÊRAR PIŞTÎ KÊLIYEKÊ
ROJ SALEKE DIN SIBEH VÊ GAVÊ

67
UNÎTEYA 4. DEMSAL Û SALNAME

68
XWARIN Û VEXWARINÊN ME
Unîteya

5.
70
UNÎTEYA 5. XWARIN Û VEXWARINÊN ME

Beşa 1.
Dema xwendin û guhdarîkirinê

FEYDEYÊN HINARÊ
Di mamikeke me de ji bo hinarê tê gotin ku “kumkê nûtê, tijî tû tê”. Hindik gotine. Di her
liba wê de ku dişibe tûyan, xêr û bereketek heye. Îro encama hin lêkolînan diyar dike ku ew
ne tenê fêkiyekî tamxweş e, di heman demê de kana tenduristiyê ye jî. Bi xêra dijoksîdanên
xwe, parastina pergala laş zexim dike, hevsengiya şekir û kolesterolê saz dike, qewetê dide
qelbê mirov, îltîhaba pidûyan ziwa dike, tansiyona bilind dadixîne, toksînan davêje derve,
enerjiyê dide laşê westiyayî…
Ji ber van feydeyan divê em ne tenê payîzan, her wisa zivistanan jî ji vî fêkiyê mucîzewî
têra xwe sûd wergirin. Lewra ji aliyê vîtamîn û potasyûmê ve gelekî dewlemend e. Di
hundirê 100 gramê hinarê de 259 mîlîgram potasyûm, 63 kalorî, 8 mîlîgram vîtamîna C û
her wiha vîtamînên wek B1 û B2yê hene. Li gor lêkolînan, di piyaneke ava hinarê de bi qasî
10 piyanên çaya kesk û 4 piyanên guhîjan dijoksîdan û ji %25ê pêdiviya vîtamîna Cyê ya
rojekê heye.
Tirşê hinaran jî ji mêj ve di seleteyan de tê bikaranîn. Hîn jî li gundan bi navê hebirman
libên wê yên hişkirî çêj û lezetê didin xwarinan. Mirov dikare wekî porteqal, leymûn,
mandalîna û sêvan ava wê derxe û bi awayekî teze vexwe. Hinar hem ji bo tama devê me û
hem ji bo parastina tenduristiya me fêkiyekî qenc e.

71
UNÎTEYA 5. XWARIN Û VEXWARINÊN ME

Beşa 2.
Dema axaftin û nivîsînê

Li gorî agahiyên jorîn bersiva pirsên jêrîn bidin û binivîsin.


1. “Kumkê nûtê, tijî tû tê” ji bo çi tê gotin?
…………….……………………………………………………………….………
2. Hinar ji aliyê çi ve gelekî dewlemend e?
…………….……………………………………………………………….………
3. Di hundirê 100 gramê hinarê de çend mîlîgram potasyûm heye?
…………….……………………………………………………………….………
4. Tirşê hinaran ji mêj ve di çi de tê bikaranîn?
…………….……………………………………………………………….………
5. Li gundan ji libên hinarê yên hişkirî re çi tê gotin?
…………….……………………………………………………………….………

Beşa 3.
Dema xwendinê

Li gorî agahiyên jorîn li hemberî hevokên jêrîn nîşaneya “R” (rast) an “Ç”yê (çewt)
daynin.
1. Di hundirê 100 gramê hinarê de 65 kalorî hene. ( )
2. Liba hinarê dişibe tûyan. ( )
3. Hinar hevsengiya şekir û kolesterolê saz dike. ( )
4. Divê em tenê payîzan ji hinarê sûd wergirin. ( )
5. Hinar bi xêra dijoksîdanên xwe parastina pergala laş zexim dike. ( )

72
UNÎTEYA 5. XWARIN Û VEXWARINÊN ME

Beşa 4.
Dema axaftin û nivîsînê

Li gorî agahiyên jorîn hevokan temam bikin.


1. Di her liba hinarê de xêr û bereketek heye lewra. …………….……………..
……………………………………………………………………………………
2. Bi xêra dijoksîdanên hinarê …………..………………………………………
……………………………………………………………………………………
3. Di hundirê 100 gramê hinarê de ………………………………………………
……………………………………………………………………………………
4. Hinar ji hin aliyan ve fêkiyekî qenc e. Wekî ..………………………………..
……………………………………………………………………………………
5. Li gorî lêkolînan, di piyaneke ava hinarê de …………………………………
……………………………………………………………………………………

Beşa 5.
Dema lîstikê

Xaçepirs
F Ê K Î F J O X H A R C N

P G D G I Y P I I L V X A
O A A U F B L V N E Î A X

R T G H J Ç I T A Y T L W

T E A Î H E B I R M A N A
E Ş S J B B N R A Û M T R
Q H Ê L B U A Ş Ş N Î I I

A F V V Z F N A N T N R N

L Y M A N D A L Î N A Ş A

FÊKÎ HINAR MANDALÎNA TIRŞ


GUHÎJ LEYMÛN PORTEQAL VÎTAMÎN
HEBIRMAN LIB SÊV XWARIN

73
UNÎTEYA 5. XWARIN Û VEXWARINÊN ME

Beşa 6.
Dema xwendinê

Ka ew ava sar û xweş, ka gundor û ka zebeş


Ka birinc û ka genim, ka ew bistan li ku ye?

Ka hirmê û ka incas, ka bîhok û ka tirî


Ka ew xox û ka hinar, ka dobelan li ku ye?

Ka ew zîv û ka ew zêr, ka kaniyên gaz û qîr


Ka ew terş û ka talan, ka ew dewran li ku ye?

Ka welatê me rengîn, îro jar û birîndar


Cegerxwîno de bigrî, kanî derman li ku ye?
Cegerxwîn

Beşa 7.
Dema axaftin û nivîsandinê

Tu jî li gorî xwe feyde û qenciyên fêkiyan bibêje û binivîse.


………………………………………………………………………………………...
………………………………………………………………………………………...
………………………………………………………………………………………...
………………………………………………………………………………………...
………………………………………………………………………………………...
………………………………………………………………………………………...
………………………………………………………………………………………...
………………………………………………………………………………………...
………………………………………………………………………………………...

74
UNÎTEYA 5. XWARIN Û VEXWARINÊN ME

Beşa 8.
Dema xwendin û guhdarîkirinê

Û tasek dewê sar jî dayne li ber / Bixwe û mekêşe tu esla keder


(Şêx Mihyuddîn)

