Professional Documents
Culture Documents
DİL-DİN-EDEBİYAT
Editörler
İbrahim ÖZCOŞAR
Ahmet KIRKAN
Ekrem AKMAN
Abdusselam ERTEKİN
MEDENİYETLER KAVŞAĞINDA BİR KENT: SİVEREK
DİL-DİN-EDEBİYAT
Editörler
İbrahim ÖZCOŞAR
Ahmet KIRKAN
Ekrem AKMAN
Abdusselam ERTEKİN
Çizgi Kitabevi Yayınları:1416
Tarih
©Çizgi Kitabevi
Ekim 2022
ISBN: 978-605-196-865-0
Yayıncı Sertifika No:52493
ÇİZGİ KİTABEVİ
Sahibiata Mah. Alemdar Mah.
M. Muzaffer Cad. No:41/1 Çatalçeşme Sk. No:42/2
Meram/Konya Cağaloğlu/İstanbul
(0332) 353 62 65 - 66 (0212) 514 82 93
www.cizgikitabevi.com
/ cizgikitabevi
İÇİNDEKİLER
TEMSÎLA DENGÊN KURDÎ DI ALFABEYÊN KURMANCÎ, SORANÎ Û ZAZAKÎ YÊN BI TÎPÊN EREBÎ Û LATÎNÎ DE...111
Hüseyin KAÇMAZ
CUMA ÖZUSAN (MİLLA CİMAYO BABİJ) ve “SÎYERÊ NEBÎ Bİ ZİWANÉ DİMİLΔ ADLI MANZUM ESERİ........... 349
Cuma KARAN
ANALÎZEK LI SER MUCÎZEYÊN HZ. PÊXEMBER ÊN DI MEWLÛDNAMEYA USMAN ESAD EFENDÎYO BABIJ DE...381
Ayhan YILDIZ
SİVEREKLİ DİVÂN ŞAİRİ İBRAHİM RE’FET’İN ŞİİRLERİNDE PEYGAMBERLER ve DİĞER DİNÎ ŞAHSİYETLER.. 395
Halil KIZILTOPRAK
SİVEREK’TE KAYBOLMAKTA OLAN GELENEKSEL BİR GİYİM KUŞAM UNSURU: İGGAL/EGAL...................... 623
Hanım Handan AĞIRMATLI
URF Û ADETÊN LI DOR RÎTÊN DERBASÎ YÊN SINETÊ: NIMÛNEYA HERÊMA SÊWREGÊ............................... 671
Mesut CANDAN
TAKDİM
9
TAKDİM
Tarihte pek çok medeniyete beşiklik eden ve değişik milletlerin hâkimi-
yetine giren Siverek, milattan sonra Araplar, İranlılar, Bizanslılar, Selçuklular
ve Osmanlı gibi birçok devletin idaresinde çok mamur günler geçirdiği gibi,
çeşitli savaşlarda tahrip edilip yıkık bir şehir halini aldığı zamanlar da ol-
muştur. Bu zor zamanların ardından küllerinden doğmayı, yeni medeniyet-
lere sahiplik etmeyi başararak ayırt edici konumunu ve haklı itibarını koru-
mayı bilmiş bir şehirdir Siverek.
Tarihin her aşamasında şahit olduğumuz öncü rollerini Kurtuluş savaşın-
da da gösteren Siverekliler, gerek kendi Müdafaa-i Hukuk Cemiyetlerini oluş-
turarak gerekse Kuvayi Milliye teşkilatına bütün güçleriyle destek vererek,
tarihine altın bir sayfa daha eklemişlerdir. Şehir ahalisinin Milli Mücadele’de
göstermiş oldukları büyük kahramanlıklardan ve bağlılıklarından dola-
yı Siverek 1923 yılında vilayetlikle mükâfatlandırılmıştır ve Viranşehir ve
Çermik ilçeleri de Siverek’e bağlanmıştır.
