You are on page 1of 6

Îsa Mesîh tê girtin Riya Rastdariyê 82

Guhdarên delal! Silameta Xwedê bi we re be!


Em bi navê Xwedayê aştiyê silavan li we dikin.
Daxwaz û armanca Xwedayê aştiyê ev e ku her kes riya rastiyê fêm bike û wê qebûl bike.
Wî ew rê kifş kir, da ku em her û her bi wî re di aştiya rastîn de bijîn.
Em gelek dilgeş in ku em dikarin îro dîsa bên ser dabaşa Riya Rastdariyê.

Di bernama din de em li ser Şîva Xudan hîn bûn. Îsa ew şîv, beriya ku ew bimire bi
şagirtên xwe re xwar. Me bihîst ku Îsa ji diwanzdeh şagirtên xwe re got: «Yek ji we wê xayîn
derkeve û wê min radestî neyarên min bike.»
Me dît ku Îsa nan û kas da şagirtên xwe; wî ji wan re got: «Şkandina nên mînaka şkandina
bedena min e û kasa ku we jê vexwar mînaka xwîna min e ya ku wê di ber gelekan de bê
rijandin. Bi vî awayî Îsa careke din bi şagirtên xwe da zanîn ku ew hatibû dinyayê, da ku
jiyana xwe bide, yanî bibe ew goriya dawî û bêkêmahî ya ku gunehan xîş dike û jiyana
herheyî pêşkêşî mirovan dike.

Îro em dixwazin guhdariya çend gotinên Îsa yên din bikin. Ew jî wek ên din pirr manedar
û newaze ne. Şeva beriya ku parêzgerên Perestgehê bên ku wî bigirin, wî ew peyv ji
şagirtên xwe re gotin.
Emê niha ji Mizgîniya Yûhenna, ji deriyê 14’an bixwînin. Îsa dizanibû wextê wî hat, ku
jiyana xwe bide. Loma wî ji wan re weha got:
«Bila dilê we reht nebe. Baweriya xwe bi Xwedê bînin û baweriya xwe bi min jî bînin. Di
mala Bavê min de gelek ode hene. Eger wusa tunebûya, ma minê ji we re bigota ku ez
diçim ji we re cih amade bikim? Dema ku ez çûm û min ji we re cih amade kir, ezê dîsa bêm û
we bibim ba xwe, da ku cihê ez lê bim, hûn jî li wê derê bin. Hûn riya wî cihê ku ez diçimê
dizanin.»
Tûma jê re got: «Ya Xudan, em nizanin tu diçî ku derê, emê çawa rê bizanin?»
Îsa ji wî re got: «Rê, rastî û jiyan ez im. Heta ku ne bi destê min be, tu kes nayê ba Bav.
Eger we ez nas bikirama, weyê Bavê min jî nas bikira. Îcar ji niha ve hûn wî nas dikin û we
ew dîtiye.»
Filîpos jê re got: «Ya Xudan, ka Bav [Xwedê] nîşanî me bide, ev têra me dike!»
Îsa jê re got: «Ey Filîpos, evqas dem ez bi we re me, ma hê jî te ez nas nekirime? Yê ku ez
dîtime, Bav dîtiye; tu çawa dibêjî: ‹Bav nîşanî me bide›? Ma tu bawer nakî ku ez bi Bav re me

1
û Bav jî bi min re ye? Gotinên ku ez ji we re dibêjim, ez ji ber xwe nabêjim. Lê Bavê ku bi min
re dimîne, karên xwe dike. Ji min bawer bikin ku ez bi Bav re me û Bav jî bi min re ye. Lê qet
nebe, ji ber van karan bawer bikin.
Madem hûn ji min hez dikin, hûnê emrên min bînin cih. Û ezê ji Bav bixwazim û ewê
Alîkarekî din bide we, da ku her û her bi we re bimîne. Ew Ruhê Rastiyê ye; dinya nikare wî
qebûl bike, çimkî ne wî dibîne û ne jî wî nas dike. Lê hûn wî nas dikin, çimkî ew bi we re
dimîne û ewê di dilê we de be.
Ez we sêwî nahêlim; ezê dîsa bêm ba we. Piştî demeke kurt, êdî dinya min nabîne, lê hûnê
min bibînin. Madem ez dijîm, hûn jî, hûnê bijîn. Wê rojê hûnê bizanin ku ez bi Bavê xwe re
me, hûn bi min re ne û ez jî bi we re me.
Yê ku emrên min qebûl dike û wan tîne cih, ew e yê ku ji min hez dike. Yê ku ji min hez dike,
ewê ji aliyê Bavê min ve bê hezkirin. Ez jî, ezê ji wî hez bikim û xwe ji wî re eşkere bikim.»
Cihûda - ne yê Îsxeryotî - ji wî re got: «Ya Xudan, ev çawa dibe ku tê xwe ji me re eşkere
bikî, lê xwe ji dinyayê re eşkere nakî?»
Îsa bersîva wî da û got: «Eger yek ji min hez bike, wê gotina min bigire. Bavê min jî wê ji
wî hez bike û emê bên ba wî û li ba wî cih bigirin. Yê ku ji min hez nake, gotinên min jî
nagire. Gotina ku hûn dibihîzin ne ya min e, lê ya wî Bavî ye, ku ez şandime. Hê ez li ba we,
min ev tişt ji we re gotin. Lê Alîkar - Ruhê Pîroz - yê ku Bav wê bi navê min bişîne, ewê hemû
tiştî hînî we bike û wê her tiştên ku min ji we re gotine, bîne bîra we.
Ez aştiyê ji we re dihêlim; ez aştiya xwe didim we. Ez wek ku dinya dide we nadim. Bila dilê
we reht nebe û netirsin!» (Yûhenna 14:1-11.15-21.23-27)