XWARINA PARÊVÊ DIGEL HEVALAN


Ez par serê payîzê ji bo serdana hevalên xwe Kerem û Serwer çûbûm Sêrtê. Serê sibehê Kerem
û Serwer bi erebeya xwe hatibûn pêşiya min. Erebeya me bi aliyê sûka kevin ve hilkişiya. Piştî ku
me ew li cihekî guncaw park kir, em ketin nav kolaneke teng û hatin li ber parêvxaneyekê sekinîn.
Bi rastî ew cihê ku em hatinê, ji bo min xerîb bû û rewşa wê ya derve jî ne ewqas xweş bû. Kêrek di
destê hosteyê qelew ê simbêlboq de bû û li ber çengala parêvê sekinîbû. Kerem li min nihêrî û got:
— Ez dizanim niha tu dibêjî ev çi cih e, lê bawer bike parêva herî xweş li vê derê çê dibe!
Serwer bi serê xwe, gotina wî piştrast kir. Em ketin hundir. Xwediyê wê bi dilgermî em pêşwazî
kirin. Diyar bû ku her du hevalên min gelek caran hatibûn vir. Dikan biçûk bû, lê li gorî avahiyeke
kevin paqij û birêkûpêk bû. Em derbasî hewşa wê ya hênik bûn. Kêfa min ji kursî û maseyên darîn,
guldankên wê yên rengîn re hat. Bêhna rihanan li hewşê belav bûbû. Lê piştî ku me parêva bi hestî û
goşt bi kêfa dilê xwe xwar, min ji vê derê bêtir hez kir. Heval bi dilxweşî dibişirîn. Min got:
— Ez dê sira vê lezetê ji hoste bipirsim.
Kerem wiha got:
— Hewce nake ezîzê min, ez dizanim. Piştî ku ez bûm mişteriyê vê derê, hoste carekê ji min re
got. Ew tenê goştê berxan çê dikin. Dema ku goştê amadekirî bi çengalekê ve serejêrî tenûrê bikin
û devê tenûrê bi heriyê bigrin, divê agirê tê de tev bibin bizot. Donê goştê ku bi çengalan ve ye,
diniqute ser goştê bihestî yê beroşê. Goştê çengalan û yê beroşê bi hev re dipijin. Lê sira lezetê ne ev
e, hoste got sira eslî ev e: Goştê ku dibe parêv, pir dihele, giraniya wî kêm dibe. Ji ber vê hin kes goştê
xwe zû ji tenûrê derdixin. Lê em wisa nakin, tam di wextê de derdixin, ne zû ne dereng.

75
UNÎTEYA 5. XWARIN Û VEXWARINÊN ME

Beşa 9.
Dema axaftin û nivîsînê

Li gorî agahiyên jorîn bersiva pirsên jêrîn bidin û binivîsin.


1. Hosteyê qelew ê simbêlboq li ber çi sekinîbû?
………………………………………………………………….
2. Xwediyê parêvxaneyê çawa ew pêşwazî kirin?
………………………………………………………………….
3. Serê sibehê Kerem û Serwer bi çi hatibûn pêşiya wî?
………………………………………………………………….
4. Bêhna çi li hewşê belav bûbû?
………………………………………………………………….
5. Sira lezeta parêvê çi ye?
………………………………………………………………….

Beşa 10.
Dema nivîsînê

Bi bêjeyên jêrîn ên tevlihev, hevokên serast çê bikin û binivîsin.


1. me / Erebeya / sûka / bi / ve / hilkişiya / kevin / aliyê
………………………………………………………………….
2. bûn / hewşa / Em / ya / wê / hênik / derbasî
………………………………………………………………….
3. dibişirîn / dilxweşî / bi / Heval
………………………………………………………………….
4. dikin / goştê / tenê / çê / berxan / Ew.
………………………………………………………………….
5. dipijin / çengalan / Goştê / yê / bi / beroşê / û / re / hev
………………………………………………………………….

76
UNÎTEYA 5. XWARIN Û VEXWARINÊN ME

Beşa 11.
Dema lîstinê

Hevokên kêm ên jêrîn bi agahiyên hemberî wan re hevyek bikin.


1. Hin kes goştê xwe zû ji tenûrê dipijin.
2. Divê agirê tê de tev bibin kêm dibe.
3. Goştê ku dibe parêv, pir dihele, giraniya wî piştrast kir.
4. Goştê çengalan û yê beroşê bi hev re derdixin.
5. Serwer bi serê xwe, gotina wî bizot.

Beşa 12.
Dema nivîsînê

Bêjeyên jêrîn di nav hevokekê de bi kar bînin.


1. parêv : …………………………………………………………………….
2. hoste : …………………………………………………………………….
3. goşt : …………………………………………………………………….
4. rihan : …………………………………………………………………….
5. tenûr : …………………………………………………………………..…

Beşa 13.
Dema axaftin û nivîsînê

Tu jî derbarê xwarinekê de biaxive û binivîse.


……………………………………………………………………………………………
……………………………………………………………………………………………
……………………………………………………………………………………………
……………………………………………………………………………………………
……………………………………………………………………………………………
……………………………………………………………………………………………

77
UNÎTEYA 5. XWARIN Û VEXWARINÊN ME

Beşa 14.
Dema xwendin û guhdarîkirinê

KURM Û SÎSIKÊN SÊVÊ


Li serê meha tebaxê kurmek ji nav şitlên firingî, xiyar, kundir û bacanan derket û bi dara
sêvê ve hilkişiya. Keysa xwe li sêveke gir anî û kete navê. Cihê wî rehet bû û kêf kêfa wî bû.
Piştî demekê pê hesiya ku bûye cîranê çar sîsikan. Rojekê bihîst ku ji çar sîsikan yek, ji yên
din re wiha dibêje:
— Ez dê rojekê bikevim erdê, tevî axê bibim. Piştî roj û şevan ez dê bibim şitlek û serê
xwe ji axê derxim. Nizanim li vî bostanî an li yekî din ez dê wek dayika xwe bibim dareke
bilind. Wê demê li ser şax û berên min dê çûk û kêzik bistirên, dê roj li ser pelên min bireqise,
ez dê hemû demsalan bibim dareke qewîn û bextewar!
Li ser vê yekê, sîsika duyem wiha got:
— Xwişka min, helbet xeyalên ciwaniyê xweş in! Lê ez du rojan ji te mezintir im, loma
dizanim ku temenekî ebedî nîne û bextewarî jî ew e ku em bi kêrî tiştekî bên.
Sîsika sêyem wiha tevî axaftinê bû:
— Tu rast dibêjî. Temenê me kin e û di vî temenê kin de divê em bi kêrî tiştekî bên. Mesela
dema em bibin sêv û bi şekir re bên kelandin û bibin rîçal an li ser banan li ber tavê bên
hişkirin û zivistanan bibin xweşav
an jî li kargehekê bên guvaştin û
bibin avfêkî, dê xêra me hebe.
Li ser vê yekê sîsika çarem a
mezin wiha got:
— Hûn çima tiştên li ber çavên
xwe nabînin? Ewqas dûr neçin!
Qey hûn bi kurmê ku ketiye sêvê û
hêdî hêdî ber bi me ve tê nahesin?
Îşev ez ji kirtekirta wî ranezam.
Di wê kêliyê de kurm fam kir
ku rihetiya wî ji destê wan nîne.
Loma wê rojê hîn tav neçûbû ava,
kurm xwe gihand dara bîhokê ya li
rexê dara sêvê.
(Bi îlhama çîroka
“Hinar”ê ya Xelîl Cibran)

78
UNÎTEYA 5. XWARIN Û VEXWARINÊN ME

Beşa 15.
Dema axaftin û nivîsînê

Li gorî agahiyên jorîn bersiva pirsên jêrîn bidin û binivîsin.


1. Kurm bûye cîranê kê?
………………………………………………………….………………….
2. Li ser şax û berên sîsikê dê çi bistirên?
………………………………………………………….………………….
3. Sêv çawa dibe rîçal?
………………………………………………………….………………….
4. Piştî axaftina her çar sîsikan, kurm çi kir?
………………………………………………………….………………….
5. Temenê sîsikan kin e an dirêj e?
………………………………………………………….………………….

Beşa 16.
Dema xwendin û nivîsînê

Valahiyan bi bêjeyên jêrîn dagirin.

