You are on page 1of 5

Gelê Îsraêl nebaweriyê dike Riya Rastdariyê 41

Guhdarên delal, hûn gelekî bi xêr hatin.


Em bi navê Xwedayê aştiyê silavan li we dikin.
Daxwaz û armanca Xwedayê aştiyê ev e ku her kes riya rastiyê fêm bike û wê qebûl bike.
Wî ew rê kifş kir, da ku em her û her bi wî re di aştiya rastîn de bijîn.
Em gelek dilgeş in ku em dikarin îro jî li ser Riya Rastdariyê ji we re bipeyivin.

Em bi xwendina Tewratê berdewam dikin. Wek ku hûn qenc dizanin, Tewrat parçê pêşî yê
Nivîsarên Pêxemberan e û ji pênc beşan yanî ji pênc kitêban pêk tê. Di kitêba pêşî, yanî di
Kitêba Destpêkirinê de me dît ku guneh çawa ket dinyayê û guneh çawa êş û jan, mirin û
helakbûn ji mirovan re anî. Lê belê herweha me dît ku Xwedê planek amade kir ku Adem û
zuriyeta wî ji cezayê guneh, yanî ji agirê dojehê xilas bike. Em hîn bûn ku Xwedê soz dabû ku
wê xilaskar bişanda vê dinyayê ku di cihê gunehkaran de bimira. Bi vî awayî Xwedê wê
gunehên mirovan afû bikirana û dîsa jî dadperwerî û rastdariya xwe biparasta.
Herweha Kitêba Destpêkirinê hînî me kir ku Xwedê çawa Birahîm hilbijart û jê re soz da ku
ewê bibe miletekî mezin. Me dît ku li gor vê soza Xwedê hem pêxember wê ji wî gelî rabûna
û di dawiyê de hem jî Xilaskarê Dinyayê wê ji wî gelî bihata.
Di kitêba Tewratê ya diduyan de, yanî di Kitêba Derketinê de me dît ku Xwedê çawa
dûndana Birahîm ji qeyd û zincîrên koletiyê xilas kir û ew bi destê Mûsa pêxember ji Misrê
deranîn, birin çolê. Li Çiyayê Sînayê wî emir û tembîhên xwe dan wan û hînî wan kir ku divê
çawa heywanan bikin gorî, da ku bi rijandina xwînê li gunehên wan bê bihûrtin.

Di dersên berî niha de me dît ku Xwedê li Mûsa emir kir ku ji wî re Konê Civînê, yanî
Perestgeheke spehî û newaze çêkin, çimkî Xwedê bi vî awayî dixwest di navenda gelê xwe
de rûne. Çaxê ku her tişt xilas û temam bû, ewr Konê Civînê nixumand û rûmeta Xudan Kon
tije kir. (Derketin 40:34)
Xwedê nîşanî gelê xwe kir ku ew dixwaze çiqas nêzîkî wan be, da ku di nav wî û mirovan
de têkiliyeke kûr û bi mane hebe. Herweha me dît ku dîsa jî bêyî xwîna heywanekî ku bibûya
gorî, tu kesî nikaribû nêzîkî wî bibûya. Ji bo vê yekê Xwedê emir kir ku di hewşa Konê
Civînê de gorîgeheke mezin bê çêkirin.
Konê Civînê û gorî bi xwe mînakên Xilaskarê ku wê bihata bûn. Ew Xilaskar wê ji ezmên
bihata, wê li ser rûyê erdê bijiya û wê xwîna xwe bi xwe birijanda, xwe bikira gorî, da ku
gunehên mirovan bihatana bexişandin.

1
Di kitêba sisiyan a Tewratê, yanî di Qanûna Kahîntiyê de, Xwedê qanûnên hûr û kûr ji
bo pêşkêşkirina goriyan da nivîsandin. Ev kitêb gelek girîng û kûr e, çimkî Xwedê di van
qanûnan de hînî gelê xwe kir ku divê heywan û gorî tam çawa bin, da ku li gunehan bê
bihûrtin.
Di vê kitêbê de bi taybetî du peyvên girîng hene; bi hev re ew herdu peyv nêzîkî 180 caran
derbas dibin û peyama vê kitêbê bi zelalî diyar dikin: yek ji wan peyvan pîroz yanî paqij e û
ya din jî xwîn e.
Gelo çima ew herdu peyv di vê kitêbê de her gav tên dubarekirin? Bersiv ev e: Peyama herî
girîng a ku divê mirov di vê kitêbê de fêm bike, ev e ku Xwedê pîroz e û bê rijandina xwînê
li gunehan nayê bihûrtin. (Îbranî 9:22)
Ev kitêb ji bo gelê Îsraêl girîng bû, çimkî di vê kitêbê de wan dît ku gunehkarekî murdar bi
çi awayî dikare nêzîkî Xwedayê paqij û pîroz bibe. Xwedê qet şik nehişt û bi zelalî nîşanî wan
da ku bêyî xwîna goriyekê tu kes nikare nêzîkî wî bibe. Herweha wî nîşanî wan da ku goriyên
weha mînakên wî Xilaskarê pîroz bûn ê ku wê bihata vê dinyayê, da ku deynê gunehên wan
bida.