Siverek hanları, hamamları, kalesi, camileri ve daha nice kültürel mi-
rasıyla tarihe tanıklık eden bir şehirdir. Sadece tarihi açıdan değil kültürel
açıdan da kadim bir medeniyetin var olduğu, beslendiği topraklar, birçok
kültürü, dili ve dini kendisinde barındırmış, onlara ev sahipliği yapmıştır.
Telaffuzu, ağzı ve tabirleriyle kendine has bir dil yapısı; küçelerinde kulağını-
za çalınan güzel tınıları, çaldığınız her kapıdan sizi içeriye buyur eden samimi
gülümsemesiyle içinizi ısıtan gönül köprülerini geleceğe miras bırakan mu-
habbet şehridir Siverek. Böyle kadim medeniyetlerin, kadim kültürlerin var-
lığını koruması ve gelecek nesillere aktarılması oldukça önemli hususlardır.
Elinizdeki kitap birçok değerli araştırmacı ve akademisyenin çalışma-
larının ürünü olup, medeniyetlere tanıklık etmiş Siverek’in tarih, kültür,
dil ve edebiyat alanındaki zengin geçmişini gelecek kuşaklara taşıyacaktır.
Uzun çalışma ve emek sonucu ortaya çıkan bu eserde emeği geçen değerli
hocalarıma, özverili çalışmalarından dolayı Özel Kalem Müdürüm İbrahim
Haksever’in şahsında bütün mesai ekibine teşekkür ederim.
Aziz GÖLBAŞI
Siverek Kaymakamı
2022
11
REWŞENBÎREKE KURD LI MİSRÊ
MUHEMMED ELÎ EWNÎ SOREKÎ (1897-1952)
Nesim SÖNMEZ*
Destpêk
Peyva wergerê, tê wateya wergerandina peyvan ji zimanekî bo zimanekî
din. Dîroka demajoya wergerê ji demên herî kevin ên dîrokê destpê dike û di
heman demê da pêwendîyê di navbera çandan da çêdike, wan bi hev dide nasîn,
zimanan û çandan dide xurtkirin û wan pêş dixe. Di kemilandin û pêşdaçûyina
fikr û ramanên miletan da û di dewlemendbûyîna edebîyata wan da berhemên
ku li zimanên biyanîyan hatine wergerîn an jî yên ku ji zimanên biyanîyan li
zimanê wî miletî hatine wergerîn roleke mûhîm dilîzin. Hişmendîya zanyar û
rewşenbîrên ku li welatên cuda cuda û bi cûr bi cûr zimanan berhem nivîsîne
û di wan berheman da fikr û ramanên xwe bi ademîzadan ra parva kirine tenê
bi rêya wergerê an jî bi hînbûna wan zimanan mirov dikare ji wan berheman
îstîfade bike. Bi alîkarîya karê wergerê ew fikr û ramanên ilmî, tarîxî û edebî yên
ku di wan berheman da hatine nivîsîn, tenê di zimanê ku pê hatîye nivîsîn da
nayê hepiskirin û bi rêya wergerê miletê biyanî jî dikarin ji wan berheman îstîfa-
de bikin. Eger karê wergerê nebe berhemên zanistî, tarîxî û edebî, nikarin bibin
navnetewî û tenê ew kesên ku wan zimanan dizanin dikrain ji wan îstîfade
bikin. Dema berhemek, li zimanekî biyanî were wergerandin, êdî ji wê berhemê
ne tenê kesên ku zana û rewşenbîr in îstîfade dikin digel wan, miletên ku dika-
rin bi wî zimanî bixwînin û binivîsin jî jê îstîfade dikin. Muhemmed Elî Ewnî,
yek ji rewşenbîr û zanayên kurdan e ku wî li Misrê jîyana xwe domandîye, li wê
derê wefat kirîye û di jîyana xwe da girîngîya wergera berheman zanîbûye. Elî
Ewnî, digel zimanê dayîka xwe gelek zimanên din jî zanîbûye û wî xwestîye
miletê kurd, çanda wan, zimanê wan, dîroka wan û hwd bi miletên biyanî bide
naskirin û wî, ev wezîfe li ser xwe wek erkek mirovî dîtîye û kirîye. Muhemmed
Elî Ewnî, ew berhemên ku bi zimanê kurdî hatine nivîsîn wergerandine erebî û
bi vê wesîleyê miletê xwe li gor agahîyên rast bi ereban daye nasandin.