“kêrî tiştekî, axê, sêveke, ciwaniyê, bextewar”

1. Keysa xwe li ………………… gir anî û kete navê.


2. Ez dê rojekê bikevim erdê, tevî ………………… bibim.
3. Ez dê hemû demsalan bibim dareke qewîn û………………… !
4. Xwişka min, helbet xeyalên ………………… xweş in!
5. Temenê me kin e û di vî temenê kin de divê em bi ………………… bên.

Beşa 17.
Dema axaftin û nivîsînê

Bi ya te mirov çawa bi kêrî tiştekî tê? Derbarê vê mijarê de pênc hevokan binivîse.
1. ………………………………………………………….……………………..….
2. ………………………………………………………….……………………..….
3. ………………………………………………………….……………………..….
4. ………………………………………………………….……………………..….
5. ………………………………………………………….……………………..….

79
UNÎTEYA 5. XWARIN Û VEXWARINÊN ME

Beşa 18.
Dema lîstinê

Kê gotiye? Hevyek bikin.


1. Ez dê rojekê bikevim erdê, tevî axê bibim. Sîsika çarem
2. Dema em bên guvaştin û bibin avfêkî, dê xêra me hebe. Sîsika duyem
3. Hûn çima tiştên li ber çavên xwe nabînin? Sîsika sêyem
4. Xwişka min, helbet xeyalên ciwaniyê xweş in. Sîsika yekem

Beşa 19.
Dema lîstinê

Bêjeyên jêrîn di xaçepirsê de bi cî bikin. SÊV

KURM
B A C A N
BACAN

AVFÊKÎ

FIRINGÎ

BÎHOK

BOSTAN

RÎÇAL

KUNDIR

ŞEKIR

XWEŞAV

ŞITIL

XIYAR

80
HATÛÇÛ-GEŞTÛGER
Unîteya

6.
82
UNÎTEYA 6. HATÛÇÛ-GEŞTÛGER

Beşa 1.
Dema xwendinê

Tûrên geştûgerê
Mîrxan û Rûken havînê ji Swêdê hatibûn Diyarbekirê mala mamê xwe Zîwer Beg. Ew
sala çûyî bi rêberiya Zîwer Beg li navenda Diyarbekirê têra xwe geriyabûn. Wan biryar da
ku derkevin tûreke geştûgerê. Mîrxan û Rûken çûn acenteyeke geştiyariyê û pirsa tûrên
geştûgerê kirin. Berpirsiyarê acenteyê got:
— Ji bo gelek deveran tûrên me yên pakêt hene. Lê ji bo nav welat havînan du pakêtên me
yên guncaw hene. Tûra yekem sê şev û çar roj, tûra duyem pênc şev û şeş roj in. Çûnûhatin,
razan, xwarin û rêberî di nav pakêtê de ne. Ev tûr hem ji bo bêhnvedanê, hem jî ji bo
perwerdeyê ne. Bihayê wan jî gelekî guncaw e. Ez pêşniyaz dikim.
Mîrxan û Rûken ji van agahiyan gelekî xweşhal bûn. Piştre Mîrxan ji berpirsiyarê
guzergeha tûra yekem pirsî.
Berpirsiyar: Di tûra yekem de gera bajarên Farqîn, Bedlîs, Wan, Bazîd, Colemêrg, Cizîr
û Mêrdînê heye.
Rûkenê jî got: Di tûra duyem de gera kîjan bajaran heye?
Berpirsiyar: Di tûra duyem de jî gera bajarên Mêrdîn, Cizîr, Zaxo, Dihok, Hewlêr,
Şeqlawe, Rewandiz û Amediyê heye.
Mîrxan û Rûkenê zehf mereqa Dihok û Hewlêrê dikirin. Lewra wan biryar da ku bi tûra
duyem derkevin geştûgerê.

83
UNÎTEYA 6. HATÛÇÛ-GEŞTÛGER

Beşa 2.
Dema nivîsînê

Bi bêjeyên tevlihev ên jêrîn, hevokên serast çê bikin û binivîsin.


1. gelek / hene / Ji bo / tûrên pakêt / deveran
………………………………………………………….……………………..….
2. dikirin / Dihok û Hewlêrê / Mîrxan û Rûkenê / mereqa
………………………………………………………….……………………..….
3. pirsî / berpirsiyar / tûra yekem / Mîrxan / guzergeha / ji
………………………………………………………….……………………..….
4. da / Wan / ku / geştûgerê / derkevin / tûreke / biryar
………………………………………………………….……………………..….
5. guncaw / bo / welat / nav / pakêtên / yên / hene / Ji / me / havînan / du
………………………………………………………….……………………..….

Beşa 3.
Dema xwendinê

Li gorî agahiyên jorîn pirsên jêrîn bibersivînin.


1. Kîjan bajar di gera tûra yekem de tuneye?
a) Bazîd b) Bedlîs c) Dihok
2. Mîrxan û Rûken ji bo ku pirsa tûrên geştûgerê bikin çûn ku derê?
a) Mala Zîwer Beg b) Acenteya geştûgerê c) Diyarbekirê
3. Kîjan bajar di her du tûran de hene?
a) Zaxo û Bedlîs b) Farqîn û Bedlîs c) Mêrdîn û Cizîr
4. Kîjan bijare ne taybetiyeke tûrên nav welat in ?
a. Bihayên wan guncaw in.
b. Tûra yekem pênc şev û şeş roj in.
c. Hem ji bo bêhnvedanê hem jî ji bo perwerdeyê ne.
5. Di nav pakêtê de kîjan xizmet tuneye?
a) Xwarin b) Razan c) Diyarî

84
UNÎTEYA 6. HATÛÇÛ-GEŞTÛGER

Beşa 4.
Dema axaftin û nivîsînê

Li gorî we Mîrxan û Rûken di guzergehên tûra yekem û tûra duyem de dikarin li kîjan cihên
dîrokî bigerin? Lêbikolin û ji bo her bajarekî navên du cihên geştûgerê bibêjin û binivîsin.

1. Guzergeha tûra yekem:


BAJAR CIHÊ YEKEM CIHÊ DUYEM
Farqîn: ………………………………… …………………………………
Bedlîs: ………………………………… …………………………………
Wan: ………………………………… …………………………………
Bazîd: ………………………………… …………………………………
Colemêrg: ………………………………… …………………………………
Cizîr: ………………………………… …………………………………
Mêrdîn: ………………………………… …………………………………

2. Guzergeha tûra duyem:


BAJAR CIHÊ YEKEM CIHÊ DUYEM
Mêrdîn: ………………………………… …………………………………
Cizîr: ………………………………… …………………………………
Zaxo: ………………………………… …………………………………
Dihok: ………………………………… …………………………………
Hewlêr: ………………………………… …………………………………
Rewandiz: ………………………………… …………………………………
Amediyê: ………………………………… …………………………………

85
UNÎTEYA 6. HATÛÇÛ-GEŞTÛGER

Beşa 5.
Dema xwendinê

Wesayîtên Guhestinê
Di dersa hatûçûyê de mijar wesayîtên guhestinê bû. Mamoste dest bi axaftinê kir:
-Zarokno, çar cureyên wesayîtên guhestinê hene: Wesayîtên riyên bejayî, hesinî, hewayî
û avî. Ji wesayîtên riyên bejayî re wesayîtên guhestina bejayî, ji yên hesinî re wesayîtên
guhestina hesinî, ji yên hewayî re wesayîtên guhestina hewayî û ji yên avî re wesayîtên
guhestina avî tê gotin.