Bi van gotinan Îsa di ber dilê şagirtên xwe de hat û ew ji bo tiştên ku wê çêbûna, amade
kirin.
Ma we bihîst ku wî li ser Alîkar çi ji wan re got? Bi rastî gelek girîng e ku hûn van peyvên
Îsa bi zelalî fêm bikin, çimkî îro mirov hene, dixwazin mana wan gotinan xelet bidin
bawerkirin. Ew dibêjin ku Îsa li ser hatina pêxemberekî din got. Lê belê mana peyvên Îsa ne
ew bû. Îsa ne li ser pêxemberekî din got, çimkî li gor peyvên Îsa ew Alîkar ne mirovek e, lê
belê ruhekî ku nayê dîtin e. Ewê bihata dilê şagirtên Îsa yên rastîn.
Gelo ew Alîkar kî ye? Îsa Mesîh qet şikê nahêle û bi zelalî dibêje ku ew kî ye. Ji kerema
xwe careke din guhdariya peyvên Îsa Mesîh bikin. Wî got:

Ezê ji Bav bixwazim û ewê Alîkarekî din bide we, da ku her û her bi we re bimîne. Ew
Ruhê Rastiyê ye; dinya nikare wî qebûl bike, çimkî ne wî dibîne û ne jî wî nas dike. Lê hûn wî

2
nas dikin, çimkî ew bi we re dimîne û ewê di dilê we de be. Ez we sêwî nahêlim; ezê dîsa bêm
ba we. Alîkar - Ruhê Pîroz - yê ku Bav wê bi navê min bişîne, ewê hemû tiştî hînî we bike û
wê her tiştên ku min ji we re gotine, bîne bîra we.» (Yûhenna 14:16-18.26)

Careke din pirsa me eynî ev e: Alîkar kî ye? Îsa li ser kê dibêje û soza hatina kê dide
şagirtên xwe?
Alîkar Ruhê Pîroz e, yanî Ruhê Xwedê ye. Eynî ew ruh di hundirê Îsa Mesîh de bû. Mesîh
got ku Xwedê wê Ruhê Pîroz bixe dilê hemûyên ku wê baweriya xwe bi Mesîh bînin û wî
Xilaskar û Xudan qebûl bikin. Îsa Mesîh soz da şagirtên xwe ku piştî mirin û rabûna wî ya ji
nav miriyan, ewê vegere ezmên û wê Ruhê xwe yê pîroz bişîne dilê wan, da ku ew wan
nûvejen bike, wan paqij bike, hêzê bide wan û wan ber bi hemû rastiyê ve bibe. (Yûhenna
16:13; herweha li Tîtos 3:4-7 binêre)
Xwedê hez bike, piştî çend dersên din emê bibînin ku her tişt tam li gor van gotinên Mesîh
çêbû: Wek ku Îsa soz dabû, deh rojan piştî hilkişîna wî ya ezmanan, Ruhê Pîroz ji jor hat û
dest pê kir, di dilê hemû şagirtên Îsa de rûnişt û rêberiya wan kir.
Di bernameyeke din de emê hê bêtir li ser wî Alîkarî, yanî li ser Ruhê Pîroz hîn bibin, çimkî
ew dikare dilê mirovekî ezperest biguhere, bike mirovekî ku ji Xwedê hez bike û bixwaze li
gor emir û daxwazên wî rêve here.