*
Doç. Dr. Zaningeha Van Yüzüncü Yilê Enstîtûya Zimanên Zindî, Beşa Ziman û Çanda Kurdî
E maîl: nesimsonmez@yyu.edu.tr
249
Medeniyetler Kavşağında Bir Kent: Siverek
250
Medeniyetler Kavşağında Bir Kent: Siverek
Jîyana Wî
Fotoğraf 2: Muhemmed Elî Ewnî Sorekî
1
Zekî Beg, Mehmet Emîn, Meşahîrû’l-kurd we kurdistan fî’l-‘ehdî’l-Îslamî, Weşanên Metbe‘etu’n-
Nercîs, Qahîre 1947, II/ r.31-32; Elî Ewnî, Asim Muhemmed. “Zîkrîyatî me‘e Muhemmed Elî Ewnî”,
Muhemmed Elî Ewnî el-Muerrîxu we’l-Edîbu’l-Kurdîyyu-Misrîyyu 1897-1952, Weşanên Wezareta Çandê
2005, Erbîl, r. 431.
251
Medeniyetler Kavşağında Bir Kent: Siverek
252
Medeniyetler Kavşağında Bir Kent: Siverek
Usameddîn du kur û bi navê Durrîyeyê keçek çêdibe8. Her du kurên wî her çiqas
bi şeklek azad xebitîbin jî ew xwedî li mîsyona malbata xwe ya dîrokî derketine.
Bo nimûne dema di sala 2017an da ji bo serxwebûnê li Başûrê Kurdistanê refe-
randûmek çêdibe kurê wi, Usameddîn bangewazîyek li rêvebirên herêmê dike û
dibêje ji bo vê firsenda dîrokî lazim e di navbera kurdan da yekîtî çêbibe û pişt-
girîya referandûmê were kirin. Keça wî Durrîye Xanim, di sala wefata bavê xwe
da yanê di 1952an da tê dinyayê, di dibistana fransizan da dixwîne, zanîngehê
jî li fransayê diqedîne û wek nivîskar û rojnameger dest bi kar û xebatê dike.
Ew, li fransayê serokatîya sendîkaya rojnamevanan dike û ligel vê karê hanê
bi dehan gotaran jî dinivîse. Durrîye Xanim jî wekî her du birayên xwe, li pey
mîsyona malbata xwe diçe û li ser meseleya kurdî bi dehan gotaran dinivîsîne
û belav dike û li ser meseleya kurdî bi navê Erebun we Ekradun (Ereb û Kurd) û
çend berhemên din jî dinivîsîne. Durrîye Xanim di sala 2015an da wefat dike
(Bulut, 2020). Di sala 2012an da Ajansa Anadoluyê (AA) bi Durîyye Xanimê ra
hevpeyvînek çêdike û ew di vê hevpeyvînê da dibêje eger Birêz Serok Erdogan
bixwaze dikare pirsgirêka kurdî çareser bike9.
Muhemmed Elî Ewnî, di sala 1952an da li Qahîreyê wefat dike û li taxa
el-Muqettem di Goristana Bektaşîyan da tê definkirin. Wî, gelek zêde ji xwen-
dinê û ji feqîyan hez dikir. Lewra li Misrê derê mala wî ji feqîyên kurd, tirk û
ermenan ra her dem vekirî bû10.