Piştre mamoste got:


- Zarokno, ez bawer dikim we li malê amedekariya mijara me kiriye. Gelo, hûn dikarin
navên hinek wesayîtên cureyên guhestinê bibêjin?
Rûken: Otobus, mînîbus û otomobîl wesayîtên riyên bejayî ne.
Ehmed: Trên, metro, tramvay wesayîtên riyên hesinî ne.
Zozan: Balafir û helîkopter wesayîtên riyên hewayî ne.
Bişar: Keştî û wapûr wesayîtên riyên avî ne.
Mamoste: Aferîn zarokno. We rast got. Niha jî em behsa sûdên van wesayîtan bikin. Gelo,
hûn dikarin hinek sûdên wan bibêjin?
Rûken: Rêwîtiya bi wesayîtên avî gelekî bi kêf e. Mirov dikare li pêlên avê, masî û
qaqlîbazan temaşe bike.
Mistefa: Rêwîtiya bi wesayîtên bejayî zêde ne biha ye û berbelavtir e. Di rê de mirov
dikare gelek cihan jî bibîne.
Xecîce: Rêwîtiya bi wesayîtên hesinî ewletir û erzantir e.
Mehmûd: Rêwîtiya bi wesayîtên hewayî bileztir e.
Mamoste: Aferîn, we hemûyan rast got. Herî dawî divê bê zanîn ku bi van wesayîtan ne tenê
mirov, her cure bar jî tên guhestin.

86
UNÎTEYA 6. HATÛÇÛ-GEŞTÛGER

Beşa 6.
Dema nivîsînê

Li hember wesayîtên jêrîn cureyên wan binivîsin.


1. Metro ……………………………………………….…….
2. Trên ……………………………………………….…….
3. Otobus ……………………………………………….…….
4. Wapûr ……………………………………………….…….
5. Balafir ……………………………………………….…….
6. Mînîbus ……………………………………………….…….

Beşa 7.
Dema nivîsînê

Li gorî agahiyên jorîn, valahiyên jêrîn dagirin.


1. …………….cureyên wesayîtên guhestinê hene.
2. Ji wesayîtên riyên bejayî re wesayîtên ……………. tê gotin.
3. Keştî û wapûr wesayîtên riyên ………………… ne.
4. Rêwîtiya bi wesayîtên ……………………ewletir û erzantir e.
5. Bi wesayîtan …………….. û her cure bar jî tên guhestin.

87
UNÎTEYA 6. HATÛÇÛ-GEŞTÛGER

Beşa 8.
Dema axaftin û nivîsînê

Ji bo cureyên wesayîtan du sûdan bibêjin û binivîsin.

Wesayîtên riyên bejayî


Sûd 1 ……………………………………………………………………………………
Sûd 2 ……………………………………………………………………………………

Wesayîtên riyên hesinî


Sûd 1 ……………………………………………………………………………………
Sûd 2 ……………………………………………………………………………………

Wesayîtên riyên hewayî


Sûd 1 ……………………………………………………………………………………
Sûd 2 ……………………………………………………………………………………

Wesayîtên riyên avî


Sûd 1 ……………………………………………………………………………………
Sûd 2 ……………………………………………………………………………………

88
UNÎTEYA 6. HATÛÇÛ-GEŞTÛGER

Beşa 9.
Dema xwendinê

Ewlehiya Hatûçûyê
Di dersa hatûçûyê de mijar ewlehiya hatûçûyê bû. Mamoste dest bi axaftinê kir:
- Di hatûçûye de ewlehiya mirovan gelek girîng e. Peyarê, peyabor, bihurkên jêrzemîn û jorzemîn,
peyaborên biçira yên xwendingehan, dewrên ku polîs lê hene û riyên biçira ewle ne. Riyên ku di wan
de peyarê, peyabor, bihurkên jêrzemîn û jorzemîn tunebin û yên ku li ser wan înşaat û makîneyên kar
hebin ne ewle ne. Divê em riyên ewle bi kar bînin û di riyên ne ewle de jî gelekî baldar bin.
Piştre mamoste rawestiya û got:
- Zarokno, min di mijara ewlehiya hatûçûyê de spartek dabû we. Di vî warî de ka we çi amade kir?
Zarokan yek bi yek dest bi axaftinê kir:
Berfîn: Ji bo ewlehiyê divê zarok li ser riyan nelîzin. Parkên zarokan, qadên sporê, hewşên
xwendingehan û meydanên dûrî riyan cihên lîstikê yên ewle ne.
Ednan: Divê zarok, heta nebin yazdeh salî, li ser riyên hatûçûyê bisiklêt, kaşok û patenê neajon.
Ji bo ajotina van, qadên lîstikê yên derveyî hatûçûyê, cihên ewle ne.
Mirad: Ji bo ewlehiyê divê em li ser bisiklêtê canbaziyan nekin, di fetlonekan de baldar bin,
kesên li pêşiya xwe hişyar bikin, destê xwe ji ser gîdonê ranekin, kesekî duyem siwar
nekin û kask, zendik û çokparêzan bi kar bînin.
Xezal: Di guhestina navbajar û derbajaran de divê her kes kembera ewlehiyê bi kar bîne. Lewra
bikaranîna kemberê mirov ji metirsiyan diparêze.
Ronî: Zarokên ji yazdeh salan biçûktir divê di paşiya erebeyê de geştûgerê bikin. Paldankên
zarokan divê li gorî temenê wan û li gorî taybetiyên erebeyê bên bijartin.
Mamoste: Aferîn zarokno. Tiştên ku we gotin tev rast in.

89
UNÎTEYA 6. HATÛÇÛ-GEŞTÛGER

Beşa 10.
Dema xwendin û nivîsînê

Li gorî agahiyên jorîn derheqê riyan de“Ewle” yan “Neewle” binivîsin.


1. Riyên ku di wan de bihurkên jêrzemîn hebin ( )
2. Riyên ku li ser wan makîneyên kar hebin ( )
3. Riyên ku li ser wan înşaat hebin ( )
4. Riyên ku di wan de peyabor hebin ( )
5. Riyên ku di wan de bihurkên jorzemîn tunebin ( )
6. Riyên ku di wan de peyaborên biçira yên xwendingehan hebin ( )

HIŞYARÎ
QADA AVAHIYÊ

Beşa 11.
Dema axaftin û nivîsînê

Li gorî agahiyên jorîn bersiva pirsên jêrîn bidin û binivîsin.


1. Bikaranîna kembera ewlehiyê çima girîng e?
……………………………………………………………………………………………
2. Ji bo ajotina bisiklêtan cihên ewle ku der in?
……………………………………………………………………………………………
3. Dema em bisiklêtan bajon, ji bo ewlehiyê divê em çi bikin?
………………………………………………………………………………………………
4. Cihên lîstikê yên ewle ku der in?
………………………………………………………………………………………………
5. Zarokên ji yazdeh salan biçûktir divê çawa geştûgerê bikin?
………………………………………………………………………………………………

90
UNÎTEYA 6. HATÛÇÛ-GEŞTÛGER

Beşa 12.
Dema nivîsînê

Li gorî agahiyên jorîn pênc rêzikên ewlehiya hatûçûyê binivîsin.