Niha em dixwazin li kitêba Tewratê ya çaran binêrin. Navê vê kitêbê Hijmartin e. Di


Kitêba Hijmartinê de em dixwînin ku gelê Îsraêl li dor saleke sax li quntara Çiyayê Sînayê
rûnişt. Di vê salê de Xwedê hem gelek tişt hînî gelê Îsraêl kir û hem jî parçeyekî mezin ê
Tewratê bi destê Mûsa da nivîsandin.

Lê belê mebesta Xwedê ne ew bû ku gelê Îsraêl heta hetayê di çolê de bimabûya. Loma
rojekê Xwedê emir li wan kir ku rabin û pêşve herin, herin ber welatê qenc ê ku wî soz dabû
wan, yanî welatê Kenanê.
Nivîsarên Pîroz ji me re dibêjin ku di roja ku diviya ew ji çola Sînayê rabûna de, ewrê
rûmeta Xwedê ji ser Konê Civînê rabû û di pêşiya wan de çû. Yanî Xudan bi xwe rêberê wan
bû; ew bi roj di stûna ewr de û bi şev di stûna êgir de li pêşiya wan diçû, da ku rê nîşanî
wan bide.
Bi vî awayî gelê Îsraêl li pey ewr diçû heta ku ew gihîştin sînorê welatê Kenanê, yanî
welatê ku Xwedê beriya demeke dirêj bi sond soz dabû Birahîm û dûndana wî. Erê, Xwedê
soza xwe ji bîr nekiribû. Bi saya hêz û dilsoziya Xwedê, gelê Îsraêl gihîştibû sînorê welatê
Kenanê.

2
Lê belê welatê Kenanê ne vala bû. Ji xwe li wê derê gelek milet rûdiniştin û ew hemû jî bi
hêz bûn. Gelo Îsraêlî wê çawa biketana wî welatî û ew ji xwe re bikiran mîras yanî bikiran
milk?
Tenê çareyek hebû: Xwedê wê ew welat bi milktî bida wan. Tu tişt li ber Xwedê ne
zehmet e. Xwedê soz dabû Birahîm û jê re gotibû: Ezê vî welatê Kenanê bidim dûndana te!
Plana Xwedê ew bû ku miletên Kenanê wê ji ber gunehên xwe helak bibûna û hingê Kenan
wê biketa destê gelê Îsraêl. Girîng e ku em bînin bîra xwe ku gunehên miletên Kenanê gelekî
giran bûn. Wan gelek xerabî dikirin, lê belê ya herî xerab ew bû ku wan zarokên xwe bi xwe jî
ji pûtên xwe re dikirin gorî. Xwedê bîhna xwe li wan miletan gelek fireh kiribû, lê wan qet
dev ji daxwazên pîs û ji riyên xerab bernedan. Loma mebesta Xwedê ew bû ku welatê wan
bida eşîrên Îsraêl.