Hişmendîya Wî
Muhemmed Elî Ewnî, rewşenbîreke gele hêja ye, haya wî ji keftûleftên din-
yayê heye û ew, xemxurê zimanê kurdî ye. Wî di serdema xwe da talûkeyên ku
suberojê dê ji bo zimanê kurdî derbikevin dîtîye û hewl daye ku rewşenbîrên
kurdan hişyar bike. Bo nimûne dema Şerefnameyê werdigerîne zimanê erebî ji
berhemê ra pêşgotinek dinivîsîne û di pêşgotinê da rexneyan li zana û rewşen-
bîrên kurdan dike û dibêje gelek zana û alimên kurdan bi zimanê erebî, farisî,
tirkî, fransizî û îngilîzî berhem nivîsandine, lê tu carî di hiş û aqilê xwe ra der-
bas nekirinne ku bi zimanê xwe, yanê bi kurdî wan berhemên xwe binivîsin. Ew
8
Hîsamuddîn en-Neqşebendî. “Sîretu Muhemmed Elî Ewnî eş-Şexsîyyetu we’l-Îlmîyyetu”,
Muhemmed Elî Ewnî el-Muerrîxu we’l-Edîbu’l-Kurdîyyu-Misrîyyu 1897-1952, Weşanên Wezareta Çandê,
Erbîl 2005, r. 20.
9
el-Xûlî, Kewser. Katîbetun Misrîyyetun: Erdogan Qadîrun ‘ela Hellî’l-Muşkîletî’l-Kurdîyye,
https://www.aa.com.tr/ar/archive/%D9%83%D8%A7%D8%AA%D8%A8%D8%A9-
%D9%85%D8%B5%D8%B1%D9%8A%D8%A9-%D8%A3%D8%B1%D8%AF%D9%88%D8
%BA%D8%A7%D9%86-%D9%82%D8%A7%D8%AF%D8%B1-%D8%B9%D9%84%D9%89-
%D8%AD%D9%84-%D8%A7%D9%84%D9%85%D8%B4%D9%83%D9%84%D8%A9-%D8%A7%D9
%84%D9%83%D8%B1%D8%AF%D9%8A%D8%A9/329017 (Ragehandin: 21.04.2022, Saet: 13:53).
10
es-Sorekî, Muhemmed Elî. Muhemmed Elî Ewnî el-Muerrîxu we’l-Edîbu’l-Kurdîyyu-Misrîyyu 1897-
1952, r. 79.
253
Medeniyetler Kavşağında Bir Kent: Siverek
254
Medeniyetler Kavşağında Bir Kent: Siverek
Şerefname
Dema mirov behsa kurdan û dîroka kurdan dike yekem berhema ku tê hişê
mirovan bêguman Şerefnameya Şerefxanê Bidlîsî ye. Ev berhem ji alîyê wergêran
va li gelek zimanan hatîye wergerandin. Ji wan wergêran yek jî Muhemmed Elî
Ewnî ye ku li jêrê qala wergera wê ya erebî hatîye kirin.
Fotoğraf 3: Şerefname
16
Mustefa Resul, Îzzeddîn. “Muhemmed Elî Ewnî eş-Şexsîyetu’l-Barîzetu fî Tarîxî’l-Kurdî’l-Hedîs”,
Muhemmed Elî Ewnî el-Muerrîxu we’l-Edîbu’l-Kurdîyyu-Misrîyyu 1897-1952, Weşanên Wezareta Çandê,
Erbîl 2007, r. 28.
255
Medeniyetler Kavşağında Bir Kent: Siverek
256
Medeniyetler Kavşağında Bir Kent: Siverek
18
Özer, Ahmet. (). “Mehmed Emin Zekî Bey”, Türkiye Diyanet Vakfı İslam Ansiklopedisi, 2019 Ek-2, Çapa
3yan, rr: 222-225.