1 ……………………………………………………………………………………………
………………………………………………………………………………………………

2 ……………………………………………………………………………………………
………………………………………………………………………………………………

3 ……………………………………………………………………………………………
………………………………………………………………………………………………

4 ……………………………………………………………………………………………
………………………………………………………………………………………………

5 ……………………………………………………………………………………………
………………………………………………………………………………………………

91
UNÎTEYA 6. HATÛÇÛ-GEŞTÛGER

92
ÇALAKIYÊN SERBEST
Unîteya

7.
UNÎTEYA 7. ÇALAKIYÊN SERBEST

Beşa 1.
Dema xwendin û guhdarîkirinê

EM ÇÛN SÎNEMAYÊ
Em dimeşin, em zû, gelekî zû dimeşin, ji ber ku em dixwazin di wextê xwe de bigihîjin
sînemayê. Sînema ji mala me dûr e. Niha saet çar û nîv e. Filîm di saet pênc û nîvan de dest
pê dike. Li ser rê, em pênc kes in; bavê min, diya min, kek û eta min û ez. Em dixwazin
beriya ku filîm dest pê bike bigihîjin sînemayê. Ji ber ku em zû meşiyan, em di wextê xwe de
gihîştin sînemayê. Li ber derî gelek mirov hebûn. Dema ku dora me hat, me pênc bilêt kirîn,
em ketin holê û li cihên xwe rûniştin. Bavê me ji bo me şekirok kirîn, şekirokine girover,
şekirokine spî, zer, sor, helesor, kesk û şîn. Lê beriya ku em şekirokekî biavêjin devê xwe
filîm dest pê kir.
(Bi guhartinên biçûk)
Kamiran Alî Bedirxan, Nivîsa Min

94
UNÎTEYA 7. ÇALAKIYÊN SERBEST

Beşa 2.
Dema axaftin û nivîsînê

Li gorî agahiyên jorîn bersiva pirsên jêrîn bidin û binivîsin.


1. Malbat çima zû dimeşe?
…………….……………………………………………………………….………
2. Filîm di saet çendan de dest pê dike?
…………….……………………………………………………………….………
3. Li ser rê, çend kes hene?
…………….……………………………………………………………….………
4. Bavê wan ji bo wan çi kirî?
…………….……………………………………………………………….………
5. Malbat di wextê xwe de gihîşt sînemayê an na?
…………….……………………………………………………………….………

Beşa 3.
Dema nivîsînê

Bi bêjeyên jêrîn ên tevlihev hevokên serast çê bikin û binivîsin.


1. ji / me / dûr / mala / e / Sînema
……………………………………………………………………………………….
2. sînemayê / Em / beriya / dixwazin / dest / ku / filîm / bike / pê / bigihîjin
……………………………………………………………………………………….
3. hebûn / mirov / derî / ber / gelek / Li
……………………………………………………………………………………….
4. pênc / me / ku / me / hat / Dema / bilêt / dora / kirîn
……………………………………………………………………………………….
5. şekirokekî / ku / em / biavêjin / Beriya / devê / filîm / xwe / pê / dest /kir
……………………………………………………………………………………….

Beşa 4.
Dema axaftin û nivîsînê

Derbarê bêjeyên jêrîn de hevokeke nû binivîsin.


1. sînema : ……………………………………………………………………
2. filîm : ……………………………………………………………………
3. şekirok : ……………………………………………………………………
4. bilêt : ……………………………………………………………………
5. hol : ……………………………………………………………………

95
UNÎTEYA 7. ÇALAKIYÊN SERBEST

Beşa 5.
Dema xwendin û guhdarîkirinê

TELEVÎZYON Û NÎŞANEYÊN HIŞYARIYÊ


Zarokno, dema ku em di televîzyonê de li filîm û bernameyan temaşe dikin, gelo em
dizanin ka kîjan nîşane ji bo kîjan hişyariyê ye? Ji bo van nîşaneyan dibêjin: “Nîşaneyên Jîr”.
Ji kerema xwe re hûn jî baş lê binêrin, jiber bikin û guhdariya wan bikin. Her wiha hevalên
xwe jî ji van agahdar bikin.

Hemû temaşevan Hijdeh salî û jortir

Heft salî û jortir Zayendî

Sêzdeh salî û jortir Tirs û tundî

Mînakên nerênî

96
UNÎTEYA 7. ÇALAKIYÊN SERBEST

Beşa 6.
Dema strînê

Dîko
Dîko, dîko dîkilo,
per û bask û nikulo,
radibe ser du tilo,
diqîre qî qîqilo...
carna ser çîqilo
mîna mela baqilo
bi qîr û bi çepilo
carna mîna bilbilo
diqîre qî qîqilo...

Beşa 7.
Dema lîstinê

Nîşane û agahiyan hevyek bikin.

Heft salî û jortir

Hijdeh salî û jortir

Tirs û tundî

Mînakên nerênî

Sêzdeh salî û jortir

Beşa 8.
Dema lêkolîn û nivîsînê

Li wateya bêjeyên jêrîn bigerin û binivîsin.


1. Bername: …………………………….…………………………………………………
………………………………………………………………………………………………
2. Nîşane: ……………………………………..……………………………………………
………………………………………………………………………………………………
3. Temaşevan: ……………………..………………………………………………………
………………………………………………………………………………………………
4.Tundî: ……………………………………………………………………………………
………………………………………………………………………………………………
5. Nerênî: ……………………...……………………………………………………………
………………………………………………………………………………………………
97
UNÎTEYA 7. ÇALAKIYÊN SERBEST

Beşa 9.
Dema xwendinê

EZ Û BLOGA MIN
Merheba, navê min Elind Mehabad e, lê belê hevalên min hew “Elind”ê bi kar tînin. Ez
niha diçim pola heftan. Çend sal in ku ez înternetê bi kar tînim. Lê belê malbata min îsal
destûr da ku ez ji xwe re blogekê çê bikim. Min jî li ser înternetê ji xwe re blogek çê kir.
Ez bloga xwe wek rojnivîskê bi kar tînim. Yanî herçî tiştên ku ji bo min girîng û balkêş in,
ez wan bi heval û şopgerên xwe re parve dikim. Her wiha hevalên min ên xwedî blog jî bi
heman awayî tiştên xwe bi min re parve dikin. Bi riya blogê gelek hevaltiyên min ên nû çê
bûn. Ji ber ku zimanê kurdî li ser înternetê pir tê bikaranîn, gelek hevalên min ên derveyî
welat jî çê bûne. Ez bi riya kurdî bi wan re peywendiyan çê dikim. Her yek ji wan li welatekî
ne, ji Swêdê bigire heta Emerîka û Awistralyayê gelek hevalên min ên blogê çê bûne. Îsal
dê hevaleke min a blogê ji Swêdê bê Diyarbekirê serdana min, loma ez gelekî bêsebr û
biheyecan im.

Beşa 10.
Dema axaftin û nivîsînê

Li gorî agahiyên jorîn bersiva pirsên jêrîn bidin û binivîsin.