Emê niha ji Tewratê, ji Kitêba Hijmartinê bixwînin û emê bibînin çaxê ku gelê Îsraêl
gihîştibû sînorê welatê sozdayî, çi çêbû. Di deriyê 13’an de Nivîsarên Pîroz dibêjin:
Xudan ji Mûsa re got: «Zilaman bişîne, da ku li welatê ku ezê bidim gelê Îsraêl binêrin. Ji
nav her eşîra bavkalên wan, zilamekî serdar bişîne.» Li ser vî emrê Xudan, Mûsa [diwanzdeh
zilam] ji çola Paranê şandin. Ew ketin rê û nêrevaniya welêt kirin.
Di dawiya çil rojan de ew ji nêrevaniya welêt vegeriyan û di çola Paranê de, li Kadêşê,
hatin ba Mûsa û Harûn û ba tevahiya civîna gelê Îsraêl. Nêrevanan ji wan re û ji tevahiya
civînê re xeber anîn û ji fêkiyê welêt nîşanî wan dan.
Wan weha ji Mûsa re got: «Em çûn wî welatê ku te em şandinê û bi rastî şîr û hingiv jê
diherike; berê wî jî ev e. Lê belê xelkê ku li wê derê rûdine, xurt û bihêz e û bajarên wan
mezin û asêkirî ne. Hem jî me li wê derê Anaqî, yanî dûndana egîdan, dîtin.» Lê Kalêb [yanî
yekî ji nêrevanan,] li ber Mûsa dengê gel birî û got: «Rabin, em ha niha derkevin û welêt bi
dest bixin, çimkî eseh em dikarin vê yekê bikin.» Lê belê zilamên ku bi wî re çûbûn gotin:
«Em nikarin li hember wan derkevin, çimkî ew ji me xurtir in.» Wan di nav gelê Îsraêl de li
ser welatê ku nêrevaniya wî kirin, agahiyên xerab dan û gotin: «Welatê ku me nêrevaniya wî
kir, xelkê xwe dixwe; hemû mirovên ku me li wir dîtin, mezin û gir in. Me li wir Nefîlîm, yanî
egîd dîtin. Em di çavên xwe de wek kuliyan bûn û di çavên wan de jî em wusa bûn.»
(Hijmartin 13:1-3.21.25-28.30-33)
Wê şevê tevahiya civîna gelê Îsraêl dengê xwe hilda û giriya. Tevahiya gelê Îsraêl li
hember Mûsa û Harûn pitepit kir û tevahiya civînê ji wan re gotin: «Xwezî em li welatê Misrê
bimirana, an jî em li vê çolê bimirana! Çima Xudan me dibe wî welatî, da ku em bikevin ber

3
devê şûr? Jin û zarokên me wê bibin xenîmet. Ma ji me re ne çêtir e ku em vegerin Misrê?» Û
wan ji hev re got: «Emê ji xwe re serwerekî hilbijêrin û vegerin Misrê.»
Li ser vê yekê Mûsa û Harûn li ber tevahiya civîna gelê Îsraêl deverû çûn erdê. Kurê Nûn
Yêşû û kurê Yefûneh Kalêb yên ku di nav nêrevanan de bûn, cilên xwe çirandin û ji tevahiya
civîna gelê Îsraêl re gotin: «Welatê ku me nêrevaniya wî kiriye pir qenc e. Eger dilê Xwedê ji
me xweş be, ewê me bibe wî welatê ku şîr û hingiv jê diherike û wê wî bide me. Tenê serê xwe
li hember Xudan ranekin. Ji miletê welêt netirsin, çimkî emê wan daqurtînin. Ew siya ku wan
diparêze, ji ser wan çûye û Xudan bi me re ye. Hûn ji wan netirsin.»
Lê belê tevahiya civînê xwest ku Yêşû û Kalêb bidin ber keviran. Hingê rûmeta Xudan li
ser Konê Civînê li tevahiya gelê Îsraêl xuya bû û Xwedê ji Mûsa re got: «Ma heta kengê ev
gel wê min kêm bibîne? Min di nav wan de gelek keramet kirin, lê heta kengê ew qet
baweriya xwe bi min neyînin?» (Hijmartin 14:1-11)

Em li vir hinekî rawestin û bifikirin. Gelo we bihîst ku gelê Îsraêl çawa bêbawerî yanî
guneh kir û Xwedê êşandin? Gelo we bêbaweriya wan dît? Ma we bala xwe dayê ku wan
çawa lome ji Xwedê kirin û fikirîn ku ew li ser soza xwe nemîne? Erê, wê rojê gelê Îsraêl
gunehekî mezin kir, çimkî wan bawer nekir ku Xwedê wê li gor soza xwe welatê Kenanê bida
wan. Wan ji soza Xwedê ya ku wî dabû Birahîm, Îshaq, Aqûb, Ûsiv û Mûsa, bawer nekir.
Ew mîna van mirovên îro ne yên ku dibêjin: «Em baweriya xwe bi Xwedê û bi pêxemberên
wî tînin», lê bi rastî ew ne ji Xwedê û ne jî ji pêxemberan bawer dikin, çimkî ew ji sozên ku
Xwedê bi devê pêxemberan di Nivîsarên Pîroz de dane me, bawer nakin. Bi rastî, ew
bêbawerî di çavê Xwedê de gunehekî mezin e!