257
Medeniyetler Kavşağında Bir Kent: Siverek
258
Medeniyetler Kavşağında Bir Kent: Siverek
22
Muhemmed Emîn Zekî Beg, Dîroka Kurd û Kurdistanê, r. 9-12.
259
Medeniyetler Kavşağında Bir Kent: Siverek
Berhem cara ewil ji alîyê keça wî bi navê Senîhayê di saxîya Zekî Beg da ji
bo erebî tê wergerandin. Muhemmed Elî Ewnî jî vê berhemê werdigerîne erebî
û dide weşandinê. Elî Ewnî, ji bo vê berhemê pêşgotinek dinivîsîne û ew jî wekî
muelîfê berhemê di pêşgotina xwe da dixwaze bala rewşenbîr û zanayin kurd
bikişîne ser heqîqeteke jîyanê û dibêje “Kurdan ji bo çanda ereban û dînê îslamê
gelek xizmetên giranbiha kirine, lê gava mirov berê xwe dide dîroka îslamê bi
awayekî aşkere dîbîne ku di serdema derketina dînê îslamê û serdemên din da
kurdan di vî warî da kedek gelek mezin dane. Mirov dema berê xwe dide hinek
berhemên ku qala aliman dikin di wan da dibîne ku ew kesayetên bi eslê xwe
kurd in ew, yan wek faris yan jî wek tirk hatine nîşandan. Ev yeka hanê tişteke
gelek şerm û sosret e. Ji ber van sedeman Mehmet Emîn Zekî Beg rabûye berhe-
mek weha nivîsandîye û min jî xwest ku ez van navdarên kurd bi ereban bidim
nasîn. Zekî Beg cilda yekem ya vê behem di sala 1939an da dide weşandin û
cilda duduyan jî berê wergera wê ya erebî çêdike û ji bo weşandinê amade dike.
Ji ber ku cilda yekem a vê berhemê li zimanê erebî nehatibu wergerandin, keça
Mehmet Emîn Zekî Beg a bi navê Anîse Xanimê vê cildê jî werdigerîne erebî û
di sala 1945an li Bexdayê bi temamî dide weşandinê. Min jî ev berhem ji nû va
wergerand erebî û di sala 1947an da çapê.”23.
Di cilda yekem da piştî pêşgotina muellîf pênc beş hene, di beşa yekem da
prens, kral û siltanên serbixwe, a duduyan da Zendîyan, a sisêyan da Qiral û
Mîrên din, a çaran da jinên kurd ên navdar û a pêncan da jî li gor alfabeyê 585
navdarên kurd hatine nasandin. Di cilda duduyan da jî li gor alfabeyê 482 nav-
darên kurd ên mane hatine nasandin.
Pirsgirêka Kurdî
Berhem bi eslê xwe ya Mîr Sureyya Bedirxan e û wî bi navê Dr. Şêrko Bilîç
ev berhem nivîsandîye. Muhemmed Elî Ewnî jî ev birhem bi armanca ku ereb
bi awayekî rast ji meseleya kurdî agahdar bibin wergerandîye erebî.