1. Elind diçe pola çendan?
…………….……………………………………………………………….………
2. Elind li ser înternetê ji xwe re çi çê kir?
…………….……………………………………………………………….………
3. Ji kîjan welatan hevalên Elind çê bûne?
…………….……………………………………………………………….………
4. Elind çima bê sebr û bi heyecan e?
…………….……………………………………………………………….………
5. Malbata Elindê îsal ji bo çi destûr da wê?
…………….……………………………………………………………….………

98
UNÎTEYA 7. ÇALAKIYÊN SERBEST

Beşa 11.
Dema xwendinê

Li gorî agahiyên jorîn li hemberî hevokên jêrîn rast (R) an çewt (Ç) daynin.
1. Elind bê destûra malbata xwe înternetê bi kar tîne. ( )
2. Elind bloga xwe ya înternetê wekî rojnivîskê bi kar tîne. ( )
3. Elind di înternetê de lîstikên kompîterê dilîze. ( )
4. Ji ber ku Elind bi kurdî dizane gelek hevalên wê yên derveyî welat çê bûne. ( )
5. Elind bi riya Îngilîzî bi hevalên xwe re peywendiyan çê dike. ( )

Beşa 12.
Dema lîstinê

Bêjeyên jêrîn di xaçepirsê de bi cî bikin.

AWISTRALYA ELIND KURDÎ ROJNIVÎSK


BALKÊŞ EMERÎKA MEHABAD SWÊD
DERVEYÎ WELAT HEVAL PARVEKIRIN WELAT
DIYARBEKIR ÎNTERNET PEYWENDÎ

D
E
R
V P A R V E K I R I N
E
Y
Î
W
E
L
A
T

Î N T E R N E T

99
UNÎTEYA 7. ÇALAKIYÊN SERBEST

Beşa 13.
Dema xwendinê

KÊLANE
Kêlane lîstikeke zarokan e û li derve tê lîstin. Hemû amûr û rêzikên vê lîstikê sirûştî ne.
Şeş lîstikvan hene. Sisê sisê dibin du kom. Her komek ji xwe re sê kevirên dirêj (40-50 cm)
diçikîne û li hember hev rêz dike. Di navbera her du koman de jî nêzî 5 metreyan dûrahî
heye. Bi vî awayî dest bi lîstikê dikin. Îcar radihêjin kevirê biçûk û davêjin kevirên koma
din. Herçî yê kevirekî çikandî bixe, heqê keviravêtina duyem dest pê dike. Lîstik bi vî awayî
didome, heta ku hemû kevirên komekê biqulibin. Piştî ku hemû kevirên komekê diqulibin
lîstik bi dawî dibe.

Beşa 14.
Dema axaftin û nivîsînê

Li gorî agahiyên jorîn bersiva pirsên jêrîn bidin û binivîsin.


1. Kêlane li ku tê lîstin?
…………….……………………………………………………………….………
2. Di lîstika kêlaneyê de çend lîstikvan dilîzin?
…………….……………………………………………………………….………
3. Her komek ji xwe re çend keviran diçikîne?
…………….……………………………………………………………….………
4. Di navbera her du koman de çend metre dûrahî heye?
…………….……………………………………………………………….………
5. Lîstik çawa bi dawî dibe?
…………….……………………………………………………………….………

100
UNÎTEYA 7. ÇALAKIYÊN SERBEST

Beşa 15.
Dema mamikan

Beden kesk, dikan reş, bajar sor.


(Zebeş)

Behra hişîn, du mar tê de dikin xuşîn, yek hesp e, yek mehîn e.


(Roj û heyv)

Guloka mû li dinyayê wer bû.


(Mij)

Helheliko melmeliko, simêl tûjo guh beliko.


(Mişk)

Hespa boz e, rişme li poz e.


(Derzî)

Beşa 16.
Dema lîstinê

Hevokên kêm ên jêrîn bi agahiyên hemberî wan re hevyek bikin.


1. Sisê sisê dibin lîstikê dikin.
2. Hemû amûr û rêzikên vê lîstikê koma din.
3. Kêlane lîstikeke zarokan e û li sirûştî ne.
4. Bi vî awayî dest bi du kom.
5. Îcar radihêjin kevirê biçûk û davêjin kevirên derve tê lîstin.

101
UNÎTEYA 7. ÇALAKIYÊN SERBEST

Beşa 17.
Dema xwendinê

HOSTE NECAR
Zemanê berê mirovek hebû, navê wî Hoste Necar bû. Ev mirov li ber destê padîşah
dixebitî. Li wir derî, dergûş û tabût çê dikirin. Rojekê padîşah gazî wî kiriye, gotiye:
— Ji te re bîst û çar saet mihlet, tu dê ji min re çil tabûtan çê bikî. Eger tu çê nekî, ez dê
serê te jê bikim.
Hoste Necar heta wê rojê yeka padişahê xwe nekiribû didu. Difikire gelo dê çawa bikare
karekî wiha bigihîjîne. Bi dilekî kul û xemgîn berê xwe dide malê. Jina wî dibîne kêfa zilamê
wê ne li cih e. Jê dipirse û mijarê fam dike. Li ber dilê wî dide û wiha dibêje:
— Hoste Necar, razê wek her car, şev yek e, dergeh hezar. Ji xwe re razê, heta sibe hezar
mal xirab dibin, hezar mal ava dibin.
Hoste Necar jî encax dikare tabûtekê tenê çê bike û serê xwe datîne, radize. Serê sibê zû
çend leşker tên li deriyê wî didin. Hoste Necar çawa çav li wan dike dibêje: “Hey wax, hatine
fermana min!
Lê belê serleşkerê wan dibêje: “Hoste Necar de lez bike, padîşah mir, jê re tabûtekê çê
bike.” Li ser vê yekê jina wî dibêje:
— Ma min ji te re negot, Hoste Necar, razê wek her car, şev yek e, dergeh hezar.
Ev mesele niha di zimanê me de bûye wek gotineke pêşiyan û mezinên me dibêjin.
(Anonîm)

102
UNÎTEYA 7. ÇALAKIYÊN SERBEST

Beşa 18.
Dema axaftin û nivîsînê

Li gorî agahiyên jorîn bersiva pirsên jêrîn bidin û binivîsin.


1. Hoste Necar li ku dixebite?
…………….……………………………………………………………….………
2. Padîşah ji Hoste Necar çend tabût xwestine?
…………….……………………………………………………………….………
3. Jina Hoste Necar jê re çi dibêje?
…………….……………………………………………………………….………
4. Serleşker ji Hoste Necar re çi dibêje?
…………….……………………………………………………………….………
5. Hoste Necar çend tabûtan çê dike?
…………….……………………………………………………………….………

Beşa 19.
Dema lîstinê

Li gorî agahiyên jorîn gotin û navên jêrîn hevyek bikin.


1. “Eger tu çê nekî, ez dê serê te jê bikim”. Jina Hoste Necar
2. “Hoste Necar de lez bike, padîşah mir, jê re tabûtekê çê bike.” Hoste Necar
3. “Hey wax, hatine fermana min!” Serleşker
4. “Hoste Necar, razê wek her car, şev yek e, dergeh hezar.” Padîşah

Beşa 20.
Dema axaftin û nivîsînê

Hûn jî pênc gotinên pêşiyan ji mezinên xwe bipirsin û binivîsin.