Lê niha em dixwazin vegerin Mizgîniyê, da ku em bibînin, di wê şeva taybet de piştî Şîva


Xudan çi çêbû. Nivîsarên Pîroz weha dibêjin:
Piştî ku wan zebûrek strand, derketin Çiyayê Zeytûnê.
Hingê Îsa ji wan re got: «Îşev hûnê hemû li ser min dudilî û sist bibin, çimkî hatiye nivîsîn:
‹Ezê li şivên bixim û miyên kerî wê belav bibin.› [Zekerya 13:7]
Lê piştî ku ez ji mirinê rabim, ezê beriya we herim Celîlê.»
Petrûs lê vegerand û got: «Hemû jî li ser te dudilî û sist bibin, ez tu caran dudilî û sist
nabim.»
Îsa ji wî re got: «Bi rastî ez ji te re dibêjim, hema îşev, berî ku dîk bang bide tê sê caran min
înkar bikî.»
Petrûs got: «Eger lazim be ku ez bi te re bimirim jî, ez tu caran te înkar nakim.»
Hemû şagirtan jî weha got.
Hingê Îsa bi şagirtên xwe ve çû cihê ku jê re ‹Gêtşemanî› digotin û ji wan re got: «Hûn li
vir rûnin, heta ku ez herim dera ha û dua bikim.»

3
Wî Petrûs û herdu kurên Zebedî bi xwe re birin û dest pê kir, keder û diltengiyê ew girt.
Hingê wî ji wan re got: «Dilê min gelek teng dibe, ez dikim bimirim. Li vir bin û bi min re
hişyar bimînin.»
Hinekî pêşve çû, xwe deverû avêt erdê, dua kir û got: «Ya Bavê min, eger bibe bila ev kasa
tehl ji min derbas bibe. Lê bila ne wek ez dixwazim, lê wek ku tu dixwazî be.»
(Metta 26:30-39)

Em dixwazin li vê derê hinekî bisekinin û fêm bikin ku ew kasa tehl, yanî kasa cefayê ya ku
diviya Îsa vexwara, çi bû? Çima ewqas keder û diltengiyê ew girt ku wî got: «Ez dikim
bimirim»?
Îsa di vî halê teng û dijwar de bû, çimkî wî dizanî, wext hat ku barê cezayê gunehên hemû
zarokên Adem hilde ser xwe. Saeta ku hemû pêxemberên Xwedê li ser digotin, êdî hatibû.
Mirovan êdî wê zû tengahî bidana Xilaskar û wanê ew xaç bikira, lê ya herî tirsehêz ew bû ku
Îsa dizanî, Xwedê, yanî Bavê wî yê ezmanî wê cezayê gunehên hemû mirovan bida wî. Loma
Îsa dua kir, got: «Ya bavê min, eger bibe bila ev kasa tehl ji min derbas bibe. Lê bila ne wek
ez dixwazim, lê wek ku tu dixwazî be.»
Bi van gotinan Îsa Mesîh eşkere kir ku daxwaza Bav Xwedê jî wek ya wî ew bû ku ew ji bo
zarokên Adem bimire, da ku li gunehên wan bê bihûrtin.

Piştî vê yekê Nivîsarên Pîroz dibêjin:


Piştre ew vegeriya ba şagirtan û ew di xew de dîtin. Ji Petrûs re got: «Ma we nikaribû hûn
saetekê jî bi min re hişyar bimînin? Hişyar bimînin û dua bikin, da ku hûn nekevin
ceribandinê. Erê, ruh bi daxwaz e, lê beden lewaz e.»
Cara diduyan ew çû û dua kir: «Ya Bavê min, eger bêyî ku ez vê kasa tehl vexwim, ew ji
min derbas nebe, bila daxwaza te bibe.»
Îsa vegeriya û ew dîsa di xew de dîtin. Çimkî çavên wan ji xewê diçûn serhev. Wî ew hiştin,
careke din dûr ket, cara sisiyan dua kir û eynî peyv gotin. Paşê vegeriya ba şagirtên xwe û ji
wan re got: «Ma hûn hê jî radizin û bîhna xwe vedidin? Va ye, saet hat; Kurê Mirov dikeve
destê gunehkaran. Rabin, em herin. Va ye, yê ku min dide dest nêzîk bû.»
Hê ew dipeyivî Cihûdayê [Îsxeryotî] ê ku yek ji diwanzdehan bû hat. Bi wî re elaleteke
mezin a bi şûr û daran hebû. Ev ji aliyê serekên kahînan û rihspiyên gel ve hatibûn şandin.
Îcar ê ku ew bida dest bi wan re li ser îşaretekê li hev hatibû: «Ez kê ramûsim ew e, wî
bigirin.» Cihûda sererast hat ba Îsa û got: «Silav li te, mamoste!» û ew ramûsa.
Îsa lê vegerand û got: «Heval, tu ji bo çi hatibî, wê bike.»
Hingê ew mirov nêzîk bûn, dest avêtin Îsa û ew girtin.