260
Medeniyetler Kavşağında Bir Kent: Siverek
lan dixwîne û di vê navberê da ji bavê xwe hînî xettatîyê dibe. Di sala 1671î
da bi armanca kirina hecê diçe Erebîstanê. Piştî kirina hecê diçe Misrê û li wir
gelek cih û waran digere. Ew, di cilda dehan a berhema xwe da bi temamî qala
wan cih û warên ku lê gerîyaye dike. Wisa tê xwîyakirin ku ew, qet nezewîcî-
ye. Li gor hin agahîyan Ewlîya Çelebî di sala 1095/1684an da wefat kirîye û li
pey xwe berhema xwe ya bi navê Seyhatnameyê hiştîye24. Ewlîya Çelebî di sala
1630î da ji Stenbolê destpêkirîye hetanî sala 1092/1681î li welatê Osmanîyan û
li welatên devdora vî welatî gerîyaye û di derheqê wan da tiştên ku dîtine di
berhema xwe ya bi navê Seyhetnameyê da nivîsandîye. Tevahîya berhemê ji deh
bergan pêk tê. Li gor hinek agahîyan cilda 10an temam nekirîye25. Muhemmed
Elî Ewnî, li Misrê ji alîyê lijneya wergerê va tê wezîfedarkirin ku ew cilda 10an
a Seyhetnameya Ewlîya Çelebî wergerîne erebî ku mijara vê cildê, welatê Misrê
ye û bi zimanê osmanî hatîye nivîsîn. Muhemmed Elî Ewnî, li ser vê biryarê vê
berhemê werdigerîne26
261
Medeniyetler Kavşağında Bir Kent: Siverek
Encam
Berhemên miletan yên hevpar şaristanîya alema cîhanê ava dikin û ev şa-
ristanî roj bi roj pêşda diçe û diguhere. Berhemên ku di warê zanist, huner,
felsefe, dîrok û edebîyatê da hatine dayîn yek ji keresteyên şaristanîyê ne û ev
kereste bi rêya wergerê xwe ji nav tuxubên dewletan xilas dikin, di nav alemê
da belav dibin û dikevên xizmeta miletên cuda cuda. Bi vî awayî her kesek li
gor zanist, hêz û quweta xwe di pêşdaçûyîna şaristanîyê da roleke dilîze. Ne
mimkûne ku tiştên herî qenc û baş tenê ji paşila yek miletekî derbikevin û tenê
di nav wî miletî da bi cih bibin. Mirov dikare bibêje her miletek ji bo yê din ji
alîyekî va xwendekar e û ji alîyê din va jî mamoste ye. Lewra hem rê nîşan dide
û him jî rê lê tê nîşandan. Ev yeka hanê jî bi xwendina berhemên ku ji alîyê
miletên cuda cuda û bi zimanên cûr bi cûr hatine nivîsandin dibe. Bi armanca
ku mirov bikaribin xwe bigîhînin van berheman lazim e ew berhem li gelek
zimanan werîne wergerandin û bi vê rêyê ew berhem, xwe bigîhînin ber derstê
miletên cuda cuda û zanayên wan.
Muhemmed Elî Ewnî, yek ji wan rewşenbîran e ku haya wî ji belavbûyîna
şaristanîya alemê heye. Ew dixwaze miletê xwe bi agahîyên rast û durust bi
dinyayê bide nasîn û keda miletê kurd jî têxîne nava pêşdaçûyîna şaristanîya
mirovahîyê. Rêya vê yekê jî ew e ku berhemên ku ji alîyê kurdan va bi kurdî
hatine nivîsandin wan wergerîne zimanên miletê din û bi vê azînê miletê xwe
bi agahîyên rast û durust bi dinyayê bide nasin.
Di encama vekolînê da me dît ku Muhemmed Elî Ewnî, bi hişmendîyek
zanistî li karê wergerê mêze kirîye û wî, ev rêya giranbiha bi kar anîye. Wî ji
xeynî zimanê kurdî, fransî, erebî û farisî jî baş zanîbûye. Lewra wî, wek gava
yekem berhema Şerefxanê Bidlîsî ya bi navê “Şerefname” yê ku mijara wê, dîro-
ka kurdan e ji farisî wergerandîye erebî. Piştî vê wergerê wî, ji bo ku alim û za-
nayên kurdan bi ereban bide nasîn û wan agahdar bike ku mezinên kurdan ji bo
dînê îslamê û ziman û edebîyata ereban karên çiqas giranbiha kirine berhema
Mehmet Emîn Zekî Beg a bi navê “Meşahîrî Kur û Kurdistan” wergerandîye
erebî.