1. ……………………………………………………………………………………………
………………………………………………………………………………………………
2. ……………………………………………………………………………………………
………………………………………………………………………………………………
3. ……………………………………………………………………………………………
………………………………………………………………………………………………
4. ……………………………………………………………………………………………
………………………………………………………………………………………………
5. ……………………………………………………………………………………………
………………………………………………………………………………………………
103
UNÎTEYA 7. ÇALAKIYÊN SERBEST

104
FERHENGOK

Acizbûn: Rahatsız olmak, sıkılmak Bername: Program


Agahî: Bilgi Berpirsiyar: Sorumlu
Ala: Bayrak Beş: Bölüm, kısım
Alî/al: Taraf, yan Bextewar: Mutlu
Amadekarî: Hazırlık Bicîanîn: Yerine getirmek
Amadekirin: Hazırlamak Bidawîbûn: Sonlanmak
Amûr: Alet, araç, gereç Bi emanetî: Ödünç, emaneten
Ansîklopedî: Ansiklopedi Biserketin: Başarmak, üstesinden gelmek
Argûn: Ocak Bi taybetî: Özellikle
Avakirin: Kurmak, inşa etmek Bi ya min: Bana göre, bence
Bajar: Şehir Biha: Ücret, fiyat
Baldayîn: Dikkat etmek Bîhok: Ayva
Balafir: Uçak Bihurk: Geçit
Baldar: Dikkatli Bihurkên jêrzemîn: Alt geçit
Baldarî: Dikkatlilik Bihûrkên jorzemîn: Üst geçit
Baskdar: Kanatlı Bikêr: Yararlı
Baş: İyi Bilez: Hızlı
Başoke: Atmaca Bilind: Yüksek
Bav: Baba Binavûdeng: Meşhur, tanınmış
Baxçe: Bahçe Binirx: Kıymetli, değerli
Baz: Şahin Biqîmet: Kıymetli, değerli
Bêhnvedan: Dinlenme, teneffüs Bira: Erkek kardeş
Bêje: Kelime Bîrbir: Reşit, akıllı
Belgeyên fermî: Resmi evraklar Birêkûpêk: Düzenli, muntazam
Beraz: Domuz Biryar: Karar
Berbelav: Yaygın Biryardayîn: Karar vermek
Berhem: Eser, yapıt Blog: Blog, internet günlüğü
Berî: -den önce Boç: Kuyruk

105
Canbazî: Akrobasi, cambazlık Deng: Ses
Candar: Canlı Dengîn: Sesli
Cîgirê birêvebir: Müdür yardımcısı Dengvedan: Yankılanmak
Cilûberg: Kılık kıyafet, elbise Deqîqe: Dakika
Civîn: Toplantı Derbarê -: -in hakkında
Cudabûn: Ayrı olmak Dergeh: Kapı
Curbicur: Çeşitli, çeşit çeşit Dergûş: Beşik
Cure: Çeşit Derî: Kapı
Cureyên guhestinê: Ulaşım türleri Derketin: Çıkmak
Çakûç: Çekiç Dersdarîkirin: Öğreticilik yapmak
Çar: Dört Derve: Dışarı, dışarıda
Çeleng: Güzel, atik Destpêkirin: Başlamak
Çemenzar: Çimenlik Destan: Destan
Çêre: Otlak, mera Destşok: Lavabo
Çi?:Ne? Destûpê: El ve ayaklar
Çikandin: Dikmek Destûr: İzin
Çil û pênc: Kırk beş Dever: Yöre
Çîrok: Hikaye, öykü Dewlemend: Zengin, bol, mebzul
Çokparêz: Dizlik Di wextê xwe de: Zamanında
Çopdank: Çöp kutusu Dijoksîdan: Antîoksîdan
Çûyîn/çûn: Gitmek Dijwar: Çetin, zor
Da ku: Olması için, olsun diye Dîrokî: Tarihi
Dagerandin: Döndürmek, dolaşım Dirûşme: Slogan
Dagirker: İşgalci Divê: Gerekir, lazım
Dan: Öğün Dîwar: Duvar
Danasîn: Tanıtmak Diyarî: Hediye
Daristan: Orman Dobelan: Yer mantarı, keme
Darkutik: Ağaçkakan Dor: Çevre, etraf
Darûber: Ağaç, bitki Dorhêl: Çevre
Daşir: Tuvalet Dormador: Her taraf
Daxuran: Erozyon Dubarekirin: Tekrarlamak
Dayîn/dan: Vermek Dubare: Tekrar
Dê: Anne Edilandin: Düzeltmek
Dema: -dığı zaman, -dığında Eger: Eğer, şayet

106
Embar: Ambar Guhestina derbajaran: Şehirlerarası ulaşım
Endama bêhnvedanê: Solunum Organı Guhestina navbajar: Şehiriçi ulaşım
Endamên navekî: İç Organları Gulok: Yumak
Erebî: Arapça Gumgumok: Kertenkele
Erzan: Ucuz Guncaw: Uygun
Eser: Kitap, eser, yayın Gurçik: Böbrek
Eşîr: Aşiret Guzergeh: Güzergah
Evîn: Aşk, sevgi Halan: Nara, çığlık
Ewle: Güvenli Hatina dinyayê: Doğmak, dünyaya gelmek
Ewlehî: Güvenlik Hatûçû: Trafik
Ewr: Bulut Hebirman: Nar kurusu
Eylo: Kartal Hedar: Sabır, tahammül
Farisî: Farsça Hefte: Hafta
Famkirin: Anlamak, kavramak Heftem: Yedinci
Ferheng: Sözlük Hêja: Değerli, kıymetli
Fermandar: Komutan, amir Helbest: Şiir
Fetlonek: Dönemeç, viraj Helwest: Tutum, duruş
Fireh: Geniş Hemû: Hepsi
Gamisk: Misk öküzü Hengame: Karmaşa, gürültü patırtı
Gazîkirin: Çağırmak Hênik: Serin
Geh: Gâh Her bijî!: Yaşa! Bravo! Aferîn!
Gelekî: Çok, pekçok Her tim: Daima, her zaman
Gelo: Acaba Her wekî din: Ve benzeri
Ger:Gezme, gezî Herêm: Bölge
Germbûn: Isınmak Hêsanî: Kolaylık
Geştûger: Gezi, seyahat Hesinkar: Demirci
Gewde: Gövde Hesp: At
Gir: Tepe Hêştir: Deve
Giranbiha: Kıymetli, değerli Heta: -e kadar, süresince
Girîng: Önemli Heval: Arkadaş, dost
Girtin: Tutmak Hevsengî: Denge
Giya: Ot Hewa: Hava
Guhdarîkirin: Dinlemek Hewş: Ev/okul bahçesi
Guhertin: Değiştirmek Heye: Var

107
Hezim: Hazım Keştî: Gemi
Hîç: Hiç Kevok: Güvercin
Hîn bûn: Öğrenmek Kew: Keklik
Hirç: Ayı Kezeb: Karaciğer
Hişyarbûn: Uyanmak Kiloxa serî: Kafatası
Hişyarî: Uyarı Kîsikên hewayê: Hava Kesecikleri
Hola konferansê: Konferans salonu Kîso: Tosbağa
Hola werzişê: Spor salonu Klîma: Klima
Hûn: Siz Koçkirin: Göçmek, göç etmek
Hûrbînî: Mikroskobik Kom: Grup, küme
Incas: Erik Komguhêz: Toplu taşıma
Îro: Bugün Komkirin: Toplamak, bir araya getirmek
Jêbir: Silgi Kovî: Yabani
Ji bo: İçin, nedeniyle Kulîçe: Çörek
Jîngeh: Yaşam alanı, çevre Kulm: Yumruk
Jîngehparêz: Çevreci Kur: Erkek çocuk, erkek
Jîngehparêzî: Çevrecilik Kuvark: Mantar
Jûr: Oda Laboratiwar: Laboratuvar
Jûra arşîvê: Arşiv odası Lambe: Lamba
Jûra birêvebir: Müdür odası Lê: Fakat, Ama
Jûra mamosteyan: Öğretmenler odası Lewra: Çünkü
Kalorîfer: Kalorifer Li ber: Önünde
Kan: Maden, kaynak Li cem: Yanında
Kanî?: Nerede? Li dersê xebitîn: Ders çalışmak
Kantîn: Kantin Li gorî: -e göre
Karîn: Yapabilmek, edebilmek Liv: Hareket, kıpırtı
Kaşok: Kaykay Lûleya nefesê: Nefes borusu
Kaxeza daşirê: Tuvalet Kağıdı Lûleya xwarinê: Yemek borusu
Kedî: Evcil Made: Mide
Kêlane: Bowlingi andıran bir tür oyun Madeyên ziyanbar: Zararlı Maddeler
Kelûpel: Eşya Mal: Ev
Kembera ewlehiyê: Emniyet kemeri Malbat: Aile
Kenîn: Gülmek Marmarok: Bir çeşit kertenkele
Ker: Eşek Masî: Balık