4
Li ser vê yekê, yekî ku bi Îsa re bû, şûrê xwe kişand, li xulamê Serokkahîn xist û guhê wî
pekand. (Metta 26:-40-51)
Lê Îsa destê xwe danî ser guhê wî û ew qenc kir. (Lûqa 22:51)
Hingê Îsa got: «Şûrê xwe bixe kalanê wî. Çimkî her kesê ku şûr bikişîne, ewê bi şûr bê
kuştin. Ma tu dibêjî qey ez nikarim ji Bavê xwe bixwazim û ew jî di cih de ji diwanzdeh
lejyonan zêdetir milyaketan bigihîne min? Lê hingê Nivîsarên Pîroz ên ku dibêjin divê
weha bibe, wê çawa bên cih?»
Wê gavê Îsa ji elaletê re got: «Ma ez rêbirek im ku hûn bi dar û şûran hatine ku min
bigirin? Her roj ez li Perestgehê rûdiniştim û min hîn dikir, lê we ez negirtim. Lê ev hemû
çêbûn, da ku nivîsarên pêxemberan bên cih.»
Hingê hemû şagirtan ew hişt û reviyan. Yên ku Îsa girtin, ew birin ba Qeyafayê Serokkahîn.
Li wir Şerîetzan û rihspî civiyabûn. (Metta 26:-52-57)

Guhdarên delal, me îro dît ku Îsa Mesîh xwe teslîmî destê wan kir ên ku li kuştina wî
digeriyan. Belkî hin wê bipirsin, bêjin: Çima Îsa hişt ku ew bikeve destê dijminên xwe? Ma
wî bager nesekinand? Ma wî cin dernexistin? Ma wî yên kor sax nekirin? Ma wî yên mirî
ranekirin? Çima wî xwe ji destê dijminên xwe xilas nekir?
Bi rastî, Îsa sedema vê yekê ji me re got. Gava ku yek ji şagirtên wî şûrê xwe kişand,
dixwest ku wî biparêze, Îsa jê re got: «Şûrê xwe bixe kalanê wî. Çimkî her kesê ku şûr
bikişîne, ewê bi şûr bê kuştin. Ma tu dibêjî qey ez nikarim ji Bavê xwe bixwazim û ew jî di cih
de ji diwanzdeh lejyonan zêdetir milyaketan bigihîne min? Lê hingê Nivîsarên Pîroz ên ku
dibêjin divê weha bibe, wê çawa bên cih?» (Metta 26:52-54)

Çima Îsa Mesîh hişt ku dijminên wî, wî bigirin? Bersiv sivik e. Wî bi vî awayî
pêxemberîtiyên pêxemberên Xwedê anîn cih. Wan digot ku Mesîh wê cefayê bikişîne û wê
xwîna xwe birijîne. Ewê bibe gorî, da ku gunehên mirovan bên bexişandin. Diviya ku
Xilaskarê pîroz û rastdar bimira, da ku zarokên Adem bikariyana li Xwedê vegeriyan. Îsa
Mesîh hat dinyayê, da ku gotinên pêxemberan bîne cih. Ew hat, ku mana berx, gorî û
pêşkêsan bê cih. Ew hat, ku min û te ji gunehên me xilas bike. Loma wî destûr da û hişt ku ew
ji aliyê dijminan ve bê girtin. Îsa ji bo min û te jiyana xwe da. Şikir ji Xwedê re, çimkî wî
Xilaskarekî weha dilovan şand dinyayê!

Dostên delal, em li vir bernama xwe bi dawî dikin. Em hêvîdar in ku hûn cara ku bê jî bi me
re bin. Hingê emê bibînin ka çawa serekên kahînan, serwerên gel û xelkê Orşelîmê bûn yek,

5
dîwana Îsa kirin û cezayê mirinê li ser wî dan. Bi vî awayî wan jî gotinên pêxemberan anîn
cih.
Heta cara ku bê, li ser van peyvên Îsa Mesîh qenc bifikirin. Wî ji şagirtên xwe re got:

«Ez jiyana xwe didim, da ku ez wê dîsa bistînim. Tu kes wê ji min nastîne, lê ez jiyana
xwe ji ber xwe didim » (Yûhenna 10:17.18)

You might also like