Weke tê zanîn meseleya kurdan bi sed salan e berdewam dike û Muhemmed
Elî Ewnî jî wek rewşenbîreke kurd, serê xwe bi vê meseleyê ra êşandîye û xwestî-
ye ku dinya vê meseleyê bi awayeke rast bizanibe. Wi, ji bo vê sedemê berhema
Mîr Sureyya Bedirxan a bi navê “Pirsgirêka Kurdî” ku bi mexlesa Dr. Şêrko Bilîç
nivîsandîye ji kurdî wergerandîye erebî.
262
Medeniyetler Kavşağında Bir Kent: Siverek
Çavkanî
Elî Ewnî, Asim Muhemmed. “Zîkrîyatî me‘e Muhemmed Elî Ewnî”, Muhemmed Elî Ewnî
el-Muerrîxu we’l-Edîbu’l-Kurdîyyu-Misrîyyu 1897-1952, Weşanên Wezareta Çandê,
Erbîl 2007
———, Muhemmed. “Le Boy Yekîtîya Zimanê Kurdî”, Kovara Hawarê, Hejmar, 23, rr, 13-
15, Weşanên Belkî Çapa 2yem, Îstanbul 2012
Hîsamuddîn en-Neqşebendî. “Sîretu Muhemmed Elî Ewnî eş-Şexsîyyetu we’l-Îlmîyyetu”,
Muhemmed Elî Ewnî el-Muerrîxu we’l-Edîbu’l-Kurdîyyu-Misrîyyu 1897-1952, Weşanên
Wezareta Çandê, Erbîl 2007
İlgürel, Mücteba. “Evliya Çelebi”, Türkiye Diyanet Vakfı İslam Ansiklopedisi, 11, Diyanet
Vakfı Yayınları, İstanbul 1995
Îsmaîl, Necla Salih. “Hewle Tercemetî Seyahatname Misir lî’l-Merhûm Muhemmed Elî
Ewnî”, Muhemmed Elî Ewnî el-Muerrîxu we’l-Edîbu’l-Kurdîyyu-Misrîyyu 1897-1952,
Weşanên Wezareta Çandê, Erbîl 2007
Mustefa Resul, Îzzeddîn. “Muhemmed Elî Ewnî eş-Şexsîyetu’l-Barîzetu fî Tarîxî’l-Kurdî’l-
Hedîs”, Muhemmed Elî Ewnî el-Muerrîxu we’l-Edîbu’l-Kurdîyyu-Misrîyyu 1897-1952,
Weşanên Wezareta Çandê, Erbîl 2007
en-Neqşebendî, eş-Şeyx Ebdurrehman eş-Şeyx Elaeddîn. “Muhemmed Elî Ewnî- el-Bahî-
su we’l-Muheqqîq”, Muhemmed Elî Ewnî el-Muerrîxu we’l-Edîbu’l-Kurdîyyu-Misrîyyu
1897-1952, Weşanên Wezareta Çandê, Erbîl 2007
Özer, Ahmet. “Mehmed Emin Zekî Bey”, Türkiye Diyanet Vakfı İslam Ansiklopedisi, Ek-2,
Çapa 3yan, rr: 222-225, 2019
es-Sorekî, Muhemmed Elî. “Sîretun Muqtedîyetun ‘enî’l-Muerrîxî’l-Kurdîyyî Muhemmed
Elî Ewnî”, Muhemmed Elî Ewnî el-Muerrîxu we’l-Edîbu’l-Kurdîyyu-Misrîyyu 1897-1952,
Weşanên Wezareta Çandê, Erbîl 2007
es-Suweyrekî, Muhemmed Elî. Me‘cemu e‘lamî’l-kurd fî’t-tarîxî’l-îslamî we’l-‘esrî’l-hedîs fi kur-
distan we xarîxîha, weşanên Benkeyi Jîn, Silêmanî 2005
263
Medeniyetler Kavşağında Bir Kent: Siverek
264