108
Masûlke: Kas Paqijbûn: Temiz olmak
Mebeh: Açık ve ferahlık verici alan Parastin: Korumak, muhafaza etmek, savun-
Medrese: Okul, medrese mak
Mefadar: Faydalı Parêv: Büryan kebabı
Mehîn: Kısrak Parvekirin: Paylaşmak
Mejî: Beyin Parzinandin: Süzmek
Mejîlok: Beyincik Pêçandin: Sarmak
Mejîxwir: Beyin yiyici Pêçayî: Çevrili, sarılı
Mejiyê piştê: Arka beyin Pêjgeh: Mutfak
Mela: Hoca, imam Pêkhatin: Meydana gelmek, oluşmak
Merasîm: Merasim Pêl: Dalga
Mêş: Sinek Pênc: Beş
Meşhûr: Meşhur Pêncî û heft: Elli yedi
Metirsî: Tehlike Pênûsa texte: Tahta kalemi
Mezin: Büyük Per û bask: Kol kanat
Mijar: Konu, mevzu Pergala laş: Bağışıklık sistemi
Mînakên nerênî: Olumsuz örnekler Pergala rîşeyan a navendî: Merkezi sinir
Miqatebûn: Dikkat etmek sistemi
Mirîşk: Tavuk Perperok: Kelebek
Mirov: Kişi, insan, birey Perwerde: Eğitim
Mişk: Fare Pêşbazî: Yarışma
Mizawir:Yaramaz Pêşî: Önce, ön
Mîzdank: İdrar Kesesi, mesane Pêşmal: Önlük, peştamal
Morî: Karınca Pêşniyaz: Öneri
Navdar: Meşhur, tanınan, bilinen Pêwîst: Gerekli
Navend: Merkez Peyabor: Yaya geçidi
Necar: Marangoz Peyarê: Kaldırım
Nêrîn: Bakış, bakış açısı, görüş Peywendî: Bağ, ilişki, alaka
Nikul: Gaga Pez: Küçük baş hayvan
Nîşane: İşaret Pezkovî: Yaban keçisi
Nîşaneyên jîr: Akıllı işaretler Piling: Kaplan
Pace: Pencere Pir: Çok
Paldankên zarokan: Çocuk koltukları Pîrejin: Yaşlı kadın
Panzdeh: On beş Pîremêr: Yaşlı erkek

109
Pirtûk: Kitap Rêzik: Kural
Pirtûkxane: Kütüphane Rim: Mızrak, kargı
Pişik: Akciğer Rind: Güzel, iyi, hoş
Piştî: -den sonra Riste: Mısra, dize, satır
Piştrastkirin: Doğrulamak Rişme: Koşum, at koşumu
Piştre: Sonra Riwek: Bitki
Piyan: Bardak Riyên avî: Deniz yolları
Pol: Sınıf Riyên bejayî: Kara yolları
Pola teknolojiyê: Teknoloji sınıfı Riyên hesinî: Demir yolları
Polînkirin: Sınıflamak Riyên hewayî: Hava yolları
Qadên sporê: Spor alanları Roja dawî: Son gün
Qaqlîbaz: Martı Roman: Roman
Qarne: Karne Roviya sitûr: Kalın bağırsak
Qat: Kat Roviyên zirav: İnce bağırsaklar
Qêrîn: Bağırış, haykırış Rûbar: Akarsu
Qern: Yüzyıl, asır Rûniştek: Oturak
Qewîn: Sağlam Sal: Yıl, sene
Qirêj: Kirli Sedsal: Yüzyıl, asır
Qirik: Boğaz Serî: Baş
Raketin: Uyumak Serkeftin: Başarı
Raman: Fikir, düşünce Servekirî: Üstü açık
Rapelikîn:Tırmanmak Simbêlboq: pala bıyık
Rast: Doğru, gerçek Simêl: Bıyık
Rawestan: Durmak Sindan: Örs
Rêbaz: Yol, yöntem Siruşt: Doğa
Rêberî: Rehberlik Sîsik: Çekirdek
Refa pirtûkan: Kitaplık Standin: Almak
Reh: Damar Siwarbûn: Binmek
Rehikên xwînê: Kılcal kan damarları Siyasî: Siyasi
Rêjeya şekir: Şeker oranı Sojer: Yakıcı
Rêl: Koru, küçük orman Solîn: Bir tür kır çiçeği, pınar
Rêwîtî: Yolculuk Sorgul: Kızıl gül
Rewş: Durum Spartek: Ödev
Rêzkirin: Sıralamak Sûd: Fayda

110
Sûdwergirtin: Yararlanmak Wesayîtên guhestina hewayî: Hava ulaşım
Şabûn: Mutlu olmak araçları
Şahî: Eğlence Wesayîtên guhestinê: Ulaşım araçları
Şareza: Uygar, medeni Xal: Husus, nokta
Şînahî: Yeşillik Xwarin: Yemek
Şitil: Fide Xebitîn: Çalışmak
Şopger: Takipçi Xeternak: Tehlikeli
Tavgeh: Güneşlik Xişok: Sürüngen
Tê de: İçinde Xurek: Yiyecek
Teknîkî: Teknik Xwendingeha navîn: Ortaokul
Televîzyon: Televizyon Xwestin: İstemek
Temaşekirin: Seyretmek Xweşbextane: İyi ki, ne mutlu ki
Tendurist: Sağlıklı Xweşhal: Memnun
Tevdîr: Tedbir Xweşik: Güzel
Tevger: Hareket, davranış Yekem: Birinci
Texte: Tahta Zanîn: Bilmek
Tirkî: Türkçe Zarok: Çocuk
Tirs û tundî: Korku ve şiddet Zarokno!: Çocuklar!
Tirsandin: Korkutmak Zayendî: Cinsellik
Tişt: Şey Zendik: Dirseklik
Vegerandin: İade etmek Zengil: Çıngırak
Vegerîn: Dönmek Zengil: Zil
Vexurek: İçecek Zîrek: Zeki, uyanık
Wate: Anlam Zêrik: Çikolata/sakız/şeker ambalajı
Wefatkirin: Vefat etmek, ölmek Zevî: Tarla
Wefat: Ölüm Ziman: Dil
Wekî din: Başka, bunun dışında Zordar: Zorba
Wekî: Gibi, benzer Zozan: Yayla
Wesayîtên guhestina avî: Deniz ulaşım
araçları
Wesayîtên guhestina bejayî: Kara ulaşım
araçları
Wesayîtên guhestina hesinî: Demir ulaşım
araçları

111
112

You might also like