Niha em dixwazin bi serhatiya nêrevanan berdewam bikin:


Xudan ji Mûsa û Harûn re got: «Heta kengê ew civîna ha ya xerab wê li hember min
pitepitê bike? Min ew gazinên ku ew Îsraêlî li hember min dikin bihîstin. Ji wan re bêje:
‹Xudan dibêje: Ez bi heyîna xwe sond dixwim, min gotinên we bihîstin û ezê tam li gor wan bi
we bikim: Termên we wê di vê çola ha de bikevin; hemûyên ku emrê wan bîst sal e û di ser
bîstan re ye, yên ku di serjimêrî de hatine hijmartin û li ber min kirine pitepit, wê bimirin. Ji
bilî kurê Yefûneh Kalêb û kurê Nûn Yêşû tu kes ji we nakeve wî welatê ku min bi destê bilind
sond xwariye ku ezê we lê bi cih bikim. Lê zarokên we yên ku we li ser wan got: ‹Ewê bibin
xenîmet!›, ezê wan bigihînim welatê ku we red kir û ewê wî nas bikin. Lê heçî hûn in, termên
we wê di vê çolê de bikevin. Ez Xudan, ez peyivîm û eseh ezê weha bînim serê tevahiya vê
civîna xerab a ku li hember min kom bûye. Di vê çolê de dawiya wan wê bê û li vir ewê
bimirin.

4
Îcar ew zilamên ku Mûsa ji bo nêrevaniyê şandibûn welêt, yên ku vegeriyan û bi gotina
tiştên xerab tevahiya civînê rakirin ser piyan ku li hember Mûsa pitpitê bikin, ew hemû
zilamên ku li ser welêt agahiyên xerab anîn, li ber Xudan bi belayê hatin kuştin. Ji wan
zilamên ku çûbûn welêt, da ku nêrevaniyê bikin, bi tenê kurê Nûn Yêşû û kurê Yefûneh Kalêb
sax man. (Hijmartin 14:26-32 û 35-38)

Erê, ew herdu sax man, çimkî wan ji peyva Xudan bawer dikir. Me dît ku Xudan gelê Îsraêl
ji destê Firewn rizgar kir û ew ji Misrê deranîn, birin ber sînorê welatê Kenanê; lê dîsa jî
tevahiya gelê Îsraêl qet nexwest ku ji Xudan bawer bike.
Gelo Xwedê bi wan mirovên ku ji peyva wî bawer nekirin, çi kir? Wî ew ceza kirin û ceza jî
ew bû ku diviya ew 40 salan di çolê de bigeriyana û bimirana. Gelo ew nifşê gelê Îsraêl çima
neket welatê Kenanê? Bersiv ne giran e: Ew neketinê, çimkî wan ji peyva Xwedê bawer
nekir!

Dostên delal, eger mirov ji Peyva Xwedê bawer neke, hal pir xerab e û talûke ye jî. Çimkî
Xwedê wê her kesê ku nexwaze ji wî bawer bike, ceza bike. Her kesê ku soz û peyvên Xwedê
kêm dibîne û pişta xwe dide wan, wî derewkar hesêb dike û nikare bikeve padîşahiya wî ya
herheyî. Daxwaza Xwedê ne ew e ku mirov di bêbaweriyê de helak bibe; lê Xwedê dixwaze
ku her kes ji Mizgîniya riya xilasiyê bawer bike, çimkî wî bi xwe ew rê amade kiriye.
Lê belê berpirsiyariya her mirovî heye ku li ser vê yekê biryara xwe bide. Yên ku ji Peyva
Xwedê bawer nakin, wê helak bibin. Loma Ruhê Xwedê bi devê pêxemberan, weha me hişyar
dike û dibêje:
«Eger îro hûn dengê wî bibihîzin, dilê xwe hişk nekin,
Wek wê roja ku bav û kalên we serî hildan, gava ku li çolê hatibûn ceribandin…
Birano, hay ji xwe hebin ku bi tu kesî ji we re dilekî xerab û bêbawer ê ku we ji Xwedayê
jîndar bizivirîne, peyda nebe. (Îbranî. 3:7.8.12; Zebûr 95:7-11)

Guhdarên delal, gelek spas ku we qenc guhê xwe da van peyvên Xwedê. Di bernameya ku
bê de Xwedê hez bike emê bibînin ku bi rastî yên ku bawer nekirin, hemû di çolê de mirin. Ka
Xwedê çawa gotibû, wusa çêbû.

Heta cara ku bê, qenc li ser van gotinên Kitêba Pîroz bifikirin ên ku dibêjin:
Birano, hay ji xwe hebin ku bi tu kesî ji we re dilekî xerab û bêbawer ê ku we ji Xwedayê
jîndar bizivirîne, peyda nebe. (Îbranî. 3:12)

Xwedê ji bo fêmkirina van mijaran alîkariya we bike. Hûn bimînin di xêr û xweşiyê de.

You might also like